Mirov û Heywan -1
Di eslê xwe de mirovên xerab tune ne.
Hemû xerabiyên ku mirovan kirine bînin ber çavên xwe... Piştre ji bo demeke kin qebûl bikin ku tu carî mirovên xerab tune ne.
Ji nişka ve pirsek peyda dibe: Ev xerabî yên kê ne?
Di eslê xwe de mirovên xerab tune ne.
Û di eslê xwe de taybetiyên mar, dûvpişk, keftar, şêr, rovî, kûçik, piling û gelek heywanên din ên êrîşkar û goştxwir bi mirovan re hene, bi her mirovî re heye.
MEJÎ:
Mejiyê mirovan ji 3 beşan pêk tê. Em dikarin van beşan wekî 1- Mejiyê jêrîn, 2- Mejiyê Navîn, 3- Mejiyê Jorîn bi nav bikin. An jî 1- Mejiyê Livatê, 2- Mejiyê Hov, 3- Mejiyê Mirovî.
Berî niha bi milyon salan. Di ajalan de tenê mejiyê jêrîn, yanî mejiyê livatê hebû. Ev mejî tenê bi kêrî tevgerê tê. Dema yek destê xwe radike, devê xwe vedike, çavên xwe digire an jî lingên xwe datîne ev mejî tevgerê û livê bi cih tîne.
Ev mejî hîn jî di bin serê mirovan de ye. Heke rojekê fîşekek li jêra pişta serê mirov bikeve û hinekî vî mejiyî biqeşêre, biqemirîne jî dibe ku mirov nemre. Lê wê demê ji tevgera mirov hinek tişt dikare kêm bibin, felc bibin. Dest, ling, çav, dev, ji navê û berjêr, ji navê û berjor... Derek dikare felc bibe bi şewitîna reheke mejiyê jêrîn.
Li ser vî mejiyî piştî milyon salan mejiyekî nû peyda bû. Mejiyê navîn, an jî mejiyê hov. Hemû ajo li vir in. Taybetiyên marekî, taybetiyên dûvpişk, şêr, keftar, rovî, piling, kûçik û hemû heywanên xetere di vir de ne. Ajoya xwarinê, ajoya zayendî (cinsî) jî li vir e. Ev der ajogeh e.
Ajoya bilindbûnê, bi dest xistina deverekê, cudabûn, çûna devereke cuda, vedana kemînekê û hîn gelek ajoyên din ku bi ajalên xetere re peyda dibin di vê beşê de hene û ev beş di mejiyê her mirovekî de jî heye.
NIVÎSANDINA KLAVYEYÊ YA BI DEH TILIYAN:
Niha kesên ku dizanin bi 10 tiliyan tîprêz (daktîlo) an jî klavyeya komputerê bi kar bînin bila bînin bîra xwe. Dema kesek dinivîse ew bikarhêner (user) qet nabêje "ez ê niha tîpa a, m, î, d, a binivîsim". Çawa ku gotina amîda ji devê yekî/ê derdikeve, bikarhêner ji nişka ve amîda dinivîse.
Dema mirov nivîsandina 10 tiliyan hîn dibe, mirov li pey hev destê xwe li tîpa a dixe. Wiha: a a a a a. Bi vî rengî malikên bihîstyar ên serê tiliyên me bişkojka tîprêz (daktîlo) an jî klavyeyê hîn dibe. Ew bixwe hîn nabe lê agahiyan dide mejî, li mejî jî herêma berpirsiyar wan agahiyan kom dike. Bi milyonan malikên bihîstyar ên serê tiliyan her aliyên bişkojkan bi mejî didin zanîn. Ev malikên bihîstyar wekî sîxur û ajanên laşê mirov û heywanan e. Mirov çavên xwe bigire jî mirov destê xwe dayne ser klavyeyê tilî naçin cihên çewt.
Ev agahî hemû di mejiyê mirov de, di beşa berpirsiyar de kom dibin. Li wir wekî kulîneke nivînan li ser hev bi cih dibin. Mirov her roj xwe hîn bike ew beş jî her roj nû dibe, restore dibe û bêkêmasî dîwar temam dibe. Dîwar çiqasî xweşik temam bibe mirov jî ewqasî xweşik nivîsandina deh tiliyan hîn dibe. Êdî dengek were mirov bi lez, bi awayekî otomatîk dinivîse. Ew beş dikeve otomatîkê, jixweberiyê.
