1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Nivîsek ji bêgavî!
Nivîsek ji bêgavî!,nivîsek,ji,bêgavî

Nivîsek ji bêgavî!

A+ A-

Her çendî em hemû alî kurd bin jî, pir aşkere ye ku em ne bi heman çavî li vê jîyanê dinihêrin. Loma jî em dibin aliyên cuda yên vê jîyanê jî. Eger xem û kulên me yên hevpar hene, eger xiyala me bi rastî jî ew e ku em ê bi hev re li ser axekê, bi hemû rengên kurdewariya xwe bijîn û pêşeroja zarokên xwe bi wan rengan bihonin, bixemilînin, pir jî ne xem e ku em çewa li jîyanê dinihêrin, an li kîjan aliyê vê jîyanê ne. Hinek xweşbînî û tehammul dikare bibe derman.

Li rûpelên xwe yên facebookê û bêtehemuliya xwe û uslûba xwe binihêrin. Bi taybet vê meha dawîn yekane rojeva we HDP ye û niha jî birêz Kalkan e. Çavkaniyên we Rûdaw û Avesta ne ku ev her du çavkaniyên çapemeniya bi taybet AKPê ne jî. Yek rojek bi tenê jî we berê xwe nedaye kiryarên Hukûmeta Başûr û bi taybet jî rêveber û berpirsên PDKê. Ew çêran jî bikin, tehdîtan jî bikin, ji bo we “tevlî imam allah û ekber” e û yên “mirîd” û “bê fikir” em in?!

Hûn dê her cure heqaretê û êrîşan bikin. Hûn dê berpirsê tevgerekê ku sê carî bi qasî nifûsa başûr pêgirtiyên wê hene û ev 40 sal in di nav her cure mercên zor û bi metirsiyên jiyanê dagirtî de têdikoşin bêyî argument û mînakên berbiçav û hema bi pêşderazîbûneke çors bikin armancên heqaretên xwe yên mina “dîktator”, “kemalîst”, Faşîst”, “dijminê kurd û zimanê kurdî” û wan bişibînin hin nivîskarên kemalîst û faşîstên tirk û hwd; kesên bersiva van êrîş û heqaretên we dîsa ne bi usûl û uslûba we didin jî weke “rewşenbîrên dîktatoran” bi nav bikin û li gor min heqareta herî mezin “bila fikrên we jî hebin” li wan bikin û bila tu kes jî dengê xwe neke. Dema deng ji kesekî derket jî, hûn dê mazlûm û masûman bilîzin û bêjin “Dîsa dest bi heqaretên xwe kirin”! Rastî ev e? Na bê guman. Ev polîtîkaya Erdogan û AKPê ye. Ez ê her tiştî bêjim, lê tu dengê xwe neke. Navê vê jî dibe "demokrasî", "Xêrxwaziya gel" û "rewşenbîrî"(!)

Di rewşekî wiha de, ne ez, Xuda jî nikare we qanî bike. Tevgerek 40 salî nikaribe we qanî bike, ez çi jî bêjim boş û betal e. Loma jî qet nakevim nav hewldaneke wisa, lewra ji xwe gotinên birêz Kalkan pir aşkere ne. Tu nexwazî wî fam bikî tê çewa bixwazî min fam bikî gelo?!

Doh, camêrek di rûpela xwe de nêrîn û gotinên birêz Kalkan rexne kiribû û gotibû “ez ne li gel im”. Min li binî nivîsî “Sihet xweş”. Çi rexne û çi nirxandin, dema zimanê gotinê çêker be, siheta her kesekî xweş. Lê dijberî wê bila kesek hêvî neke ku em ê hemi bibêjin “tevlî imam allah û ekber”.

Pêşniyazek: 

Dev ji van pozbilindiyên bingeha xwe ji nezaniyê digirin û van gotin û êrîşên ku tu feydeya wan ji berjewendiyên gelê kurd re nîne berdin û zanibin ku ev helwest bi tenê dikarin ji bikaranînên xêrnexwazên vî gelî re dibine amûrên baş. Rexneyên we jî hebin, werin bi biratî û ji bo çêkirinê bikin. 

Dawî: 

 Min di jiyana xwe de heqaretê li canewerek li ruyê erdê nekiriye. Yên min nas dikin, baş dizanin û dikarin ji vir bersiva min jî bidin, ez ê kêfxweş bibim. Lê ez di jiyana xwe de di bin êrîşek û heqaretek de ku bi awayekî digihêje min jî, an raste rast ji min re ye jî, nemame û bila dîsa tu kesek hêvî neke ku ez ê bimînim jî. Dîsa ez di jîyana xwe de li dijî neheqiyek û nepakiyek, bêyî helwest nemame. Li gor hêza xwe min helwesta xwe bêyî tirs û fikarên ferdî, her carî jî aşkere kiriye û ji niha û bi şûn ve jî dê tiştekî ji aliyê min ve neguhere.

Li gel silavan.

Mahabad Felat Arda 2015-04-18


Gotinên miftehî :