NAME YA VEKIRÎ ji r’ewşenbîrên t’irk r’a
Gelî r’ewşenbîrên bir’êz!
Ev r’ewş, a ku li Bakûrê K’urdistanê û hemû K’omara T’irkîyayê îro desthilatdar e, nikare t’u mirovekî xwedî wijdan û r’ûmeta mirovî bêt’eref û bêdeng bihêle. Ew tiştê ku di dewleta we da pêk tê, bi r’astî, şerma mirovayî yê – ev bêdadî, ya ku li hember gelê k’urd pêk tê, ev têr’ora dewletê, yak u di K’urdistanê da tê meşandin, sert’aca nemirovaya mirovayî ye û ji bo wê jî, ne t’enê hûn, r’ewşenbîrên ’tirk dê paşê şerm bikin, lê her mirovek, ê ku xwe mirov dhesbîne. Ev êrîş – opêratsîon, ên ku di K’urdistanê da tên meşandin, ev t’evkujîya sipî, ya ku mil bi mil bi t’evkujîya sor r’a li hember gelê k’urd û r’ewşenbîr û siyasetmederên wî tê meşandin, ev t’ecrîda nemirovî ya li hember r’êberê gelê k’urd b’irêz Abdullah Ocalan tê pêkanîn, ev zar’okên girtî, yên ku sûcê wan ê herî mezin ew e, ku kevir avîtine tank û p’anzêrên art’êşa dagirker, ev grieve birçîbûnê yên ku berbi mirinê va dibin, ev hemû sûcê dijî mirovayê ye, yê ku r’êjîma desthilatdar a K’omara T’irkîyayê pêk tine…
……………………………………………………………………………………………
Bi r’astî min dxwas li ser vê note ev nameya xwe bidomanda, lê hate bîra min, ku min hê çar sal berê nameyek a vekirî ji bo we nivîsî û şandibû… Lê ji ber ku wê demê derfetên întêrnêtî ewqas nînbûn, ev nameya negihîşte heya ber destê kêmanîya we jî… Û ji blî wê, ji ber ku tiştê ku di T’irkîyayê da pêk tên, bi naver’oka xwe va dîsa ew in, ez çi jî binivîsim, wê zêde ji wê cuda nînbe, û ji bo wê jî ez wê nameyê, wek bangek a wijdanî ji we hemûyan r’a r’ê dikim.
Bixînin û bêdeng nemînin!
12. 11. 2012
Gelî zanîyar, nivîsk’ar, mamosta, hunermend, r’ojnameger û k’armendên warê çand, şano û sînemayê yên bir’êz! Dibe ku pêwîstîya nivîsandina nameyeke weha jizûva pêr’a gihîştibû, lê ya ku bû sedem, ku ez pênûsê hildim destê xwe, ew r’ewşa dawîyê ye, ya ku îro di welatê me k’urdan- K’urdistanê û T’irkîyayê da desthilatdar e.
Dibe ku ezê li vir jinûva Amêrîkayê venekim, eger sedemên vî şer’ê gemar û neheq ji we r’a r’avebikim, ê ku ji hêla r’êjîma (û r’êjîmên) K’omara T’ikîyayê va li hember îradeya gelê k’urd hatye û tê meşandin.
Di sêrî da bibêjim, p’ir’anîya gelê k’urd, û di nav wan da wisa jî ez, baş têdigihîjin, ku r’êjîmên T’irkîyayê û gelê t’irk ne yek in... Lê dîsa jî, ji bo xatirê r’astî û r’ûmeta mirovayê, divê mirov di nav xwe da hinekî wêrekîyê bibîne, û p’ara xwe di gunehê desthilatdarîya welatê xwe da bibîne. Mînak, di nav gelê alman da gelek mirovên xwedî wijdan û r’ûmeta mirovayê r’abûne û dibêjin, ku di wan gunehk’arîyên dijî mirovayê da, yên ku r’êjîma faşîst di dema r’êvebirîya Hîtlêr da pêk anye, gelê alman jî p’ara xwe heye. Û Almanîya serdema piştî faşîzmê ji bo wê xwemikur’ hatye û anegorî derfetên xwe şûna windayî û zîyanên wan dagirtye, yên ku di wî şer’î da ji destê r’êjîma faşîst zulm û zorî dîtine.
Mirovên weha, ew r’ûreşî, ya ku Hîtlêr ji gelê wan r’a anî bû, heya r’adeyekê lewaz kirin!
Lê, k’a binihêrin, r’êjîmên dijmirovayê li T’irkîyayê xwe li ber hev diguhêr’in, yek tê- ji yekê faşîsttir e, lê ji nav gelê t’irk dengekî şermezarkirinê jî dernaê. Êdî em di derbarê t’evgereke dijîfaşîstî da nabêjin!
