Min vegerîne!
Tu, mîna lehiyên Amûdê yên serjêkirî, li bîra min î.Reşebayên gerdena te jî ji bîra bask û perwazên qederê naçin. Werzên te yên ji axa westanê, lerzên te yên ji nijadên gumanê, ber bi şaneşînên dilê min ve, wek ku bend û ayetên xwedê bin, diherikîn.Birûskên kenê te jî di qermîçekên eniya şevistanê de diçurisîn. Çûkekî baskokirî bûm, ji hêlîna te dernediketim, di asoyên te de dimirim, di xewnên gumanhilgir de digevizîm, di dergehên asê de asê dimam, di xatirxwestinê de dişewitîm, li stêrkên wendayî yên esmanê te digeriyam,Min cigareya xwe vêdixist û li ser keviya qonaxê, mîna goyînekî, dipijiyam.Min li navnîşana evîna te dipirsî, li goristana tenhatiya te, li darbestên toza te, li rastiya tirsa te, li serkeftina têkçûna te, li xweliya zimanê te, li kulîlkên bîranîna te, li asîtankên vegera te, li dastanên girîna te, li mija rêçên te û min li raz û nepenî û şevbuhêrkên kirasê te dipirsî.Bilûra min di nav tiliyên de hişk dibû, şînîgiriya min li ser lêvên min zuha dibû, nameya min di bêrîka min de bêzar dibû, barana min ji esmanê zaroktiyê, bi ser porê te de dibariya, sîbera min bi ser te de dişikest û çûkê te yê baskokirî, di hêlîna te de, tembînameya xwe ya ji dûmanê dinivîsînd.Êvar bû, tîpên te wek pînpinîkan li bin guhên dîwarên bîranînan diketin, destên peyvê jî, ji wir dihatin, li bin guhê min diketin.De destên xwe li ber dilopên xwîna min veke, dudiliya min bi neynûkên xwe zeft bike, gotinên min di dergûşa zimanê xwe de bilorîne, daristanên şewatan ji laşê min re bihêle, hîva çardeşevî ji bin çengê xwe derxîne û li ser çermê min rêvingiya xwe ya ji tavê bikole!Min ji van paytextan rizgar bike, li babelîskan, li pencereyên xwe, li destên xwe yên vala, li dara hejîrê, li kolanên ku ber bi xwedê ve diçûn, li labîrêntên pirsê, li kêrên nivîsarê, li qûmistana sawê vegrîne!Min li hêlîna xwe vegerîne û çîroka min ji çûkên xwe re bihêle!