Nepeniya Darazekê: Doza Sedsalê 2
DOSYA: 2
(Ev dosye bi zimanê tirkî, ji bo rojnameya Ozgur Gundemê hatibû amadekirin û li wir hat weşandin. Her wiha di serî de Roj TV, li gelek deverên din jî hat bikaranîn, lê pirê caran navê min, mîna amadekara vê dosyayê Bîrgul Ozbariş Arda, hat veşartin. Arşîva ku heft rojan di rojnameya Ozgur Gundemê de bi navê min hat weşandin, li ba min e. Ji ber grîngiya dosyeyê, di rojeke wiha de min xwest vê carê bi zimanê xwe ez vê dosyaya grîng biweşînim. Bîrgul Ozbariş Arda)
Ji Yilmaz banga boykotê
Di vê navberê de li Tirkiyeyê pêleka mezin a nîjadperest li dijî Îtalyayê rû da. Mesut Yilmaz di civîna Lijneya Rêveberiya Biryarên Navendî de bi gotina ”Divê Tirkiye hemû hêza xwe ji bo pêkutiyek li dijî Îtalyayê bikar bîne, ji bo vê jî saziyên alîgirên dewletê divê bikevine nav tevgerê, boykoteka aborî bê pêşxistin û tirkên li nav welêt û derî welêt bikine nav tevgerê” vê pêvajoyê da destpêkirin.
Tirkiyeyê li çaralî lez dabû çalakiyên boykotkirina malên Îtalyayêû şerekî aborî li dijî Îtalyayê da destpêkirin.
Li ser pêkutiyên DYA û Tirkiyeyê, muxalefeta rastgir a Îtalyayê jî, ji bo dersînorkirina Ocalan dest bi pêkutiyan kir.
Partiya muxalefetê ya Silvio Berlusconi Forza Îtalia pêkutiyan dikir ku Ocalan teqez nikare li Îtalyayê bijî.
Ji D´Alema pêşniyazên çareseriyê
Li dijî hemû van pêkutiyan jî, D´Alema di axaftina xwe ya parlamentoyê de li ser grîngiya helwesta Ocalan a li dijî terorîzmê rawestiya û got; ”Ocalan dadgeheka navneteweyî dixwaze; ev grîng e.” D´Alema di axaftina xwe de her wiha diyar kir ku hêza Îtalyayê ya ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê heye û dikarin vê pirsgirêkê, bi hêzên navneteweyî re çareser bikin. D´Alema ji bo vê jî 3 pêşniyaz kirin.
Dadgeha Ad Hoc´ê, ango dadgeha ku dê bi tenê li ser rewşa Ocalan raweste. Danîna dadgeheka navneteweyî. Dana wî ya welatekî sêyemîn ê Ewropayê.
Daxwaza dadgeheka navneteweyî
Derbarê rewşa Ocalan de hevdîtina herî grîng, di navbera Serokwezîrê Almanyayê Gerhard Shroder û Serokwezîrê Îtalyayê Massîmo D´Alema de bû. Serokwezîrên her du welatan ku di civîna bilind a Bonn´ê de hatin ba hev, dane xuyakirin ku di vê civînê de biryar ji bo dadgeheka navneteweyî hatiye dayin. Di civîna çapemeniyê ya piştî civîna bilind de daxwaz kirin ku, bi rêzgirtina ji yekbûna axa Tirkiyeyê re, divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.
Ji bo vê jî, Serokwezîrên her du welatan dane xuyakirin ku ew alîgirên dadgehkirina Ocalan a li dadgeheka navneteweyî ne û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî, di destpêkirina ”Hewldana Ewropayê” de jî hemfikir in. Piştre ku wezîrên her du welatan li hev rûniştin, dane xuyakirin ku ji bo Ocalan derkeve pêşberî dadgeheka navneteweyî dê bi hev re bikevine nav hewldanên grîng û ji bo vê jî du grûbên pispor hatine wezîfedarkirin û dê li Romayê dest bi xebatên xwe bikin.
Ewropayê dest bi hewldanan kir
Ev hewldana Almanya û Îtalyayê ku dixwestin derbarê pirsgirêrka kurd de ”Hewldana Ewropayê” bidine destpêkirin, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi hêrseka mezin hat pêşwazîkirin û vê rewşê bi Grûba Qeyranê ya Navneteweyî ku di bin kontrola DYAyê de hatibû damezrandin re dane zanîn. Civîn lez girtibûn û tehdîtên ku ji van civînan derdiketin bi rêya çapemeniyê gelek caran dihatine weşandin. Di heman demê de li Tirkiyeyê, di bin serokayetiya Serokkomarê wê demê Silêman Demirel de Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî hat lidarxistin. Demirel, Ewropayê bi pêşxistina cudakariya etnîkî tewanbar kir û bi paqijiyeka etnîkî jî, tehdît kir.