Û di vî welatî da bi awayekî din jî nikaribû bibûya.
Hûnê bibêjin- çima, ma em ji k’ê xirabtir in?
Na, pirs ne di wê da ye, k’a k’îjan gel çiqasî qec e û kîjan –çiqasî xirab! Gelê t’irk û hemû gelên K’omara T’irkîyayê (k’urd, ereb, fariz, yûnan, ermenî, asorî, laz, çerkez, adrbêcanî, t’irkmen û yên din) bûne r’ehîneyên Destûra bingehîn ya vê k’omarê(Ana Yasa), ya ku dibêje- T’irkîya t’enê ya t’irkan e, hemû mirovên lê dijîn t’irk in, ji bilî zimanê t’irkî zimanên din qedexe ne!..
Divê mirov çiqasî ji êgoîzma net’ewî kor bûbe, ku li ser vê bêdadî û neheqîyê xwe mezin bibîne û nûnerên gelên din ên hemwelatîyên xwe wek tiştekî ji nedîtî va hatî bibîne. Û evê êgoîzmê gel gîhandîye wê p’sîkolojîyê, ku dema yek ji gelê qedexekirî doza axavtina bi zimanê xwe yê dê dike, û ji bo wê hêzên dewletê wî digirin, davêjin zindanan, îşkencê lê dikin, dikujin, serwinda dikin…û gelê tirk’ jî ji wan r’a çepikan dixe. K’a, ji k’erema xwe r’a, ji vê cîhanê r’a bibêjin, mirov çawa dikare xwe ji vê bêdadîyê û ji van êrîşan bip’arêze?..
Û, dibe ku Hûn bi xwe jî ji min çêtir dizanin, gelê k’urd neç’ar ma, ku hewl bide, li hember vê hêza neheq û bêwijdan hêzekê ava bike, r’abe serhildanan, ji bo ku, wek net’ew, xwe bip’arêze û li ser p’êyan r’agire… Lê her carê, ji ber bêt’evgerîya xwe, ji ber bêr’êberîya xwe, ji ber dutîretîya navxweyî, k’urd p’erçiqîn…Û gundên k’urdan wêran kirin, û t’evkujîya k’urdan pêk anîn, û k’urd malwêran, k’oçber û sergedan kirin, li mêtropolên xwe û welatên din belavkirin (ji bo bibişêvin!) û her carê gotin- me xilazkir!
Lêbelê, r’astîyeke dîrokî heye, dibêjin:
- Gelê ku nexwaze bimire, t’u hêz nikare wî bikuje!
Û gelê k’urd jî îro êdî ne yê destpêka sedsala XX e, ew êdî xwedî r’êberî û t’evgera net’ewî ye û hêza wî ya xwep’arastinê jî t’êra xwe heye, û, çi ji dêstê wî tê, pêk tîne, ji bo ku nebe berxa qurbanê.
Û, ger hinek careke din bixwazin vî gelî t’une bikin, tê wat’eya ku ewan an fêmkor in û dînamîka dîrokê nabînin, an xwe şûna ker’ û koran danînine û xwe û gelê xwe dixapînin, an jî… mejûyê xwe xwarine.
Lê, sed heyf, wek ku tê xuyanê, di vî welatî da hîn jî mirovên wisa desthilatdarin. Û, eger wisa ye, yên ku xwe mirovên xwedî îrade, wijdan û r’ûmeta mirovyê hesab dikin (û yên wisa jî, ez bi bawer im, di nav gelê t’irk da hene!), divê li hember vê siyaseta înk’ar û t’unekirinê, siyaseta têr’ora dewletê r’abin, an na, ewê jî sibê bibin heval û hevk’arên merivxurên sedsala XXI. Hema, eger ne ji bo xatirê gelê k’urd, qe na, ji bo xatirê gelê xwe, pêşer’oja wî, di nav xwe da wêrekîya mirovî bibînin û li hember van sewdaseran r’abin, yên ku gelê t’irk jî kirine r’ehîneyê siyaseta xwe. Divê li hember wan dengê xwe bilind bikin, destê wan bigirin, k’arê wan ê r’eş r’awestînin, ji bo ku zar’okên t’irkan ên îro sibê şerm nekin, bibêjin- ez t’irk im!- Ji bo ku mûyê sipî, yê ku di navbera herdu gelan da maye, neqete, ji bo r’êya dîalogê nexitime, û pirsgirêkên heyî di nav xwe da bi aştî bên çareserkirin.
