Newroz!
Piştî êrîşa dirindeyan li Hesekê, Rêveberiyên Kantonên Rojava biryara betalkirina hemû pîrozbahiyên li Rojava dane. Eger ev biryar ji ber ewlekariya gel mina tedbîrek hatibe girtin, bê guman ku di cî de ye. Lê eger bê gotin ku ji bo rêzdariya şehîdên Newrozê ye, ev biryareka bêtir hestyar e û ne li gor giyana Newrozê bi xwe ye, ji lewre jî şaş e. Heman biryar bi heman sedemî ji aliyê Hukûmeta Herêmî ya Başûr ve jî hatibû girtin. Ji ber wê, ne tenê pîrozbahiyên li welêt, lê yên li derî welêt jî bi giranî hatin betalkirin. Ew jî dîsa bi heman sedemî şaş e. Çima?
Îroj pir gelên din jî Newrozê pîroz dikin û hin ji wan bi agahiyên manipulatif lê xwedî jî derdikevin, lê bi tenê kurd li gor giyana wê Newrozê pîroz dikin. Ev yek ji dîroka kevnare ta niha û bêtir jî di demên xwe yên herî teng de, di demên xwe yên herî zêde pêdivî bi yekîtî, xurtî û berxwedanê dîtine de, wisa bûye. Lewra Newroz, berxwedan, serhildan û serkeftina giyana pak a li dijî zilm, zordestî, hovîtî û dagirkeriyê ye. Ango serkeftina ronahiya Ahûra Mazda ya li dijî Ehrîman e. Newroz giyana neteweyî, yekîtiya neteweyî ye. Lewra ne di mijara alê de, ne di ya sirûdê de û ne jî di gelek mijarên din de kurd bi tevahî tu carî nekarîne bibine yek. Bi tenê di Newrozan de dilê hemû kurdan, mina senfoniyeka bê hempa bi rîtmeke xudayî ya giyaneka azad ji bo jiyaneka serbilind, bi hev re lê dide. Wê rojê, giyan û deng dibine yek. Her kurdek di rengê agir de ye li Newrozan.
Îroj e ku şev û roj dibine yek; îroj e ku dar, ji koka xwe avê dikşînine nava xwe, îroj mizgîniya biharê ye.
Newroz destpêka saleka nû ye; Newroz cejn e û şahî ye, çand e, dilxweşî û germahî ye. Newroz hêvî ye. Lê ji bo me kurdan Newroz, beriya van hemuyan û her tiştî têkoşîna ji bo azadiyê, têkbirina zilm û barbariyê, jinûveşînkirina hêviyên jiyaneka xweş û bi wate ye. Newroz agir e; agir pakî û ronahî ye ku tu gemarî nikarin xwe lê bigirin, tu reşî nikarin xwe jê bigirin. Ji lewre ye ku Newroz têkçûna Ehrîman e û ji lewre ye ku Newroz pîroz e.
2627 sal berê kurdan dawî li desthilatiya tarîtiyê anîn, gelê Rojhilata Navîn, Anatoliyê û Asyaya nêzîk ji barbariyeka mezin rizgar kirin, rê li ber pêşkeftina şaristaniya cîhanê vekirin. Newroz, bû rizgariya hemû gelên di bin barbariyê de dinaliyan. Ji lewre ye ku Newroz e, rojeka nû ye, destpêka salê û ya hêviyên nû ye. Ji lewre ye ku cejna herî mezin û bi wate ye. Ji lewre ye ku îroj ji Anatoliyê heya Asyaya Navîn, gelek gel vê rojê pîroz dikin û em kurd bi vê yekê serbilind û şanaz in. Îroj, li Kobaniyê, li Şingalê, li Kerkûk û Serêkaniyê, li çarhêlên Kurdistanê, dîrok xwe dubare dike û careka din nebiyên Kawayên hesinker bi ronahiya agirê Newrozê li dijî xudayê tarî û xirabiyê Ehrîman ku di bin nave DAÎŞê de xwe daye der, nirxên mirovahiyê diparêzin û careka din dibine hêvî ji bo hemû mirovahiyê.
Newroz Pîroz e û li her kurdekî dilsoz û mirovahiya pêşverû jî pîroz be!
Mahabad Felat Arda 2015-03-21