1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mîrhem Yîgît
  4. Ne asimîlasyon, otasimîlasyon pişta me dişkîne
Ne asimîlasyon, otasimîlasyon pişta me dişkîne,ne,asimîlasyon,otasimîlasyon,pişta,me,dişkîne

Ne asimîlasyon, otasimîlasyon pişta me dişkîne

A+ A-

Ev meh, meha em tê de, meha Gulanê ji ber çend bûyer, roj û hefteyên xwe ji mehên berî û piştî xwe vediqete, cihê dibe û ev cihêbûn jî, jê re dibe xweserî, taybetmendî û faktorê bîranînên xweser.

Her sê rojên 14,15 û 16 bi hev re, rojên Cejna Zimanê Kurdî ne. Ji 18 ê wê û pêve jî di serî de şehadeta têkoşerê Tevgerarizgarîxwazî Haki Karer û ber bi dawiya wê de rojên çend şehadetên xwedîşop in..

Şik û goman tune ku di nav van şehadetan û giş şehadetên 30 salên dawî û Cejna Zimanê Kurdî de girêdaneke dualî heye.

Ev cejin, Cejna Zimanê Kurdî encam e, ber û berhemê van şehadetan û giş şehadetên ne bi tenê meha Gulanê, belê yên timamê şehadetên tevgerararizgarîxwazî ye.

Ji ber vê û gelek faktorên din em kurd, her tirk, faris, ereb, ermenî û asûriyekî azadîxwaz, dilxwazê birayetiya gelan, qerzdar û deyndarê şehîdên mîna Hakî Karerê ne kurd û bi hezaran şehîdên kurd, tirk, faris, şoreşgerên ji xelk û olên din in.

Di nav van şehîdan de şehîdên welatê Instîtûta me lê û welatê niha em van rêzan li bajarekî wî dinîvisînin jî hene. Mêjî û motor, wuha navneteweyî û çendneteweyî, çendolî û çendmezhebî, asyayî û ewropayî ye.

Em gişan ku lîsteya wan dûr û dirêj e, xwe bi nav giş 30 salên derbasbûyî de ber didin û li van salan bela dibin bi hurmet û rêzdarî bibîr tînin.

Gotin têra meznahiya şehîdan nakin. Her şehîd ne romanek, bi dehan roman, ne filîmek bi dehan flîm û peyker heq dike.

Neteweyek bi derece û nisbeta qedir û qîmet dide şehîdên xwe, gazî û şervanên xwe mezin dibe, dibe xwedî rûmet, kesayetî û şexsiyet.

Heger em îro hinekî bûne xwedî kesayetî, em nema ji ber xwe şerm dikin, bi xêra şehîd û gaziyan e.

Di artêşan de terfî hene; generaltî, mereşaltî hene. Di hikûmet û dewletan de wezîr, serokwezîr û serokkomar hene. Li zanîgehan doktor, doçent, profesor, ordînaryus profesor hene. Ev giş rûtbe û terfî ne, meqam in. Belê şehîd di ser van gişan re ne.

Şehadet meqamê di ser meqman re, rûtbeya di ser rûtbeyan re ye. Bi meznahî, rûtbe û meqamên xwe kes naghin şehîdan

Ev çend roj in li welat û li derveyî welat Cejna Zimanê Kurdî ye. Sazî û rêxistinên Tevgerarizgarîxwazî mesajên xwe didin, şaredariyên me li welat, Tevgera Ziman û Perwerdê saziya TZP, ciwanên li zanîngehan, xwendevanên dibistanên seretayî û navendî, girêdayê vê cejnê çalakiyan li dar dixin, kêfxweşiya xwe di şahiyên corecor de bilaş û gewd dikin.

Di televizyonên me de bername têne çêkirin, komelanên me sohbet, konferans, panel û semîneran li dar dixin.

Cejin, rojên kêf û şahiyan, pîrozbahî û pîrozkirinan in. Di cejnan de ji her rojeke din zêdetir dil û mêjî dibin yek, bi hev re lê didin.

Hestên neteweyî, bihevrebûn û tifaqê gurr dibin û seranserê welat, milyonên neteweyekî bi hûr û girên xwe, bi jin û mêrên xwe, himbêz dikin û di rojên wuha hevbeş de, kes ji nav sînorên lokal û tengbîn derdikevin, balixtir dibin, distewin.

Êdî fikir û ramana em kurd in, em endam û elemanên heman neteweyî ne dikeve pêşiya ez ji filan malbatê, filan bavik, filan eşîrê, filan ezbet û herêmê me.

