1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Hemed Elî Qoserî
  4. NEXWEŞIYA STRESÊ YA PIŞTÎ TRAWMAYÊ (NSPT)* - 1
NEXWEŞIYA STRESÊ YA PIŞTÎ TRAWMAYÊ (NSPT)* - 1,nexweşiya,stresê,ya,piştî,trawmayê,nspt,1

NEXWEŞIYA STRESÊ YA PIŞTÎ TRAWMAYÊ (NSPT)* - 1

A+ A-

(Post Traumatic Stress Disorder)

ZEDE (TRAUMA, TRAWMA):

Peyva trawmayê koka xwe ji grekî distînê û di wateya; 'jan, azar, birîn, ratekandin, êş, perçiqandin' tê bikaranîn. Têgeha trawmayê ji her cure û celebên bûyerên ku kesî/ê yan kesan ji hêla derûnî û ji hêla tanûyê (fizîkî, bejn û bal) ve hebûna mirovan têxe xeteriyê re tê gotin. Dibe ku bi wan mirovên ku hatibin êşandin, birîndarkirin, perçiqandin, îstîsmarkirin, xerakirin, kêmxistin, terikandin û hwd re zede û zedeya derûnî (psychotrauma) bide der. Zede, bi piranî di rewşên weke; valakirina yan xerakirina cih û waran, îşkence, tecawiz (destdirêjahî), erdhêj û derbaskirina qezayan de derdikeve.


Bingeha Zedeyê û Bertekên Wê:


Meriv dikare ji wan kesên ku gef xwaribin, terkîdinya bûbin, celî bûbin, kesên di şer û pevçûnan de derbas bûbin, kesên ku li ser bejnûbala wan îşkence û lêdan hatibe kirin an jî bi çavên serê xwe şahidê bûyerên ne xweş bûbin û di vê demê de yan jî dûvre tirs, saw, bêçaretî û erjengî hîs kiribin re bibêje; jiyaneke zedeyî, trawmatîk dijîn. Bi aweyekî din;


Tirs û sawa ku li hember jiyanê, tirsa mirinê, revandinê, serjêkirinê û dûrketina ji hezkiriyê xwe an jî tirsa kuştina dêûbav, xwişk û bira û revandina wan, gefên li hember bawerî, ol û zimanê wan jî, wan dixe bin bandora zede û trawmayê.


Ew kesên ku bûyerên wisa erjeng tên serê wan xwe bêçare dibînin, hêza wan belawela dibe, mîna ku ketibin bîreke bêbinî xwe tenê û reben hîs dikin. Wek ku ketibin xapikê (feq), êş û janê dikişînin. Mejiyê wan tevlîhev dibe û hebûna xwe bêwate dibînin.


Zede li gorî bertekên kesan û li gorî têgihiştin, fêmkirin û hestkirina kesan tê guhertin. Ji vê yekê, dibe ku kesên eynî bûyer di serê wan re derbas bûbe yek ji wan bertekên trawmayê nîşan bide yê din wek ku tiştek bi serê wî/ê nehatibe tevbigere.


Qonaxên Zedeyê (Trauma Stages)


Lêkolînên ku li ser zedeyê hatine kirin, derxistiye holê ku kesên zedaya derûnî dijîn, di pênc qonaxan re derbas dibin.

Qonaxa yekem (tirs û saw):

Xemgînî, tirs, saw, bêçaretî û bêewlebûn xwe didin pêş.


Qonaxa duyem (gernasî):


Bi gelemperî gelek kes, ji bo ku bêtar, karesat û bobelatên ku hatiye serê wan ji ser xwe biavejin, bi bejin û bala xwe û bi bîr û hişmendiya xwe heya ji wan tê li ber xwe didin.


Qonaxa sêyem (aramî):


Ji ber ku hêj dijîn xwe pir şanaz û bextewar dibînin û xwe deyndarê kesên alîkar hîs dikin. Ji ber vê pesnê kesên alîkar didin.


