1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Nivîsek û biryarek
Nivîsek û biryarek,Nivîsek,û,biryarek

Nivîsek û biryarek

A+ A-

Ji bo min nivîsandina li ser mijarên têkildarî warên cur bi cur ên ziman û zimanê kurdî weke pêdiviyekê xuya dike. Min demekê di rojnameyê de nivîsên der barê zimên de nivîsandin. Hinek ji wan nivîsan werger, hinek ji wan tîpguhêzî û hinek jî nivîsên min bi xwe bûn. Vê xebatê bingeha pirtûkên min xurt kir. Piştî demekê danûstandinên min bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re çêbûn, li wê derê di warê zimên de nîqaş û gotûbêjên baş dihatin kirin, ez jî beşdarî van gotûbêjan bûm. Ez ji wan nîqaşan hînî gelek tiştan bûm. Her wiha di kovara Zendê de jî nivîsên min hatin weşandin. Ev nivîs jî bi piranî li ser warên ziman û zimanzaniyê bûn. Hinek ji wan van nivîsan jî werger û tîpguhêzî bûn. Ev xebata min hê jî didome, di her hejmara Zendê nivîsek, du nivîsên min derdikevin.

Demekê min di pêveka Azadiya Welat "Tûrik"ê de jî li ser aliyên cur bi cur ên zimên nivîs nivîsandin. Lê mixabin piştî demekê weşana Tûrikê bi dawî bû.  Min demekê biryar da ku ez nivîsên xwe yên di Azadiya Welat de bi tenê li ser zimanê kurdî binivîsim, min ev biryara xwe jî ragihand. Min çend nivîs nivîsandin, lê piştre qewimîn û rûdanên siyasî ez ber bi nivîsên siyasî ve ajotim.  Wekî din jî her çiqas hinek nas û dost dixwazin ku ez bi tenê der barê zimanê kurdî de nivîsan binivîsim jî, nivîsandina der barê mijarên siyasî de ji bo min pêwîstiyeke girîng e. Ji ber ku nasnameyeke min a siyasî heye û rojnamegerî jî parçeyekî nasnameya min e, lewre li hemberî rûdan û qewimînên siyasî û civakî helwest û gotineke min heye û divê ez bibêjim. Ji bilî vê tiştekî din jî heye; hinek hevalên me yên “siyasî û bîrdozî” wisa bawer dikin ku em têkoşerên zimanê kurdî bi tenê ji mijarên têkildarî zimên fêm dikin, haya me ji bayê felekê nîn e, em der barê felsefe û bîrdoziyê de tiştekî nizanin. Nivîsandina gotarên siyasî û rewşenbîrî helwesteke li hemberî vê nêrîn û têgihîştina şaş.

Îcar dibe ku hinek xwendevanên Amîdakurd bibêjin, “Tu çima dîroka xwe ya takekesî” ji me re kat û rave dikî? Ji me re çi?! Sedema van gotinan ev e ku  nivîsandina nivîsên der barê zimên û zimanzaniyê de wekî pêdiviyekê xuya dike.  Her wiha der barê Amîdakurdê de jî divê ez biryarekê bidim, an ez ê êdî hew binivîsim, an jî ez ê birêkûpêk binivîsim. Heke alozî û astengî dernekevin, ez dixwazim 15 rojan carekê, li ser mijarên têkildarî ziman, zimanzanî û zimanê kurdî binivîsim. Dema ku ez ziman û zimanzanî dibêjim, hemû warên zimanzaniya teorîk û zimanzaniya kirdarî dikevin navê. Lewre jî nivîs bi tenê dê ne der barê rêzimanê kurdî de bin.

Mijareke din jî heye ku divê ez zelal bikim. Mixabin heta niha gelek nivîsên min ên der barê zimên de wekî nivîsên polemîkî derketine. Gotûbêj û nîqaşên li ser mijarekê carinan baş in, lê dema nîqaşkeran gotinên xwe dubare kirin, êdî wateya wê nîqaşê namîne. Wekî din jî ji bo min kî çi dibêje, zêde ne girîng e. Ez çi dibêjim û çima wisa dibêjim ji bo min girîngtir e. Dibe ku ev gotinên min ji hinekan re rast neyên, ew zêde ji min re ne xem e. Ez ramanên xwe û delîl û palpişta wan datînim holê.  Kî dipejirîne, kî napejirîne ji min re ne xem e.

Ji ber ku ez naxwazim nivîsê zêde dirêj bikim, ji bo îcar ev qas gotin bes e. Di nivîsa xwe ya bê de ez ê li ser mijareke zimanzaniyê ku jê re “zimanzaniya dîrokî” (historical linguistics) tê gotin, binivîsim. Heta careke din bi xatirê we. Bimînin di nava xêr û xweşiyê de.


Gotinên miftehî :