1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Masiyên şewka êmê qelew
Masiyên şewka êmê qelew,masiyên,şewka,êmê,qelew

Masiyên şewka êmê qelew

A+ A-

Bi qasî ku neheqiyeke mezin li keran bikim, ji kurdên TRT 6'ê re min got “Şoş”. Hêja ye ku ez lêborîna xwe bixwazim ji keran. Ji ber ku ker bi rastî jî xizmetkar in, qet çewtiyeke wan di xizmetê de çênebûye. Timî direvin karê mirovan û timî bi kêrî mirovan tên. Lê kurdên ku çûne TRT 6'ê ne wisa ne. Ew xizmetê ji gelê xwe re nakin.

Aha mirov tiştekî wisa ne. Heqaretê li keran dikin, lê şêran jî payebilind dihesibînin. Ji ber ku ker di xizmeta wan de ne û şêr jî kengî wan zeft dike, ji hevdu parçe parçe dike.

Di Roj TV'ê de jî çewtiyên ziman gelek in. Her roj çewtî têne kirin. Lê di çapemeniya me de ji nişka ve gotarên nivîskarên kurd li ser “Çewtiyên Zimanê TRT 6'ê” dest pê kir û hatin weşandin. Hêja ye mirov ji wan re bêje “ma ji we re derd e?” Van kesan, dema Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi belavkirina pereyan kir, ji wan re jî bi sedan proje birin. Gotin “ka em dibistanan, akademiyan, zanîngehan, dezgeyan vekin.” Niha jî bi heman rengî rê nîşanî “xwediyê pereyan” didin. Wekî ku “dema xalo tu nedîtî, bêje ez vaaa me”. Madem hûn pir bi rêzimanê dizanin, bikin karê xwe û li ser Roj TV binivîsin. Madem ku dê kanaleke baştirîn derkeve holê bila kanaa we be.

Na, camêran ji xwe re kiriye derd ku dê TRT 6 zimanê gel xera bike. Fermo hûn jî ji gel re bêjin “temaşe nekin” û hew. Îcar jî dibêjin “em ê çawa bêjin kanaleke kurdî temaşe nekin?” Mala minê, hezar heyf ku PKK'ê li vî welatî 30 salî got “neteweperestên hov”, lê me digot çima wisa dibêje. Ya rastî xuya ye ku PKK'ê pêşî ew gotin bi heft avan şuştiye û piştre wisa gotiye. Heke neşuştî bigota, dê ser û serket bi wan ve nema.

Cemil Oguz di malpera Diyarnameyê de bi sernivîsa “TRT kurdî dê çi li jiyana min zêde bike?” nivîsek weşandiye. Di nivîsê de dibêje ku 2 caran teklîf jê re hatiye, lê wî herdu caran jî bihayekî zêde gotiye û şîrketên wan ji ber vê yekê lê venegeriyane.

 Piştî bangawaziyên PKK'ê jî, piştî ewqas daxuyaniyan jî Cemil Oguz di Diyarnameyê de, di heman nivîsa xwe de wiha dibêje: “Hin hevalan ji min pirsî 'ka ew biçin di nav xebatên TRT Kurdî de bixebitin yan na', bersiva min her ev bû ji bo wan û niha jî ev e: "Em her kes dizanin, dixwazin vê kanalê li hemberî kurdan, têkoşîna wan, di hilbijartinê de li hemberî DTP'ê bikar bînin. Digel vê yekê jî, hûn biçin jî, neçin jî miheqeq ev kar dê bê kirin. Ger hûn pereyeke pir zêde jê kar dikin herin, ger pereyeke hindik, an bi qasî piyaseyê kar dikin neçin."

Ew kanal bi bacên ku ez didim vedibe, ew bac divê ji bo min jî, yanê zimanê min jî bê bikaranîn.”

Yanî şîretan li hevalên xwe jî dike ku TRT 6 pereyekî baş bide, divê ew biçinê. Aşkere dibêje “Ey TRT 6, kalîteyek zêde ji te re lazim e, lê bihayekî me heye.”

Ji bo ku Rojîn jê re nebêje “xwe erzaaan firooot”.

Biborin, ji bo hinekan min got "şoooş", ji bo kesên wiha difikirin jî gotinek min heye. Hûn dizanin birêz Ocalan got "êmê serê şewkê bixwin, lê xwe nedin destê masîvanan" Yanî nebin masî. Vaye hûn dibînin, hevalê me Cemil Oguz jî dibêje: "Xwe bidin dest masîvan, lê bila êmê we hêja be." Hey malneket, piştî ku tu ketî dest masîvan, êmê di qirika te de li te nebe qismet û pê ve, te êmekî baş bi dest xistiye çi ye, bi dest nexistiye çi ye.
 
Mijarek encax evqasî dikare were herimandin. TRT li ku, welat li ku, têkoşîna 30 salî li ku, ewqas kûrbûna îdeolojîk li ku, armancên neteweyekê li ku û rewşa nivîskar li ku. Ewqas xwîn li ku.

 Camêran xistiye serê xwe divê TRT xwe serast bike. Dibêjin “Gerek TRT 6 kurdiyeke rast bi kar bîne.” Ê bavê min kadroyekî/e
wekî we li TRT 6'ê tune ku zimanekî rast bi kar bîne. Yanî hûn çi dibêjin?

Îcar gelek kes ji Tevgera Azadiyê re jî dibêjin “Gerek em bi polîtîkayeke rast tevbigerin. Gerek em bi kadroyên xwe TRT'ê tijî bikin û wê bi kar bînin.”

De rabin ser xwe! Herin pêşî kanalên kurdan dewlemend bikin. An pirsgirêka dewlemendiyê ne di naverokê de ye, di wlemendiya
madî de ye? Gelo divê mirov kanalê dewlemend bike, an xwe?

Ya rast ev teklîfên ne ehlaqî ne. Mijara roman an jî fîlmekî ye. Psîkolojiya gelekî bindest û şerê taybet nîşan dide.

Wekî encam. Ji bo gelekî bindest, xizmeta dewleteke dagirker ne pêwist e. Ji bo xebateke bi vî rengî jî mijar bi bihayê pereyan nayê îzahkirin. Her wisa jî mijar ne tenê kanaleke televizyonê ye. Ev mijar li kanalekê nasekine. Perwerde, hilbijartina waliyan, kurdkirina artêşa tirk a Herêma Kurdistana Bakur, kurdkirina subay û astsubayan, qebûlkirina ala herêmê û heta navlêkirina herêmê. Ev hemû dê bêne kirin.

Sibe ku li herêmê hemû leşker û fermandar kirin kurd, çi ferqa wan leşkeran û xebatkarên televizyonê dimîne? Yek kanala dewletê ye, yek jî artêş.


Gotinên miftehî :