NAMEYA VEKIRÎ
R’êzdar Berpirsyarê giştî!
Armanca nivîsîna vê nameyê ew e, ku bala We bik’işînim ser r’ewşa tirajîk a K’urdistanê û ji We hêvî bikim, ku Hûn, wek R’êvebirê r’êxistina hemcîhanî, ya ku divê berpirsyarîya berjewendîyên hemû gel û net’ewên cîhanê bike, destekê bidin bi aştî ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî. Gelê k’urd net’ewa here gewre ye di vê cîhanê da (ew ji 45 mîllîonan zêdetir e), ya ku ji mafê hebûna dewleta xwe bêp’ar maye. Û ev bêdadîyek a mezin a dîrokî ye. Gelê k’urd yek ji gelên kevnartirîn ên R’ojhilata Navîn e. Welatê wî – K’urdistan, di navbera çar dewletên herêmê: T’irkîyayê, Îranê, Îraqê û Sûrîyayê da dabeşkirî ye. Hemû r’êjîmên van dewletan, her yekê weke xwe çavê xwe li ser mafên k’urdan digirtin, siaseta têr’ora dewletê û t’evkujî li hemberî wî meşandine û îro jî dimeşînin. Her t’enê pey r’ûxandina r’êjîma faşîst a Îraqê r’a k’urdên Başûrê K’urdistanê bûn xwedî mafên xweserîyê. Lêbelê li vir jî pirsgirêka axên r’esen ên k’urdan, ên ku heya naha derî sînorên Herêma K’urdistanê ya Otonom a di nav Îraqa federal da dimînin. Û ev jî mîmarên Îraqa piştî Seddam ji bo wê wisa hiştine, ji bo ku herdem ji bo wan sedem hebin, ku dest li hundur’ê dewleta xweserwer werdin.
Di dîroka gelê k’urd a dewr û zemanan da r’ûp’elên berxwedana lehengî û têk’oşîna ji bo mafên xwe yên net’ewî hebûne. Lêbelê, r’ûp’elên r’eş jî hebûne. Gelê k’urd di hemû p’arç’eyîn K’urdistanê da di nav zulm û zora dojehî r’a derbaz bûye, r’astî r’êze t’evkujîyan hatye. T’enê dawîya sedsala XX û destpêka sedsala XXI ji hêla r’êjîmên Îraqê û T’irkîyayê va du çalakîyên t’evkujîyê li hember gelê k’urd hatine lidarxistin. Dema k’îmîabarankirina bajarê k’urdan ê Helebçe ji hêla artêşa Îraqê va s16- ê adara sala 1988-an p’ir’anîya niştecîyên wî bajarî hatine t’unekirin. Lê 28-ê berfanbara sala 2011-an niştecîyên k’urd ên gundê R’oboskî bûn armanca hêzên hewayî yên T’irkîyayê. Ev çalakî û yên berî van sûcê hovane ye li dijî mirovahêyê ne.
...Bi erêkirina bêdeng a cîhana şaristanî eşîrên k’oçer ên t’irkan şaristanîya Vîzansê t’unekirin, t’evkujîya kurdan, ermenîyan, yewnanan, asorîyan û gelên dinê pêk anîn, naha jî dixazin, herçê mayî yê ji gelê k’urd jî t’unebikin û xwe gîhandine Qibrisê...
Ev siyaset îro jî didome. Desthilatdarîya T’irkîyayê li dijî hemwelatîyên xwe şer’ekî berfireh dimeşîne. Û ew jî ji bo wê, ji ber ku k’urd dixwazin r’esenatîya xwe, ziman û çanda xwe bip’arêzin. Ji ber ku ew dixwazin hemwelatîyên k’omarê yên xwedî maf bin. Lê Destûra bingehîn a K’omara T’irkîyayê hemû niştecîyên welêt wek t’irk dide dipejirandin: “Hemû niştecîyên T’irkîyayê t’irk in!” Tenê zimanekî fermî heye, ew jî t’irkî ye.
Û li dijî wan, ên ku doza heman mafan ji bo k’urdan jî dikin (û t’enê di nav sînorên K’omara T’irkîyayê da zêdetirî 25 mîllîon k’urd hene), li ser asta dewletê li hember wan hemû êrîş û astengkirin tên bik’aranîn: girtinên mirovan ên bi girseyî, îşkence, cezakirinên bê dad û lêpirsîn, bik’aranîna ç’ekên k’îmyewî. Di hebs û zîndanên T’irkîyayê da bi hezaran zar’okên ji 12 heya 14 salî girtî ne. Û her t’enê sûcekî wan heye, ew jî ew e, ku wan kevir avîtine tank û p’amzêrên t’irkan, ên ku di bajarên k’urdan da êrîş birine ser xwepêşandêran. Bi sedan r’ojnamegerên k’urd û p’arêzerên r’êberê gelê k’urd birêz Abdullah Ocalan hatine girtin û hê jî di bin lêpirsînê da ne. Girtîyên siyasî yên k’urd di vî welatî da ji donzdeh hezaran zêdetir in, lê Abdullah Ocalan girtîyekî siyasî yê t’enê ye li ser girava Îmralîyê. Hemû pêşnîyarên wî yên ji bo bi aştî ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî di T’irkîyayê da, di nav wan da, wisa jî “Nexşeya r’ê”, bê bersîv dimînin.
