Ne gelê kurd ne jî zimanê kurdî serî ditewîne
A+
A-
Li hemberî van êrî?ên li ser zimanê kurdî, gelê kurd ji desthilanînê neketiye, Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî digel hemû astengiyan jî xebatên xwe didomîne. Heta niha bi tenê li Stenbolê li zêdetirî deh cihan li ser zimanê kurdî panel hatine dayîn. Li gelek cihan ji bo hînkirina xwendin û nivîsandina kurdî qurs hatine vekirin.
Rojnameya Azadiya Welat ji bo bibe rojane lez daye xebatên xwe. Bi vê mebestê rayedarên rojnameyê dixwest li çend cihan konserên pi?tgiriyê li dar bixin, lê mixabin destûr nehate dayîn. Li hemberî vê yekê rayedarên rojnameyê, nivîskarên wê û saziyên kurdan helwesta xwe nî?an da û bi daxuyaniyên çapemeniyê ev helwesta kirêt a hêzên dagirker ?ermezar kir. Ez bi xwe jî wekî nivîskarekî rojnameyê, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û aktîvîstekî TZPKurdî be?darî daxuyaniya li Cizîrê bûm. Li wê derê me ev daxuyanî xwend:
Biratî li ser red û înkarê pêk nayê
Pi?tî konsera pi?tgiriya Azadiya Welat a Qoserê, îcar jî konsera Cizîrê hate qedexekirin. Hinceta fermî çi dibe bila bibe, ev qedexekirin helwesta dewletê ya li hemberî çand û zimanê kurdî nî?an didin.
Her wekî hûn hemû dizanin, berî niha bi demekê, fermaneke taybet ji waliyên 81 bajaran re hatibû ?andin. Di wê fermanê de helwesta li hemberî zimanê kurdî bi awayekî a?kera hatibû gotin. Gi?tînameya ku li ser navê Wezareta Karên Hundirîn hatibû ?andin dida zanîn ku ew ê tu caran destûrê nedin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Ev helwesta li hemberî Azadiya Welat berdewama vê helwestê ye. Hêzên dagirker dixwazin bi riya qedexekirina rê li ber rojnameya rojane ya kurdî bigirin. Ji ber ku ew dizanin ku bi riya rojnameya rojane dê zimanê kurdî ge? bibe û dê polîtîkayên asîmîlasyonê têk biçin.
Her mala ku rojnameya rojane ya kurdî têkevê dê bibe wekî dibistana zimanê kurdî, dê kurd bi rojnameya xwe li zimanê xwe vegerin, dê evîna zimanê kurdî di dilê wan de ge? û gur bibe.
Ev yek dê bi xwe re daxwaza hînbûna zimanê kurdî zêde bike, hi?mendiya ziman di nav de belav bike.
Her mala ku rojnameya rojane ya kurdî têkevê dê bibe wekî dibistana zimanê kurdî, dê kurd bi rojnameya xwe li zimanê xwe vegerin, dê evîna zimanê kurdî di dilê wan de ge? û gur bibe.
Ev yek dê bi xwe re daxwaza hînbûna zimanê kurdî zêde bike, hi?mendiya ziman di nav de belav bike.
Hêzên ku xebatên Azadiya Welat asteng dikin, vê yekê dizanin lewre jî dixwazin bi polîtîkayên qedexekirinê rê li ber vê ge?bûnê bigirin. Divê em gi? vê yekê bibînin û li gorî wê helwesta xwe bigirin. Dê doza rojnameya rojane, doza azadiya zimanê kurdî teqez bi ser bikeve.
Polîtîkayên asîmîlasyonê êdî naçin serî, bila her kes vê bizane û li gorî wê tevbigere.
Êdî gelê kurd, zilm û zordariyê qebûl nake.
Polîtîkayên asîmîlasyonê êdî naçin serî, bila her kes vê bizane û li gorî wê tevbigere.
Êdî gelê kurd, zilm û zordariyê qebûl nake.
Ew a?tî, azadî û biratiyê dixwaze, lê koletiyê tu car qebûl nake!
Bila her kes bizane ku biratî bi wekheviyê pêk tê, ne bi red û înkarê.
Em dixwazin ku rayedarên dewletê dev ji vê polîtîkaya red û înkarê berde riya biratî û wekheviyê veke. Ev polîtîkayên qedexekirin û astengkirina xebatên ge?kirina zimanê kurdî bi tu awayê ne ji xêrê re ne, zerarê didin a?tî û aramiyê, lê nikarin rê li ber têko?îna azadî û wekheviyê bigirin.
Bila her kes bizane ku biratî bi wekheviyê pêk tê, ne bi red û înkarê.
Em dixwazin ku rayedarên dewletê dev ji vê polîtîkaya red û înkarê berde riya biratî û wekheviyê veke. Ev polîtîkayên qedexekirin û astengkirina xebatên ge?kirina zimanê kurdî bi tu awayê ne ji xêrê re ne, zerarê didin a?tî û aramiyê, lê nikarin rê li ber têko?îna azadî û wekheviyê bigirin.
Gelê Cizîrê jî bi be?darî û eleqeya ku nî?an da, diyar kir ku ew çendî dilsoz û dilsojê zimanê xwe ye. Bi taybetî be?dariya dayikan, be?dariya ciwanan hêjayî dîtinê bû. Cizîr cih û warê Meleyê Cizîrî, navendeke sereke ya ge?edana ziman û wêjeya kurdî ye. Danerê alfeba û rêzimana kurmancî Mîr Celadet Bedirxan, di kurmanciya nivîskî de kurmanciya vê derê bingeh girtiye. Li Cizîrê zimanê kurdî hê zindî ye, di nav civakê de bi berfirehî tê bikaranîn, lê belê dîsa jî polîtîkayên asîmîlasyonê bandor li zimanê gel kiriye. Digel vê yekê jî xebatkarên saziyên kurdan li benda rojnameyekê rojane, gelek kes ji rojnameya tirkî ya rojane zêdetir, Azadiya Welat dixwînin. Lewre jî ew dixwazin rojname rojekê berî rojekê bibe rojane, da ku karibin nûçeyên rojane bi kurdî bixwînin.
Di parastina zimên de huner xwedî cihekî taybet e. Me ev yek bi çavên serê xwe dît, ji ber ku gel eleqeyeke gelekî zêde nî?anî hunermendên kurd Îbrahîm Rojhilat û Zinar Sozdar da. Digel hemû pest û pêkutiyan jî gel li ser piyan e. Gelek bajar amadekariya mîhrîcanan dikin, li vegerê me riya xwe bi Nisêbînê xist, li wir jî Konsera Çetîn Oraner û Peyvan Arjîn hebû, bi hezaran kesî qada ber ?aredariyê tijî kiribû.
Li Amedê pi?tî girtina qursa zimên îcar Komeleya Lêkolîn Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) vebûye. Komeleya Pena Kurd xebatên xwe didomîne, komeleya KARGER xebateke din dime?îne, we?ana Kovara W didome. Ev gi? cihê kêfxwe?î û serbilindiyê ne.
[email protected]
Gotinên miftehî : Ne,gelê,kurd,ne,jî,zimanê,kurdî,serî,ditewîne