1. Tekst

  2. Gotar

  3. Feratê Dengizî
  4. NE FARQÎNÊ, SİLÎVA…
NE FARQÎNÊ, SİLÎVA…,ne,farqînê,si̇lîva

NE FARQÎNÊ, SİLÎVA…

A+ A-

Dem û dewran her tiştî vediguherîne. Hilbet veguherîn baş e, lê ne her tim û car carinan tişt ji esl û feslê xwe, ji xweseriya xwe, ji eslê xwe, ji cewhera xwe bi dûr dikeve û xasîtiya xwe, reseniya xwe winda dike. Bi ya min navê Silîva jî wisa… Ez ne qala çend gundên quntarê çiyê, yên derdora Narikî ku Siyahpûş jî li wira jiyaye, dikim. Bi taybetî di demên berê de û niha jî, dema ku tê gotin “Silîva” wira dihat/tê fêhmkirin. Lê min got, ez ne qala wira bi tenê dikim. Silîva, ne wira bi tenê ye. Ez bi du xalan dixwazim meseleyê rave bikim û fikra bibêjim; a) Di her demê de, alavên aboriyê ji ber rewşa erdnîgariyê bandoreke mezin li ser jiyanê kiriye û dikin. Ji ber erdnîgariya Kurdistanê, erdnîgariya welatê me her tim bi du aweyan, wek her erdnîgariyê, hatiye binavkirin; Deşt û çiya; ez dibêjim, “Milî û Zilî” Di nava gel de, bi taybetî ji çiya re ‘mil’ jî tê gotin; wek Eşîra Milan (çiyayî ne û warê wan ji derdora Qerejdax û ber bi Çiyayê Mazî ve, ye) yan jî Zaravayê Dumilî (tê zanîn ku erdnîgariya Zaravayê Kurmanckî çiya ye.) Dîsa tê zanîn ku li deştê bi zêdeyî zil (têkiliya vê bêjeyê bi zîl-zîlan re jî heye û tîpa ‘z’ bi veguherîna werarî weke ‘s’ hatiye guherîn û telafûzkirin) şîn tê û di serdemên kevn de zil, malekî (meta) ji malê bazirganiyê yê herî girîng bû. Ji baniyê avahiyan bigire heta di kurtanê ker û qantiran de dihat bikaranîn û selik, merkeb, hesîd, werîs, ben, şerît, pênûs (xame-divît), çît, tîr… û gelek alavên jiyanê tev jê dihatin çêkirin. Yanî, heta dema sermayedariyê jî madeya xam ya gelek tiştan bû û herwiha girîng jî... Bi zêdeyî li derdora Çemê Tîjle* (Dîcle), Deşta Silîva, derdora Geliyê Zîlan, deşta di navbera Zaxo û Amediyê de (ku navekî wê deştê jî Deşta Silîva ye) digihaşt û bazirganiya wê dihat kirin û navenda vê bazirganiyê jî bajarê Silîva bû ku piştî serdema Îslamê navê wê bû Farqînê yan ji bi reseniya xwe Meyafarqîn an jî Mayyafarqîn (Dema Merwaniyan). Farqîn navekî Erebî ye û ji serdema Îslamê û vir ve tê bikaranîn. Vê veguherînê bandora xwe bi neyînî li ser kesayet û çînê kiriye. Ji wê demê û vir ve ligel payebilindî û giranbuhayiya dîrokî ji bo me kurdan, şêweyeke neyînî jî daye beşên civaka Silîva… Bi ya min zil, bûye nîşana deştê. Û warê ku zil lê hatiye hilberîn jî bi silîv, Silîva hatiye binavkirin ku nîşana herî girîng navê Siyabendê Silîvî ye. Lewra bi Kurdî-Kurmancî Silîva navenda bazirganiya zilê û navenda deşta Bakurê Kurdistanê bû/ye. Jixwe niha, di dema me de ji şêniyên navenda bajêr pê ve tu kes nabêje Farqînê, derdor û hemû welat dibêjin Silîva û ev ne tiştekî ji rêzê, ketber û lêhatin e. Silîva him navê navenda bajêr e û him jî navê herêma ji Serhedê heta Zaxoyê ye. b) Xala duyemîn, ji aliyê ziman ve ye. Wek ku tê zanîn devokên her zaravayî hene û sê devokên Zaravayê Kurmancî jî hene; Bohtî, tê zanîn ku devoka Botanê ye, Mehmedî, mirov dikare bibêje devoka warê Behdînan, heta Colemêrg û Wanê û Silîvî jî, devoka ji Serhedê heta Zaxo û Amediyê ye. Kêm zêde mirov dikare wiha rave bike. Ev jî nîşan dide ku navenda devoka silîvî jî, Silîva ye. Nemir Ehmedê Xanî xweş gotiye;

