NAME YA VEKIRÎ,name,ya,vekirî

NAME YA VEKIRÎ

A+ A-

Ji serokdewletê Fêdêratsîona R’ûssîyayê Bir’êz Dmîtrî Anatoliêvîç Mêdvêdêv r’a

Bir’êz Dmîtrî Anatoliêvîç! 

 Ez bi wê armancê ji We r’a dinivîsim, ku bala We bik’işînim ser r’ewşa trajêdîk di K’urdistanê da û ji We hîvî bikim, ku Hûn, wek serokê dewleta gewre – ya endama Şêwra Ewlek’arîyê ya R’êxistina Net’ewên Yekbûyî, destekê bidin bi aşîtî ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî. 

Di dîroka gelê k’urd a hezarê salan da r’ûp’elên berxwedanê û têk’oşîna lehengî ya ji bo mafên net’ewî hebûne. Di dîroka gelê me da her weha r’ûp’elên trajêdîk jî hebûne: gelê me di nav zulm û zelûlîya dojehî r’a derbas bûye, siyaseta nep’ejirandinê, bişavtin, têr’ora dewletê û t’evkujî dîtine. 

Lê bûyera 28-ê berfanbara 2011-an cîhan hejand. R’êjîma T’irkîyayê vê care jî gunehk’arîyek a hovane ya din li hember mirovayîyê pêk anî. Hêzên dewleta t’irk ên hewayî li navçeya Ûlûdereyê, li ser sînorê di navbera Bakûr û Başûrê K’urdistanê (T’irkîyayê û Îraqê) da, dan ber bombeyan û 35 k’urdên ji gundê R’oboskîyê qet’il kirin. P’ir’anîya wan di t’emenê ji 12 heya 18 salî da bûn. Paşê, hê derng, r’ayedarên dewleta t’irk xwemukur’ hatin, ku wan mirovên sivîl kuştine, lê, xwedêgiravî, ew bi şaşî bûye, leşkeran ew şûna partîzanên PKK-ê danîne. Bi vê ewan bi fermî daxuyandin, ku “şaşîyên” wisa dîsa dikarin pêk bên. 

Desthilatdarîya t’irk li hember hemwelatîyên xwe pêşî li şer’ekî berfireh vekirye. Û ev ji ber wê, ku k’urd dixwazin r’eng û r’ûç’ikê xwe yê net’ewî, ziman û çanda xwe bip’arêzin, dixwazin, ku ew jî bibin hemwelatîyên K’omarê yên xwedî maf. Lê Destûra bingeyîn ya T’irkîyayê hemû hemwelatîyên Komarê t’irk dihejmêre: “Hemû binecîyên T’irkîyayê t’irk in!” Yek zimanê dewletê heye, ew jî t’irkî ye. Û li dijî wan, ên ku ji bo k’urdan jî heman mafan daxwaz dikin (û di T’irkîyayê da jî zêdetirî 25 mîllîonî k’urd dijîn), li ser asta dewletê hemû derfetên r’êprêsîv (cezakirinê) tên bikaranîn: biç’avkirinên girseyî, êşkence, cezakirinên bê lêpirsîn û dadgeh, bik’aranîna ç’ekên k’îmyawî. Îro di hebs û zîndanên t’irkîyayê da bi hezaran zar’okên k’urd, ên ku t’emenê wan ji 12 heya 14 salî ne, têne zêrandin. Û cezayê wan jî her t’enê ew e, ku wana kevir avîtine wan tank û p’anzêran, ên ku di bajarên k’urdan da xwepêşandanên kurdan t’episandine. Bi sedan r’ojnamegerên k’urd û p’arêzerên r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan hatine binçavkirin û di bin lêpirsînan da ne. Di vî welatî da girtîyên sîyasî yên k’urd ji danzdeh hezaran zêdetir in, lê Abdullah Ocalan hebsîyê sîyasî yê t’enê ye li girava Îmralîyê. Hemû pêşniyarên wî yên ji bo bi aştî ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî di T’irkîyayê da, û di nav wan da wisa jî “Nexşeya r’ê”, bê bersîv dimînin. Lê di vê navberê da, ji ber bêxemîya civaka navnet’ewî û bi bêdengî erêkirina wan, di T’irkîyayê da bi xwe hebûna gelê k’urd tê r’edkirin, siyaseta bişavtinê, têr’ora dewletê û t’evkujîyê li hember wî tê meşandin. Xwezaya K’urdistanê ya nebînayî û peykerên wê yên dîrokî tên t’unekirin. Rêjîma tirk wêrankirina wî parç’eyê cîhanê yê herî xweşik didomîne, û ew kirye qada şer û pevçûnan. 

Gelê me bi bawer e, ku her mirovek heye, yê ku dikare aşîtîyê ji T’irkîyayê, K’urdistanê û t’evayîya herêmê r’a bîne, ew jî bir’êz Abdullah Ocalan e. Û ji bo ku bikaribe r’ola xwe di pêvejoya aştîyê da bilîze, ew divê azad û serbest bijî. Lê ew li girava Îmralîyê di dorpêç’ek a hişktirîn da ye, tê êşkencekirin, zêdetirî pênc meh û nîvan e, r’ê nadin p’arêzerên wî, ku bi wî r’a hevdîtinan pêk bînin. 

