Malabadê û Qotê Pirê
”Pira Batmanê, Aşê Rewanê, Dêra Axdermanê, xerab nabe heya axirê zemanê”
Pira li navbera xiyalên min û jiyana min!
Zarokatiya min û xiyalên min li ser, bin, der, dor û dûra vê pirê, bi şid û rabûna biharê ya çem re derbas bû û pir tiştî da ber xwe ku bûne keser û xemla jiyanê.
Çîroka qotê pirê, şerê Bekira û dewleta tirk, gera li Çiyayê Şewlê Miqûrê, masîvaniya li Zorê û girtin û xwarina sergolik û baraman, vezelandina li bin siya darên şengêlan û şerê bi şîp û şida ava çem re û Mihemed Şêxo...
Keser sira evînê ye û wateya jiyanê... Xwe lê negirî tu dê jê bibî û li ber bayê kevî. Êdî ne diyar e tu dê li binê guhê kîjan zinarî kevî, xwe li deveraka çewan, di çi halî de û bi çend parçeyan bibînî.
Hewl didim xwe berhev bikim... Lê wisa sar e ev der... Giyan, di nav germahiya xwe de diricife, dil dikizire û çav li rêyan xwînî, westandî.
Qotê Pirê; serî ji laş mezintir û li nav jûra pirê jiyana bi çend keriyên nanê gundiyan, bi berdêla çend gotinên zanyarî. Çima wisa kêm û ew çendî dagirtî. Ka bêje min ji bo Xwedê xwe çewa bigihêjînime xiyalên te?! Li şûna qêrîn û hewar hewara leşkerên tirk ji ber Bekiriyan, xiyalên keçên serbixêlî ne, li gel laşên wan ên ciwan ku di ava bin te re derbas dibin. Lewra êdî ne tenê Şêxdoda, Xilika û Çoçina û ne Bekira, Xerza û Reşkota, lê hemû welat e li dij melkemota.
Ax Xuda, lê çiqasî giran e ev bar... Taqet... Ha gidî tiştek nema.
Û dê car din ji ser pirê re bi coş xwe berî ava çem bidin zarok û xortên gund. Û şerbot û sêlêv û marmasî? ”Nebe li ber van, dew vexwî kurê min, meriv, dûr be rebî, bi jahrê dikeve ha!”
Min hey digot neşikênin gidî, heyf e. Bavê min wisa digot... Lê çi fêyde ku ez bi tenê bûm di nav wan zarokan de ku li ser milê hev siwar û xwe digihandine peykerê li ser kevirê pirê honayî: ”Kuro ev kafir in kafir, guneh e, divê em bişkênin.”
Ha bindestî û ha dilkorî, mêjîkorî û çavkorî... Koriya dil, mêjî û giyanê bû ku li çavan dixist û nedihişt bê dîtin ew ”kafir” bapîrên me, paşeroj, nirx, dewlemendî û hebûna me ne. Kevir li kevir didan û bi kevirên li destên pêşerojan, paşerojê dihanîne xwar. Di bin lingan re, bi ava çem re, di bin pira bi destê ”kafir”an çêkirî re, ber bi razeka din ve diherikîn poz, dest û guhên hoste û şagirtên pirê.
Axx Qotê Pirê... Te didît ev malkambaxî û te dizanî. Lê hezar axx, ew seriyê mezinî kêmasiya gundiyan... Ji bo çenk kerî nan û belkî taseka dew, dihat bi kêrî gundiyan, lê nedikarî bi xezeba di dil de çandî ya zarokan.
Xezeb serxurê xwediyê xwe ye.
Jêdûrketina ji hestên neteweyî, mala mirov bi destê mirov dide xirabkirin. Û xiyal dicemidin, hest dikevine taya sikratan... Mîna şiva li nava avê ne...
Piştî wê? Tofan e êdî... Pir kavil, Qotê Pirê bê mal û cî. Xiyal li ciyek û jiyan li ciyek. Keser tune, raz wenda, wate wenda, jiyan wenda.
Mahabad Felat Arda 2014-06-06