Mem û Zîn dibe rêzefîlm
Çend roj berê min ev nûçe di rojnameya tirk ’Radîkal’ê de dît û niha derfeta min û nivîsandinê bû.
Sê sal berê dema TRT’6ê dest bi weşanên xwe kir, cara yekem, me dîtinên xwe li ser nivîsîn û me got ’dê ne li ser xêrê be’, lewra me dizanî ku bi çi armancî hatiye vekirin û dê xizmeta çi û ku derê bike û ev armanc û xizmet dê neji bo berjewendiyên gelê kurd ango ji bo xêra kurdan be. Loma jî me got ’dê ne li ser xêrê be’. Di nav demeke kin de rastiya vê nêrîna me xwe da der. Polîtîkayên nav û naverok valakirin, rizandin, pûçkirin û tunekirin û ku nebe jî bi vî rengê lawaz û bêkesayet bi xwe ve girêdan û danekarkirin, bi rêya vê TV’yê û kurdên spî hate domandin û her ku diçe bêtir bi qirêjî tê pêkanîn.
TRT 6 niha jî bi destê van kurdên spî ku li hember her zilm û zordestiya dijmin a li dijî gelê kurd bi zimanê kurdî lê li gor polîtîkayên dijmin tevdigerin, destana navdar û pîroz a kurd Mem û Zîn ku ji aliyê fîlozof û mezinê kurd Ahmedê Xanî ve hatiye nivîsîn, ’li gor roja me şirove kirine’ û bi navê ’Siya Mem û Zîn’ kirine rêzefîlm.
Bila kesek nebêje ”Min ne bi başî ne bi xerabî tiştek negotiye û nekiriye, ez di TRT-6ê de tenê karê xwe dikim, an produksiyon dikim.” û pişta xwe bi vê rast neke, kesek bi vê naxape!. Li ku derê ne, meaşê wan kî dide wan û ew hêza ku debara wan dike çi tîne serê gelê wan, diyar e. Divê bê zanîn ku bêdengmayîn jî rengek ji rastiya xizmeta dijmin e.
Derbarê rêzefîlmên tirkan de pir tişt dikare bê gotin, lê ev ne mijara me ye. Tenê vê bêjim ku tu rêzefîlmek ku dê bikaribe temaşevanan li ser pirsgirêkên civakî, dîrokî, edebî, jiyana rojane, an siyasî bide ramandin, encamên dîrokî, edebî, civakî li ser bingeheke rast bi wan bide derxistin, di nav wê sîstemê de cî nabîne û destûr jî nayê dayîn ji bo vê. Dijberî vê; rîzefîlmên ku tirk çê dikin, ji bo dezînformekirin û manîpulekirina rastiyan û civakê ye. Rêzefîlmên tirk bi tenê xizmeta sîstemê dikin û her yek ji wan diranek çerxa dejenerasyon, dezînformasyon, manîpulasyon û rizandina civakê ne. An na ji xwe sîstem destûrê nade tu berhem an kiryarên ji derveyî vê. Ev, reng û taybetiya sîstemê ye ku li ser şîn bûye û bi wê li ser piyan e.
Piştî ku bi avakirina TRT6ê re armanca dijmin diyar e û sîstem destûrê nade tu berhem û kiryarên ji derveyê berjwendiyên xwe, baş e gelo çewa dikare tiştek baş, karek, berhemek baş ji vê projeya rêzefîlma ’Sîya Mem û Zîn’ derkeve? Ma ev pêkan e gelo?!
Dijminên kurd her tim hewl dane her cure nirx û rûmetên kurd tune bikin, ji bo pê re bikaribin nav û hebûna wan jî tune bikin. Dema nekarîne tune bikin, lê xwedî derketine û gotine ev yê/a me ye. Dema nekarîne wê jî bikin, hewl dane manîpule bikin, ji naveroka wan ew bi dûr bixin, birizînin û bi vî rengî pêşkêş bikin da tu cî negire, tu bandorî neke û di nav demê de, bi xwe tune bibe. Ev jî rengek din ê tunekirinê ye. Heta li gor min rengê herî xerab ê tunekirinê ye ku îroj heman tiştî li dijî berhema felsefî û edebî ya kurd a herî mezin Mem û Zîn’ê dikin.
Ez ê yek bi yek şiroveyên produktor, derhêner û lîstikvanên vê rêzefîlmê yên derbarê destana Mem û Zîn û vê rêzefîlmê de nenivîsim, lê dema mirov şiroveyên wan dixwîne û nêzîkayiya wan a laqeyd û erzan dibîne, ji xwe têra xwe mirov têdigihêje ku dê ev rêzefîlm xizmeta çi û ku derê bike.
Galaya vê rêzefîlmê jî dê li Enqereyê bê kirin û dê mirovên dewlet û hukûmetê pêşî lê temaşe bikin. Ev jî têra xwe fikrek dide ji xwe. Lê gelo dê bikaribana galaya vê rêzefîlmê li Amedê bikirana û Dayikên Aştiyê û zarokên Amedê vexwendana vê galayê?! An li bajarekî din ê Kurdistanê, lê bi şertê ku gel û nûnerên gel û saziyên sivîl ên demokratîk bihatana vexwendin?! Eger wan ev bikira û ev sazî û gel bihatana jî, gelo dê tu şensê weşandina vê rêzefîlmê bimana, di TRT6ê de an di saziyeke din a weşanê ya dewletê de?
Gelo ew kesên ku di TRT6ê de kar dikin an ji bo wê produksiyon dikin an dublaj û montajan dikin, bi kurtayî bi awayekî di nav vê çerxê de ne, dizanin ku weşanên Roj TV yê di encama zext û zorên patronên TRT6ê de hate rawestandin? Bê guman dizanin. Baş e çewa dilê wan hîn jî bar dide ku vê xizmeta kambax dikin? Lewra dil li ber berjewendiyên ferdî, tarî bûye, reş bûye! Dilên reş jî, ji xwefrotanê bigire heya hemû karên qirêj û kambax dikarin bikin. Ji lewre ye ku dikarin kurdayetiyê û zimanê kurdî jî bikine navgîn û pêlîstikên berjewendiyên xwe û dijminan.
Mahabad Felat ARDA [email protected] 2012-02-17 / Stockholm