Nepeniya Darazekê: Doza Sedsalê 4
DOSYA: 4
(Ev dosye bi zimanê tirkî, ji bo rojnameya Ozgur Gundemê hatibû amadekirin û li wir hat weşandin. Her wiha di serî de Roj TV, li gelek deverên din jî hat bikaranîn, lê pirê caran navê min, mîna amadekara vê dosyayê Bîrgul Ozbariş Arda, hat veşartin. Arşîva ku heft rojan di rojnameya Ozgur Gundemê de bi navê min hat weşandin, li ba min e. Ji ber grîngiya dosyeyê, di rojeke wiha de min xwest vê carê bi zimanê xwe ez vê dosyaya grîng biweşînim. Bîrgul Ozbariş Arda)
Amerîka ketibû nav alarmê
2´yê sibatê rayedarên amerîkî ketibûn nav alarmê û li Enqereyê lê dikolan ka pirsgirêka Ocalan dê rê li ber şerê navbera Tirkiyeyê û Yunanistanê vebike an na. Bersivên ku digirtin Amerîkayê dikir nav fikaran û pêşekiyên wê diguherand.
Li ser vê yekê rayedarên amerîkayî bi lez û bez ji Yunanîstanê re peyama ”Yekser xwe ji Ocalan rizgar bikin şandin. Yunanîstan di nav panîkekê de bû. Ji ber vê yekê Enqereyê jî 3 û 4ê sibatê bi lêkolan û hînbûna ´Yunanîstan û Ocalan çi kirin´ re derbas kir. Bi şopandina îstixbarata Amerîkayê re Enqere fêr bû ku Ocalan ber bi Kenyayê ve bi rê ketiye. Îstixbarata Îsraîlê MOSSAD jî di vê navberê de di çarçoveya peymanên hevkariyê yên bi Tirkiyeyê re de, di perwerdekirina personalan ji bo operasyona girtin û revandinê de û di şopandina Ocalan de roleka aktîf leyîst.
Roja 4ê sibata 1999an Enqere ket nav alarmeka mezin. Lewra berpirsê îstasyona Enqereyê ya CIAyê, pêşniyaza radestkirina Ocalan biribû ji Atasagun re. Piştî îmzekirina protokolekê di navbera her du aliyan de, Tirkiye bi lez û bez ket nav tevgerê. Amerîkî derbarê ku divê gav bi gav çi bikin de talîmatan dida Tirkiyeyê. Ev yek piştre bi daxuyaniyên ku hatin dayîn re hat piştrastkirin. Endamên MÎTê yên dê bişandana operasyonê ew kes bûn ku ji sala 1996an ve ji aliyê îstixbaratên welatên rojava û Îsraîlê ve dihatine perwerdekirin. Her wiha endamekî MÎTê yê bi PKKê re ketibû şer û di birêxistinkirina tirkmenên başûr de cî girtibû jî di nav vê ekîbê de hebû. Fermandarek doktor ji GATAyê Beşa Kardiyolojiyê jî di ekîbê de bû. 5ê sibata 1999an musteşarê MÎTê li Cavît Çaglar digere û jê daxwaza kirêkirina balefira wî dike. Ji bo kiriya balefirê jî 200 hezar dolar dide.