Almanya û Îtalya, piştî ku çend caran ji bo danîna dadgeheka navneteweyî biryar dan, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, dest bi hewldanan kirin. Ocalan jî vê biryarê pejirandibû û dabû xuyakirin ku ew dixwaze her du alî di platformekê de bêne ba hev û rastiyên dîrokî zelal bibin.
Almanyayê di kêliya dawî de bi paş ve gav avêt
Serokwezîr D´Alema û Serokwezîrê Almanyayê Gerhard Schröder ji bo damezirandina dadgeheka navneteweyî û di heman demê de bi vê dadgehê re paralel ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêkanîna konferanseka navneteweyî, biryar dabûn. Gavên pratîk yên van karan dê ji aliyê Îtalya û Almanyayê ve bihatana avêtin û welatên din jî dê destek bikirana. Piştî serdana D´Alema ya Almanyayê, Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê bi komîsyoneke huqûqê re çû Romayê û bi komîsyona huqûqê ya ji aliyê Îtalyayê ve jî hatibû amadekirin re, dest bi karê hevpar kirin.
Xebatên komîsyonan sê roj ajot. Lê piştî sê rojan komîsyonan xebatên xwe fesix kir. Cara yekem Almanyayê ji vî karî bi paş ve gav avêtibû. Li hember vê helwesta Almanyayê, welatên ku dê destekê bidana jî, xwe paşve kişandin. Xebatên ku hatibûne destpêkirin jî, pê re têk çûn. Ev hewldan tu encam neda, lê D´Alema xebatên xwe yên ji bo desteka welatên din bigire, domand.
D´Alema bi dorê, bi Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê J. Santer, Serokkomarê Fransayê Jacques Chirac, Serokwezîrê Îspanyayê Jose Maria Aznar, Serokwezîrê Îngilistanê Tony Blair re dest bi hevdîtinan kir. Di hemû van hevdîtinan de, serokên van welatan nêzîkahiyeke erênî nîşan didan. Ev welat, rêya Îtalya pê ve diçû, destek dikirin.
”PKK çi dixwaze?”
Di vê navberê de Ocalan jî ji bo Ewropa bikaribe rola xwe bilîze û ji bo astengiyên ku wisa tê zanîn ji PKKê bingeha xwe digirin ji holê rake û di heman demê de xizmetê ji çareserkirina pirsgirêkê re bike, pêşniyazên xwe ji raya giştî re aşkere kir. Ev pêşniyazên ji 7 xalan ku bû bersiv ji pirsa raya giştî ya cîhanê ya ”PKK çi dixwaze” re, ev bûn:
Operasyonên leşkerî yên li dijî herêmên kurdan bêne rawestandin. Vekirina rê ya li ber vegera mirovên ji cî û warên xwe hatine koçberkirin. Ji holê rakirina parastvaniya gundan. Bi fermî naskirina nasname, ziman û çanda kurd. Avakirina azadî û piranîgiriya olê.
Ocalan, di axaftina xwe ya 20. salvegera damezirandina PKKê de jî, derbarê dadgeheka navneteweyî de, wiha gotibû:
”Ez ê, di dadgeha Ewropayê de van tiştan ji bo hemû mirovahiyê bînime ziman. Ez êvê dadgehê bidime damezirandin, ango divê çi bê kirin, li gor pêdiviyên wê ez ê vê hesabê bidim. Kî ne kujer? Çewa kujer in? Ez ê van vebêjim. Eger mirovahî neketibe dê edalet pêk bê. Eger gelê tirk jî birastî jî dixwaze bijî, divê hinekî bi ser xwe ve bê. Eger naxwazin rê li ber zêdetir êşan vekin, divê bi lez êdî bi avakirina hukûmeteka nû dibe, bi demokrasiyê dibe, em van mijaran ji nîqaşê re vekin. Ji bo vê rêyeka din jî tuneye. Dê di nav sînga gelê tirk de jî mewzî bêne bidestxistin û dê ev teyfeya bi lanet biçe. Bi mirina min re rê li ber vê yekê nayê girtin. Ez careka din bang li gelê tirk jî dikim ku li ser vê rêyê biponijin, li şûna di şerekî dijwartir de her tiştî wenda bikin, bila bi şanaziya xwe, bi gelên din re di nav wekhevî û aştiyê de bijîn.”
”PKK nikare ji derveyê çareseriyekê be”
Ocalan derbarê çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên aştîxwaz de lez dabû hewldanên xwe û nameyek ji Serokwezîrê Îngilistanê Tony Blair û yek ji Serokê DYAyê Bill Clinton re şandibû.
