1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mîrhem Yîgît
  4. Malbat, dê û bav, zarok, ciwan û xwendevanên zanîngehan!
Malbat, dê û bav, zarok, ciwan û xwendevanên zanîngehan!,malbat,dê,û,bav,zarok,ciwan,û,xwendevanên,zanîngehan

Malbat, dê û bav, zarok, ciwan û xwendevanên zanîngehan!

A+ A-

Di roja me de zimanê Kurdî yek ji çar zimanan e ku helî zêde li Rojhilata Navîn tê axaftin û li tevahiya cîhanê jî di nav 30 zimanên sereke de cîh digre. 

Kurdî, zimanekî kevin û qedîme, dewlemend e û ji kûraya dîrokê bixwedî dibe. 

Ji serdema Hurrîyan ji serdema Medan ve wek Zimanê Avesta(Zimanê Med-Medya) hatiye û gelek gonax derbaskirine û gihiştiye îro. 

Li Iraqa îro zimanê Kurdî, duhemîn zimanê fermî ye. Xwendina bi kurdî ji dibistanên seretayî heta bi zanîngehê li dar e û di giş sazî û daîreyên Başûr de zimanê Kurdî serdest e. 

Bi sedan kovar, bi dehan rojname, bi sedan pirtûk, albûm û hwd. bi Kurdî derdikevin. 

Li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî dikeve çax û banga xwe û di her aliyê jiyana rojane de dibe zimanê fermî, zimanê xwendin, nivîsandin û perwerdê. 

Li Îranê Zimanê Kurdî bi avayekî fermî herçendî tê nasîn jî belê di jiyana rojane de tim bi asteng û qedexeyîyan re li himberê hev e. Li Bakurê Kurdistanê ji sala TZP ango Tevgera Ziman û Perwerdê hatiye damezrandin û bi vir de zimanê Kurdî, cihê xwe fireh dike û li ser riya naskirin û qebûla fermî ye. 

Wekî din, hejmara kenalên televizyonên satelîtî bi çend zaravên Kurdî; wek kurmancî, soranî û zazakî di navçeyeke fireh de têne temaşekirin. 

Ev giş encamên têkoşîn û xebatê û berxwedanên Tevgerarizgarîxwazî û neteweyî ne. 

Kurd îro ji her car zêdetir zanin bê ka zimanê zikmakî, zimanê dêûbav çendî girîng e û di vî warî de bûne xwediyê hişmendiyeke têra xwe li pêş. 


Israra siyasetmedarên Kurd di bin navê dadgeha KCK de têne darizandin ji bo zimanê Kurdî, îspateke vê hişmendiyê, hezkirin û xwedîderketina li zimanê zikmakî, zimanê dê û bav e. 


 Hezkirina zimanê Kurdî bi giş diyalekt û zaravayên xwe îro ji her car zêdetir e di nav kurdan de û kurdên Bakur û Başûr, kurdên li vî alî û li wî aliyên sînor hev baştir fêm dikin û ji her demê neteweyîtir diramin. 


 Li vir li Ewropa, di nav Kurdên li diyaspora de jî bi kêmanî ji sala 1995 an û bi vir de kampanyên zimanê Kurdî li dar dikevin. Afîşên *bi Kurdî bifikir, bi kurdî biaxiv, bi kurdî binîvis* û hwd. di bîra me de ne. 


 Em pêwiste, her kes ewil di malbatê de, piştre li sûk û bazarê, li komelan û di saziyan de bi kurdî biaxivin. 

Ji bîr nekin ku siberoja zimanê me, man û nemana zimanê me bi çend tiştan ve girêdayî ye: ew jî axaftina bi ziman, nivîsandina bi ziman û perwerdeya bi ziman e. 


 Ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî îro derfet û îmkan baştir in. Di vî alî de saziyên me, saziyên wek Instîtûta Kurdî, Yekîtiya Mamostan amade ne ji bo vekirina kursên ziman û perwerdeyeke bi kurdî. 


 Bi vê bang û ragihandinê em dixwazin ewil silav û rêzên xwe pêşkêşî malbat, ciwan û zarokên navçeya Hagenê bikin û duhem jî we malbatên hêja serwext bikin ku em wek Instîtûta Kurdî bi giş îmkanên xwe di xizmeta we de ne û kesê dixwaze zimanê kurdî fêr bibe bila ji kerema xwe re bi nav û telefona xwe serî li Instîtûta Kurdî, li Komela Hagen bide. 


 Li gora hejmara serlêderan, temen û asta xwendina wan, têkilî û serwextiya wan ya zimanê Kurdî, wê bi rengê li jêr gurûb û kategoriyên kursê bêne sazkirin. 


1. pêngava zarokan 

2. pêngava ji bo kesên bi kurdî nizanin û nikarin bi Kurdî bixwînin û binîvisînin 

3. pêngava kesên dikarin bi kurdî bixwînin belê nikarin binîvisînin. 

4. pêngava kesên hem bi kurdî dixwînin û hem jî dinîvisînin belê dixwazin rastnivîs û giramera xe baştir bikin 


 Rêveberiya Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist 

 28 / 08 / 2012 

Hagen