Beriya komployê daxuyaniya dawî
Rayedarên Yunanîstanê ku bi xap û sozên derewîn Ocalan birin Kenyayê jî, di vê navberê de ji bo Ocalan ji balyozxaneyê derînin, pîlanên ku di nav de bikaranîna zordestiyê jî heye dikirin. Papaioannou û Serokê EYP Stavrakakis bi telefonê ji rayedarên li Kenyayê re ragihand ku ji bo Ocalan ji Balyozxaneyê derînin dê ji Atînayê 4 kesî ji wan re bişînin. Ocalan ji yên ba xwe re digot; ´Gelo dê ev der bibe rawestgeha dawîn a vê komployê?” Ocalan gazî Şemsê Kiliç dike û beriya bibine Îmraliyê, daxuyaniya xwe ya dawî jê re dibêje: ”Komkujiya ku Tirkiye li dijî gelê me pêk tîne, bi vê komploya li dijî min dixwazin bi rengekî erjeng bi encam bikin. Li dijî vê yekê, di qada navneteweyî de ji bo garantî û ewlekariyeke huqûqî, min gelek hewl da. Dumaya Rûs ji bo naskirina statuyeke siyasî hewl da, biryar derxist. Lê hukûmeta Primakov vê biryarê pêk neanî. Ez vê helwesta hukûmeta Prîmakov şermezar dikim. Ez daxwaza xwe ya rêzgirtin û pêkanîna vê îradeyê dubare dikim. Bi çûndina min a Romayê re, daxwaza min a penaberiya siyasî, destekeka erênî nedît. Ez li benda pejirandina vê daxwaza xwe me. Bi heman rengî ji hukûmeta Yunanîstanê jî daxwaz dikim ku daxwaza min a statuyê ku ji ber sedemeka ez hîn nizanim li deverekê asê maye, binirxînin û heya ev daxwaz pêk were jî, li vê devera ez lê me, ewlekariya jiyana min bigire. Ji Almanya û Fransayê jî ku li Ewropayê em krîmînalîze kirine, daxwaz dikim ku rewşa xwe di ber çav re derbas bikin û berpirsyariyên xwe yên vê rewşa ez tê de me bibînin. Eger dê me darizînin jî, divê ev li ser bingeha huqûqê be û di vê navberê de divê ewlekariya jiyana min jî bigirin.”
Balefir bi destê DYAyê hat birin
Ekîbê, di bin çavdêriya pisporên amerîkî de birin Antalyayê. Li Antalyayê sê endamên MÎTê û 3 pîlotên balefira Çaglar jî hebûn.
Hemî reqem, al û sembolên ku nîşanên Tirkiyeyê ne, ji ser balefirê hatin tunekirin. Li Antalyayê, ji çavan bi dûr, bi amerîkiyan re, senaryoyên ku dê i Kenyayê pêk bînin, gelek caran hatin ceribandin. Ekîb hat perwerdekirin. Di vê navberê de amerîkî hemî teknîkên pêwîst ên vê operasyonê fêrî endamên MÎTê kirin. Ocalan li Kenyayê her kêlî dikaribû ji aliyê ajanên tirk ve bi suîqestekê bê kuştin jî. 10ê sibata 1999an rotaya pêşîn ji ser Misirê re ber bi Ugandayê ve hatibû amadekirin. Di balefirê de, ji bo belgekirina rêwîtiyê, vîdeo hatin kişandin. Heya ekîb gihîşt Ugandayê, heft kesên ji bo birina Ocalan çûbûn, ji balefirê peya nebûn. Timî li benda talîmatên amerîkiyan bûn. Ekîba ku 10ê sibatê gihîşt Ugandayê, heya êvara 14ê sibatê jî, li benda agahiyê bû. Di vê navê de du caran ji bo birina Ocalan ketin nav tevgerê, lê Ocalan li Kenyayê, li dijî pêkutiyan li ber xwe dida. Li dijî pêkutiyên Amerîkayê û Yunanistanê, ji balyozxaneya Yunanistanê dernediket. Êvara 14ê sibatê, fermana çûyina Nairobiyê dane balefirê. 15ê sibatê roja duşemê, dê wî ji Naîrobiyê bigirtana.
