Nesîhet Biçûkdîtin e
Keda kurdan xizan e
Kî zane çi zeman e
Carinan ji bêkesî
Zimanzanî erzan e...
Ligel rewşa heyî ku hêviyê dide û dike ku mirov ji bonî dahatûyê xwedî ramanên pozîtf bin jî, rastiyeke tehl heye. Hê her kes wek ku “nesîhet”an li kurdan bikin û xwe weke aqildar, aqilmend bibînin; çi ji me kurdan çi ji dost û cîranan…
Hilbet malavayî her û her hejaye ji bonî keda dost, heval û têkoşêrên azadiyê û liberxwedêran. Demokrat, sosyalîst, komunîst, lîberal, çepgir, rastgir, oldar, biçûk, mezin… kî/çi bê aqilê we; aqildarên me ne… Kes nabêje wele ev sî-çil sal in, tevgereke wan heye, ligel kêmasiyan (ka bavo kî/çi bê kêmasî ye, xweza jî carinan xwe şaş dike û xerîbtiştên hîlqêtê yên şaş diafirîne; ji ber teşqeleya amînoasîton û xerabûna hormonan…) divê jê re rêzdarî jî hebe. Bisekinin, madem ew têdikoşin, derdê xwe, tehb û êşa xwe ew çêtir dizanin, bila ew xwedî biryar bin; çi qaşo şaş çi rast; lê ew ê vê têkoşînê bimeşînin û dimeşînin ligel kêmasiyan. Wele tu mirovê kurd î wek Ayniştayn nîne li ber destên me û kadroyên Sowyetê yan jî sahabeyên Îslamê…. Ewqasî em neheqiyê jî li xwe nekin! Em jî însanin û di van derfetên tunetiyê, hişmendiyê û di bin nîrê zilma hemdemî hema bibêja ya cîhanê gişkî; ev ji me tê û ev ji me hat û her bêyî azadiyê jî em rûnanên. De ka hûn çi ji me dixwazin; kurm, mişk, ezezok, revok, çikûz û yên ku li ser keda hevalê xwe rûdinên û qaşo azadîxwaz in û ligel tevgerê xwedî xebatin jî! Tew… Mala min ê; di erzaniya mêran de; dibêjin ya “pisîk ne li mal e, navê mişk Evdirihman e…”
Na, divê qet kurd şaşiya nekin, tu dibêjî qey hebûn û nebûnê wan afirandiye; azad in û her tişt li ber destên wan e û dinya gişk li bende fermana kurdan û tevegera wan in; ne rikber û neyar..!
Temam em wek gelê kurd, neteweya kurd bi paş hatinê xistin. Ne emperyalan û ne jî mêtingeran texsîr nekirine, ligel kêmaniyên me û îro rewşa me ne li gorî demê ye. Me ev heq nekiriye û em li ber xwe didin.
Malxerbno, ma qey tu pêşdeçûn tuneye!
Lê rastiyek jî heye;
Ewqasî jî nabe.
Şerm e; çi li Ewrûpayê, çi li welêt…Hûnê rûnên; destên xwe nexin ava sar û germ, çipisik jî li we nakeve û hûn fermanê li ser fermanê didin; rexne û hey rexne û biçûkxistin, heqaret û çêr ji dewsa neyaran. Hûn mêrin/jinin berê xwe bidin neyarên xwe…
Temam; rexne, rexneyên siyasî û têrbar li ser çavan; rexneyen alîkarî mal ava; em bi hev re, lê ji dijminan notir êrîş çi ne..? Ev e welatparêzî û demokratî? Fersendkarên ku xwe wek dîrokzan, zimanzan, siyasetvan, aqildar, aqilmend dibînin li ser derfeta keda xizanan e û her tiştî xera dikin jî ali aliyekî…
Biryara têkoşîna siyasî hêja ye; bêyî tundiyê ku derfet û merc hene; hatine bidestxistin a herî maqûl têkoşîna siyasî, legal a ramanî ye… Ne hewceya ku em agir berdin kayê û xwe bidin aliyê bayê….
Li Ewrûpayê, li derveyî welêt, dûr î xaka pîroz bi vexwarina serxweşî û halxweşiyê Kurdistan ava nabe birakno, xal heyran!
Îja bila li ser navê rexneyan “nesihet” bisekinin; eyb e. Mirov nesihetan li biçûk, nezan û şaşwazan dike. Em ji bîra nekin; nesihet biçûkxistin û biçûkdîtin e. De hûn mêrin we bikirana, yan jî de werin bikin…
Hebikî rêzdarî!
30.03.2012-Amed
Feratê DENGIZÎ