Mela û jinên gund
Rojek li gundekî xort û keçek dizewicin.
Piştî demek kin, keçik ku diçe zeyî mala bavê xwe, bi ser diya xwe de digirî û dê jê pirs dike:
- Keça min derdê te çi ye ka ji diya xwe re bêje.
Keçik:
- Dayê mêrê min mirovek pir baş e û ji min jî pir hez dike, lê ez dîsa jî ne dilxweş im.
Diya keçikê:
- Çima lawo? Mêrê te ji te hez dike û ji te re baş e, îcar derdê te çi ye keça min?
Keçik:
- Dayê çawa bêjim, şerm dikim.
Diya keçikê:
- Bêje keça min, ma ez diya te me, ji min şerm neke.
Keçik:
- Dayê aletê mêrê min pir piçûk e, min rehet nake, ez tiştek fam nakim ji wî karî.
Diya keçikê:
- Ê lawo wele ev pirsek grîng e, wisa nabe. Ka em ji melayê gund pirs bikin, gelo ji bo vê yekê ciyê berdanê di dîn de heye an na.
Heman rojê diya keçikê diçe ba melayê gund û jê re hal û meselê dibêje.
Mela dibêje:
- Eger keça te rastiyê dibêje, ev sedemek e ji bo berdanê û ciyê wê di dîn de heye, lê divê ev yek bê îsbatkirin.
Diya Keçikê:
- Seyda ma em ê çawan îsbat bikin?
Mela:
- Divê çend jin kom bibin û zavê te were li pişt perdê nîşanê wan bide. Ku jinan gotin na nabe piçûk e, em ê wan ji hev bidine berdan.
Mela û diya keçikê wisa li hev dikin û xeber didin 10-15 jinên gund û li malek kom dikin û gazî zave jî dikin. Zave beriya ku li pişt perdê aletê xwe nîşanê jinên gund bide, xwe davêje bextê mele.
Zave:
- Seyda ez di bextê te de me, wele ew tiştê ku jina min gotiye rast e, lê ez ji jina xwe pir hez dikim û naxwazim wê berdim, ka ji min re çareyek bibîne.
Mele li halê mêrikê dinêre ku pir perîşan e û bi rastî jî ji jina xwe hez dike, gunehê mela bi zave tê û jê re dibêje:
- De baş e kurê min. Ez ê aletê xwe nîşan bidim. Ji xwe li pişt perdê ye û ruyê min nabînin. Kêfa zava tê û mela diçe pişt perdê û aletê xwe derdixe û nîşanê jinên gund dide. Jin çawa çav bi alet dikevin, bi yek dengî û bi hev re dibêjin:
- Aha wele ev ê mele ye!..