Ev şer’ê ku li dijî gelê k’urd tê meşandin, ne di berjewendîyên gelê t’irk da ye jî, ji vî şer’î çend mirovên desthilstdarîya K’omarê li ser xwîna gelan dewlemend dibin (r’ast hatye gotin, ku bazirganîya here mezin şer’ e!). Ji bo wê jî siyaseta t’unekirina gelê k’urd bûye ya fermî. Û bi vê siayseta fermî bi sedhezaran k’urd hatine t’unekirin, bi hezaran gundên wan hatine wêrankirin, ji dehhezarî jortir mirovên siyasî hatine girtin û îro di hebs û zîndanan da dir’izin, bi mîllîonan ji warê kal û bavan hatine r’akirin û k’oçberkirin, bi sedan r’ewşenbîr bê ser û berat’e hatine serwindakirin –û ev hemû ji bo wê, ku k’urd dibêjin em dixwazin k’urd bimînin, bi k’urdî biaxêvin, bi k’urdî bistirên û bi k’urdî binivêjin…
Ma xwe zar’okên desthilatdaran naçin şêr’ û naên kuştin, xwe mala wan naê wêrankirin?! Ji wan, ên ku şer’ê gemar gur’ kirin, yek jî T’ansû Çîllêr bû. Naha ew li k’u ye, yên din li kune?! Her yekî ji wan mal û hebûna xwe, dewlemendîya ku li ser vî şer’ê qirêj berevkirine, derbazî Dewletên Yekgirtî yên Amêrîkayê (DYA) kirine, T’irkîya û gelê t’irk hîç li wan pêwîst nînin. Ev şer’a ne yê gelên t’irk û k’urd e: li hêlekê r’êjîma înk’ar û t’unekirina gelan li holê ye û li hêla dinê jî -hêza gel a berxwedanê.
R’êjîm her tiştî dike, ku gelê k’urd t’une bike, gelê k’urd jî (û ew 25 mîllîon e!) naxwaze bimire û ber xwe dide. Lê li derva hêz hene (bi serk’êşîya DYA), yên ku dixwazin van gelan bînin hember hev û vê têk’oşînê biguhêzin şer’ê navbera du gelan. Ew nak’okîyên di navbera gelan da k’ûrtir dikin, wan malwêran dikin, bi xwe va girêdidin û dikin bin destê xwe. Di dîroka hebûna xwe da DYA li ser şer’ên li derva û t’alankirina welatan xwe li ser nigan girtye û mezin bûye.
Fermo, ji k’erema xwe r’a binihêrin, heya ku r’êjîm li hember gelê k’urd siyaseta têr’ora dewletê dimeşîne, K’urdistanê wêran dike, t’evkujîya netewekê pêk tîne, wê demê ji R’ojava û Dewletên Yekgirtî yên Amêrîkayê hîç dengek jî dernyê. Lê, dema ku k’urd li hember van disekinin û bersîvê didin wan, r’êjîma K’omarê û xwedîyên wê yên li wîalî okînosê dikin hewar û hêwarze.
Çima?
K’a, ji k’erema xwe r’a, bala xwe bidinê, li r’û cîyhanê li ku r’êjîmeke faşîst, cûntayeke leşkerî û paşver’û hebe, DYA dost û piştovanê wê ne!
K’ê Ûsama Bên-Ladên amadekir û derxist holê, k’ê Seddam Huseyn bi hêz kir…k’ê îro dest li pişta r’êjîmên wek yên Sahakaşvîlî dixe? Bê guman, DYA! Û ewê çi da wan? Dawîya Seddam li k’u ma, Bên-Ladên naha li k’u ye û k’î ye, Sahakaşvîlî bi saya DYA çi anî serê Gurcistanê?
Eger Bûş û r’êvebirîya DYA bi r’astî dostê gelê t’irk bûna, piştî têkçûna art’êşa T’irkîyayê ya li Zapê, piştî çalakîyên gêrîllayên HPG ya li hember qereqolên Oremarê, Bêzelê û yên din, çalakîya li dijî polîsan di Amedê (Dîyarbekir) da, wê bigota: “Êdî bese, divê ev şer’a bê r’awestandin, û vê pirsgirêkê bi aşîtî çareser bikin!” Lê na, serekk’omarê amêrîkî daxuyand, ku PKK dijmina DYA, T’irkîya û Îraqê ye. Bi vê daxîyanîya xwe Bûş xwest ji t’irkan r’a bibêje: “Binihêrian, ha-a, nebî-nebî hûn vî şer’î r’adiwestînin!”
Çima, ma gelo gêrîllayên HPG-ê êrîş birin ser nexweşxaneyan, dibistanan, sînema û têatroyan? An çalakîya 11-ê r’ezberê wan pêk anîne? (Wek ku tê zanîn, destê sazîyên t’aybet ên dewletê yên DYA di nav van hemûyan da hebûne!)