Vê mînakê mirov dikare ji bo ajovanên siwareyan, mekîneyan jî bîne ziman. Ew jî dema siwareyê dajon lingê wan li ser gaz, devîraj û firênê, destê wan li ser dîreksiyonê wisa bi pergal hereket dike ku hemû bi biryara saniyeyan pêk tên, her tişt jixweber e.
AJOYÊN PÊŞKETÎ:
Di mejiyê mirovan de ajo di beşa navîn de ne. Dema zarokek çêbibe li malekê têkiliyên zayendî pir bêne bilêvkirin, an jî bi riya qedexeyê pir were meraqkirin, beşa vê ajoyê wekî beşa hînbûna daktîlo an jî şoforiyê pêşve diçe. Ev ajo wisa pêşve diçe ku jixweber kar dike êdî.
Ajoyên heywanên herî xetere ku bi mirovan re hene, bi vî rengî li gor rewşa dê, bav û civakê pêşve diçin.
DERKETINA MEJIYÊ JORÎN:
Li gor hin lêkolînan mejiyê jorîn berî niha bi 100 milyon salî derketiye holê. Bingeha wê diçe berî niha bi 100 milyon salan, lê pêşketina vê beşê îro jî didome. Ev destpêka derketina mirov e belkî. Taybetiya herî mezin a mirov ew e ku nirxên nifşê kevin dewrî nifşê nû dike. Lê di mejiyê jor de taybetiya ehlaq, bîrdozî û olê jî hene. Ev beş ji van xalan berpirsiyar e.
Yanî beşa aqil e. Aqil hebe ew jî ev e.
Lê heke di beşa navîn de ajoyek pir pêşve çûbe dikare aqil bigire. Yanî kesekî/e ku ji zarokatî ve ajoyê bidestxistin, kemîn, zayend, bidûrketin, xwarin an jî tiştekî din pêşve biribe karê wî/ê zehmet e. Ew ajo kengî dixwaze xwe têr bike, mejiyê jorîn ê mirovan dibe asteng. Hingê ajo avekê tevî xwîna mirovî dike. Di navbera 1 saniyeyê de xwîna mirov tijî dike. Dikare ewqasî bike ku zilamek jinekê bibîne li ser lingan vala bibe, bêyî ku tu tiştekî bike. Lê bi piranî wisa nake. Mirovî sewqî ser têkiliya zayendî dike. Aqil tê girtin.
Aqil dikeve êşkenceyekê. Êdî çavên xwe li riyekê digerîne. Heta ku bi riyekê ajoyê têr dike. Li mirovahiya xwe hay dibe.
MIROVÊN XERAB TUNE:
Ji bo vê sedemê mirovên xerab tune ne. Her tişt di stuyê perwerde, civak, dê û bavan de ye. Civakek ku şekl û şemalê jiyana wê çewt be û ajoyan xwedî bike nikare ji wan derdan paqij bibe.
Di ola îslamê de jin ji bo vê yekê hatiye girtin. Ji bo ajoya zayendî ji zaroketî ve were bisînorkirin. Mixabin qedexeyan bandoreke xerab li ser têkiliyên zayendî kiriye, rewş xerabtir bûye.
Kapîtalîzmê jî jin derxist pêş. Kapîtalîzm dibêje "her ajoyên xwe têr bikin, serbest bin, bi xwe re di nava aştiyê de bin."
Bi vî rengî mirov û heywanê di hundirê mirov de li hev tîne, wan dike destbirak.
Mejiyê navîn, yê hov wekî koledarekî ye. Dema dibe serdestê beşa jorîn her tiştî pê dide kirin û aha wê demê mirov dibe marekî baqil, dûvpişkekî baqil, keftar û roviyekî baqil û heta taybetiyên hemûyan dibe MIROV. Aha mirov ev e.
Û mirov ên xerab tune ne. Dema mirov bi serdestiya mejiyê jorîn bijî tu xerabî jê çênabe ew pêşeroja her tiştê baş e, esil mirov jî ev e, yê din di şiklê mirov de heywanek e. Ferqa mirov û heywanan ev e, hezar sal jî here ev naguhere. Hem eqrebeyên hevdu yê biyolojîk in, hem koka mejî hêj bi mirov re ye.