Mudaxaleya li grevên birçîbûnê
Girtîgeh ne mala tu kesî ye. Yanî salê bi hezaran kurd dikevin girtîgehan û bi hezaran jî derdikevin. Her dem 10 hezar girtî di hundir de hene. Ji ber vê tecrûbeyên girtiyan jî diguherin. Carinan bi derketina girtiyekî bi tecrûbe, girtî demek dirêj bê tecrûbe dimînin. Ji ber vê yekê gelek caran xwe li riyên ceribandî radikişînin. Piştre bi mudaxaleyan vedigerin cihê berê.
Yek ji van xalan jî, ew e ku girtî dema ji bo rewşa derve dikevin girevên birçîbûnê û ev girev dirêj didomin, mudaxale lê tên kirin. Di gotara xwe ya 09.09.2012'an a bi navê "Çima Girevên Birçîbûnê?" de, min bixwe jî anîbû ziman ku carekê em bi mudaxaleyeke wiha ji girevê hatibûn derxistin:
"Gelî hevalan, bi rastî pirsgirêkên girtîgehan ji bo me pir girîng in. Em dema xwe yeko yeko jî ji bo pirsgirêkan vediqetînin. Lê tiştek heye ku, girtîgeh divê tu carî xwe wekî li der ve bin, nebînin. Hûn girtî ne, hûn nikarin derve biguherin. Li derve rêxistin heye û rola girtîgehan ne wekî ya Girtîgeha Amedê ya salên 1980'yî ye. Tenê dema ku teslîmiyet radestî we kirin, dema jiyana we ket xetereyê, dema êrîşî pîvan û rêzikên berxwedanê kirin hûn dikarin çalakiyên bêdawî yên greva birçîbûnê li dar bixin. Wekî din, tenê ji bo 2 rojan, 3 rojan, têkevin grevên bi navber."
Di roja 17.11.2012'an de, ku 67'mîn roja grevên birçîbûnê bû, dîsa bi mudaxaleyeke bi vî rengî grev hatin rawestandin. Ez bawer im, her kes êdî çêtir vê tevgerê nas dike.
Min di heman gotara xwe de wiha anîbû ziman:
"Îro tecrîdeke giran li ser gelê kurd heye. Li hember vê yekê gelek
çalakî tên kirin. Ji van çalakiyan yek jî dikare rojiya birçîbûnê be. Lê
divê ne rojiya mirinê be, an jî rojiya
birçîbûnê ya bêdawî be. Ev grev dikarin mînak li Kuça Hunerê ya Amedê
çêbibin. Du roj, du roj dikarin bi dewr û daîm be. Ji ber ku di navenda
jiyanê de çêdibe, dikare bandoreke pir
mezintir li ser çapemeniyê û rojevê bihêle.
Lê ji bo girevên girtîgehan têkevin rojevê, divê bi ser 40 rojî bikevin.
Mentiqek wisa li derve heye, ku heta mirov nemirin qaşo tu xetereya
rojiya birçîbûnê tune. Kes nexweşiyên din
nahesibîne. Ji ber wê heta bi ser 40 rojî nekeve, çalakiyên giran jî
dest pê nakin. Lê dema li derve du roj, du roj bin, dê ji roja yekemîn û
pê ve di çapemeniyê de bandorê bike.
'Do filankes jî di rojiya birçîbûnê de bû.'
'Îro di rojiya birçînê de 300 kes hene.'
'Ji sibe û pê ve li filan bajarî jî rojiya birçîbûnê dest pê dike.'
'Rojiyên birçîbûnê bi beşdariya kesên navdar berdewam e.'
Dema bi dewr be, karê kesî ranaweste. Jiyan kar e, divê mirov hesabê her
tiştî bike. Bi milyonan kes hene ku tenê roja şemî û yekşemê beşdarî
çalakiyek bi vî rengî bibe. Ma ne ji ber wê
ye, ku çalakiyeke daxuyaniyê jî gelek caran di roja yekşemê de tê dayin.
Dema kin be, her kes dikare 2 rojan, 3 rojan beşdarî çalakiyê bibe û
piştre şûna xwe ji kesekî din re bihêle. Ev
dê her roj di jiyanê de bibe rojev.
Lê rojiyên birçîbûnê, yên girtîgehan ne xwedî derfetên bi vî rengî ne.
Ji ber wê yekê ez gazî Roj, Ba, Av, Ax û Agir dikim ku li girtîgehan
bila grevên bi vî rengî domdirêj çênebin û bila ew tenê dema xwe bidin
xwendin û xwe-pêşve-birinê.
Ji hemû hevalên girtî re rêz û silav." (09.09.2012)
Niha hûn dibînin ku ev beş hemû di van 67 rojan de pêk hatin, ne wisa? Lê tenê ferqek heye, li şûna ku BDP vê pêvajoyê bide dest pê kirin, girtîgehan da destpêkirin û li şûna tingetinga beroşan di rojên serî de dest pê bike, di roja 62'mîn de dest pê kir. Ma çalakiyeke ewqas "light" ku ewqasî deng derxist, diviya piştî ewqas berdêl çêbibûya?
Nexwe navê vê pirsgirêkê ev e: Rêveberî divê bizane rêveberiyê bike. Ên ku nizanin pêvajoyê bi rê ve bibin, dê hîn serê xwe li belika guhê gelek dîwaran bixin.
Tenê em hêvîdar in, ku ji vê pêvajoyê dersek hatibe derxistin. Ji sibe û pê ve em ê wê jî bibînin.
Helbet nirxandina min ne evqas tenê ye, lê dûmahîka giran a vê nirxandinê jî heye, têra xwe berfireh.