MEDRESYA SOR,medresya,sor

MEDRESYA SOR

A+ A-

Em hê zêde qedr û qîmet û wate û armanca bermayiyên xwe yên ku ji pêşiyên me, ji bav û kalên me ji me re manin zêde nizanin û sedem jî têne zanîn ku sersarî û bendewariyeke bêbingeh ji pergalê ye..

Bi ya min yek ji van qedirbuhayan Medreseya Sor a li Cizîra Botan e. Divê mirov zêde li ser bifikire. Navê wê jî balkêş e, “Medreseya Sor.”

Temam kurd ji sor hezdikin, lê çima sor? Ez du caran lê geriyam û dixwazim tiştên ku bala min kişandin parve bikim û dixwazim hûn jî li ser bifikirin. Divê em bi nêrînên civakî-çandî-dîrokî û derûnî bikaribin bermayiyan binirxînin.

Kê avakiriyê û di sererastkirina wê de para Meleyê Cizîrî çiqas e nizanim. Lê dixwazim balê bikşînim ser du xalan; pêşîn ku mirov lê digere wek medreseyeke klasîk xweya dike û ev rast e. Lê du xal bi min zêde balkêş, felsefîk, civaknasî û jiyanî hatin;

Yek; Qubeya serberjêr ku berê wê li qebra Melayê Cizîrî ye. Qubeya ku bi rewşa qabê hatiye ristin dijberî qubeyên normal serberjêr e; mirov difikirîne. Ji min re weke şiyariyeke wisa hat; a) Tu çi difikirî berevajiyê wê jî ji bîra neke. Weke tez û antîtez an jî dijberiya nakokiyan a diyalektîkê. b) Îşareta qebrê; dawî mirin e, mirinê ji bîra neke! c) Ne şaş bim ciyê civîna yên ku beşên waneyan/dersan didin e, ciyê civînê ye, wek ciyê civîna rektorê zanîngehê bi serokên fakûlte yan jî gerînendeyên beşên zanistiyê re ye, ku bi vî şêweyî zêde balkêş e. Ji hêla felsefî bigire heta nîqaşên zanistî weke rêbazek gelekî zanîstî xwe dide rû û divê mirov hê zêdetir li ser Medreseyên Kurdistanê lêbikole. Me hişyar dike ku rêbaza perwerdehiyê ya herî jiyanî li welatê te, li ser xaka te heye. Dîroka xwe, çanda xwe piştguh neke û lêbikole û ji bonî jiyanake hemdemî jê gelek tiştan hîn bibe. Mirov dikare şiroveyê berfirehtir jî bike. Bi ya min divê nivîskar û lêkolînêrên me bi hişmendiyeke nû û berfirehtir di serî de Medresya Sor, tevayên bermayiyên me yên dîrokî, çandî û hwd. binirxîninin.

Dudo; Hucre yanî çavî ango şaneyên medreseyê. Ciyên ku şagirt an jî feqî lê dimînin. Ciyê xwarin, xebat û razanê, yanî odeya wan a taybet a ku dema xwe ya derveyî dersê lê dibihurînin. Hucre li gorî jiyanê û hewceyiyên wê hatine sererastkirin li ciyek heye ku zêde bala min kişand û kir ku ez li ser kûr bifikirim. Ew jî beşa ku li ser mijareke ramanî; çi felsefî, çi hiqûqî û wkd.ê lêhûrbûn û kûrbûna kesî ya şexsî ye. Wek ku di perwerdehiya Tevgera Azadiyê de jê re dibêjin warê “perwerdehiya kesî-bireysel egîtîm/bireysel yogunlaşma-lêhûrbûna kesî”yê. Ciyekî hebikî teng, paceyeke xweşrohnî, sade û zêde ne balkêş. Mirov dikare bibêje ciyekî romantîk an jî wek warê bangewaziya li ser ruhê xwe, li ser xwe, hebûn, darîng, cîhan û gerdûnê fikirîne. Vêna hewildana sofiyekî gundê me anî bîra min. Bawerim ev rewş ji terîqetên kevn maye ku Sofî Rizwan jê re digot “silûk”, ew jî dikete silûkê. Ku aciz dibû, diçû li çolê ji xwe re ciyekî kort, şikeft, bereş an heskîfek didît, tê de 40 rojî (belkî ‘çîle çekmek’-çile têkildarî çelî ji vira tê) bi derfetên xwe bi nanoziko an jî birçî nefsa xwe terbiye dikir. Carinan ku aciz dibû nezîkî rêya ku xelk tê de diçûn û dihatin dibû, ku hinekan ew bidîta silûk xera dibû, bi nîvtinazî xwe diqehirand! Lê ev bi dilê wî bû! Neyêser. Yanî dixwazim bibêjim ku mirov carinan dixwaze bi tenê bimîne û le ser xwe û hebûna xwe û rewşa xwe bifikire û xwerexne bike û encamên baş jê derxe. Îca ez dibêjiêm ma xune ev jî ne rêyeke li gorî pedogojiyê xwe gihandin yanî rêya kamilbûnê ye. Vê rêbaza Medreseya Sor ez wisa fikirandim.

Dîsa dibînim ku perwerdehiya Tevgera Azadiyê çiqasî li ser bingeha zanistî û pedogojî û derûniye ku yên dixwaze ber bi rastiyê, ber bi heqîqetê ve biçe, dehf dide ku ev di medreseyan de jî hebûye ku mirov zêde li ser bisekine. Belkî min tevlîhev kir lê dixwazim bibêjim di vira de jî baldariyek girîng heye. Ciyê silûkê yan jî ciyê lêhûrbûna şexsî ku mirov şaşiyên xwe bibîne- ku ev di jiyana normal de jî lazim e û tiştekî bingehîn e- yan jî li ser mijarekê hûr û kûr bifikere û bigihê rastiyê. Bi rstî ez heyrana vî ciyî mam…

Berwariya perwerdehiya wê demê û ya a niha a modern çiqasî heja ye. Herwiha em li ser gelek dewlemendiyên zanistî ne ku em ji wan bêhay in.

Bi vê mebestê dixwazim tiştekî dinê jî parve bikim. Minareya Camiya Mezin-Ulu Camî- ya Cizîrê ku nêzîkî qada Medreseyê ye. Ligel hinek aliyên neyînî weke veguherîna warên îbadetê, bi rastî minaka pevrejiyanê ya pirdeng, pirbawerî û pir-rengîniyê ye. Mirov bala xwe didiyê lêkirina wê ji çar beşên cuda cuda, ji çar qatan hatiye pêkanîn. Bingeha çarqozî “Quleyên bêdengiyê” yên perestgehên Zardeştiyê dixe bîra mirov; qata duyemîn wek bermayiya Hawrayê ya Musewiyan ya sêyemîn jî wek quleya Dêrê ya Naqosê ya Îsewiyan e û jixwe qata çaran Minareya Mizgefta Mislimaniyê ye. Mirov dikare li ser gelek şiroveyên berfireh bike. Lê bi ya min a herî civakîn; mînaka pevrejiyana demokratîk e. Di bingeha jiyana Rojhilata Navîn û a Kurdistanê de jî çanda demokratîk xwedî bingeheke qedîm, xurt û heja ye.

Ji lewra divê mirov Şaristaniya Demokratîk hê ji nêzîktir binase û li ser birame û vê banga kurdan a modern piştguh neke… Feratê DENGIZÎ


Gotinên miftehî :