1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Mistek Jiyan a Çiya Mazî
Mistek Jiyan a Çiya Mazî,mistek,jiyan,a,çiya,mazî

Mistek Jiyan a Çiya Mazî

A+ A-

Nirxandin: Mistek Jiyan a Çiya Mazî

Rêzan Tovjîn

Şemrex, 1960 Nivîskarek tê dinê, navek ji bo kurdan; çîrokek û dibe rojekê berhemên hîn mezintirîn ên wêjeyî; xelatek û dîsa navek; pêşketinek di warê ziman û ... ...


Şemrex, ne navçeyeke rengîn, xwediyê nivîskarên wiha û bingeheke perwerdehî. Na. Di newalekê de navçeyeke biçûk î girtî, hinekî bi tirs, di bin bandora oldariyê de şidyayî û ji ber vî hawî şûn û şopa demekê ya hizbilkontra... ... Şemrex hîn gelek rexneyan dibarîne bihar, havîn, payîz û zivistanan li çiyayê mazî, li xwe. Şemrex navçeyeke Mêrdîn e; Mazîdax; ango çiyayê mazî ye wateya wê ya bi kurdî. Lê navê wê yê kurdî yê kevin an Şermix e, an Şemrex.
Heke hûn zarokek bin û li Şemrex hatibin dinê, bawer bikin kes rojname û pirtûkeke kurdî nade destê we, nade xwendin. Tew ku di destê we de dîtin:
--Law ev çi ye, wê te bigirin bavêjin girtîgehan, ha!
--Kurê min, li vir her kes hevdu nas dikin, tu çima van rojnameyan dixwînî. Wê te bikujin, tew tu li xwe hay jî nabî.
--Keça min, qîza min, dev ji van tiştan berdin lê. Keçê hûn diçin dikirin, firoşkar li we gilî dikin, li ser we didin, wî!
 
Ma qey gelek navçeyên din ne wisa bûn. Ma qey dê û bavê me gelekan em bi van şîretên ji nifiran nebaştir mezin nekirin ?!
 
Lê Çiya Mazî ? Ji nav van astengan pekiya, filitî û lê vegeriya, hûnand û kir çîrok.  
 
Çiya Mazî di sala 1993 an de navê xwe diavêje nav axa wêjeya kurdî. Wan salan we dikaribû nivîskariyeke çawa bikira. Çend kes hebûn ku  ji kurdiya nivîskî fam dikirin û di ser de jî dixwendin? Hûn ê bi zimanekî çawa binivîsin. Ji bo çi, çawa, bi kîjan amûran û çîrok, teşeya çîrokê, mijar û astengî... ...
 
Mitsek Jiyan, Ziman, Mijar, Hûnandin û Teşe
 
Çîrokên ji sala 1997'an û vir ve hene di vê pirtûkê de. Pirtûka yekem e Mistek Jiyan. Nûhatî ye. Ji 16 çîrokan pêk tê ku em dikarin weke hilbijarteyên nivîskar bipejirînin. 6 çîrok ên sala 1997'an, 2 yên 98'an, 2 yên 99'an, 4 ên 2000'an û 2 jî yên 2001'ê ne. Mirov dikare ji pirtûkê re bibêje Çîrokên Hilbijartî yên Çiya Mazî. Çîrok bi rêzkirina temenê xwe nehatibin rêzkirin jî dema ku em wan li gor temenê wan binirxînin em ê zûtir û çêtir bi ser bikevin ku pêşketina çîrok û ya nivîskar jî li gor salan derdikeve holê.
 
Kurmancî di warê wêjeyê de hatiye asta ku em ji alî rêzimanê ve jî binirxînin. Em ê vê nirxandina xwe li ser hîmê Pirtûka Samî TAN a bi navê WANEYÊN RÊZIMANA KURMANCÎ bikin. Li gor dîtina me di rêzimanê de her çiqas ji pêşketinê re vekirî be jî, berhema herî rast a di destê me de ye ji bo perwerde û nirxandinên rêzimanî.
 