Eger ew xortên t’irk wek nûnerên çand û hunerê, wek dîplomat, karmend, bazirgan, an jî tûrîst çûbûna K’urdistanê, û k’urdek li xatirê wan k’etibûya, wê demê me hemûyayn dê ew şermezar bikirana… Hema ew ji bo wêranîyê û tevkujîyê çûne wir! Ew çûne şêr’! Û di şêr’ da jî, wek ku di nav gel da tê gotin, p’elawê belav nakin. Eger hinek dixwazin xortên wan neên kuştin, bila ew nehêlin, ku dewlet lawên wan bi çek û agir bşîne wlatê xelkê, ji bo ku ew jin, zar’, kal û pîrên wan bikujin. Dewlet ji bo vê wan dişîne, û kurd jî li hember vê zulmê xwe dip’rêzin.
Statûseke Kurdistanê ya dîrokî li holê ye –ew welatekî dagerkirî û bindest e, û leşkerê T’irkîyayê jî hêza dagirker e, ya ku t’enê t’evkujîyê, wêranîyê û têr’orê bi xwe r’a tîne.
Û eger di vî şer’î da leşkerên t’irk tên kuştin, ji bo wê dewleta T’irkîyayê bersîvdar e. K’urd t’enê mafên xwe yên r’ewa pêk tînin, ên ku di Destûra R’êxistina Nnet’ewên Yekbûyî û peymanên din ên navnet’ewî da hatine misogerkirin.
Yên ku îro K’omara T’irkîyayê ji malwêranîyê û p’arçebûnê bip’arêzin, gelî bir’êzan, hûn bi xw ne! Pêşîyên me gotine- r’astîyeke tal ji hezar derewên şêrîn şêrîntir e. Divê r’astîya vî şer’î, r’ûyê wî yê r’eş li ber gelê t’irk bê vekirin. Û hêvî û bawerîya me bi we heye, ku hûnê her tiştî bikin, ku ew şer’a r’ojekê berî r’ojekê bê r’awestandin… Di vî k’arê hêja û bi r’ûmet da r’ola we p’ir girîng e.
Û ji bo mirovayê p’ir’ girîng e, ku hûn bixwazin û bikaribin bi vê r’ola xwe ya bi r’ûmet r’abin.
Hêvî û daxweza gelan bi aşîtîyê heye.
Û hêvî jî, dibêjin, dawîyê dimire!..
-Aşîtî ji her maleke we û welatê we r’a!
-Azadî û aşîtî ji gelê k’urd û K’urdistanê r’a!
-Aşîtî û aramî ji cîhanê r’a!
Korda Mad
(Azîz ê Cewo Mamoyan)
Zimanzan-helbestvan-r’ojnameger
Endamê Yekîtîya r’ojmamegerên R’ûssîyayê,
PEN-a Navnet’ewî
16. 10. 2008
Tambov/R’ûssîya
Peynivîsar (P.S.):
Dema ev nameya êdî hatibû nivîsarê, agahî gihîştine me, ku di zindana li ser girava Îmralîyê li hember r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan êşkence pêkanîne û bêhurmetî dane xuyan, û tiştên weha jî ne hêjayî navê mirovahîyê ne û bêhurmetîyê ji şan û r’ûmeta wê r’a dikin.
Ev kiryarana bêhurmetî û gunehk’arî ne li dijî mirovayîyê!
Û dîsa t’u deng ji r’ewşenbîrên t’irk derneket!
Sed heyf! Heyf, ku hun îro ji hesavê zar’okên xwe dijîn, yên ku hê ç’avên xwe li ser vê cîhanê venekirine!
Wek ku tê xuyanê, di serî T’irkîyayê da k’arê k’urdan bi organîzmek a bîolojîk r’a heye, ya ku ji xêncî wêrankirinê, kuştin û t’alanê tiştekî dinê jê nayê. Ew bingeha k’etî û k’irêt, a ku li ser wê K’omara T’irkîyayê ava bûye, hê jî hebûna xwe didomîne, û, çiqas diçe, bêht’ir hovane dibe û r’ûyê xwe yê barbar dide xuyanê. Û îro hinek siyasetmederên t’irk her tiştî dikin, ku di dîroka mirovayê da nave gelê t’irk bi herfên reş bê nivîsarê.
Lê dive bê zanîûn: t’u kesê nikaribe wê r’ûr’eşîyê ji xwe bişo.
Li vir mirov t’enê tiştekî dikare bibêje: “Mişk çiqas xwelîyê dikole, li sere xwe dike”.
Wek ku tê xuyanê, dewleta ku li ser hestu û xwîna gelan hatye avakirin, dema dîroka xwe ya here aloz û çarenûsî derbaz dibe…
Dimêne, ku mirov hêvî bike, ku kurdê jî tevr û bêran hildin, vê pêvajoyê, ya ku wê bê fitya wê pêk bê, zûtir bikin, ji bo ku vê carê jî ji meşa dîrokê der nemînin…
K. M. 20.10.2008