NAME Û HELBEST JI SEROK APO RE
NAMEYA PANZDEH SAL BERÊ – WAT’EYA WÊ ÎRO JÎ KEVN NEBÛYE!
Çarê nîsanê r’ojbûna r’êberê gelê k’urd bir’êz Ocalan e. Gelê k’urd vê r’ojê wek r’ojeke xwe ya girîng û giranbuha pîroz dike – wek nîşana vejîna xwe… Û ev name jî, ya ku ez pêşk’êşî bala xwendevanê hêja dikim, bi vê boneyê ye.
…Belê, ev name panzdeh sal berê hatye nivîsîn, lê ji ber ew di pêvejoya wê demê ya girîng da, ya ku gelê me, û em jî di nav da, pêr’a derbaz bûne, hatye nivîsîn, ewê îro jî balk’êş be.
Ji wê demê heya îro gelê k’urd di têk’oşîna xwe ya ji bo mafên xwe da bi r’îberîya Serok Apo r’êyeke bêhemp’a derbaz bûye… Û wê demê, dema gelekan digotin: “Her tişt qedya!” – R’amana Serok, helwesta wî ya piştî komoloya navnet’ewî, ew bingeha ku wî danî bû û, ya sereke, hebûna wî bi xwe, di wan r’ojên here teng da jî, bawerî didan me, ku bi r’êya r’êberê xwe Abdullah Ocalan gelê me dê bigihîje mafên xwe yên mirovî û net’ew.
Û ew, çi ku îro pêk tê, vê ji me r’a dibêje!...
Weha, ew name, yak u wê demê min bi r’êya “Byûroya sedsalê” ji bir’êz Ocalan r’a şandibû û paşê ew di r’ojnameya “Azadîya Welat” da (hejmar 209, sala 2000) di bin sernivîsa giştî ya “Nameyên bi zimanê qedexekirî” da hatibû weşandin. E.C.
CÎHANP’ENAHÊ MEZIN XEWNA XANÎYÊ MEZIN DISÊWIRÎNE
Serokê bir’êz!
Heya ku ez bikaribim, di xwe da hêzekê bibînim û nameyekê ji Serokê net’ewî r’a binivîsim, demek pêwîst bû, ku bûyerên bihurî bêne fêmkirin, û ew dem jî dirêj bû û gihîşte r’oja iro. Dibe ku min heya naha bi dehan name û nivîs di bîra xwe da sêwirandine, lê her care jî min cesaret nekirye wan bispêrime k’axezê, ji ber ku min her care jî ew t’am nedîtine. Ew r’aman û mitalên min wê paşê weke helbest û nivîsên din derên r’onayîyê (Hinek ji wan êdî amade ne, û ez yekê ji wan ji Serokê xwe r’a dişînim).
Hezarsala sêyemîn wê bi r’amana Serokê Mezin xemla xwe wergire!
Di destpêkê da ez sersala Serokê Net’ewî ya 2000-î pîrozdikim û dibêjim, ku bi k’ar û xebatên Serokê Mezin gelê k’urd ji windabûnê r’izgar bûye û hezarsala sisêyan wê bêfitya bibe hezarsala Serok Apo û gelê k’urd.
Ji ber ku…
Hezarsala duduyan bi r’eng û awazên r’amana Serokê me xemla xwe wergirt û dibe dîrok. Hezarsala sêyemîn jî wê dîsa ji r’amana Serokê me hêzê bigire, bi r’eng û awazê r’amana Serokê mezin xemla xwe wergire û berbi dihatûya dîrokê va bimeşe.
Cîhanp’enahê ku xewna Xanîyê Mezin di jîyanê da disêwirîne, îro li ser “girava di pişt hevt deryîan da” ye, lê r’amana wî ji wir jî r’onayîyê dide cîhanê û gel û welatê me û hêvîya Azadî, aştî û mirovayîyê dide hemûyan. Û hebûna vê r’onayîyê jî garantîya meşa gelê k’urd a berbi Azadîyê va ye.
Û, ji ber gel jî baş dizane, ku ew ç’avkanîya hebûn û azadîya wî ye, bi xwe jî bûye garantî û mercê hebûna wê r’onayîyê.
K’î çi dixwaze, bila bibêje, k’î çi dixwaze, bila bike, yek e, ewên destên xwe yên gemarî dirêjî nave Serokê Mezin dikin, wê di dîrokê da winda bibin û mirovayî wê navê wan bi nifir’ên giran bîne zimên, lê navê Serokê me, wek navekî hêjayî mezinayîya dîrokê, wê li ser zarê her dayîk, zar’ok û kal û pîrên k’urdistanî be… Û îro jî zarokên ku zimanê wan nû vedibe, p’eyva wan a yekem nave Serok Apo ye.
