Nameya xatirxwestina bavekî
Kurê min, keça min bi xatirê we!
Îro doktoran gotin 48 saet emrê te maye. An ez ê greva birçîbûnê berdim, an jî ez ê bimrim. Min got ez bernadim. Lê hevalan bi hev ri biryar dan ku dest ji grevê berdin, ji bo tiştek bi kesî neyê. Dîsa jî bedena min hew li ber xwe da û di roja 26'an de, yanî îro ez li xwînê der bûm. Ez vê nameyê ji koguşa xwe, ji ser ranzaya xwe dişînim.
Kurê min ê delal ê çavliken û keça min a porzer a hevala ba. Berî niha bi 8 salan dema ku leşkeran girtin ser gund û gundî kuştin, ez di berqefa zinarên pişta malan de hatim girtin. Ji wê rojê û heta îro min der barê we de tu tişt nebihîstiye.
Gotin gundiyên ku nehatine kuştin li gundekî cerdevanan hatine berhevkirin û derketina wan a Şirnexê qedexe ye. Hêvîdar im tew nebe hûn li wir bin û hûn nehatibin kuştin.
Zarokên min ên şêrîn û şekir. Heke bi riya rojnameyan we navê bavê xwe bihîst ku di grevê de jiyana xwe ji dest daye, bila qet hêsir ji çavên we neyên. Û bizanin ku we bavek winda nekiriye, bavê we ji gorê rabûye. Dê roj were, hûn ê li vî welatî, li ber maseyên dibistanên kurdî, bi serbilindî dîroka têkoşîn û rizgariya Kurdistanê bixwînin û bavê xwe jî di nav wan rûpelan de bibînin, bi serbilindî. Li rex şehîdên navdar û bi rûmet.
Hesreta min a di hinav û dilê min de, keça min. Bizane ku bavê te ne tenê axek, belê cîhanek jî ji bo te ava kir. Êdî ne mimkûn e li vî welatî hûn digel serdestiya dewletê serdestiya mêran jî bibînin. Tê bi hêza zanist û xwendinê mil bi mil, dest bi dest digel heval û hogirên xwe bî, roja baş û xerab. Tê ji bo welatekî pêşketîtir bibî afirînendê ramanan. Tê li pişt xwe timî hêza bavê xwe bibînî û cesaretê jê wergirî, di hemû dem û dewranên zehmet de.
Kurê min. Wa bizane ku çawa bi hesreta hembêzkirina we jiyame. Pa mimkûn e êdî ez te yê 3 salî hembêz bikim? Na! Heke hûn filitî bin ji wê şeva zalim a gulebaranê, êdî tu mezin bûyî niha. Ez ê tu caran nekarim êdî 3 saliya te hembêz bikim. Lê wa bizane ku hîn li ser dilê min du saliya te heye, digel bişirîna çavên te.
Kurê min, keça min. Bizanin ku tu rê û rêçik nemabûn ji bo em bikaribin wekî xwe li ser vê axê bijîn. Dest ketibûn qirika me û zimanê me, pêlav ketibûn heta nav mejiyê me. Her ku me serê xwe danîbû, serê me hatibû pelçiqandin sedsal bi sedsal. Êdî ji bo me ji mirinê pê ve tu destûr nemabûn.
Hêvîdar im hûn ê tola min di xwendin û zanistê de hilgirin. Hêvîdar im hûn ê tola min bi edebiyat û çanda kurdî hilgirin. Hêvîdar im hûn ê asîmîle nebin û hestiyên min di gora min de nerizînin. Bizanin ku hûn li gor dilê netewe û gelê xwe mezin nebin û navê gelê xwe li cîhanê bilind nekin, ez ê di gorê de jî tu caran rihetî û xweşiyê nebînim.
Çavên we, porê we, dêmên we, kefa herdu destên we, eniya we maç dikim.
(...)