1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. NOTÊN R’ÊWÎTÎYÊ – PIŞTÎ 20 SALÎ
NOTÊN R’ÊWÎTÎYÊ – PIŞTÎ 20 SALÎ,notên,r,êwîtîyê,piştî,20,salî

NOTÊN R’ÊWÎTÎYÊ – PIŞTÎ 20 SALÎ

A+ A-

R’oja 27-ê mijdara 2014-an gelê K’urdistanê û mirovahîya pêşver’û û azadîhez 36- salîya Partîya K’arkerên K’urdistanê pîroz kirin… Bi zimanê k’urdî weşandina vê gotarê dîyarî ye ji bo wê r’oja r’onî!

Havîna sala 1994-an em, k’omek kurdên Sovêta berê, çûne seredana r’êberê gelê k’urd Abdullah Ocalan. Piştî çend r’ojan bi pêşniyara bir’êz Ocalan em çûne Başûrê Biç’ûk (R’ojavayê K’urdistanê) – nav gel… Em çend r’ojan li gund û bajarên R’ojavayê K’urdistanê ger’yan, r’astî gel, kesayetîyê navdar, siyasetmederan hatin…û dîsa veger’yan Şamê. Dema em çûne Akadêmîya Leşkerî-Siyasi bal bir’êz Ocalan, pirsa wî ya yekem ev bû: We gel çawa dît, p’êwendîyên we çawa ava bûn? – Me bi kurtayî dîtinên xwe ji wî r’a gotin.

Em çend r’ojan jî li Şamê bûn mêvanê wî Mirovê mezin, wê Kesayetîya nebînayî... Meha me t’uje bû, û em veger’yane Moskovayê… Li Moskovayê min di derbarê wê r’êwîtîyê da bîranînên xwe nivîsîn – bi zimanê r’ûsî, bi şêwazê notên r’êwîtîyê. Ew not di kovara Курдистан Рапорт (Kûrdîstan Raport) da hate weşandin (hejmar 7, mijdara 1994-an).

Ji ber ku ew gotar bi zimanê r’ûsî hatibû weşandin, k’urdên Welêt nikaribûn wê bixwînin. Ji bilî wê, wê balk’êş be, k’a kurdê Sovêta berê, yê ku cara yekem çûye welatê kal-bavên xwe, bi r’êberê gelê xwe r’a daye-standye, li p’arç’ekî welatê xwe da ger’yaye û bi gelê xwe yê wira r’a r’abûye-r’ûniştye, ew hemû çawa dîtye û ji wan hemûyan çi bandor li ser wî çê bûye, û çawa karibûye wan hemûyan wat’edar bike. Belê, yekem car ew gotar bi k’urdî, bi hinek kurtkirinên biç’ûk va tê weşandin û pêşk’îşî bala xwendevanê hêja tê kirin…

Wergera gotarê min bi xwe pêk anye.

Korda Mad (Ezîz ê Cewo)

Mijdar – 2014

P’ampa k’urdan

Fermo, ew gotara:

R

 ’ÊBER JÎ NEBÎNAYÎ YE, Û – GELÊ WÎ JÎ!

(Notên r’êwîtîyê)

Ji hevdîtina bi r’êberê gelê me Abdullah Ocalan (Apo) r’a hema ev nêr’în li bal me çê bû, Wisa ku, ji vê sernivîsê mat’ma nebin! Dibe ku, dema van notan bixwînin, hûn bêhtir matma bibin.

Dema di welatê xwe da yî, di nav gelê xwe da (gelê ku ewqas dûr û nenas e, lê di heman demê da, ewqas nas, ewqas hezkirî û nêzîk e), di nav şervanên Art’êşa R’izgarîya Gelê K’urdistanê (ARGK) da, bi r’êbrê net’ewî yê giştî r’a, hîs dikî, ku tuyê hê gelek tiştên di derbarê gelê xwe da biznibî û fêr bibî; tu destpêdikî bêhdana xwe ya net’ewî hîs bikî, p’êwendîyên te wê bi nirxên net’ewî r’a çê bibin, paşê…lê paşê ji te r’a derfet çê dibin, ku veger’î ser r’ewşa xwe ya xwezayî, ser r’ehên xwe yên dîrokî… Ew r’ehên ku dibin-digihînin Medya kevnar, dergûşa mirovahîyê – Navç’emka (Mêzopotamya) dîrokî. Ewan r’ehan hert’im di derbarê xwe da didan zanîn, t’imê berbi wir va dik’işandin – berbi welatê pêşîyên me, berbi K’uristanê va.