Lê di wê navberê da, ji ber ku civaka navnet’ewî bi bêdengîya xwe ya bi sûc destûr daye, di T’ikîyayê da hebûna gelê k’urd bi xwe tê înk’arkirin, siyaseta bişavtinê, têr’ora dewletê û t’evkujîyê li hemberî wan tê r’êvebirin. Xwezaya nebînayî ya K’urdistanê û peykerên wê yên dîrokî têne t’unekirin. R’êjîma T’irkîyayê ewî çikilê xweşiktirîn yê cîhanê wêran dike, û ew kirye qada çalakîyên leşkerî.
Û ev jî ne hemû ye! Di k’îjan p’arçeyê K’urdistanê da gelê k’urd doza mafên xwe yên mirovî û net’ewî dike, dewleta t’irk hemû derfetên xwe yên siyasî, dîplomasî, darayî û leşkerî-teknîkî dike t’evgerê ji bo nehêle k’urd mafên xwe destbînin. Îro pirsgirêka sereke ji bo Ankarayê zêdebûna aktîvîya k’urdên R’ojava ye. Berê pêşin ew net’awetîyê dide wê, ku piştî k’etina r’êjîma Beşar Esed k’urd dikarin, bibin xwedî mafên otonom.
Lewra jî T’irkîya wisa li dû hev hevdîtinên, qaşo, “dostê Sûrîyayê” lidar dixe. Û bi xwe jî bi aktîvî beşdarî wan hevdîtinan dibe. Di bajarê T’irkîyayê yê Adanayê da baregehek a t’aybet hatye sazkirin, ji bo alîkarîya leşkerî û matêrîalî bidine opozîtsîona Sûrîyayê û k’omên têr’orîst ên cihêr’eng. Di bin navê “êwirgehên ji bo p’enaberan” da dewleta t’irk navendên p’erwerdekirina endamên k’omên têrorîstan avakirine. Û hema ji T’irkîyayê k’omên ç’ekdar ên cerdê êrîşê dibin ser gund û bajarên R’ojavayê K’urdistanê, çalakîyên t’êrorîstî li hember gelê medenî pêk tînin. Wek ku çapemanî r’adigihîne, wê baregehê û navendên p’erwerdeyê T’irkîya, Erebistana Siûdî û Qetar fînanse dikin.
R’êjîma t’irk di vê herêmê da, wek ku heye, r’ola cendermeyê dilîze, ji bo daxwezîyên xwezayî yên gelê k’urd ên ji bo azadî û wekhevîyê bifetisîne. Û wê erka xwe Ankara ne t’enê di hindur’ê welêt da pêk tîne, lê fersendê ji dest bernade, dest li k’arê hindur’în ên welatên cînar werde, eger li wir derfetek jî p’eyda dibe, ji bo ku k’urd hîç nebe, bibin xwedîyên mafekî.
Lêbelê, wek ku ji bo gelên din, wisa jî ji bo gelê k’urd aştî û aramî pêwîst e. Gelê k’urd her t’enê dixwaze, ku ew jî bibe xwedîyê wan mafan, ên kû gelên herêmê û cîhanê jimêjva êdî destanîne.
Di vê r’ewşa heyî da gelê me bi bawer e, ku mirovek t’enê heye, yê ku dikare aştîyê ji T’irkîyayê, K’urdistanê û bi giştî ji herêmê r’a bîne, û ew jî bir’êz Abdullah Ocalan e. Û ji bo wê, ku bikaribe r’ola xwe di pêvajoya ç’areserîya dêmokratîk da bilîze, ew divê azad be. Lê ew li ser girava Îmralîyê di dorpêç’ek a hişka da ye, bi îşkenceyan r’a r’ûbir’û ye, destûrê nadin, ku p’arêzerên wî r’astî wî bên.
Bir’êz Berpirsyarê giştî!
Bi nêr’îna me, êdî dem pêr’a gihîştye, ji bo ku aştî bê vê herêma zêryayî jî! Lê heya pirsgirêka k’urdî ç’areser nebûye, zû ye, ku mirov di derbarê aştîya vê herêmê da biaxive.