Zimanekî zelal, sivik û xwerû ye Mistek Jiyan. Gotin, biwêj û bêjeyên giran, ramanên giran ( ji bilî Wey!Gewrê Wey ) tune. Ji her temenî kurd dikarin bixwînin û têbigihîjin. Hevok kin in û ne bi zîvirok in. Lê ji alî rêzimanê ve gelek kêmasî hene. Divê ku nivîskar rêzimanê gelekî xweşik bizanin û pêk bînin û jêhatîbûna xwe bidin der. Li gor dîtina min a hin çîrokên din ên nivîskar, nivîskar ne ji nezanî, lê ji ber ku biryar nedaye rê li ber van xeletiyên rêzimanî jî vekirî hiştiye.
 
Çend Mînak:
   ... tê bibêje ka çi karê te bi min heye.
   ... de hema tu bibêjî?
Ji van her du kêmasiyan gelek zêde hene. Dubarebûneke dewamî ye.
... niha em ê qominîstiyê rêya te bidin.
... Bêdilê xwe ... ...
... Roj nîvro bû ... ...
... Bêronî ... ...
... ... ..
 
Çîroka herî kevin "Lêxin Lawo Maro Ye". Ziman û wateyeke bîranînî heye li ser çîrokê. Lehengê çîrokê Seîd be jî, bavê wî û jinikek hinekî dikevin nav çîrokê. Tevlêkirina jinikê teşeyê çîrok mijara çîrokê qels kiriye û bala mirov belav dibe. Gotinên di nava Seîd û jinikê de diviya bi awakî din bihata pêkanîn. Rû li ser Seîd e, jixwe taybetiya vê çîrokê ev e. Serkeftî be jî birîndar e. Ji ber bav, jinik û qîza xiniz mirov çîrokê dişubîne bîranînekê û avakirina hevokan jî hinekî wisan e. Bîranîn jî awayekî çîrokê ye û mirov dikare çîrokê bi teknîka bîranînê binivîse. Lê "Lêxin Lawo maro ye" di bingeha xwe de bi teknîka çîroka kesê sêyem hatiye nivîsîn. Nivîskar bi vê çîrokê Seîd bibîr aniye. Paqijî, lehengî, welatparêzî û jêhatîbûna Seîd e ya ku dixwaze bigihîne me.

"Her!Qomitan Cerdevan." Tinazî, ehmeqî û safiyê bi hev re, ligel kotekiya serdestan dike mijar. Wê tirkiya Nîvo dike ku mirov bi wî bikene, Himûd hem saf e hem koneyekî gundiyan e. Nîvo ehmeqekî xinizan e û kotekiya serdestiya dugelê. Waneya ku Himûd distîne ji me hemûyan re peyam e û armanca çîrokê ye jî. Ziman û teşe û qewareya çîrokê baş be jî hîn hin tişt hene ku di çîrokên din de em ê bikaribin çêtir li ber çavan raxin.

Çîroka "Hêsirên Çivîkan" bi teşeyekî nivîsê dest pê dike. Dema hûn rûpela yekem diborînin ev teşe jî namîne, lê çîrok bi vê teşeyê jî diqede ku mirov fam dike Çiya Mazî di çîrokê de ji bilî mijaran di teşe û ziman de jî zêde ne bi liv be jî, ne rawestiyaye jî.

Divê em hinekî jî balê bikişînin ser teşeya çîrok û hevokê. Di serê vê çîrokê de û di dawiyê de hevok bi dubareyên nerm hatine avakirin. Lê navenda çîrokê bi hevokên asayî hatine avakirin. Şikestina teşeyê birînek jî çêkiriye. Me divê em hinekî li ser vê rawestin.