Radestî Tirkiyeyê kirin
Kalendarides di îfadeya xwe ya ku da Komîsyona Lêpirsînê de dida zanîn ku 4 ajanên şandibûne Kenyayê, li ba xwe madeyên hişbir jî biribûn, ji bo bikine xwarina Ocalan. Li gor vê dê Ocalan ji hiş bibirana û radestî Tirkiyeyê bikirana. Şemsê Kiliç ku şahidê wan rojan bû, derbarê wê rojê de wiha digot: ”Piştî yunanî bi Pangalos re axivîn, Serok ji min re got; ´Her tişt temam e, bi hestyarî tevnegere.´ Wê demê min xwe ji pêşiya Serok da alî. Serok ber bi derve ve meşiya û li erebê siwar bû. Nexwestin em li erebê siwar bibin. Destûr nedane wergêr jî. Piştre em jî bi rê ketin û gihîştin balefirgehê. 30 metre dûrî ciyê ku Serok birin, polîsan em dane rawestandin û destûr nedan em ji wê zêdetir biçin. Min di cî de bi telefonê hevalan agahdar kir ku Serok revandin.” Di wê kêliyê de Ocalan jî li balefira Tirkiyeyê siwar kiribûn û radestî MÎT û Tîma Tevgera Taybet a tirk kiribûn. Di nîvê rêwîtiyê de Ocalan ji bandora narkozê derket û bi wî halê wî ve, li pêşberî kamerayê pirsan jê kirin. Ev dîmen, piştre bi fermana Musteşarê MÎTê Şenkal Atasagun û bi destûra hukûmetê, li medyayê hat belavkirin. 15ê sibatê, di nûçeyên şevê de ji raya giştî re hat ragihandin ku Ocalan hatiye revandin. Pêre jî, ekranên MED-TVyê hat reşkirin û MED-TV hat girtin.
Hewldanên aştiyê bê bersiv man
Ocalan dida xuyakirin ku komploya li dijî wî hatiye pêkanîn, di heman demê de ji bo Tirkiyeyê jî derbas dibe. Lê ev gotin di raya giştî ya Tirkiyeyê de zêde nehat famkirin. Komplo, piştre bi daxuyaniyên rawedarên Tirkiyeyê re, dest bi têgihiştina mijarê kirin.
Kurdan bedena xwe didan ber air, herikîn kuçe û kolanan û balyozxaneyên welatên ku di komployê de cî girtine dagir kirin. Li hemberî anîna Ocalan a Tirkiyeyê, gelê tirk jî şaşwaz bûbû. Derbarê operasyona ku ji aliyê dewletê ve mîna ´operasyoneka serkeftî´ dihat binavkirin, bersivek ji Mehmet Eymur hatibû. Eymur wiha gotibû; ”Di operasyona anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê de eger serkeftinek hebe, ev ne serkeftina kesên wî kirin balefirgehê û hay ji vê bombeya ku dê paşî di destê me de biteqe tunebûn bû, lê serkeftina yên ku dizanîbûn çima vê paketê dane me bû. Ev operasyona ku Tirkiye pê hatiye xapandin û ketiye dafikê mirov mîna serkeftinek bibîne, ev ji safikiyê jî wirdetir tiştek e."
Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît şaşwaziya xwe ya li hemberî radestkirina Ocalan ji Tirkiyeyê re, bi van gotinan dihanî ziman; ”Çima Apo dane me, ez hîn jî wê nizanim. Derbarê Apo de tu şertî nedane ber me”. Demek kin beriya dadgeha Ocalan, daxwaza NATO´yê ya ji Tirkiyeyê ji bo bombebarankirina Yugoslavyayê bikaranîna baregehan, ji aliyê hukûmetê ve hatibû pejirandin.
Di 11ê gulana 1999an de di Meclîsa Nûneran a DYAyê de nûner Frank Pallone bi sernavê ´Pirsgirêka tirk û kurd teqez divê bê çareserkirin.´, axaftinek kir. Pallone, li meclîsê nameyekê jî ji îmzeyê re vekir. Name ji bo Serokê DYAyê Bill Clinton bû ku ji bo Abdullah Ocalan bi rengekî adil bê darezandin, pêkutî li ser Tirkiyeyê bike. Pallone her wiha bi bîr anî ku Ocalan beriya bibine Tirkiyeyê, bi armanca dawîlêanîna şer pêşniyaza agirbestekê kiribû, lê Tirkiyeyê bala xwe nedabû vê pêşniyazê. Parlamenterên muxalefetê yên Kenyayê Elias Barre Shill û Mukhisa Kituyi dane xuyakirin ku Hukûmeta Kenyayê, li beramberî 5 milyon dolarî Ocalan radestî Tirkiyeyê kiriye. Parlamenteran her wiha diyar kirin ku ji wî 50 milyon dolarî ku Tirkiyeyê dabû xuyakirin dê bide, 45 milyon dolarên mayî jî, di navbera rêxistinên îstixbaratên rûs, yunan, amerîkî û îsraîlî de dê bê dabeşkirin.
