1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Can Seker
  4. Mîtolojiya Îskandînaviyan
Mîtolojiya Îskandînaviyan,Mîtolojiya,Îskandînaviyan

Mîtolojiya Îskandînaviyan

A+ A-

Di serî de Ginnungapet (Çaviya devvekirî) hebû. Ev çaviya devvekirî wisa mezin bû ku bi sedan cîhan karibûn tê de bi cîh bibin. Navê vê derê Ginnungapet bû. Ginnugapet bê form bu lê vala jî nînbû. Tenê xwedawend zanibûn ka çi li wir heye. Li alî din jî çaviya agir hebû. Ji vir re digotin cîhê sotandina cîhanan. Tiştên ku li vir hebûn hemû bi awayekî bê hempa dişewitîn her tişt ji agir bû. Xwedawend jî nikaribûn li vir bijîn, ji bo ku ejderên ji agir li vir dijiyan. Navê ejderê herî mezin û bi hêz Surt bû. Surt parêzerê vî cihî bû. Pirça Surt ji alava agir bû û lav ji ber piyên wî diherikî. Berevaciyê vî cîhî jî hebû. Çavîkî ji berf û cemedê bû. Ji wir re digotin Nifelheim. Muspellheim jî wek Nifelheim di serî de hebû. Ji nav avê diherikî. Ji vê avê re digotin Hvergelmer. Ciyekî din jî bi navê Elivogar hebû. Li vê derê jî, qalibên cemedê wek çiya bilind dibûn.

Bi şewitandina agir, herikandina avê, bilindbûna cemed û seqayê re, ev cîhan li hev dikevin û kaosek mezin çêdibe. Di nav vê kaosa mezin de laşê hût ango dêwek, herî pêşîn diafire. Kana vî dêwî agir û cemed e. Navê vî dêwî Aurhelmer, ango Ymer e. Ymer demek dirêj di nav agir û cemedê de dimîne. Paşê bi hilma agir laşê wî xwêdan dide. Ji bin çengên Ymer xwedawendek mêr û yek jî jin diafirin. Ji têkiliya her du piyên wî jî dêwek şeş serî diafire. Dêwên ku ji seqemê ne hemû ji vî dêwê şeş serî afirîne. Dê di pêşerojê de şerên bê hempa di navbera van her du nîjadan de biqewime.

Dema ku agir cemedê dihelîne ji nav cemedê çêlekek ango mangeyek derdikeve. Dêwên seqemê ji vê çêlekê re digotin Audhumla. Audhumla tê wateya çêleka kevnare. Ji guhanê Audhumla sê çem ji şîr diherikin û Ymer bi şîrê Audhumla xwedî dibe. Ji bo ku Audhula jî karibe bijî, cemedê dialast. Bi alastina cemedê re, ji nav cemedê laşê xwedawendek derdikeve holê û ev xwedawend gelek bedew e. Xedawendên din jê re digotin Bure. Bawer dikirin ku Bure bapîrê hemû xwedawendan e. Ji Bure re xwedawendek çêdibe û navê Bur lê dikin. Bur bi Bestla, keça dêwê seqeme Böltorn re dizewice û ji wan re sê xwedawendên bi navên Oden, Vile û Ve çêdibin.

Afirandina Cîhanê:

Oden û birayên wî, Vîle û Ve bi Ymer re şer dikin. Piştî şerekî dijwar, Oden û birayên wî bi ser dikevin û Ymer dikujin. Laşê Ymer dibin Ginnungapet (Çaviya devvekirî) û laşê Ymer li wir ji hev dikin. Ji laşê Ymer xwîn diherike û ji wê xwînê okyanus, gol û çem çêdibin. Ji çîm û lingên wî çiya, zinar û kevir çêdibin. Ji porê wî dar, ber û nebat çêdibin. Oden serê Ymer davêje jor û ji serê Ymer esman çêdibe. Ji bo ku çep û rast diyar bibe, çar xwedawendên biçûk, her yek dide aliyekî. Navê van herçaran; Bakur, Başur, Rojhelat û Rojava ne. Oden ronî ji welatê agir tîne û di esman de diçikîne. Ji bo ku dêw dûrî mirov û xwedawendan bin, wan li ciyekî dûr bi cîh dike û dawî jî ji biriyên Ymer baxçeyek mezin bi navê Midgord çêdike û mirovan tê de bi cîh dike. Êdi zarokên Bur cihanê ava kiribûn û çerxa jiyanê dest bi gera xwe kiribû.

Şev û Roj:

Nör, yek ji dêwên herî pêşî bû. Keçek wî ya gelek bedew hebû. Navê wê Natt (şev) bû. Natt sê caran zewicî bû. Navê zilamê wê yê yekemîn Nagelfare bû. Ji wan re kurek çê bûbû û navê wî Rymd, Aud (Siruşt) bû. Navê zilamê wê yê duem Anar (yêduem) bû. Ji Natt û Anar re keçikek gelek bedew çê dibe. Navê Jord (Cîhan,Dinya) lê dikin. Zilamê Natt yê sêyem xwedawendek bû û navê wî Delling (şeveq – Berbang) bû. Ji Delling û Natt re kurek gelek bedew çê dibe û navê Dag (Roj) lê dikin. Xwedawend hespek bi navê Rimfaxe diyariya Natt dikin û yek jî bi navê Skinfaxe diyariya Dag dikin û wan dişînin esman. Pêşî Natt derdikeve, hespê xwe li esman dibezîne û dibe şev. Bi dûv re jî, Dag hespê xwe dibezîne û dibe Roj. şev û Roj bi vî awayî diafirin û heta ku dinya ava be dê Dag û Natt (Şev û Roj) hespên xwe li esman bibezînin.

Afirandina mirovan:

Rojek Oden, Vile û Ve li ber qerexê deryayê digerin û dibînin ku pêlên avê du darên mezin avêtine qerex. Oden ji wan daran yekê digre û difikire ku tiştek jê biafirîne. Oden pif dike dar, dar diqelişe û jinek ji nav derdikeve. Oden bi darê din jî digre pif dike wî jî, dar diqelişe û mêrek ji nav derdikeve. Vile û Ve jî hiş û axaftinê ji wan re diyarî dikin. Navê Ask li yê mêr û navê Embla jî li ya jin dikin. Ask û Embla mirovên herî pêşîn in.

Can Şeker


Gotinên miftehî :