Dema ku çîroknûs teşe di çîrokê de guherand, divê teşeya li pey wê ji ya berî xwe livatir, herikbartir û xweştir be. Hevok jî her wisa. Dema ku teşeya çîrokê, mijar, diyalog û hevok di serî de herikbar û sivik be û dûvre ne wisa be, xwendevan ê bêhemdî xwe zivêr bibe û weke ku çîrok ne li gor dila ye, wê tev bigere. Divê mirov van awayên çîrokê li gor ku xwendevan bigire û bernede, pirtûkê di destan de bike benîşt û kanik bi kar bîne. Heke na, divê ku ev bar hemû têkeve ser mijar, meraq û hûnandina çîrokê.
 
Ya din, girêdayî vê çîrokê hin xalên ku me divê bêjin hene.

Çîrok hîtabî mejiyan dikin. Hemû çîrok, helbest, çîrvanok, roman û nivîsên din jî. Lê çîrok hene di guh re diherin mejî ku ji devan dertên û çîrokin hene jî ku di çavan re xwe digihînin mejî.

Çîroka Hêsirên Çivîkan,rûpel 138.
"Bi dengekî ew xeyal, ew raman, ew dîmena wenda bûn.
--Mehmûûût..! Mehmût ! Tu yê bimîrî kuro. Ma te xêr e vê şiliya? Qey tu li mirina xwe digerî?"

Ev der ji çavan re ye, an ji guhan re? Dibe ku ev der ne hinekî zelal be, mînakeke din.
Rûpel 139
"Carinan pir bi henek, carinan jî pir bi keser dipeyivî Û DIGOT."
   
Çîroka nivîskî hitabî çavan dike, divê mirov guh jibîr bike. Lê weke di herdu mînakên jor de tê dîtin, mirov van hevokan guhdar bike, mirov ê tu kêmasiyan nebîne, ango tam li gor guhan e. Lê dema ku mirov bi çavan dixwîne, mirov zivêr dibe, her car got, gotin, dibêje ... û qewareyên wisa yên çîrok û hevokan... ... Lê ji ber ku bingeheke me ya wisa tune, me her tişt bihîstiye û gotiye, em nizanin ji bo çavan bixebitin.
 
Carinan di şûna hevok, bêje û gotinekê de xalek bêhnokek, hêdan û di xalên li ser hev û hwd. bes in, zêde ne jî. Çîroka ku di guh re here mejî weke fîlm û teatrên radyoyan e. Çavê me nabîne, naxwîne. Divê deng her tiştî bi me bidin famkirin.

Ehmet hat û wiha GOT, Mihemed hat û destê xwe hejand bi hêrs û GOT ... û hwd. Lê di teatre û fîlimên televizyonê de ev ne pêwist in, zêde ne.

   -- Ez naxwazim tu werî
   -- Ez jî naxwazim tu û jina xwe werin.
   -- Lê ez, ez naxwazim hûn her du jî werin.
 
Axaftin, tevger û liva lîstikvanan bi vî rengî bê danasîn e. Lê dema ku ev axaftin mîna senaryo têne nivîsandin, bi rastî ji çîrokên nivîskî gelek bêhtir bi teferûat in. Lê ew jî her tiştî ne bi gotinê, bi teşe û awayê nivîsandina senaryoyê dinivîse ku gelek hêsantir û baştir e.
 
Çîroka nivîskî heta ku ji çavan re be, divê ta ku wate, deng û mijar zêde tevlihev nebin û ne ji bo alîkariya têgihaştina xwendevan be, hîtabî çavan bike. Nivîskar ne bi gotinên "got, "dibêje" û hwd. be jî dikare axaftinan bi riya çavan bide mejî. Lewre deng dernekeve jî her tîp dengekî dide, dinimîne û wateyên xwe diyar dikin. Lê yekcar jî ne weke fîlimên tevlevizyonan. Di dawiya nirxandina vê çîrokê de divê em bêjin ku Mehmûd bi evîneke mezin re dimire, bi hêviyeke mezin re bar dike, dihere. Li ber xwe nakeve, li ber nedîtina welatekî azad dikeve û nivîskar hêviya me av dide bi çûna wî. Çîrokeke serkeftî ye.
   
