“Mem û Zîn” Mem û Zîn e
Navê Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji 3 peyvan tê der:
1) Mem,
2) Zîn,
3) û.
Ev rastiyeke ku her kes qebûl dike. Ez di wê baweriyê de me ku dema Ehmedê Xanî berhema xwe nivisandiye jî navekî bi vî rengî ku ji 3 peyvan hatiye der lê kiriye.
1) Peyva Mem, ji navê Memê Alan tê. Û bi serê xwe wekî Mem tê bikaranîn. Di nava kurdan de dema dengê “ê” bê ber navê mêran hinek şîrîntir û nazik û biçûktir (biçûkahiya şîrîntir) dibe. Ev wesfekî heskirinê pê re lê bar dike. “Memê” di wateya “Mem”ê ku şîrîn û jê tê hezkirin tê bikaranîn. Ku dengê “o” bê ber navê mêran wê demê wesfê zayenda nêr û baneşana nêrzayiyê diyar dike. Wekî “law-o”, “bav-o”, “kur-o”, “mam-o”, “Egîd-o”, “Ristem-o” û hyd. Îhtîmala mezin ew e ku “Mem” navekî dîrokî û mîtolojîk yê kurdan e. Dibe ku navê Mihemed hatibe kinkirin û wekî “Mem” hatibe gotin. Dibe ku bi awayekî din be jî… Ji bo ku ev safî bibe divê ku li ser peyva “Mem” lêkolîneke etîmolojîkî (peyvnasî) bê kirin û ev jî were diyarkirin. Lê bi çi awayî dibe bila bibe, navê lehengê destanê bi rengê asayî “Mem” e.
2) Peyva Zîn jî ji navê Zîna Zêdan tê. Bi serê xwe wekî Zîn tê bikaranîn. Di rewşa nîşandayina zayendî de “ê” tê berê û dibe “Zîn-ê”. Bi vî awayî tê dixuyê ku ew nav navê jinan e. Wekî “Gul-ê”, “Gewr-ê”, “Rind-ê”, “Şîrîn-ê” û hyd.
3) Peyva “û” jî ji xwe gihanek e. Di peyvan, ango her du navan bi hev ve girê dide. Pozîsyona wê jî ew e ku bi hev ve girêdanê dike.
Li gorî vê analîza li ser van her sê peyvan kombînezonekî der tê pêşiya me. Dema ku em van her sê peyvan bi hev re bikarbînin;
- Ya em ê bibêjin “Mem û Zîn”
- Ya em ê bibêjin “Memê Alan û Zîna Zêdan” (Alan û Zêdan ji bo ku îzafe temam bibe min nivisand)
- Ya jî em ê bibêjin “Memo û Zînê”
Di derveyê van her sê forman de em nikarin kombînezonekê din bibêjin.
Îcarê em werin ser meseleya guftûgoyê.
Eger ku mamoste Zeynelabidîn Zinar di derveyê van her sê peyvan de (Mem-Zîn-û) wekî nav bi tenê wekî peyvek bibêje Memozîn û vê yekê îdîa bike ji mintirê ev çewt e. Ku em ji hev veqetînin em bi çi awayî ji hev veqetînin. Memo Zîn, yan Mem o Zîn… Ku em bibêjin bi tenê Memozîn e. Em bi xwe navê destanê deforme dikin, em merhaleyekê bi ser dixin û di derveyê pêvajoya peresînê de em her sê peyvan bi hev ve dikelînin û jê peyvekî din dertînin. Ev jî di roja îroyîn de çi qas rast e gelo?
Wekî ku Mamoste Zeynelabidîn Zinar îdîa dike niha wekî “Memozîn” jî were gotin ev bi xwe xwedî bingehek e. Dibe ku “Mem-o-Zîn” be. Ew “o” bi rengê gihanekê bê bikaranîn. Dema ez biçûk bûm, me di dewsa gihaneka “û” de “o” bi kar dianî. Hê jî li herêma me ev tê bikaranîn.
Ji ber ku “û” hinek zortir e, “o” hêsantir e; dibe ku “û”ya navbera “Mem” û “Zîn”ê veguherîbe “o”yê.
Berê ku ez dest bi nivisandinê bikim, min li pirtûkên ku di wan de “Mem û Zîn” derbas dibe li tevan mêze kir. Bi tenê di du çavkaniyên di destê min de Memozîn derbasdibû. Yek jê Kovara Hawarê ye ya din jî pirtûka M. Emîn Bozarslan e. Di Hawarê hejmara 45’an de wiha derbas dibe: “Ji esera Xanî re Memozîn dibêjin. Ev gotin ji du bêjeyan bihevketî ye. Mem û Zîn; navên qehremanên çîrokê. Lê melayên kurdan ew xistine şikilê Memozîn û îro jê re ji “Mem û Zîn” bêtir “Memozîn” tête gotin.” Ya din jî pirtûka bi navê “Ehmedê Xanî Mem û Zîn” ya ku M. Emîn Bozarslan latînîze kiriye û wergerandiye tirkî de; li ser bergê, navê pirtûkê “Mem û Zîn” nivisandiye, lê di hundirê pirtûkê de li ser rûpelên kurdî wekî “Mem û Zîn”, li ser rûpelên tirkî wekî “Memo Zin” nivisandiye. Ji pirtûkên ku li cem min hene yên bi tîpên erebî (مَم وُ زينْ) a Neşriyatê Jîn – 1947, şîroveya Perwîz Cîhanî û çendên ku li Tirkiyê, li Suriyê û li Başûr hatine çapkirin; bi tîpên latînî ya M. Emîn Bozarslan ya çapa duyem ku di salên 70’yî de ji aliyê Koralê ve hatiye çapkirin, heta yên Evdila M. Varli û ya din ku herî dawî bi navê Hemû Berhem – Ehmedê Xanî ku Lîsê çap kiriye gelek pirtûk li cem min hene û di wan tevan de di tu hebekî de “Memozîn” derbas nabe. Ev jî vê rastiyê nîşan dide ku navê pirtûkê wekî ku nivisandiye ye.
Kin û kurt rastiya navê destana “Mem û Zîn”ê ew e ku “Mem û Zîn” e.
Rast e ku pirê caran tê gotin “Rastî îzafî ne!” Lê rastiya “Mem û Zîn”ê ne rastiyeke îzafî ye.
Digel Silavan
Azad ZAL