Ev pêşketinek e dîrokî ye, bi serê xwe şoreşek e. Kesî bahwer nedikir ev çêbibe, bibile. Ev xeyal bû. Xeyala Ehmedê Xanî, Mele Mehmûdê Beyazidî, zarwên Mala Bedirxaniyan, Cegerwîn, Hejar û Hêmin, Qenadê kurdo, Erebê Şemo û bi sedan rewşenbîr û serhildêrên kurd bû. Îro dikeve jiyanê ev xeyal, dibe rastî, rastiyeke diyar û berçav, fireh û wlatgîr.

Heger îro milyonên kurdan zindû û biruh in, kurd ketine meclîsa dewleta deshelatdar, pirsgirêka kurdan navneteweyî bûye û ketiye rojeva dewletên mezin, heger li Tirkiye artêş bêprestîjbûye û deng ji serfermandarê wê biliyaye, partiyên dewletê xitimîne, xiliqîne û heger kenalên televizyonên tirk, rojnamevan û profesorên fermî, nivîskar û stratejîstên wan xwe û siyaseta sedsalên dawî di ber çavan re derbas dikin û dawiya dawî heger serokkomarê dewletê „ Li Tirkiye pirsgirêka helî mezin pirsgirêka kurdan e û ev pirsgirêk gerek bê çareserkirin“ dibêje, ev giş encamên keda şehîdan, gazî û zîndaniyan, şervan û parlamenterên kurd û serokayetiya netweyî ne.

Şik û goman tune ku em xwurt in û dewlet qelse. Hêzek e pişta me deyne erdê tune. Hêzeke bikaribe me vegerîne rewş û statuya berê tune. Em gelek caran nimûneya ku ne mikune kesek bikaribe mirovekî yan jî miroveke bi temen mezin li zik û rehmê dayikê vegerîne didin.

Kirasê Lozanê ji me re tefsilandibû, statuya Lozanê ji me re danîbû niha zîvar zîvarî bûye, hildiweşe.

Salên paktên Sais Pico, Sadabad, Cento û Bexdê li pey me dimînin. Em li ser riya qonax û statueyeke nû ne. Ew jî statuya konfederalîzma demokratîk e.

Berê me li siberojeke ronak, li wêbêyeke azad û serketî ye. Şehîdên me jî ji gorên xwe, ji meqam û pîrozgehêên xwe dibînin, dişopînin û ji ber ku ked û xwêdana wan vala neçû bi erdê de neçû, ala wan li ezmanan li ba dibe, doza wan li ser riya serketinê gav bi gav li hedefa xwe nêzîk dibe, diqedime, rehet in, razî ne û ji bo riya mayî jî ew ji bo cîl û nifşên piştî xwe hêza çogan, rêberî û rêpêşanderî ne.


Em bên ser pirsgirêka ziman. Navçe û dabaşa semînera îro li Meinheimê, aliyê em biqusûr in, aliyê em nikarin xwe tê de serketî hesab bikin. Aliyê bi ihtîmaleke mezin şehîd ji ber wê xemgîn in, rexnegîr in, ev ali ye.


Me behsa hinek pêşketin kir. Raste û qet tê de mibalexe tune ku di 30 salên buhurî de em zêdeyî texmînan bipêş ketine û hatine guhertin.

Di van salan de, di her aliyê jiyanê de me xwe jinûveavakir, me xwe binûvekir. Em bûn xwedî partî, artêş û serok, medya stelîtî bi sedan sazî, saziyên civakî, hunerî, pîşeyî û olî. Em bûn xwdiyê bûtçeyeke neteweyî ku van gişan fînanse dike.

Di aliyê îdeolojî û siyasî de, taktîk û stratejî de, perspektîvan de tu pirsgirêkeke ciddî ku em nikaribin di bin de rabin û çareser bikin nemaye.

Li xebatên serok bi tenê di salên di Imralî de binerin......


Belê di nav van gişan de û di tenişta wan de kêmaniya me ya helî ciddî ziman e.


