Min Ev Gotin Ji Ferhat Şakelî Hêvî Nedikirin
Bi derengî be jî, ez dixwazim li ser gotin û daxuyaniyên Ferhad Şakelî çend gotinan bibêjim. Ez hîn jî naxwazim bawer bikim ku Ferhad Şakelî ev gotin kirine, ji lew re wek ku bêhemdî ev gotin ji devê wî derketibin dibînim û vê yekê wek bêtalihiyekê bi nav dikim.
Bi rastî, mirov nikare van gotin û daxuyaniyan wek raman û nêrîn, wek nirxandin û rexne bibîne. Ji ber ku ev gotinên ku ji aliyê Ferhad Şakelî ve hatine gotin, derî sînor û tixûbên van têgînan in. Heqaret û nebî ne, îftira ne. Tiştên bêbingeh û palpişt in. Nêrîn û boçûnên beredayî û yên ne aîdî kesên zana, bîrbir, têgihîştî, rewşenbîr ... û zanyaran in.
Mafê her kesî heye ku der barê alfabe û zaravayan de ramana xwe derbibe, ya dilê xwe bibêje û meyla xwe diyar bike. Ev yek. A diduyan, mafê her kesî heye ku rexne li kes û malbatan bike, wan û kirên wan neecibîne, lê mafê kesî nîn e ku heqaretê li kes û malbatan bike û wan bi tiştên bêbinî sûcdar û tewanbar bike, îcar ku ew kes û malbat bûbin malê gelekî.
Ew gotin û daxuyaniyên Ferhad Şakelî yên der barê alfabeya latînî ya kurdî û zaravayê kurmancî de û her wiha yên der barê bedirxaniyan de, bi tu awayî nayên pejirandin û ev gotin û daxuyanî wek mafê derbirina ramanê jî nikarin bên binavkirin. Ji lew re ez bi tundî li dij van gotinên wî yên pûç û bêbinî derdikevim û jê dixwazim ku ji demekê zûtir lêborîna xwe ji gelê xwe bixwaze û careke din dev neavêje van nirxan û zimandirêjiyan meke.
A rast, zikê min tije gotin û xeberdan in, lê devê min nagere ku ez bibêjim û devê xwe lê vekim. Bila ew careke din bi aqilekî selîm li gotin û daxuyaniyên xwe hûr bibe û tê bigihîje bê çi gotine û çima ew qas kes li dij rabûne û nerazîbûnên xwe diyar dikin.