   Em hîn çîrokên 1997'an dinirxînin.
   "Guherîn" çîrokeke balkêş e.
 
Çima? Çîrok ji axaftin û pirsên komek mirovên hatine ser hev an jî li malên xwe, pêk hatiye. Çirok rabûye serhildanê. Çiya Mazî li çîrokê wer kiriye, an çirokê?

Gotinên kin. Her bêjeyek bi tena serê xwe dîmenekê vedibêje. Çîrok diaxive, biwêj bi serê xwe hevok in. Em dibînin ku Çiya Mazî çîrok rakiriye dîlanê. Ev teşeyê vê çîrokê ye. Li her mijarê tê an nayê ...
 
Kurtedemek e. Çîrok ne ji ber kurtedemiyê bûye kurteçîrok. Ji ber kiniya xwe ye. Kurtedem ew dema ku çîrok çêlî wê dike ye.

Lê çi heyf ku çîrok bi wan drûşman, halan, an jî bi wan gotinên drûşmî diqede.   Diviya bi teşeya xwe ya taybet û bi nûbûna xwe jî biqediya.
   
Guherîn çîroka herî nû ya teşeya çîroknivîsiya Çiya Mazî ye, lê ne çîroka pir kevin û nû ye ji alî nivîskariya wî ve.

Çîroka "Ma Qey Wê Dinya Xera Bibûya" jî Çîroka 1997'an a herî paşdemayî ye. Şekrê Helawê, ango kurê Emînê di dawiya çîrokê de dibe serleheng. Lê pêşî mirov dibêje qey mijar Jina kurd e, gelemperî ye. Carekê bala mirov dihere ser çîrokeke dema xelê. Tê dîtin ku çîrokeke ji rêzê û şikestî ye. Gelek derên xweş tê de hene, lê ev nayê wê wateyê ku çîrok bi xwe xweş e û serkeftî ye. Heke encam bi Şekirê Helawê neqediya, çîrok ê bigihîşta derekê. Bi vî rengî Emînê lehengeke dînik e. Rewşa jinê jî ev e. Lê ev dawiya çîrokê ye û serê wê ne li ser vê felsefeyê ye.
 
Çîroka dawîn a 1997'an jî "Agir Jî Dîl Bû." Hinek nirxandinên me yên berê dinimîne. Çîroka Guherîn ne tê de, teşe, ziman, vegotin û awayê hemû çîrokên vê salê dişubin hev. Di nava wan de cudahiyên biçûk hene. "Ma Qey Wê Dinya Xera Bibûya" çîrokeke civakî, "Lêxin Lawo Maro Ye", "Hêsirên Çivîkan",  "Her! Qomitan Cerdevan" û "Agir jî Dîl Bû" çîrokên siyasî û reel in. "Hêsirên Çivîkan" her du aliyan jî dinimîne. Hem dilînî ye jî. Ji van Çîrokan dawî û encama kîjanê xweş e. Ne yek. Çima? Rewşa welat û me ev e. Nexwe hemû çîrokên reel in. Fişarî, surealîzm, fantazî û hwd nanimînin. Bûyêrin karesat in. Gelo mirov dikare bêje teşeya karesatiyê ev e. Li gor me na, çîrok di destê nivîskar de ye û bixwaze dikare karesatên bûyî jî mîna fantaziyekê binivîse, an em bêjin hûn nivîskar bin pêşiya we gelekî vekirî ye. Lê ne bi çar aliyan de.

Çîrokên 1998, 99'an. Ew jî 4 in.
Çîroka "Çavê Te Kor Be Xerîbî" ...

Ferişandina hin tiştan zû nayê famkirin. Divê mirov danisilîne. Me ev çîrok jî danisiland, piştî xwendineke giran. Dûvre 4-5 roj diborin. Em ê vê bipirsin.

 -- Ji vê çîrokê çi tê bîra we?

-- Mirovekî mehkûm, jina wî, bi taybetî jî Serdar, kûçikê wan û girtina wî.