Ocalan di nameyên xwe de dida zanîn ku ew bi armanca çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştîxwaz, hatiye Îtalyayê û wiha didomand: ”Ez di wê baweriyê de me ku bi taybet ji bo avêtina gavekî ku pir dereng maye lê ji bo gelê kurd ê li Tirkiyeyê pir grîng e, hatina min a Îtalyayê mîladek e. Weke ku hûn jî dizanin hukûkmeta Tirk guh neda bangên me û yên civaka navneteweyî ji bo dawîlêhatina şerê ku ev 15 sal in didome. Ez ne di wê baweriyê de me ku pirsgirêka kurd bêyî bê nîqaşkirin, bikaribe bê çareserkirin. Ez li dijî her cure terorî me. Ji bo yekser bidime rawestandin jî, amade me her tiştî bikim. Agirbesta yekalî ya di 1ê îlona sala 1998an de hat îlankirin, hîn jî derbas dibe. Li gel hemû provakasyonên Enqereyê jî, em di çareseriyeke bi rêyên aştîxwaz de bi îsrar in. Lê divê bê zanîn ku bêyî tevlîbûna PKKê jî, pêkhatina vê yekê ne pêkan e.
Em dikarin bi rola we ya dîplomatîkî û navbeynkariyê, pir zûtir bigihêjine vê armancê.
Bi hêviya ku hûn dê destekê bidine hewldanên me yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên siyasî, li benda bersiva we ya erênî me.”
Derbeya ajanan li hewldanên Îtalyayê
Hewldanên Îtalya û Almanyayê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dadgeheka navneteweyî bi ser neketibû û deriyên hemû welatan, li ruyê kurdan hatibû girtin. Ocalan ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatibû dorpêçkirin. Yek ji piyên komployê yên herî grîng ku ji hêla kurdan ve hatibû avakirin Mahîr Welat û Mecît Mamoyan jî derbeyeka mezin li Ocalan dan û ew kirin tora serwîsên îstixbaratê.
Îtalyanî dane zanîn ku wan li aliyê bakur ji bo Ocalan çewlikekê amade kirine û wêneyên vê çewlikê nîşanê Ocalan dan. Lê îtalyanî di heman demê de şertek jî dane ber Ocalan ku ´di dema li wê çewlikê bimîne de divê siyaseteka aşkere neke û zêde daxuyaniyan nede çapemeniyê, wê demê ev pîlan dikare bê pêkanîn.´ Ocalan şertên wan pejirand û da xuyakirin ku, ew dikare li wê çewlikê bimîne. Lê, Macît Mamoyan û Mahîr Welat li vir dikevine dewrê û dibine sedema têkçûna vê pîlanê. Îrfan Dogan di pirtûka xwe ya bi navê ”Piştî 1966 salan Komploya Navneteweyî” de, rola Mahîr Welat û Mecît Mamoyan aşkere dike. Di pirtûkê de wiha tê nivîsîn; ”Mecît û Mahîr bi serê xwe, bi îtaliyan re têkilî danîn û bi gotina ku îtalî ne pêbawer in, alternatîfa Rûsyayê baştir e, zorê dane ser Ocalan.”
Mecît Mamoyan îdîa dikir ku Moskova ewle ye û amadekariyan jî kirine. Îtalî jî wiha bersivê didanê; ”Hûn dibêjin Moskova ewle ye, lê me mirovên xwe şandin wê derê, tu amadekarî tunene li wir.” Mecît Mamosyan piştî nîqaşa bi îtaliyan re, bi gotinên mîna ”Em divê bi lez ji vê derê derkevin. Li Moskovayê her tişt amade ye, îtalî pirsgirêk derdixin.” hewl dida atmosfereka ne ewle biafirîne. Li gel van hemû dîalogan, dîalogên îtaliyan yên bi rayedarên PKKê re jî, di vê pirtûkê de cî digirin. Îtalî, di hişyarkirina xwe ya derbarê Mecît Mamoyan de ji rayedarên PKKê re, bi vê gotinê ”hûn li ser bifikirin ka hûn bi kî re dixebitin. Hûn vî mirovî nas nakin” peyama ku ev mirov ne ewle ye didan. Lê ev hişyarî, bi hinceta ku ´di nav wê xirecirê de hat jibîrkirin´, ji Ocalan re nehat ragihandin.
Metirsiya şerê bi îtalyaniyan re
Mecît Mamoyan û Mahîr Welat ku di pêvajoya Romayê de her tim bi hev re tevdigeriyan, timî di nav hewldana afirandina metirsiya şerek bi îtaliyan re bûn. Helwesta Mahîr Welat a li dijî kadroyên PKKê û li dijî rayedarên îtalî jî her hişk û jihevdexistin bû. Hevdîtineka wî ya bi rayedarên îtalî re jî, wiha hat tomarkirin: ”Em ji we bawer nakin, em ê Serok ji vir bibin.” Li hember van gotinan rayedarên îtalî jî bi îsrar wiha dibêjin: ”Heya garantiyek ewlekariyê nebe, em ê Ocalan neşînin.” Lê Mahîr Welat dest bi tehdîtan dike wê demê: ”Hûn me nas nakin; astengiyan dernexin.”
