Manîfestoya KHK'ê û bîra rewşê
Komek dildarên kurdî li Stenbolê Manîfestoya Koma Hewara Kurdî nivîsîne. Bi rastî ez gelekî li ber ketim ku dildarên kurdî evqas dûrî rewşê ne. Ne pêwist e mirov gotinê dirêj bike, ez ê gotina dawî ji niha ve bêjim: Wiha nabe!
Ji bo mirov manîfestoyekê binivîse divê bi kêmanî mirov manîfestoyek xwendibe. Manîfesto bi vî rengî nayên nivîsîn. Manîfesto bi encaman dest pê nake. Heke mirov bi 1, 2, 3 û 4ê dest pê kir, mirov gihaştiye encamekê. Lê manîfesto ne biryarname ne, bingeha biryarnameyan e. Manîfesto nikare bi gotina “Zimanê kurdî (kurmancî û zazakî) li Tirkiyeyê di rewşeke gelekî xerab de ye” dest pê bike. Ji ber ku ew bingeha biryarnameyan e, divê pêşî li ser dîrok, sedem û bandorên li dora wê raweste û bi berfirehî deyne holê.
Di encamê de, li dûmahîka manîfestoyê jî mirov Bernameya KHKê dinivîse û biryarên xwe jî li wir datîne holê.
Lê dildarên me 2 rûpelên A4 biryar nivîsîne û navê wê jî kirine Manîfesto.
Ev kêmasî çêdibin. Ji ber ku her kes ji texma xwe ve dixwaze tiştekî serast bike. Lê êdî qûş qetiyaye û barê êzingên me tê xwarê. Ji çar aliyan ve bar bi xurexur tê xwarê. Tu kes, tu kom, tu partî, tu komele, tu enstîtu, tu rojname û kovar nikarin bi tena serê xwe vê yekê çareser bikin. Ji Kerkûkê heta Mehabadê, ji Meletî heta Efrînê rewş ev e.
Hîn berî niha bi çend rojan li Amedê Konferansa Zimanê Kurdî hebû. Ma biryarek bi tenê jî derket? Na! Ji ber ku hinek dibêjin “ez ê serast bikim”, hinek jî dibêjin “ez nahêlim tu serast bikî, ev lehengî divê ji min re bimîne.” Tu ya rastî bixwazî, herdu bi hev re jî nikarin serast bikin.
Kurdî laşekî zindî ye. Zindiyeke birîndar e. Xwîn jê diçe. Ev çend sed sal in rewşa kurdî ev e. Êdî serî lê gêj dibe, nema dizane çawa diaxive, çi dibêje. Ziman hemû bi vî rengî dimirin. Wekî mirovan. Lewre ew jî zindiyek e.
Dest ji biryaran berdin. Dest ji hawaran berdin. Mafê we nîn e hûn ji kesî re bêjin bi kurdî bixwînin. Hûn bi vî rengî mafê mirovan ê demokratîk binpê dikin. Mafê we nîn e hûn ji mirovan re bêjin “herin li şanoya kurdî temaşe bikin.” Ji ber ku ev jî mafên demokratîk binpê dike. Birano, hevalno, sedsala bîst û yekê ne sedsala milîtaniyê ye. Bi biryaran, bi hawaran kes li we guhdar nake. Xwendina rojnameyan, kovaran û pirtûkan, temaşeya fîlm, şano û tiştên wiha hemû bi kalîteyê ve girêdayî ye. Heke tu rastiyê dixwazî, heke te divê tu fîlmekî bidî temaşekirin, zimanê wê çi dibe bila be, heke te bi kalîte girtibe, dê ew fîlm were temaşekirin. Wekî din, belasebe xwe newestînin û qirikê li xwe zuha nekin.
Dawî: Aştiya zimanan nabe. Di sedsala bîst û yekê de jî nabe. Tew nebe di nîvê pêşî yê vê sedsalê de ne pêkan e. Hûn li ber çavên xwe dibînin ku îngilîzî hate heta Iraqê. Bi şer hat, bi kuştin hat. Sibe dê cafeyên wan li Sûriye û Îranê jî vebin. Wekî ku fransiyekî li Sûriyeyê ji kurdan re gotiye: "Heke hûn îro şerê xwe nekin, hûn ê sibehê ji bo her bihostek ax mêrekî bidin". Niha jî rewş neguheriye. Aştiya çi, halê çi. Hûn dikarin zimanê xwe rizgar bikin, hûn dikarin bi ser bixin. Hûn nikarin, qebûl bikin ku aştî ji bo zimanan di vê rewşê de mirin e. Darek bilind bibe, dara din di bin siya wê de nikare bijî.
Ne 30 kes, 3 hezar kes jî li ser manîfestoyeke bi vî rengî werin cem hev, 3 salan jî li ser bixebitin, nikarin bi qasî rêzefîlmekî tirkî bandorê li ser gel bike. Bi serê min wisa ye.