Lê çîrok ne ev e. Tiştê ku nayê bîra me çi ne? Çima nayên bîra me?

Rûpela yekem a vê çîrokê vekin: Paragrafa yekem ne li gor mijara çîrokê ye, ne destpêkeke pêwist e. Tiştên ji çîrok û helbestê re ne pêwist  giran tên, di hişê mirovan de namînin. Serdar, diya wî , Apê Wehşo ... Ev her sê rûpelên pêşî ji çîrokê re ne pêwist in. Ne di qewareya çîrokê de ne. Rû ne li ser derekê ye. Dîmen belawela ye.
 
"Mistek Jiyan Dixwazim" jî çîroka 1998'an e. Destpêka çîrokê zû diherike. Mirov ewqas zû hêvî nake. Leşker zû derdikevin pêş, ango qewimîn û bûyera çîrokê zû çêdibe. Ev baş e. Mirov dikeve meraqa bê ka îcar wê çi bibe, çîrok hîn nû destpêdike û ev bûyer bi tena serê xwe weke encamekê ye.

Teşeya çîrok û hevokan weke yê çîrokên dema pêşketinê yên dinê ye. Ziman ne sivik be jî Mehmet Şerîf bi me hatiye hezkirin. Divê em vê xalê jî vebêjin. Di jiyanê de dema kêfa we ji yekî re neyê hûn pê re nagerin. Lê ku kêfa we jê re bê, hûn jê hez bikin, hûn dikarin pê re herin her derê. Heke hûn çîroknûsek bin divê lehengên çîroka we jî wisa bin.

Aha cudahiya vê çîrokê ev e. Xwezî navê leheng jî tiştekî xweş bûna.
 
"Pîra Melo" û "Çîrokeke Berî 84'an"  jî du çîrokên di sala 1999'an de hatine nivîsîn.

Dema mirov Pîra Melo dixwîne, mirov hêviya bûyereke siyasî dike. Wê leşker derkevin ser riya wê, wê şervan derkeve ser riya wê û nebaşiya birîna êzingan pê bidin famkirin û hwd.
 
Lê barê êzingan bi ser de werdibe. Nexwe em êdî yekcure nivîsan hêvî dikin. Mirin ne dawiya vê çîrokê ye. Armanc dazanîna mirinên me yên erzan in. Çîrokeke civakî, xemgin e.
 
"Çîroka berî 84'an" jî civakî ye. Nav ramyarî ye. Çîroknûs bi mînakên van çîrokên ku dawiya wan bi peyameke ramyarî dikarin bigihîjin çi armancan? Peyama vê çîrokê mijara çîrokeke din e bi rastî. Lêhatî ye jî. Ne çewt e.

Cudahiyeke zêde di nava çîrokên 1997 an û 98-99 an de tune. Nivîskar awayek ji xwe re çêkiriye. Lê ev nayê wateya ku wê di pêşerojê de neguhere. Nirxandin a me ya ji bo sala 1997 an ji bo van her du salên din jî rast e.
   
4 Çîrok jî ên sala 2000 an e.
   
"Çavê Kor Dinyê Nabîne" yek ji wan e. Milahîm lehengê çîrokê ye. Lê baş nehatiye naskirin û heskirin û mirov ji şopandina wî zivêr dibe.
 
"Wey Gewrê Wey." Ne utopîk, lê felsefî ye. Yekemîn çîroka cuda ye. Em ê li ser felsefeya wê tiştekî nebêjin ku ew mijara nivîseke din e. Felsefeya Gewrê li gor dilê we be jî, ne li gor dilê we be jî hûn xwe winda dikin û didin pey wê keçikê. Ev jî ji liv û şêrîniya Gewrê ye. Gewrê xwe bi we dide pejirandin. Ew lehengeke serkeftî ye. Nexwe ev serkeftin a nivîskar û çîrokê ye. Ji alî teşe, ziman û hwd ve çîrok asayî ye, mijar balkêş be jî bi ziman û şêweyekî nû nehatiye xwedîkirin.
 