Di vê navberê de, çend roj mabû ji temambûna dema radestkirina Ocalan re, Almanyayê biryara xwe ya girtina Ocalan a navneteweyî, bi temamî rakir. Dadgeha Îstinafê ya Romayê jî ku vê biryarê nirxand, 16ê çileyê Ocalan serbest berda û ragihand ku ew êdî mirovek azad e. Bi vê biryarê re êdî neçariya ragihandina ciyê mayîna xwe ya Ocalan jî, nemabû. Lê ev biryar di heman demê de nîçaneya dafikekê jî bû. Lewra Îtalya êdî ji berpirsyariya Ocalan rizgar bûbû.
Hewldana ecêb a filistîniyan
Bi vê biryarê re êdî çûyina Ocalan a ji Romayê hat nîqaşkirin. Hukûmeta Îtalyayê di bin pêkutiyeka mezin de bû û pêşniyaz dikirin ku Ocalan derbasê welatekî din bibe. Di vê pêvajoyê de, komek filistînî ku qet di hesaban de nebûn, ji nişke ve ketin dewrê. Filistîniyek bi navê Besam Ebû Şerîf ku îdîa dikir ew milê rastê yê Erefat e û kesên pê re, li gel Emîn´ê sûriyeyî çûn Romayê û daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kirin. Koma ku çûbûn Romayê digotin ku ew bi agahiya Arafat hatine û hukûmeta Îtalyayê ji wan alîkariya dîtina ciyekê xwestiye û eger bê pejirandin, dê ew jî mîna hukûmeta Îtalyayê, dest bi lêgerîna ciyekê bikin. Ocalan jî li ser vê bingehê destûra xebata wan da. Di hevdîtina duduyan de, gotin ku Arafat ji bo çareserkirina pirsgirêkê, dê di navbera Tirkiyeyê û kurdan de navbeynkariyê bike. Armanca wan ew bû ku li ba rayedarên îtalî, ji Ocalan destûra cîgirtinê bigirin. Rayedarên filistînî, di hevdîtina duduyan de dane zanîn ku wan li Xirwatistanê ciyek eyar kirine. Lê Ocalan bi bersiva ”Ev lîstikeka Filistînê û Tirkiyeyê ye, red bikin.” helwesta xwe diyar kir. Ocalan ku bi vê helwesta filistîniyan aciz bûbû, aciziya xwe ji yên ba xwe re wiha anîbû ziman: ”Ev filistînî ne durust in. Ev hewl didin hukûmeta Îtalyayê wisa bidine bawerkirin ku ew dostên me yên nêzîk in û di çarçoveya pîlanên Tirkiyeyê de kar dikin.”
Operasyonên li dijî PKK´ê
Di vê navberê de PDK û YNK jî tevlî pîlana vê komployê bûbûn. Xala sereke ya civînên li Tirkiyeyê bi MÎTa tirk re dikirin PKK bû. Li gel agirbesta PKKê ku di 1ê îlonê de dabû destpêkirin, biryar dabûn ku li dijî PKKê dest bi operasyonan bikin. Piştre, Celal Talabanî û Mesud Barzanî, li Washingtonê li hev dane rûniştandin û piştî vê civînê dane xuyakirin ku wan dawî li pirsgirêkên navbera xwe anîne û li hev kirine. Lê YNK û PDK piştî vê lihevhatina li Washingtonê, venegeriyan herêmên xwe. Ocalan vê rewşê mîna lingekî komployê nirxand û di daxuyanyeka xwe ya piştre de jî wiha got: ”Hevpeymana Washingtonê di rastiyê de yek ji belgeyên herî gemar a xapandina kurdan e. Li holê tu peymaneka wisa ku dê pêk bê tune. Tenê, ji bo jiholêrakirina îhtimala berxwedanek, yekîtiyek li Kurdistanê, nêçîrek e avêtine ber wan. Diviya di 20ê îlonê de vegeriyana herêmê, lê venegeriyan. Lewra ji aliyê mamosteyên wan ên aqil ve hatiye gotin ku ´Piştî Apo temam bû û piştî Sûriye û hin deverên din hatin xistin herin. Ew der yên we ne, bikevinê.´ Ew jî xwedî wê kesayetê ne ku bi vê gêjbûnê û xefletê, ketin nav van pîlan û lîstikan.”
Didome!..