Li ser bingeha ku serokê me danye, hezarsala sêyemîn wê bibe ya gelê K’urdistanê, mirovayîyê, yekîtî û aştîyê. Û em bi bawer in, ku cîhanê bibihê û şerm bike. Di dîrokê da t’im jî wisa bûye: mirovayîyê destê xwe hildaye ser pêşîk’êşê xwe û paşê jî ew wek p’êxember hebandye û serê xwe li ber wî ç’emandye. Û demê bê, cîhanê ji van kirinan şerm bike û spasî û r’êz û hurmetên xwe ji bo gelê k’urd û Dayîka serokan pêşk’êş bike.
Gotineke Omer Xeyam li helwesta serokan a li henber mirovên gunehk’ar tê. Helbestvanê mezin berbir’î Xwesê dibe û dibêje:
“Ey Xweda, eger ez şaşîyan bikim,
Û tu jî ji bona wê min ceza bikî,
Êdî çi ferqî di navbera min û te da?!”
Zindan û girtîgehên bi destan çêkirî wê nikaribin xwe li ber mezinayîya Serokê me r’agirin, û wê r’ojê bê, dîwarên wan dê bir’ûxin, ji ber ku r’a (îrade), r’uh û r’amana bi millionan k’urdan di k’esayetîya Serokê me da ye, ew hêvîya gelekî çil millionî ye, hêvîyeke wisa nikre bê hebskirin.
Îcar. k’a emê li derva çawa xwe di zindanê da bibînin, bikaribin bi her k’ar û barên xwe va hêjayî wê hêvî û armancê bibin? Ew jî bi serê xwe peywirek e, ya ku divê her yek ji me têbigihîje: em hemû- çil million bi Serokê xwe r’a dê demeke dirêj di r’ewşeke weha da nemînin, eger em bi xwe wê r’ewşê nep’ejirînin û ji wê r’a destê xwe daneynin. R’ast hatye gotin: “Gelê ku nexwaze bemire, t’u kes nikare wî bikuje!”- Û gelê me jî bi r’êya Serokatîya xwe gihîştye zanebûneke wisa, ku nema r’ewşeke weha dip’ejirîne. Ma bindestîya hezarsalan ne besî wî ye? Hebsa dewletekê t’êra me nake, heya welatek hî têra me nake, Serokê me êdî ji zûva ji sînorên welatekî, heya ji sînorê herêmeke cîhanê derk’etye û pirsgirêka gelê K’urdistanê dexistye ser bilindayîya cîhanê.
Hemû k’urd îro di wê bawerîyê da ne, ku hezarsala nû dê bibe destpêkeke nû di berdewama r’êya r’onî ya Serokê me yê Net’ewî da, ya ku dê gelê me berbi azadîyê va bibe…
Bi vê bawerîyê bi navê hemû heval û hogirên xwe, ez sersala 2000-î li Serokê me yê Net’ewî pîroz dikim û dibêjim, ku emê heya dawîyê k’arkerên r’amana Serokatîya xwe bimînin. Emê ji bûyerên bihurî jî dersên dîrokî derînin.
- Bila her bijî Serokê me yê Net’ewî –Serok Abdullah Ocalan!
- Bila her bijîn gelê K’urdistanê û gêrîllayên me yên leheng!
- Bila her bimrin xiyanet û xwefiroşî!
Bi r’êz û silavên germ û hêvîya bi Serokê Net’ewî r’a t’evayî li ser xaka nîştîman a azad pîrozkirina sersaleke berî sersalekê.
Dem û dîrok
(Dîyarî jib o Serokê Net’ewî…)
Bila dîrok nep’onije,
Îcar demeke nû wê tê:
Jîyaneke weke dojeh
Îro nema r’ewşa me tê!
Sal û sersal l‘hev zivir’în,
Ev gel êdî ne ew gel e,
R’oja çûyî naê k’ir’în:
Osmanîyê veneger’e…
Keç’ û xortên me yên t’ûre
Agrê r’izgarîyê gur’kirin,
Partî, artêş û gelê me,
Ocalan ew t’evgerkirin.
Bila cîhan amade be,
Îcar dora aştîyê hat,
Ji bo wê jî gel l‘ser p’êyan e,
Îro azadî ye xelat.
K’ar û bare meyê ev be,
Û emê her li ser p’êyan bin,
R’oja meyê r’onî bibe,
Dîroka me bê nûkirin…
Va ye, îro Aştî tê,
Serokê me bûye serk’êş,
T’a Ewropa ji Îmralîyê
Aştî wek merc wî daye pêş.
Nabe,- dibê,- weha nabe,
Bes e, êdî r’abin ji xew,
Îcar dema Aştîyê ye,
Jiyaneke bê tirs û saw…
Îmralî jî ji wê r’ewşê
Neç’ar maye, bêp’ergal e,
Hê p’al daye wek pîreşêr
Û diqîr’e, zarezar e:
- Nema êdî qebûl dikim!..
Korda Mad
(Ezîz ê Cewo)
20.12.1999/Moskova