Piştî van hemû çîrokan, çîrokeke balkêş, çîrokeke gerînok û tije meraq heye. Hişê nivîskar gelekî şiyar e di vê çîrokê de. Hevok, meraq û bûyereke kevin û hema bêjin xwendevan ji bîr kiriye tîne bîra mirov û an meraqê mezintir dike, an jî diqedîne. Carinan henekê xwe bi dîrokê dike ku me her tişt weke hev diye. Aha ev çîroka
 
"Darikê Miradan" e. Erê hin der jî zêde ne. Dema em yeko yeko rê nedin û nebêjin teşeyên wêjeyê nayê famkirin. Lê mînakên zêde jî mirov zivêr dikin ku em naxwazin wer bikin. Rûpela 79'an, piştî sê stêrkan gelek der ne pêwist in. Diyalog ne bi hosteyî ne. Xwiya ye ku nivîskar jî carinan ji karê xwe bi dûr dikevin û nikarin lê hûr bibin. Erê, ev çîrokeke hêja ye. Awayekî nû ye ji nivîskar re.
 
"Bavo" çîrokeke dilînî, hinekî taybetî ye jî, ku ji giştiyê re hatiye vekirin. Ferişandina vê çîrokê nîşanî me dide ku nivîskar dikarin çi huneran bikin. Gotinên tije, bi wate, tije dilînî û bi rastî ew gotinên ku di wê xulkeyê de her tiştî dinimîne.
Em ji bo çi dibêjin çîrok divê li ser katê be. Lewre ku wê demê bi we nede famkirin, dilîniyên we tev nede hûn ê fam nekin bê we çi kir. Divê ew dema ku nivîskar çêlî wê dike baş bê dayin. Bavo vê valahiyê dadigire. Bavo ji hin kêmasiyên van çîrokên din vedihewinîne, lê taybetiya wê ya ku me ferişandiye jî ev e.
 
"Serpêhatiya Ber Derî" çîrokeke kêfî ye. Qerfikîtî hebe jî ne çîrokeke qerfî ye. Qerf bi tenê di mijara jinê de heye. Çîrok bi xwe kêfî ye. Wê dilîniya di nivîskaran de, ya nivîsandina tiştekî mizicandin û kenînê dinimîne. Gava mirov bibîne ku armanc ne kenandin e, ne ew e ku tinazê xwe bi hinekan bike. Ji lew re danasîna çîrokê ya wêjeyî divê di hundir wêjeya qerfî de baş bê ferişandin. Û "Radyoya Min Dîsa Dest Bi Kilaman Kir". Ev jî dilînî ye. Dilîniya zarokekî ye. Baş hatiye hûnan.
 
Dema ku hemû çîrokên vê pirtûkê ji vê çîrokê bûna, an hemû ji çîroka Guherîn bûna... ... Wê demê, dê vê pirtûkê cihekî taybet di wêjeyê de bigirta. Wê rûyê pirtûkê gelekî biguheriya. Mistek Jiyan pirtûkeke çawa ye?

Ji ber ku Mistek Jiyan di 2003'an de hatiye weşan me ji vê pirtûkê dest pê kir. Nirxandinên me yên li ser çîrokan dê bidome. Bersiva pirsa Mistek Jiyan çawa ye jî derketiye holê. Lê bersivên me ne bes in. Divê ku çîroknivîsiya Çiya Mazî bi çîroknivîsiya gelek nivîskarên dinê re bê qiyaskirin. Hingê mirov dikare bersivên gihaştî bide. Lê li gor me, ji ber ku hilbijarteyên çîrokên nivîskar in, pirtûka yekemîn e, yên nû û yên kevin giş hene, mirov dikare van hemûyan ji bo nivîskar asteke mezin bi nav bike.

Destê te kul û derdan nebîne rêzdar Çiya Mazî.


Gotinên miftehî :