 Cîhana şaristanî bi bêdengîya xwe destek da eşîrên t’irkan ên koçer, ku ew şaristanîya Vîzansê t’unebikin, t’evkujîya k’urdan, ermenîyan, yûnanan, asorîyam pêk bînin, û naha jî destê xwe dirêjî beşê k’urdan ê mayî kirine û xwe bi Qibrêsê r’a gîhandine… 

 Serokdewletê r’êzdar! 

 Bi nêrîna me, dem pêra gihîştye, ku cîhan gotina xwe ya biryardar bibêje. Gelo ne dem e, ji bo ku mirovayî vê pirsê wisa çareser bike, ku aştî bê vê herêmê jî, ya ku ewqas zêrandin, êş û azar dîtine?! Lê heya pirsgirêka kurdî nehatye çareserkirin, hê zû ye, ku mirov di derbarê aştîyê di vê herêmê da tiştekî bibêje. 

Dibe ku pirs derê hole: “Dewletên gewre dê çawa bikaribin r’ola xwe di k’arê ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî da bilîzin, û ji bo destpêka pêvejoya aştîyê divê çi bê kirin?” 

Di vê r’ewşê da, dema di T’irkîyayê da “faşîzma k’esk” devxwîn bûye, k’urd û dostên gelê k’urd, bendewarîya wan ji civaka navnetewî heye, ku ji kirên r’êjîma t’irk ên nemirovî û dijqanûnî r’a bibin asteng û ji bo ku pirsgirêka k’urdî bi aştî bê ç’areserkirin, r’êyekê bibînin. 

Û hişmendîya pêşveçûnên pêvejoya vê serdemê jî, yen ku îro li K’urdistanê û T’iurkîyayê dibihurin, ji mirov ra dibêje, ku civaka navnet’ewî di vî warî da dive van gavên piraktîk biavêje: 

– Dewletên gewre, eger ewana bi r’astî dixwazin, ku pirsgirêka k’urdî bi aştî bê ç’areserkirin, dive dest ji siyaseta dustandartîyê bik’işînin û li hember T’irkîyayê wan sanktsîyan pêk bînin û gavan biavêjin, yên ku li hember Yûgoslavîyayê hatin pêkanîn –di dema krîzîsa Kosovoyê da, û li henber Îraqê – di dema agrêsîya dijî K’ûvêytê da (“Bahoz di xîzgehê da”)… Bi her hêz û derfetan li ser rêvebirîya T’irkîyayê bandor bikin û wê neç’ar bikin, ku ew guhartina bike wî beşê Destûra bingehîn a welatê xwe, li k’u tê gotin, ku T’irkîya dewleta monoêt’nîk (yeknet’ew) e. 

 –Civaka navnet’ewî dive girtina r’êberê gelê k’urd Abdullah Ocalan wek kirinek a cerdevamnîya dewletan a navnet’ewî qîmet bike, ewê t’ewanbar bike û daxwaz bike, ku wî zûtirîn demek a kurt da serbest berdin –di bin garantîya R’êxistina Net’ewên Ybûyî, Yekîtîya Ewropayê, Yekîtîya Êkonomî ya Ewropayê û Asîyayê û r’êxistinên din ên navnet’ewî û dewletên gewre da. T’irkîya divê wisa jî girtîyên sîyasî û wan zar’okan serbest berde, yên ku di girtîgehên wê da dizêrin û hemû zyanên ku wan kişandine, li wan veger’îne. 

 –Ji bo ku qîmetekî t’am bidin wan kirên hovane û t’evkujîyan, ên ku r’êjîma T’irkîyayê naha û berê li hember kurdan, ermenîyan, yûnanan, asorîyan û yên din pêk anîne, trîbûnalek (dadgeh) a navnet’ewî damezirînin, a ku k’arên zulmk’aran –r’êvebirên T’irkîya îro û duh bipirsin, wek k’arên gunehk’arên leşkerî, yên ku li dijî mirovayîyê sûcên giran kirine. 

 –Leşkerên dagirker ên T’irkîyayê ji Bakûr û Başûrê K’urdistanê paşva bên k’işandin. 

 –Ji hesabê byûcêyên T’irkîyayê û wan dewletan, yên ku destek dane zulmkarîyên wê, yan jî ç’ek danê, zîyana ku k’urdistanîyan k’işandîye, li wan veger’înin: gund û şênîyên wan û r’êyên wêranbûyî ji nûva ava bikin, merc û derfetan biafirînin, ji bo ku k’urdistanîyên bi neçarî ji ber zulm û zordarîya dewleta t’irk penaber bûne, vegerine war û meskenên xwe (ew p’enaberî di kîjan demê da bûbe, bila bibe, di bin garantîya r’êxistinên navnet’ewî da). 

Bir’êz Dmîtrîy Anatoliêvîç! 

Em, k’urd hêvîdar in, ku R’ûssîyayê, wek dewletek a gewre, wê di pêvajoya bi aştî ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî da mîssîyona xwe ya dîrokî bilîze. 

Li gel r’êz û hurmetên xwe, 

 Aziz ê Cewo Mamoyan, 

 Nivîskar, r’ojnameger, pûblîtsîst; 

Endamê Yekîtîya r’ojnamegerên R’ûssîyayê û PEN –klub a navnet’ewî

11-ê rêbendanê, sala 2012-an 

Bajarê Pyatîgorsk, herêma Stavropolê/Rûssîya

 [email protected] [email protected]


Gotinên miftehî :