Ma Te Hişt?
Do xwendevanekî min SMS (peyama telefonê) ji min re şandiye. Gotiye "kekê Ekî, li şaredariya we endamên meclîsê neman, xuya ye tê bibî wekîlê şaredar".
Li ser vê peyamê xeyalên wisa xweşik hatin min, ku di navbera çend saniyeyan de min navçeya me kir gul. Tu riyên paqij dixwazî rê, tu xizmeta lezgîn dixwazî xizmet, tu xebatên kurdî dixwazî kurdî, tu şaredariyek vekirî û zelal dixwazî ew jî wisa...
Lê hema ji nişka ve kurmek hate (xeyala) min.
- Ez çawa ku bibim wekîl, divê bi serdana Ewlekariya Giştî ya Navçeyê dest bi xebata xwe bikim. Evqas roj in camêr tên Şaredariya me û Şaredara me (ya dê bê girtin :) ) qet "îadeyî ziyaret" nekiriye. Ez wisa nakim. Divê mirov bihîstyar be. Divê mirov tif neke alifê xwe.
Hew carekê min dît ku di xeyala min de Serokê KCK'ê Murat Karayilan derketiye Roja Nû TV û behsa xebatên serkeftî yên şaredariya me dike. Karayilan di vê axaftina xwe de tiştina dibêje ku her kes bi devê ji devjihev lê temaşe dikin. Lê deng nayê min.
Xeyala min bi pirsa pêşkêşvanê Roja Nû TV ket asta heyecana wê herî bilind:
- Birêz Karayilan, Şaredarê Navçeyê Eliyê Xemxur bi serîlêdana Ewlekariya Giştî ya Navçeyê dest bi kar kir, gelo hûn (divê bigota "tu") çawa dinirxînin?
Bi bersiva Karayilan re xeyal bi min re nema:
- Carkî Kurdistan bûye Kurdistan, xayinekî bi vî rengî nehatiye dîtin!
Madem wisa ye, ez jî nabim Şaredar. Aha bila wisa be.
Binihêrin li navçeya me ya Qoserê 30 endamên meclîsê (hûn dibêjin encûmen) hebûn. Ji van jî 3 kes AKP'yî bûn. Yedekên encûmenan jî 20 kes bûn. Ez jî yek ji yedekên BDP'ê bûm. Ji bilî me 12 yedekên AKP'ê hene.
Hûn nizanin, çopemenî jî behs nake, niha 22 endamên meclîsa şaredariya Qoserê girtî ne. Dema hejmara endaman dakeve 16'an, şaredarî fesih dibe. Lê ji ber ku sal û nîvek ji hilbijartinê re nemaye, di vê dema kin de dê hilbijartin çênebe û dê qeymeqam were ser kar.
Lê min got çi? 3 AKP'yî niha endam in, 12 jî yedek in. 12 + 3 dibe 15, lê yek kêm e ji bo li şûna qeymeqam bi siyasetê şaredarî were birêvebirin.
Hûn dizanin ez mirovekî pir guh didim siyasetê Divê kesên hilbijartî şaredariyê bi rê ve bibin.
Xeyalek nû hat min (wek kurmekî).
Gelo ez ji AKP'iyan re bêjim "hûn 15 kes in, dema hûn hemû bûn endamên esîl dê BDP'î hemû îstifa bikin û ez jî yek ji wan im. Ji ber ku hejmara we ne 16 ye, dê qeymeqam bibe şaredar. Ka werin, ez îstifa nakim û ez ê wekî BDP'yî li şaredariyê bimînim. Lê divê hûn min bikin wekîlê serok an jî serok bixwe. Bi vî rengî em li hev bikin."
Te dî ne ji bo tiştekî, ji bo însanetiyê.
Gelo dê dîsa birêz Karayilan bêje "xayinekî wisa di dîrokê de nehatiye dîtin"?
Yabo heyran ez naxwazim "mala yabo" hêrs bikim. A baş ew e, ez ji we re behsa çîroka xwe û dêrikiyan bikim.
Wê rojê em çûn Dêrikê, ji bo şûnekê.
Malxweyan goşt û birxur çêkiribûn. Ez jî xemxurê birxur-xur pir ji birxurê hez dikim. Lê ev endamê meclîsa me yê AKP'yî hema ew goştê ser birxurê giş da hev û xwar.
Zikteşto dema pala xwe da balîfê jî, got: "Oooof ez bûm ga!"
Min jî destê xwe li zikê xwe yî pelixî xist û got û got: "Wele te bihişta ez ê jî bibûma golik".
Îcar ez serê we neêşînim. Ev AKP'yî hingî çavbirçî ne, nahêlin em bibin tiştek.
Ez jî dibêjim qey ê ku bibe hevalê vana, nabe tu tiştek.
Hûn dîsa jî li ser xeyala min fikr û ramana xwe li jêr wekî şîrove binivîsin ji kerema xwe re.