Qonaxa çarem (şiyarbûn):


Di vê qonaxê de hêrs û kîn xwe dide pêş. Çima gava ku ev bûyer hate serê me kesî alîkariya me nekir? Çima em bi tenê hiştin? Xwe di tengasiyê de reben, feqîr û bêxwedî hîs dikin.


Qonaxa pêncem (xwejinûveavakirin):


Bi alîkariya, hestên xwe û bîrewariyên xwe, ji nû ve xwe ava dikin. Têgihiştina xwe sererast dikin. Ji bo ku li hember pirsgirêkan li ber xwe bidin û wan çareser bikin, xwe berpirsiyar dibînin û ji bo vê li çareseriyê digerin.


Zedeya Derûnî (Psychotrauma):


Wek ku di serê nivîsê de jî hat diyarkirin. Trawma, peyveke grekî ye û di wateya: 'birîn û êşê' de tê bikaranîn, peyva 'psycho, psîko' jî ji grekî derbasî zimanê zanîstî bûye û di wateya : 'derûn, rih, giyan, rewanî' de tê bikaranîn. Mirov dikare ji bo peyva 'psîkotrawma' di kurdî de wisa bibêje: ' zedeya derûnî, birîna derûnî/rewanî', 'êşa derûnî/rewanî' an jî 'birîna rih', 'êşa rih'.


Her çiqas dîroka zedaya derûnî ya niviskî nû be jî mirov dikare bibêje ku wê bi hebûna mirovahiyê re destpêkiriye. Lê belê çi fêde, bi awayekî pisporî 60-70 sal e ku bi zanîstî lêkolîn li ser dibe. Pîştî ku ket lîteratûra zimanê zanîstî gelek nivîskar û lêkolîner û derûnnasan li ser zedeya derûnî xebat kirin, gotar nivîsîn û pirtûk çap kirin. Her kesî li gorî nêrînen xwe peyva zedaya derûnî bi hevokên cuda lê belê bi wateyeke nêzî hev rave û şîrove kirin. Ji van lêkolîneran Pearlman û Seakvitne; 'ji bûyerên ku mîzana jiyana mirovan û hevsengiya tanû û derûniya wan xera kiribin û ji hêla hestyariyê ve ew di bin bandorê de hiştibin û nikaribin xwe ji wan bûyeran rizgar kiribin û wan bûyeran zor li jiyana wan kiribe' re zedeya derûnî gotine.


Zedeya derûnî, li gorî erjengî, têgihiştin û fêmkirina bûyeran tê guhertin. Têgihiştina mirovan, bûyeran û bandora bûyeran dide guherîn. Bi têgihiştin û fêmkirina mirovan bûyer teşe û şemalên xwe di mêjî de bi cih û war dikin. Li gorî van teşe û şemalan bûyer bandora xwe di jiyana mirovan de dide hîs kirin. Ji ber van sedeman pêwendiya trawmayê hinekî bi kesayeta mirovan re heye. Lewre her mirov bûyeran li gorî xwe dinirxînin û şîrove dikin. Ji ber vê yekê bandora bûyeran li ser her mirovî/ê ne wek hevdu derdikeve holê. Bi hin kesan re bandora bûyeran wek zedaya derûnî ye û bi hin kesan re jî wek meseleyeke ji rêzê ye. Di vê têgihiştin û fêmkirina bûyeran de, bîr û bîrewarî û serpêhatiyên berê pir girîng in. Di mêjî û bîrewariya mirovan de wateya bûyeran bi çi awayî bê şîrovekirin li gorî wê; yan dibe zedeya derûnî yan jî wek meseleyeke rojane tê jibîrkirin.