Di nav xebat û têkoşîna vê şoreşa mezin de me zimanê xwe ihmal kir. Me mesela ziman li paş xist, avêt wêbêyeke nediyar. Me hişt ji siberojê re û me got ku ev mesele bila bimîne piştî şoreşê. Me got ma çi ferq dike ha kurdî, ha tirkî, ma di encamê de ziman ne ji bo dayîn û standinê ye.

heta me yeke ku kes nake me kir:

kesê bi kurdî axivî û di civîn û çalakiyan de axaftina bi kurdî xwest me ew biçûk dît, paşverû binavkir, me jê re got ew nasyonalîst e, miliyetçi ye. Yanî me bi destên xwe kevir li çoga xwe da, em bûna alîkarê xwe û hevalê xwe, zarok û malbata xweasimîlekirinê.

Bi gotin in din di dema dewletê zimanê me qedexe dikir, ji ber axaftina bi kurdî li ber deriyên zîndan û dadgehan li dayik û xwuşkên zindaniyan dida, heqaret li wan dikir, me jî di nav xwe de xwe asimîle dikir, me çerxeke duhem di ber çerxa asimîlasyênê re biger xist.

Îro em dibînin ku kêr gihaye hestî û heger em bi şêweyek xwurt xwe nedin hev û di her aliyê jiyanê de li zimanê xwe venegerin wê roj bê ku pirr dereng be.


Ez naxwazim li vir li ser dîroka ziman, guhertin û pêşketinên di zimanekî de dibin, rol û fonksiyonên ziman, zarava û devokên ziman, zimanê standard çawa çêdibe, meselên alfebê û Hwd din bisekinim.

Xalên ez dê li ser wan bisekinim, ne aliyên akademîk in. Çend xal in ku di jiyanê de em bi wan re rûberû dibin, li vir û li dera han bi wan re têne himber hev..

Ewil ez vê bêjim ku zimanek di çend tiştan de dijî, bi pêş dikeve, xwurt û geş dibe yan jî serberjêr dibe û ber bi nemanê dikeve rê li gora ev tişt tên yan nayin kirin:

ev jî axaftin e, nivîsandine û perwerdeya bi ziman e.

Zimanek çendî axaftin pê kêm bibe, nivîsandin pê kêm bibe û bimîne li derveyî perwerdeyê, ew ziman jî ewçendî dikeve ser riya mirinê, teng û xezan û bêkêr dibe. Ev tu li ser sta ferd bigre û li ser asta neteweyî jî binere wuha ye.


Ku ziman mir, bi mirina xwe re, bi xwe re gelek tiştên din jî dibe, tişt û nirxên neteweyek bi wan dibe netewe jî wunda dibin.

Bifikirin kurdekî bakurî yan jî ji perçeyekî din ku bi kurdî nizanibe wê bi kurdên perçên din re çawa bide û bistîne. Her kes ne li Elmanyaye ku bi hev re bi elmanî biaxive.


Ji ber ku zimanê kurdî xeleka nav kurdên her çar perçan e, xelek û pira nav wan e, ku ev pir rabû, ku ev pirr hilweşiya faktorê serekî ku wan tîne ba hev jî radibe.


Nimûneya kurdên perçan li televizyonê ku li gora yên bi kurdî zanin û nizanin bi hev re rûdinin. Gerek herkes bi zaravayekî baş zanibe û bi yên din jî fêm bike.

Gelo niha di nav me de çend kurdên Başûr, Başûrê Rojava û Rojhilat hene. ?

Heger tunebin yan kêm bin sebeb çi ye ?, çi ne ?

Gelo em karin di nav me de nebûna kurdên perçên din bi tenê bi siyasetê, bi îdeolojiyê û bicihêyîya fikrî îzah bikin.?

Şîrove û îzaheke wuha çendî rast û ilmî ye ?

Raste îro PYD,PÇDK û PJAK hene. Ev şax û seksiyonên heman navendê, heman îdeolojiyê û heman serokayetiyê ne. Lê gotina me ne li ser hejmara îdeolojîk,pêşeng û milîtan e, mebesta me komelanên gel e, komelanên di aliyê îdeolojîk û siyasî de ne dûrî şoreşê, belê li derveyî xebatê ne.


Ev yek gerek her xebatkar, rêvebir û xwedîgotinên me bide fikirandin. Bi taybetî berpirsiyarên komelan, Yekomê, Konkurdê û em giş divê serê xwe bi vê kêmbûna kurdên perçên din bêşînin.

Gelo rola serdestiya axaftina bi tirkî tune li vir, hûn çi dibêjin ?

Em çavekî bavêjin encamên hilbijartinên li Bakur. Bala xwe bidinê. Li her cîhê ne bi tenê îdeolojî û siyaset xwurt e, belê her der û cîhê hê zimanê kurdî nemiriye, hê asimîlasyon bi serneketiye DTP li pêş e, AKP bi binketiye.