”Ez ê ji bo aştiyê bijîm”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêlêkirina huqûqa navneteweyî ve radestî Tirkiyeyê kirin, bi rêya parêzerên xwe ji Girava Îmraliyê bi daxuyaniyên xwe ve, mijarê zelal dikir û wiha digot: ”Di kêliya ku hatim girtin de gotina min a yekem a derbarê aştiyê de jî, destpêka pêvajoyeka nû bû. Berê jî li ser fikirîbûm. Ya rastî biryara min a yekem, danîna helwestekê bû. Min dê nexwara, venexwara û neaxiviyama. Lê piştre min wisa fikir kir ku dê hin rastî veşarî bimînin. Min got ez ê ji bo aştiyê bijîm. Bi tenê yên xwedî vîn û hêz dikarin aştiyê pêk bînin. Dema rayedar qala aştî û biratiyê kirin, min vê grîng dît û min got ez dikarim bikim. Min vê helwesta xwe heya niha jî domand. Tişta bingehîn a min karîbû di van mercan de pêk bînim ew bû ku ez xwe û Tirkiyeyê ji ketina lîstikeka mezin, rizgar bikim.”
Destpêka tecrîdê
Ji bo doza sedsalê û darizandina Ocalan 2emîn Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Enqereyê hat diyarkirin. Roja dadgehê, parêzerên Ocalan bûne armanca êrîşên polîsan û ya malbatên leşkeran. Bi giştî 17 parêzer tevlî dozê bûbûn û biryar hat girtin ku, dadgeh di 31ê gulana 1999an de, li girava Îmraliyê bidome. Li Tirkiyeyê cara yekem di nav fanûseka cam de danişîna dadgehekê pêk dihat. Kirina Ocalan nav fanûseka cam, diyar dikir ku dê salên piştre jî ev tecrît bê girankirin û domandin. Di 31ê gulana 1999an de, li gel 11 mirovên Ocalan, 11 parêzer û malbatên 26 leşkerên di şer de mirine û 38 temaşevan tevlî danişîna dadgehê bûn. Her wiha 12 parêzerên aliyê mudaxîl, 12 rojnamevanên tirk, 8 rojnamevanên biyanî jî, di vê dozê de cî girtin. Serokê vê dadgeha daraza Ocalan dikir, M. Turgut Okyay bû. Huseyîn Eken mîna dadgerê endamê sivîl û fermandar Abdulkadir Davarcioglu jî, mîna dadgerê endamê leşkerî, hatibûn wezîfedarkirin. Serdozgerê Dadgehên Ewlekariya Dewletê (DGM) Cevdet Volkan û Cîgirê Serdozger Talat Şalk, dozgeriya vê dozê dikirin. Di vê navberê de, li Tirkiyeyê jî alozî pir bilind bûbû, pêla nîjadperestiyê li her aliyê Tirkiyeyê belav bûbû.
Parastin ji bo çareseriyê
Di doznameya li dijî Ocalan de ku ji aliyê Dozgerên Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Enqereyê Nuh Mete Yuksel, Talat Şalk û Hamza Keleş ve hatibû amadekirin, Ocalan ji şerên bûyî berpirs hat girtin. Di serî de kurd, hemî cîhan bala xwe dabû vê dozê. Ocalan di dadgehê de diyar kir ku ew dê ji bo rawestandina rijandina xwînê û aştiyê ji destê wî çi bê dê bike. Ocalan wiha got: ”Bi taybet eger hukûmet derbarê aştiyê de hewl bide, ez dixwazim pêşniyaza Kongreya Aştiyê li PKKê bikim. Biryareka wan a li ser vê yekê dê bi xwe re aştiyê bîne. Biryardariyeka me ya wiha heye. Tenê bila bersiveka erênî bigire. PKK dê ne tenê ji hêzeka dijber derkeve, her wiha dê bibe hêza herî grîng a dewletê destek dike. Ez ji bo aştiyê, grîngî didime projeya Komara Demokratîk û azadî û yekîtiyê. Ji bo vê jî ji destê min çi bê ez ê bikim.”
