Nakokî,nakokî

Nakokî

A+ A-

“Ramana pak, Gotina pak, Kiryara pak”

Mirov çendî hebûneke civakî be, ew çendî jî xwedî nasname û kesayeteka serbixwe ye. Çerxa vê jiyanê her wiha geriyaye û em jî him berhem û him jî diranên vê çerxê ne. Belku diranên herî zexim û tûj, lewra li gel afirîneriya bêhempa ya mirovahiyê, pir tiştên vê jiyanê di nav rastiya dîrok û çîroka mirovahiyê de hêriya ne. Jiyana mirov li gor ku mirov nakokiyên xwe çewan dijîn, çewan dihonin teşe digire. Ev yek, dibe fenomen û diyardeya ku dê çendîn bandorê li der û dora xwe bikin û çendîn şopên kûr û giran li ser zemîna ku pê lê dikin bihêlin.

Mirov di rengê têgihiştiniya xwe de û yê cîhana ku di nav de ne, dijîn.

Polîtîkayên bişaftinê, “perwerdekirin”a civakê, birçî û bêçarehiştin, çend ji polîtîka û rêbazên herî sereke yên dagirkeriyê ne. Bi ser de her cure travmayên şer ên pir giran, nehiştine kesayetên serbixwe di nav civaka kurd de bigihêjin. Giyanên bi van rastiyên kambax re rû bi rû dibin, teşe nagirin, eletewşî dibin. Giyanên bi vî rengî, bêtir girêdayî dagirkerên xwe ne û ne pêkan e ku jiyan, raman û kiryarên wan pak, sererast û azad bin.

Mirov her çendî ne li gor hev bin, li dijî hev bin, hev û di nepejirînin jî, her yek di nav xwe de xwedî nirx û rûmetek e. Tişta herî bê nirx û bê rûmet ew e ku mirov ne li gor gotin, bawerî, têgihiştin hêjayî û hezkirinên xwe bijîn. Rastî û jidiliya gotin, bawerî, têgihiştin hêjayî û hezkirinên wan jî, êdî cihê nîqaşê ne. Êdî nav û nîşanên wan çi dibe bila bibe, li çi alî dibin bila bibin, nikarin vê rastiyê biguherin.

Di nav vê xirecira mezin û şolîbûnê de, zelaliyek jî xwe dide der. Ev zalalî, bingeha xwe ji rastiya di nav gemara salên dirêj ên bi êş de veşarî ye digire û her diçe bêtir rengê xwe dide jiyanê, rengê rastiya civakê jî bi xwe re zelal û xweşiktir dike. Ev zelalî, bi bedêlên pir giran be jî, dibe vejiyandina bedewiya civaka kurd ku îroj ev êş û ev bedêl bi serê xwe jî, bûne hêvî ji tevahiya mirovahiyê re. Jiyanên bi rûmet, îroj li ser vê bingehê şîn dibin. Yên din? Xurê guran…

Mirov bi vîna xwe ya azad çewa bijî, ew e. Tu kes ji xwe zêdetir nine. Her kes bi qasî xwe ye.

Mahabad Felat Arda 2015-02-01


Gotinên miftehî :