Bervaja li cîhên asimîlsyon û otoasimîlasyon lê gihiştiye encamê û asimîlasyon û otoasimîlasyon bi hev re kar dikin, ji hev re dibin alîkar û dualî hev bixwedî dikin, dengên DTP kêm in û AKP û partiyên din yên dewletê partiyên asimîlekar serdest in.

Em behsa 21-22 bajarên Kurdistanê dikin. Belê bala xwe bidinê em hê gelekî dûr in ji serketina di gişan de. Heta em li dawiya giş partiyan in di hinekan ji van bajaran de.

Encamên me bi dest xistin li Entabê, Osmaniye, Skenderûnê, Nizîpê, Islahiye, Erzerom, Sêwas, Meletya Erzîncanê, Mereşê, naye wateya ku di van bajaran de şoreşger tune nin, hevalbend û endamên DTP tune nin, ji van bajar û navçeyan gerîla derkneketine, şehîd çêbebûne, şoreşgên tevgerarizgarîxwazî derneketine.....belê derketine û îro li çiyê di astên bilind de berpirsiyar in jî.


Belê ev giş rastî ne ku têra şîrovekirina rêlêgitina asimîlasyonê û lewazbûna me di van deran de nake. Ev giş encamên asimîlasyon û otasimîlasyonê ne.

Tu carî asimîlassyon bi miletyekî nikare, belê ya pişta netewe û zimanê netewe dişkîne, otoasimîlasyon e.

Ne bila sebeb dewlet ji bo asimîlekirina kurdan bi israr e, herfên kurdî û perwerdeya bi kurdî qedexe dike.

Berî bi çend mehan di kenaleke televizyonên Tirkiye de nîqaşek hebû. Yekî besha xebatên kurdên li Ingilîstanê û bandêra vê xebatê li ser raya giştî ya Ingilîz dikir. Yê din lê vegerand heta xebat û çalakiyên wan bi tirkî bin ji wan netirs digot.

Dema em behsa asimîlasyon û otoasimîlasyonê dikin em li ser hezkirina zimanê xwe disekin, ev naye wateya ku em dijminê zimanê tirkî, farisî û erebî ne.

Na her ziman biqîmet e, gotina „ ziman û peyayek „ di cihê xwe de ye.

Mirov çend zimanan zanibe, ewçendî baş e. Belê bila ne li ser hesabê zimanê mirov be. Ya em dibêjin, em dixwazin bêjin, gerek em bixwazin ev e.

Yeke din:

Axaftina bi kurdî yan jî doza axaftina bi kurdî li kurdekî ne nasyonalzim e, ne miliyetçîtî ye.

Marks damezrênerê enternasyonala yekê, Engels ya duhem Lenin damezrênerê ya sêhem, Troçkî yê ya çarem e, û ev her çar jî îdeologên sosyalîzim û enternasyonalzîmê ne. Belê giş serdestê zimanên xwe ne û di nav rewşenbîr û entelektuelên zemanê xwe de ji kesên helî ji zimanên xwe û hezkirine û zimanê neteweyî bipêş xistine têne zanîn. Ev herkesê hayê wî ji jiyana van kesan heye zane.

Belê, Marks jî, Engels û Lenin û Troçkî jî sê hosteyên zimanên elmanî û rûsî ne.


Behsa du kesan dibe ku zimanê Elmanî bipêş xistine yek ji wan Nietzche ye û yê din jî Marks e.


Kesê bêje axaftina bi kurdî nasyonalîzim û nîjadperestî ye û ji bo zimanê xwe sersar û bêxem e kî dibe bila bibe şaş e, divê dev ji vê şaşiyê berde. Divê ji behaneyên bêbingeh û van dîtin û angaştên li aliyê dewletê û di xizmeta aimîlasyonê de berde, zend û bendên xwe vemale û zimanê xwe fêr bibe.


Bila cejna zimanê kurdî bibe wesîle û destpêka vegera li zimanê kurdî û bibe destpêkeke cidî ji bo hînbûna zimanê xwe û axaftina pê.


Ya din kesê ku bi kurdî zane nabe xwe di ser kesên kurdiya wan qelse re bigre, kesî biçûk bibîne, bi taybetî tinaz û qerfên xwe bi kesekî yan kesekê bike


Xaleke din girêdayê zarava û diyalektan e. Giş zarava û devok binirx in. Ji bo zimanê kurdî hêz û dewlemendî ne. Ne kurmancî di ser zazakî û soranî re ye û ne jî soranê di ser zazakî û kurmancî re ye û ne jî zaravayekî din. Giş binirx in, wekhev in.


