1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Ne bi tu hêviyekê jî, lê hema wisa!...
Ne bi tu hêviyekê jî, lê hema wisa!...,ne,bi,tu,hêviyekê,jî,lê,hema,wisa

Ne bi tu hêviyekê jî, lê hema wisa!...

A+ A-

Dijminahiya li dijî PKKê: Dil û mêjiyan kor dike.

Dijminahiya li dijî PKKê: Dezînformasyonên li ser maseya şerê taybet a dijminan amade dibin, dike pal û pişt û sedema êrîşên ”dilsozane”.

Dijminahiya li dijî PKKê: Komkujiyên li dijî kurdan bi mirov dide înkarkirin.

Dijminahiya li dijî PKKê: Akademîkeriya mirov dide aliyekê û bi devê sûtalên kuçeyan, çêr û pêçariyên ku hîn ruyê tavê nedîtine bi mirov dide kirin.

Dijminahiya li dijî PKKê: ”Rewşenbîr”ên bixwenavlixwekirî, dike manîpulatorên profesyonel.

Dijminahiya li dijî PKKê: Nûçeyên asparagas û derî hemû pîvanên exlaqî bi mirov dide amadekirin û weşandin.

Dijminahiya li dijî PKKê: Zimanê mirov bi mirovan piçûk dide dîtin û mirov dike evîndarê zimanê kujerên xwe.

Dijminahiya li dijî PKKê: Li dijî hemû şaşî, kêmasî û heta caran bêexlaqiyên kes û derdorên li dijî PKKê, mirov ker û kor û lal dike, lê li dijî hemû gav û pengavên PKKê (erênî yan neyînî ferq nake ji bo wan) bang û gazin û tewanbarkirina ”rewşenbîrî”yê tê kirin ku çima deng ji kesekî dernakeve.

Dijminahiya li dijî PKKê: PKKê mîna antîdemokrat û tevgerek ku ji bilî xwe tu kesekî napejirîne dide gotin, lê bi xwe jî hemû kesên ku ne li dijî PKKê ne mîna mirîd dide binavkirin.

Dijminahiya li dijî PKKê: Mirov dike rengê Îbrahîm Guçlu û li dijî PKKê parastina hovên ÎŞÎDê û dewleta tirk bi mirov dide kirin, di kanala dewleta dagirker de!..

Dijminahiya li dijî PKKê: Mirovan bi tenê bi xwe ve girê dide û dijminan dide jibîrkirin.

Dijminahiya li dijî PKKê: Êşa pişta mirovan e û ji bo çavan jî zirareka mezin e. Lewra mirovan pasîvîze dike û li ber ekranên kompîturan qîr dike.

Dijminahiya li dijî PKKê: Ji du aliyan ve dibe sedema yekîtiya kurdên ku nedikarîn ji bo seriyek pîvazê xerabûyî jî li hev bikin. Aliyê alîgir, dilsoz, pêgirtî, milîtan, şoreşger, şervan û kadroyên PKKê, aliyê din jî, dijberên PKKê. Ev ên duyem nakokiya navbera wan çi dibe bila bibe, berê bi serê hev ve çi jî anîbin, piştî ku dijminên PKKê ne, êdî nakokî û nehezkirinên din dibine teferuat di navbera wan de.

Dijminahiya li dijî PKKê: Bi tenê bi kêrî dijminan tê!

Mirovên jîr, eger di nav şaşiyan de bin û ji rastiya xwe bi dûr ketibin jî, di nav demê de ber bi rastiya xwe ve diçin û lê vedigerin. Mirovên nezan jî dijberî vê ne. Roj tê, rengê dijminên xwe digirin û wan serdestê xwe dibînin. Ev ji bo sazî, dezgeh, rêxistin û partiyan jî derbas dibe.

Xwedê we îslah bike û li rastiya we vegerîne.

Mahabad Felat Arda 2014-06-15 [email protected]