Pêdivîyeke xwezayî hebû, ku her’î Welêt, xwestinek hebû…

Û, weha, em, pênc k’urdên Sovêta berê diçin ji bo hevdîtina bi Serokê Giştî yê Partîya K’arkerên K’urdistanê (PKK) – Abdullah Ocalan r’a. Em diçin, ku r’astî siyasetmederê hemdemî yê herî bi nav û deng bên, ê ku awir’ê bi mîllîona k’urdan berbi xwe dizivir’îne – û ne t’enê awir’ê k’urdan! – û hemû k’urdên dervayî welêt (di nav wan da wisa jî hemwelatîyên me yê Sovêta berê) bi r’êzgirtin û h’ezkirin jêr’a dibêjin Serok Apo. Piştî hevdîtina bi Serok Apo r’a me hêvî hebû, K’urdistanê bibînin – K’urdistana dagerkirî, çarp’arç’ekirî, veçir’andî – lê di heman demê da – t’uje bi jîyan, t’uje bi vîna bexwedanê û têk’oşînê – ji bo azadî û serxwebûnê. K’iradeurdistan – welatê şengesyarên (şovalyê) R’ojhilatê. Welêtê medên lêgêndar (efsanewî), û lêgêndên (efsane) ku heya îro dijîn. Welatê ku mitaledarên xwedî r’amana r’onî û bijîşk, serleşker û poet, avak’ar û hunermend dîyarî mirovahîyê kirine. Emê her’in K’urdistanê bibînin, a ku hatye nivîşkankirin, a ku ji ber bêguhdarî, bêwijdanî û zordarîya mirovahîyê heya k’urahîya r’uhê xwe hatye êşandin û dilşkestî bûye, lê ewê xwe nespartye hîç kesî, mirovtî û nîgara xwe ya net’ewî winda nekirye… Emê biçûna wî welatî, yê ku heya naha bi dilovanî û k’edhezîya xwe va, bi r’uhê dot û lawên xwe yê afrandarîyê va, mirov zendegirtî dihêle. Ew dot û lawên vî welatî îro jî bi hevgirtin û bi bir’yarbûna xwe ya meşandina têk’oşînê ji bo mafên xwe yên mirovî û net’ewî va mirov mat’ma dikin. Û ew hevgirtin û ew bilindbûna r’uhê net’ewî, ne bê dijwarî, lê gav bi gav di nav gel da hatin pêşxistin – anegorî berfirehbûna têk’oşîna r’izgarîya net’ewî, di bin r’êberîya Partîya K’arkrkerên K’urdistanê da. Îro hêmanên r’agîhandina girseyî bi şev û r’oj di derbarê wê têk’oşînê da dibêjin, hinek – r’astîyê, hinek jî – nîvr’astî û derewan (îjar pêdivîya cîhanê çiqas bi agahîyên r’astîn heye!). Lê em bi dil û r’uhê xwe hîs dikin, k’a rastî li k’u ye, û derew û gevezetîyên siyasî li k’u ne.

Û em bawernakin, ku emê r’ojekê zû r’astî r’êberê T’evgera N’etewî ya R’izgarîxwaz a K’urdistanê bên, ji destê yekem agahîyan bigirin, bi ç’avên xwe r’astîyê bibînin û bawer bibin, k’a ev têk’oşîna bi mîllîonan k’urdan k’u va dibe, yên ku wisa bi fedek’arî û xwegorîkirin beşdarî wê bûne.

AKADÊMÎYA

R’ojhilata Navîn – herêma here germ a cîhana me. Li wir ji demên kevntirîn va berjewendîyên gelên cuda r’aserî hev hatine, ewê çêbûn û mirina gelek şaristanîyan dîtine.