Zarava û devok rastî û realîteyên her zimanî ne. Bi sedan peyv û gotinên hêja ku zimanê standard ji van zaravan gişan, ji devokê Pazarcikê, yê Enedolê , Entabê, Semsûrê, Koçgîrî bigre hene.


Em behsa sîstem û paradîgma konfederalîzma demokratîk dikin. Navçeya hedef e di dereceya yekemîn de Rojhilata Navîn e.

Zimanê me awantajek e.

Di qonaxa xwe jinûveavakirinê de mesela ziman, yekcar girîngitir dibe. Xwejinûveavakirin projek e. Wê her aliyê jiyanê bigre, li welat û li derveyî welat.

Em di serî de vê bêjin ku pêwiste zimanê vê qonaxê jî zimanê hevbeş be, bi ziman û zaravayên çarperçan be. Ji ber ku zimanê xeyrî kurdî perçebûna me kûrtir dike.

Naxwe bila siloganê xwejinûveavakirinê me axaftina bi zimanê kurdî be. Yeke din jî heye, zimanê konfederalîzmê ne zimanê dewletên herêmê ye. Ne tirkî, erebî, û farisî ye, ihtîmala ku kurdî be zêdetir e. Ji ber ku li Rojhilata Navîn û bi giştî li cîhanê neteweyekî bi qasî kurdan çar-pênc zimanî ku hem kurdî û tirk, hem kurdî û farisî û hem jî kurdî û erebî, kurdî û rûsî, kurdî û ermenkî zanibe tune.

Heger mirov zimanan bike du beşên mezin wê nemubalexe be: zimanê dewletan û zimanên berxwedanê. Hevaleke Elman ji bo kurdî “zimanê berxwedanê ye” dibêje.

Dema mirov ji Gulana şehîdan û ji sêhemîn sala Cejna Zimanê kurdî dinere, tê dîtin ku li çiyê projeya axaftina bi kurdî dikeve jiyanê. Rêvebir û berpirsiyarên şoreşê bernameyên bi kurdî çêdikin û kurdî roj bi roj serdest dibe.

Li Hundurê welat li bakur jî ji newroza 2007 an û pêde zimanê kurdî dibe zimanê mitîng, meş û girevên birçîbûnê û zimanê çalakiyan

TZP kampanya ziman derxiste asteke berz û bi bandêr. Ev bi axaftina Ahmed Tirk di meclîsê de kete ser riya zimanê kurdî bibe xwediyê statuyeke din. TRT-6 jî mebest û nêt çi dibe bila bibe, weşana bi kurdî mîna hatiye hedefkirin ji dewletê re xizmetê nake


Cihê lewaz niha Ewropa ye, gerek Ewropa di vî alî de li pêştirbûya. Ji ber ku qedexeyîyên li ser zimanê kurdî tunene. Ji giş perçan kurd hene, giş zarava û devok li vir in. Ji bo ku kurdî li vir xwurt bibe û berî her derê kurdiya standard têkeve rê, faktor hene, mesele bikaranîna wan e.


Navçeyên ziman û perwerdê gelek in:

   1.

      Ewil malbat tê.
   2.

      Dibistan û xwendegeh
   3.

      Daîre û burokrasî
   4.

      Febrîke û sendîke
   5.

      zanîngeh medya, TV, radyo û rojnamevan, meclîs
   6.

      Bazirganî
   7.

      Geraj û komunîkasyon
   8.

      reklam û Ilan

Piraniya van ne di destên me de ne, di destên dewletê de ne. Navçeyên di destên me de dimînin malbat e û komelê me , saziyên me ne, DTP û NÇM û derveyî welat Ewropa ye.

Li vir rola malbatê çendî girînge xwiya dibe, derdikeve, tê dîtin


Dawî: Dewleta zimanê me nasneke, jî re hurmetê neke mafê wê tune ji me jî ji bo zimanê xwe hurmetê bixwaze. Xwişka birêz Ocalan bi birayê xwe re nikare bi kurdî, bi zimanê dayika xwe û wî qise bike.

Gerek ev kurdan hêrs bike û kurd onda asê bixwin ku zimanê xwe hîn bibin, bipêş bixin û bikin zimanê malbatê, civînan, sohbetan û jiyanê.

Ji semînara li Komelê,

Meinheim