Mirovahî
Ez û Mêhdî ajovanê kamyonê bûn. Em her roj li ser rêyan bûn. Bi piranî jî li ser rêya Başûrê Kurdistanê.
Rojekê
li ser rêya Duhokê me nihêrî ku kamyona mirovekî ji rê derketiye. Em lê
sekinîn. Mêhdî bêyî ku pirsa alîkariyê bike bi mêrik re xeyidî û got
“tu çima rê digirî.” Yek ji wî, yek ji wî, me şer kir. Em du kes bûn û
ew yek bû. Me têra wî lêxist û em bi riya xwe ve çûn.
Rojekê dîsa
em li ser rêyan bûn. Li ser rêya Rihayê mazota me qediya. Min û Mêhdî
bi zehmetî xwe gihand gundê nêzîkî rê. Ji bo em mazotê bistînin me xwe
li deriyekî qeliband.
Berî ku em bêjin “Heke hebe em ê tenekeyek
mazot bikirin” me silavek da hundir û em ketin hundir. Bi carekê re rûyê
me herduyan jî sor bû. Lê me nihêrî ku xwediyê malê em nas nekirin,
hilma me hate ber me. Em li gundê wî bûn û heke em nas bikirana, dê wî û
gundiyan em ji halekî têxistina halekî.
Mêrik alîkariya me kir,
mazot da me û pere ji me nestend. Hate heta ber kamyona me û mazot bi
destê xwe bera kamyonê da. Berî ku em bi rê bikevin, rûyê me jî maç kir û
got:
-Mirovahî ev e birano. Ne ku mirov li ser rêyan alîkariya hev nepirse û li hev bixe.
Hêj nû me fam kir ji deqeya pêşî ve em nas kirine. Di şûna wê gotinê de tifingek bera me bida û em bikuştana çêtir bû.
Li garaja Qoser Expresê, ajovanekî ji hevalên xwe re digot.