Newroz Pîroz Be!..
Xweza dîsa kirasê xwe diguhere û li ber harbûnê ye. Bi hariya xwezayê re car din dibişkifin gul û giya. Berfîn mizgîniya vê hariyê ne, bi hemû rengên xwe û delaliya xwe ve dibin yek ji sembola herî xweşik a jiyanê. Bi vê hariyê re giyana hemû caneweran germ dibe û coşeke mezin dikeva nava dilan. Gelê kurd êdî bi germahî û giyaneke pir cuda dijî vê coşê ku xweza bi xwe jî ji vê harî, rengînî û giyana bilind hesûdiyan dike, lê dizane ku mîmarê vê bedewiya bêhempa jî parçeyek ji xwezayê bi xwe ye, parçeyek bêhempa, parçeyek ku ji sedê salan carekê dikare şîn were û ne li ser her axî.
Ji zarokatiya min ve tê bîra min ku Li Farqînê Newroz bi coş dihate pîrozkirin. Li serê wan çiyan mîna zerzengeke zêrîn a ji agir ava dibû. Li nav bajêr jî agirê Newrozê bilind dibû û hin şahiyên piçûk dihatin li darxistin. Sal 1976 bû dema ez jî cara yekem derketim serê wan çiyan û min tekerek vêxist. Zarok bûm hîn 8-9 salî bûm. Di sala 1977’an de jî derketim ser dikê, li gel saza xwe ya ji bejna min bilindtir û heman şevê di şanoyê de jî lîstim.
Bîranînên xweş bi rastî jî hene. Welatparêziyek, germahiyeke mezin hebû wê demê jî. Hîn zêde xwe bernedabû ser gundan û girseya gel, bêtir di bajaran de û bi destê xwendekar û rewşenbîrên wê demê dimeşiya lê gel jî bi temamî ne sar bû. Tenê dema dibû şerê naxweyî yê partî, rêxistin û franksiyonên kurd ên wê demê, gel pir zêde aciz dibû û ev sedemeke mezin bû li pêşiya tevlîbûna gel a tevgerên wê demê.
Ev pêşketin bê guman ku li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê mîna hev nîn bû. Li gelek deveran, agirek piçûk jî nedihate vêxistin, lewra ew bîr û zanebûn nemabû, nehiştibûn. Bajarê min Farqîn di warê welatparêziyê û hişyariyê de yek ji bajarê herî pêşketî bû, heta mirov dikare bêje ku bajarê herî pêşketî bû. Li Farqînê di navbera siyasetên kurd de hin bûyer û qewmînên piçûk bûbin jî, rewşenbîrên wê demê rê nedan ber qewmînên mezin.
Ya rastî bi taybet jî li hin deverên mîna Farqînê zemîneke baş hebû, lê diviya bihata honan, bi fîlozofî, bi rêberî û rêxistiniyeke pir xurt, lê ne tenê li bajaran, bi taybet li gundan, lewra rewşa gundan ji ya bajaran pir cudatir bû. Ev kêmasiya herî mezin û sereke bû ku ji xwe piştî 12ê îlonî jî ”rêber”ên wê demê çi ji wan hat, her yek bi ku ve belav bû, yên hatin girtin di hundir de çi kirin, piştre çi bi serê wan ve hat hemû têne zanîn.
12 îlonê mîna geranekê li nav mêjiyê civaka kurd ketibû û ji hev belav kiribû. Ji xwe hesab jî di nav çend salan de bi polîtîkayên qirêj, tirs, êşkence û kuştinan bi temamî tunekirina giyana civakê bû ku di vî warî de pir jî pêş ketibûn. Heya tebaxa sala 1984an ku hemû hesab û polîtîkayan têk bir, bû çirûskek, agirekî mezin afirand û îroj bi milyonan kurd xwe li dora wî agirî girtine, di dîlana azadiyê de ne.
Ji bilî hin derdorên teng û piçûk pêve, giraniya gelê kurd bi taybet li Bakur û li her sê parçeyên din jî êdî pir baş dizane, ev valahiya mezin ku dê bi xwe re man û nemanê diyar bikira, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi fîlozofî, wêrekî, rêxistinî, rêberî û bibiryarbûneke pir mezinî ku ji bo hemû mirovahiyê dikare û dê bibe mînak, hat dagirtin. Ji ber wê ye ku îroj gel hebûn û başiya wî, mîna hebûn û başî û xweşiya xwe dibîne, hin mêjiyên genî û çavên kor ku ji ber hesabên ferdî, newêrekî û nezaniyan kor bûne vê nepejirînin jî, ev rastiyek e. ”Kor nebînin jî, li asîman roj, stêrk û heyv hene.”
Newroz, li mîmar, afirîner û têkoşerê herî mezin ê van rojan û hîn gelek rojên xweştir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz be.
Newroz li her kurdekî dilsoz pîroz be.
Mahabad Felat Arda 2011-03-19 -Stockholm [email protected]