Bohtî, Mehmedî û Silîvî Hin lê’l û hinik ji zêr û zîvî

Wek xala dawîn, dixwazim balkêşiyeke dinê jî parve bikim. Tê zanîn ku Riya Hevrêşim (Îpekyolu), li bakurê welêt; zivistanî di xeta Xabûr-Cizîr-Nisêbîn-Mêrdîn-Amed-Riha-Dîlok… li aliyekî jî di xeta; Nisêbîn-Qoser- Wêranşar-Riha- Dîlok… de diherikî û şaxên dinê jî hebûn; Mîna Cizîr-Hezex-Midyat (Medyat)-Stewrê-Ewîna-Bismil(Bîstmal)-Amed… Lewra zivistanî ev rê germ e, xweş e… Baş e. Lê havînî ev rê pir germ e, meşa di vê rêyê de pir zehmet e, dijwar e; ji germê nexweşî ilim jî ta, taya ji ber pêşiyan mirov qirr dikirin. Hilbet di wan demên kevn û kevnare de. Rêyekê hênik divêt e. Ev jî dîsa li bakurê welêt ji Geverê (Yuksekova) dest pê dike; jixwe gever tê wateya bihur, bihura bilind, zaboq, rêya di nav çiyayên asê de, rê, bihur; Gever-Wan-Tatwan-Sîlwan-Amed-Hîlwan-Kîlwan-Dîlok… Di vir de ez dizanim bala we jî kişandiye: Sîlwan; Silîva bi xwe ye û navenda rêya bazirganiyê ye ku, nîşana herî xurt jî Pira Mala Badê ye (ne Malabadî!) Nexwe ji dem û dewranên kevn ve Silîva bi şaristanî û bazarê re hevnas e. Him rêya avê, him jî rêya reşayiyê derfetên girîng kiriye para vî jînwarê me. Ez dizanim li Silîva û derdora wê gelek xan û qesrên gelek kevn jî hene ku hê tên dîtin, jixwe ez qala Şikeftên Hesûna jî nakim. Tê zanîn ku Serbajarê dewleta kurdan a Merwaniyan e. Ev war, hêjayî lêkolînên arkeolojîk û herwiha yên dîrokî û civakî ye.

Ku mirov van xalan û rewşa civakî ya Kurdî- Kurmancî û ya welêt dide ber hev, mirov dikare angaşt bike ku; navê Farqînê bi Kurdî Silîva ye; ne Farqînê, Silîva… Ez wiha difikirim. Ez bim hêjaye ku mirov lê kûr bibe…

Yeke dinê; ji pira li ser Tîjle ya li ser rêya Mêrdînê ya kevn re, ya nêzî “Girê Çilan-Kırklar Dağı” dibêjin “Pira Dehderî-On Gözlü Köprü”. Li herêma me, ji mêj ve her kes jê re dibêjin, “Pira Belek”, bi ya min ev jî rastir e. Lewra di avahîsaziya welatê me, ji kevn de bi rêzek kevirê reş û yek kevirê spî (belekî) lêkirin heye û wek adetekê ye û mînak jî pir in; Birca Belek, Qesra Belek, Camiya Pêxember a Amedê û herwiha… Avahiyên belek gelek in. Bi qasî ku tê bîra min çend rêzên jor ên pirê “belek” bûn, wek ku hatibe guhertin! Pêşniyara min ji wê pira qedîm re nav; “Pira Belek” e…

(*Tika û nîşe: Ji kerema xwe ‘Tîjle’ binivîsin.)

Feratê DENGIZÎ


Gotinên miftehî :