Di vî warî de derûnnas dibêjin: Bûyerên tên serê mirovan tirs û sawê bi wan re çêdikin. Ew tirs û saw li gorî serpêhatiyên wan di mêjiyên wan de xwe bi teşe û şemal dikin. Mêjî, bîr û reftarî li gorî van teşe û şemalan tevdigere. Ku bûyer wek metirsî bê fêmkirin; ew tirs û saw werdigere stresê. Ger ev stres bandorê li jiyana mirovan ya rojane bike û demeke dirêj berdewam be wê gavê werdigere zedeya derûnî. Piştî ku zedeya derûnî derket holê bi pisporî neyê dermankirin (therapy); ew mirovên ku zedeyî bûne demek şûnde, ji her alî ve dikevin bin bandora zedeya derûnî an jî jiyana van kesan dikeve rewşeke nedirust. Li pişt vê qonaxê nexweşiya NSPTê dest pê dike.


Bi gelemperî zedeya derûnî, baweriya mirovan hildiweşîne û ew kesên ku zedeya derûnî derbas kirine xwe bêçare dibînin û bi wan re hestên tenêbunê çêdibe. Derdora xwe ji bo xwe xeter dibînin. Bi dîtina wan her kes û her tişt ji bo nebaşiyê ye. Ji ber van hestên wisa herdem bi baldarî û bi tirs û saw dorhêla xwe dişopînin. Lewre jiyana xwe di metirsiyê de dibînin, ji tiştekî tamê nastînin. Her dem bi fikarin, ji ber vê ji şik û gumanan nikarin xwe rizgar bikin. Xewa şevê li wan tune ye û xew li wan diherime. Mirovên wisa ku ji aliyê derûnî ve baş neyên dermankirin; bûyer weke vîrûsekê di mêjiyê wan de cihê xwe xweş dike û bi demê re warê xwe zexemtir dike.


Bi kurt û kurmancî hemû pisporên ku li ser zedeya derûnî lêkolîn û xebatkirine wisa dibêjin:


Ger zede;

- Bi tendirustî neyê dermankirin

- Bi rêbazeke pisporî neyê çareserkirin

- Bi awayekî xweşî ji zedeyê neyê pakkirin

lêveger (flashback) hêsan dibe. Ji bo ku lêvegera zedeya derûnî xwe dubare neke; divê mirov bi zanistî zedeyê li du xwe bihêlin. Berevajî vê ji bîr (memory), hiş, fikr û ramanan nayên şûştin û azad nabin. Wê demê bindestiya nexweşiya zedeya derûnî û ya NSPTê berdewam dike.

Ku bandora zedeyê li ser malbatekê yan li ser civatekê hebe û ku ew zede wergeriyabe zedeya derûnî; di demeke kurt de di civakê de hişyariya hevpar (collective conciousness) ava dibe. Piştî ku hişyariya hevpar ava bû, êdî hemû civak û malbat dikevin bin bandor û kontrola zedeya derûnî û zedeya hevpar (collective trauma) di nava hişê civakê de şaxên xwe vedide. Divê rewşa mirovên ku zedebûn derbas kirine, bi awayekî zanistî bê lêkolîn û dermankirin. Ji bo ku bûyera hatiye serê wan di bîra xwe de rast û dirust şîrove bikin û bûyerê di bîr û hişê xwe de rast bi cih û war bikin. Wê demê bi tendirustî bîr xwe ji çewtiyan diparêze. Lê bi derûndermaniya pisporî mirov xwe digihîjîne bîra xwe ya asayî û di nava civak û xwezaya xwe ya derûnî de bi dilxweşî cihê xwe yê berê zeft dike. Bi vî awayî jiyana wan li xwezaya xwe ya berê vedigere.

Ku bi zanistî û bi tendirustî derûndermanî û çareseriya zedeya derûnî nehatibe kirin; zedeya derûnî mîna ‘şînkêşiya bêdawî’ ye.


*Ev nivîs di hejmara yekem ya Kovara Derûnnasiyê ‘’Psychology Kurdî’’ de hatiye weşandin.