NAMEYEKA VEKIRÎ JI MESRUR BARZANÎ RE!
Birêz Mesrûr Barzanî, te gotiye; "Divê PYD/PKK ji Şengalê derkevin" û "Qendîl axa Îraqê ye, divê bê valakirin."
Mafê min heye ku ez jî wekî kurdek raya xwe bibêjim. Loma jî min ev kurtename nivîsî.
1- HPG Û YPG ne li ser vexwendina we, lê li ser valakirina we û radestkirina we ya êzdiyan ji destên dirindeyên DAÎŞê re çûne Şengalê û namûsa kurd parastine. Loma jî dê ne bi daxwaza we lê eger derkevin dê bi daxwaza gelê li herêmê û bi vîna xwe derkevin!
2- Qendîl ne axa Îraqê, lê axa herî qedîm a Kurdistanê û kana gelê kurd e. PKK jî ne li ser vexwendina we û bi daxwaza we, lê bi hêz û vîna xwe li wê derê ye û ji 10 caran zêdetir ji dengên we ji hilbijartinên parlamentoyê stendiye gel li pişt PKKê ye.
3- Tu Musteşarê Ajansa Ewlekariya Başûrê Kurdistanê, kurê apê te Serokwezîr û bavê te Serok. Her wiha di hemû cihên stratejîk û dîplomatîk de yek ji malbata we û hûn li serê hemû kaniyan. Partiyên başûr bi xwe jî hemû komplokar, lîstikên destên dijminan û dijminên kurd û Kurdistanê, mirovên berjewendiyên xwe ne li gor raya we. Baş e demokrasiya ku hûn ji ser zimanê xwe danaxînin ev e?
4- Di demek ku AKP hêzên leşkerî li ser sînorê Rojava kom dike û lez daye kolandina xendekan, şûrê xwe kişandiye daye ser stuyê kurdên Rojava, amadekariya şerek erjeng dike, ev daxuyanî û daxuyaniya beriya wê ya birêz Mesûd Barzanî balkêş e û ne tesaduf e. Çewa be AKP dostê we yê stratejîk e!.. Ev jî bi devê kurê apê te Nêçîrvan Barzanî hatiye îtirafkirin.
Bi hemû xêr û gunehên xwe ve (lewra guneh jî ne kêm in) rast e ku we 50 salî pêşengiya şoreşa başûrê Kurdistanê kir û ev bû sedema pêşkeftina giyaneke neteweyî li parçeyên din jî. Bi tenê ji bo vê yekê jî, mineta we li ser çavan. Lê ew qasî xwîn û xwêdan ne ji bo malbata Barzaniyan, lê ji bo Kurd û Kurdistanê hate rijandin. Di têkoşînên rizgariya neteweyî û azadkirina welatekî de kî zêde ked, xwîn û xwêdan dabe xwedî ew nîne. Nema ku ne bi tenê we ked û xwîn û xwêdan daye û ked û xwîn û xwêdan ji bo tevahiya civakê tê dayîn û destkeftî yên hemû gelên li Kurdistanê dijîn in. Heya ev rastî bi vî rengî neyê pejirandin û pêkanîn, hezar mixabin ku li ser navê parastina kurd dê kurd bêne pêşkêşkirin û kuştin ku ev kambaxî û malxirabiya herî mezin e.
Di xebatên we yên ji bo berjewendiyên hemû kurd û Kurdistanê û hemû beşên civaka Kurdistanê de, serkeftin û serefiraziyê hêvî dikim.
Mahabad Felat Arda 2015-07-04