Ocalan, di 7ê cotmeha 1999an de jî, di hevdîtina xwe ya parêzerên xwe de banga xwe ya aştiyê dubare kir û wiha got: ”Armanca me ew e ku em dewlet û civakê, di nav asta gel û kedê de, li hev bigirin. Her kes tê demokrasiyê, lê kesek xwe nade ber rakirina wê, ev jî divê wisa bê zanîn. Ewqasî xwîn bes e. Ya grîng gavek zûtir ber bi aştiyê ve bazdan e.”
Bi lez û bez biryara bidarvekirinê
Ocalan ku di dema dozên Îmraliyê de, bi projeya ”Komara Demokratîk” hewl dida bingeha aştiyê ava bike, di 20ê cotmeha 1999an de, bi armanca hêz bidine projeya Komara Demokratîk û weke nîşaneya niyeta baş a vê yekê, bi rêya parêzerên xwe komek PKKyî li gel çekên xwe vexwend Tirkiyeyê. PKK jî, bi pakêta çareseriya demokratîk a ji 8 madeyî dihat pê û ji aliyê Ocalan ve bi rêya parêzerên xwe, di 6ê nîsanê de hatibû daxuyandin, ket pêvajoya agirbesta 1ê îlona 1999an. Koma ku ji bo danîşana niyeta baş hatibû jî, yekser hat girtin. Piştre, Ocalan bang li koma duyem kir û weke îroj, wê demê jî di hewldanên xwe yên ji bo aştiyê de bi îsrar bû. Di vê navê de doza Ocalan a Îmraliyê bi lez û bez hatibû temamkirin û cezayê bidarvekirinê dabûne Ocalan. Lê cezayê îdamê di encama nîqaşên dirêj de, ji aliyê hukûmeta koalîsyon a MHP, DSP û ANAPê ve hat rakirin û cezayê muebeta giran a heya dawiya jiyana wî, dane Ocalan.
Ocalan, mantiqa birêvebirina vê komployê weke skandaleka mirovahiyê ku hemû gemariyên sedsala 20î raxist ber çavan, nirxand. Her wiha dozên li Îmraliyê jî, weke ”şanoya huqûqê” bi nav kir. Ocalan ji Konseya Ewropayê jî daxwaz kir ku di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de, tişta dikeve ser milê wê, pêk bîne.
Adil nehat darizandin
Ocalan, ji 1999an û vir ve, nekarî bi parêzerên xwe re hevdîtinên xwe yên asayî sererast pêk bîne. Rewşa wî ya li girtîgehê her roj bêtir hat girankirin. Li gel vê yekê jî, Ocalan piştî Parastinên Îmraliyê, parastineka ji sê cildî ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) amade kir. Piştre jî parastina xwe ya bi navê ”Parastina Mirovê Azad” şand dadgeha ku li Atînayê dest pê kiribû.
Parêzerên Ocalan di doza li DMME´yê dest pê kiribû de, belgeyên ji 3 hezar rûpelî radestî 1. Daîeraya DMME´yê kirin û Daîreya Mezin a DMME´yê, di 12ê gulana 2005an de biryara xwe ya ku Ocalan adil nehatiye darizandin, aşkere kir. Ocalan jî daxuyand ku tu wateya dadgeheka nû ya li Tirkiyeyê nîne û gotina xwe ya; ”Ez ê nebime amûra vê şanoyê.” dubare kir. Niha nêrîn careka din çûne ser ”nepeniya daraza Tirkiyeyê” û nîqaşên derbarê dadgeheka nû de. DAWÎ!