Melê Jirêderketî
Roj wekî pêtek agirê tifikê li jor, dike agir bi hawirdorê xe. Ax,
ewqasî tî bûye ku qelîştokên erdê ji devê kûçikekî bêhtir vebûne.
Ji tirsa tîfo, rolêxistina seriyan û nexweşiyên din ên germê, gundî ji hundiran dernakevin. Kele kela meha heştan, nîveka havînê ye.
Sersorê heşt salî li ber paceyek biçûk rûniştiye, li derve dinihêre. Ji dûrî ve serê sirt û baniyan wekî tevê beroşekê xuya dike, tê bêjî qey dikele, keldûman jê diçe. Dîmen, bîranîneke Sersor tîne bîrê, ku di kele kela germa havînê de bi vê dîmenê xapiyabû û gotibû qey li ser rê av gewimiye. Lê her ku nêzî bûbû, dîtibû ku erdekî zip î zuha ye.
Çavên Sersor li mirovekî dikeve, ji riya Bixurê ve tê. Ew çiqasî ji mêvanan hez bike jî, kesekî wan tune ku bên cem wan. Ev 3 sal in ku mala wan li vî gundî ye, lê tu merivên wan ji bo mêvandarî nehatiyê nehatiye. Ew ji xwe re wekî li fîlimekî binihêre, kêlî bi kêlî hatina rêwî dişopîne, heta ku dikeve newalê û winda dibe.
Bavê wî, di vê navberê de ji bo destmêj bigire û here azan bide û li pêşiya gundiyan nimêj bike, derdikeve derve. Sersor ji bo xwe pê biştexilîne, li mêşên hungiv ên li dora kewara mêşan dinihêre, bê hela vê havînê jî diherin û tên, an na! Lê dengê bavê wî yê "Sersor, rabe destmêj bigire", wî ji vê lêkolînê dûr dixe.
Mizgeft hênik e. Avahiya herî hênik a gund e. Fireh e û wekî sarincekê ye. Gundî bi kêfxweşî nimêja xwe dirêj dikin û piştî nimêjê pirs û bersivên dirêj dikin. Lê Mele ji sohbeta mizgeftê ne razî ye, gotina wî ya "bi ya gundiyan be, dê mizgeftê bikin cihê metequlkan" ji bîra Sersor neçûye. Îro jî Mele berî her kesî radibe û ber bi deriyê derve ve dimeşe. Gundî yek bi yek, "ya Allah û ya Xwedê" radibin ser xwe û ber bi derî ve, didin pey Melê xwe.
Bi derketina wan a derve re, gotina "viya dihere ku lo?"