Mehmet Uzun Nemir, Xwe Kuşt!
Demekê me bi israr romanên Mehmet Uzun dixwend. “Siya Evînê” û “Bîra Qederê” her çiqas ne li gor dilê me bûya jî, xwendina wan romanan çalakiyek bû.
Em “şoreşger” bûn, ew jî “reformîst” bû.
Hinek hene ku “şoreşger” in lê li stranên Ibrahim Tatlises guhdar dikin û şanoya Yilmaz Erdogan temaşe dikin. Ji bo Tatlises dibêjin “wele qeşmer e, lê dengê wî xweş e”.
Ji ê din jî tiştekî wisa dibêjin. Herdu jî di dema operasyonan de
alîkariya saziyên leşkerî dikin, destekê didin Artêşa Tirk. Lê gelek “şoreşger” hene ku heyranê deng û hunera wan in.
Me jî Mehmet Uzun
dixwend. Em “şoreşger” û ew “reformîst”. Me ji karaktera wî hez
nedikir, lê zimanê romana wî kurdî bû û mijara wî li ser kurdan bû. Ji
bo wê me dixwend.
Dîsa jî hinek hevalên me carinan derziyek di me radikirin û digotin “heval, li şûna tu pirtûka wî reformîstî dixwînî, ji xwe re pirtûkek hêja bixwîne.”
Piştre dem guherî. Di sala 1997'an de min dît ku hemû hevalên şoreşger û “şoreşger” romanên Mehmet Uzun dixwînin.
Tew ku “Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê” derket.
Biborin, ne ew roman bû; “Aşk Gibi Aydinlik, Olum Gibi Karanlik” bû. Hevalan roman dor bi dor dixwend û didan hevdu. Uzun di romanê de jinek kurd a şervan teslîmî “dewletê” kiribû û hevşabûnên wê bi zimanekî “edebî” nivîsandibû.
* * *
Ez ê paragrafekê li vir binivîsim, lê li min negirin, gotina min wekî nehatiye gotin bihesibînin...
Bi salan min jî rexnegiriya edebiyatê kiriye, bi dehan gotar min li
ser berhemên kurdî nivîsandiye. Kesên edebiyat xwendine dizanin, di
romanê de mirov qehremanê xwe ewqas xweş û xweşik tîne ziman ku dilê
xwendevan jin bikeve qehremanê me yê mêr, dilê xwendevanê mêr jî bikeve
qehremana romanê ya jin. Edebiyat ev e jixwe. Tu çi tiştî edebî bînî
ziman, ewqas xweş dibe, dilê mirov dikevê.
Hîn jî “Kalê” ya romana Ibrahim Ehmed (Jana Gel) di dilê min de ye...
Îcar dema Mehmet Uzun îtirafkar, xebatkarên JITEM
û revokên şervanan wisa bi zimanekî edebî dinivîsand, hevşabûnên wan
wisa bi kîtekît dinivîsand ku xwendevanên dixwendin nizanim dilê wan
diket kîjanî.
Hûn ê bêjin “nediket herduyan jî”. Ên ku wisa bêjin, qebûl dikin ku roman çi roman bû.
* * *
Ew roman û romanên piştî wê êdî bi tirkî hatin xwendin. Rast e, pirtir hatin xwendin. Rast e, belkî Mehmet Uzun hinek pere jî ji bo wan pirtûkan stand. Lê herî pir weşanxaneyan stand.
Muhsin Kizilkaya jî bi wergera xwe ya “hêja” bû werger, şekala xwe danî nav şekala wergeran.
Lê ew Mehmet Uzun ê me yê “reformîst” nema. Ji ber ku îcar pirtir navdar bû, ji bo siyasiyan jî bû “amûrek”. Heta demekê hinek kurdan jê re gotin “nivîskarên
Amedê dixwazin PEN'ê li Amedê vekin, heke ew vekin dê PEN a Kurd a
derve were girtin. Wê demê kes namîne ku endamiya te ya Nobelê destek
bikin.” Mihemedê te ji wir da rê û hat Amedê, li Hotel Demir ji me re axaftinek ji axaftinên “generalên tirk” kir, ku me hemûyan civîn terikand û ew şermezar kir.
Ji ser xwe çûbû.
Ji bîr kiribû ku tişta Mehmet Uzun kiriye Mehmet Uzun, romanûsiya
kurdî ye. Heke ne kurdî bûya, orjînal bi tirkî bûya jixwe nedigihaşt tu
deverê. Wergerên wî bi zimanên din jî çêbûn, xelkê ji me çêtir dît ku çi
ye. Êdî nedihat bîra wî ku rojekê “mirin” heye.
Mirin heye û “mirin” heye.
Mînak, herkes dibêje qey kesên ku diçin serê çiyê ji bo bimirin diçin.
Ya rast, ew diçin ku tu caran nemirin. Dema dimirin, hîn nû digihîjin
armanca xwe. Bavê wan dê tu caran neyên naskirin jî, lê ew di rûpelên
dîrokê de dibin nemir. Nemiriyek Mehmet Uzun jî hebe ji ber romanûsiya wî ya kurdî ye. Lê wî bi wergerên tirkî xwe kuşt.
Hûn diherin kîjan bajarî herin, li cem pirtûkfiroşan romanên wî bi
kurdî tune ne. Tenê li cem çend heban heye. Ew êdî bi tirkî tê xwendin,
romanûsekî tirkî ye ji bo xwendevan.
Ji ber ku berî mirina xwe ji aliyê saziyên kurdan ve pir hate “lêxwedîderketin”,
dîtineke nîgaşî, ne rast derket holê. Saziyên kurdan ne ewqasî ji
romanûs û kurdînûsan hez dikin. Li Amedê bi dehan hene, rojekê we der
barê wan de tiştek bihîstiye. Dibêjin qey Mehmet Uzun evqasî tê
hezkirin. Na! Mesele ne ew e. Wekî min li jor got, mesele cuda ye. Di
saxiya xwe de “reformst” bû, dema nexweş ket herkesî ji bîr kir, ji ber ku mirina wî garantî bû.
Îcar nivîskar ji ber ku “nexweş in”,
ji ber ku hem dinivîsin hem jî bi perê xwe didin çapkirin, piştre jî
belaş didin heval û hogiran û dawiyê jî her ku weşanxane yekê difiroşe
li cihê xwe ji kêfan nizane dê çi bike... Îcar tew ku wergera tirkî
pirtir were firotin, ev “nexweş” dikare çi bike?
Min bihîst ku “Deqên Qesas” a Lal Laleş jî dê bi tirkî derkeve.
Min bihîst ku “Mîrname” ya Jan Dost jî...
Xuya ye gelek kes tên xapandin û jixwe amade ne ji bo xapandinê.
Werin em ji wan re bikin qebe qeb:
* Heke Hûn bi Xwe Bawer in, Berhemên Xwe Wergerînin Zimanê Cîhanî.
* Heke Hûn Kurdîhez in, Berhemên Xwe Wernegerînin Ser zimanên ku Kurdî Dihelînin.
* Tew Nebe, Heta ev Ba û Bahoz Derbas Bibe Îdare Bikin.
Nîşe: Dema mirov der barê kesên navdar de tiştên “xweş” binivîse mirov pirtir tê hezkirin, çepik pir dibin. Dema mirov tiştên “nexweş” bêje jî mirov xerab dibe. Ez jî bi vê nivîsê dixwazim hevalên min xerab nebin, bila yê xerab ez bim.