Nê nê ezik nê,Nê,nê,ezik,nê

Nê nê ezik nê

A+ A-

Rojek yekî me yê dimilî diçe ser quletenga gund ku destlimêj bigire û nimêja xwe bigire. Beriya wî yek hilkişiyaye serê dara tûyê û ji xwe re tûyê wê dixwe û haya rebeno ji yê serê darê nîn e.  Kesê li serê dara tûyê yekî mizawir e, niyeta xwe xerab dike ku li yê dimilî henekan bike. Dimiliyê me destnimêja xw digire û berê xwe ber bi qibleyê ve dike ku nimêja nîvro bike. Dest pê dike dibêje:
- Verê mi hetê qîbleya şerîf ser ro, ez kena çar rekeet nemêsa peroz, Homa tu qebûl kena.
Kesê li serê darê:
- Qebîl nêkena.
Gava ev deng ji “xeybê” tê û yê dimilî dibihîze, ji xwe re heyirî dimîne. Dibêje hebe tunebe Xwedê pê re kelimiye. Ji xwe re dibêje “Qey ez pak niyan” Radibe xwe seranpê dişo. Careke din dest bi nimêjê dike û dibêje:
 - Verê mi hetê qîbleya şerîf ser ro, ez kena çar reket nemêsa peroz, Homa tu qebûl kena.
Mêrikê li serê darê careke din:
- Nê! Qebîl nêkena!
Ê me yê dimilî ku pir aciz bûye, bersiv dide xwediyê deng:
- Nê nê, ezik nê, xirê lacî min re!..

Ji berhevka Mahabad Arda ...


Gotinên miftehî :