Pirs dertê holê: “R’êxistiana Net’ewên Yekbûyî, r’êxistinên navnetewî yên dinê û dewletên gewre çawa dikarin r’ola xwe di ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî da bilîzin û ji bo ku pêvajoya aştîyê destpê bibe, çi divê bê kirin?”
Di vê r’ewşa naha da, dema di T’irkîyayê da “faşîzma k’esk” har dibe, k’urd û dostên gelê k’urd bendê ne, ku civaka navnet’ewî dê ji bo r’awestandina kirên dijmirovî û dijqanûnî yên r’êjîma t’irk gavên bir’yardar bavêje, û r’êyekê ji bo bi aştî ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî bibîne.
Û heşmendîya pêşveçûnên pêvajoyên vê demê, yên ku di K’urdistanê û T’irkîyayê da pêk tên, dibêje, ku ji bo aştî pêk bê, divê civaka navnet’ewî van gavên pirktîk bavêje:
– Net’ewên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropayê, Yekîtîya Êkonomîkî ya Ewropayê û Asîyayê, eger bi r’astî dixwazin, ku pirsgirêka k’urdî bi aştî ç’areser bibe, divê dest ji siyaseta zostandartan bik’işînin. Divê li hember T’urkîyayê wan hemû ceza û çalakîyan pêk bînin, ên ku li hember Yûgoslavîyayê di dema alozîya Kosovoyê da û li hember Îraqê di dema êrîşk’arîya dijî K’uweytê (“Bahoz di xîzgehê da”) da pêkbînin. Divê bi hemû hêz û derfet’an Ankarayê neç’ar bikin, ku ew guhartinên bingehîn di Destûra bingehîn ya welêt da pêk bîne, û, ya sereke jî, di wî beşî da, li k’u tê gotin ku T’irkîya dewlwta yeknet’ew e.
– Civaka navnet’ewî divê çalakîya girtina r’êberê gelê k’urd Abdullah Ocalan wek çalakîya cerda (çeteya) navnet’ewî ya dewletan nas bike, wê sûcdar bike û daxwez bike, ku ew demekê berî demekê serbest bê berdin, di bin bawerîdana (garantîya) Net’ewên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropayê, Yekîtîya Êkonomîkî ya Ewropayê û Asîyayê û r’êxistinên navnet’ewî yên dinê û dewletên gewre da. T’irkîya divê hemû grtîyên sîyasî û zarokên girtî berde, yên ku di hebs û zîndanên wê da dizêrin, û divê zîyanên wan ên madî û manewî li wan veger’îne.
– Ji bo ku qîmetekî t’am bidin wan çalakîyên barbarî û t’evkujîyan ên demên bihurî û naha, yên ku r’êjîma T’irkîyayê li hember k’urdan, ermenîyan, yewnanîyan, asorîyan û gelên dinê pêk anye, trîbûnala (dadgeha) navnet’ewî saz bikin û lêpirsîna kirên wan zulmk’aran – r’êvebirên T’irkîya naha û ya duh bikin, wek kirên sûck’arên leşkerî, yên ku cûcên giran li dijî mirovahîyê kirine.
– Leşkerên dagirker ên T’irkîyayê divê ji sînorên Bakûr û Başûrê K’urdistanê bên deranîn.
– Ji byûcêya T’irkîyayê û wan dewletaan, ên ku piştgirîya zulmk’arîyên wê kirine, yan jî çek dane wê, zîyanên madî û menewî yên k’urdistanîyan li wan veger’înin: gund û şûnwar û r’êyên wêrankirî ji nûva ava bikin, her tiştî bikin, ku k’urdên ku bi neç’arî p’enaber bûne, veger’in warên xwe yên kal û bavan (bêy demborîyê û di bin garantîya R’NY û r’êxistinên navnetewî yên dinê da).
R’êzdr Ban Kî-mûn!
Em – k’urd, hêvîdar in, ku Net’ewên Yekbûyî, wek r’êxistinek a hemcîhanî, ya ku hemû gel û net’ewên cîhanê digihîne hev, wê mîssîona xwe ya dîrokî di pirsa bi aştî ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî da pêk bîne.
Bi r’êzên xwe yên ji dil,
Ezîz ê Cewo Mamoyan (Korda Mad), nivîsk’ar, lêger’îner, r’ojnameger; Endamê Yekîtîya r’ojnamegerên R’ûsîyayê û PEN-a navnet’ewî.
22. k’ewçera sala 2013-an
Bajarê Pyatîgorsk, herêma Stavropolê, R’ûsîya