… Û, va, em li ser xaka kevnar a R’ojhilata Navîn in. Em bi şêwazekî sade pêşbazî kirin, bêyî merasimekê. Serokê PKK di xanîyê xwe yê sade da bi r’a û r’izma net’ewî xêrhatina me kir: sivre danîn, ew bi xwe bi mêvanan va mijûl bû, û paşê destpêkir di derbarê k’urdên Sovêta berê da pirs û pirsyar kirin: k’a em çawa dijîn, çima wisa bû, ku piştî hilweşîna Yekîtîya Sovêtê hemû gelan mafên xwe destanîn, p’ara xwe ji mala giştî hildan, lê k’urd bê tişt man? Ma ne, k’urdan bi hemûyan r’a t’evahî beşdarî sazkirina mala giştî-t’omerî bûne, ew ji dagerkeran p’arastine û jinûva welatê wêrankirî avakirine… Û, weha, ewana dîsa k’etine ser r’êya p’enaberîyê ya bêdawî. Û gelek caran van p’enaberan înk’ar dikin, di cîyê jîyana nû da wan nanivîsin-fermînakin –ji wan r’a mercan ava nakin, ku ew hebûna xwe bidomînin… Û k’îyê ji bo vê bersîvê bide? K’î dive mercan biafirîne ji bo pêkanîna mafên wan ên welatî, mirovî û net’ewî?

Pirs in, pirs in, pirs!…Û evan pirsana net’avetî t’enê nedidan serokê PPK-ê.

Dema her hevdîtineke me, dema gotebêjan, dema dersan di Akadêmîya Leşkerî-Siyasî ya ARGK-ê da em hewl didin vî mirovê hêja têbigihîjin, ji bo xwe wat’eya wan lêgêndan (esfane), ên ku li dora nave wî û wê partîya wî, hatine sazkirin r’avebikin. R’astîya vî serokê nebînayî yê gelê nebînayî têbigihîjin.

Dema hevdîtinên di Akadêmîyayê da ew dîs ew bû – ew mirovê sade û mirohez bû, lê di heman demê da ew dîsa ew mirovê xwedî gotin bû, bi bir’yar bû û dizanibû çi dibêje. Ewî qîmetê her deqeyeke xwe dizanibû; heya sowbetên wî, listikê fûtbolê û volêybolê bi guhdarên Akadêmîyayê r’a li deşta sporê a Akadêmîyayê (gelek caran ewî bi xwe ew lîstik t’evger dikirin) – ji bo wî ew jî demên k’ar bûn, ew hert’im di nav r’aman û mitaleyan da bû, li ser agahîyên nûhatî da dip’onijî. Bi fîzîkî ew li vira bû, lê bi r’amanên xwe ew li Welêt û li derveyî Welêt bû – bi gelê xwe r’a, ew bi pirsgirêkên gelê xwe dijîya. Ênêrjîya wî derbazî te dibe, di nav te da li hember hêzên xwe bawerîyek çê dibe, û li r’ex Apo tu xwe azad, kêrhatî û xwedî bir’yar hîs dikî… Û ew wisa zelal li tiştên dijwar û giran dinihêr’e… Û ew çawa di r’ewşên here lihevalyayî da varîantên here optimal dibîne. “Ev ji k’u tê, gelo, – me digot, – ew çi ye, ku mirov wisa berbi wî va dik’şîne, gêrîlla çawa û bi çi li dijî art’êşa yekmîllîonê şer’ dikin, a ku heya diranên wê jî biç’ekkirî ye?!” Ew vîn û bibir’yarbûna wî – ku cîhanê biguhêr’e, her tiştê xwe yê kesî bihêle û xwe bide k’arê serk’evtina dadwerîyê û mirovbûnê, derbazî mirov jî dibe, û dixwazî li r’ex wî bî, beşdarî destpêkirina k’arên wî bî, alîk’arê wî bî, hevk’ar û r’êheval û leşkerê wî bî… Xwe bi xwe gotinên wî hatin bîra min, yên ku ewî çar salan berê gotibûn zanyr û r’ojnamegerê t’irk ê bi nav û deng Yalçin K’ûçûk: “Ez 44 salî me, lê hê jî, wek zar’ok xwe di nav lîstikê da jibîrdikin, ez k’arê xwe pêk tînim. Ez lez nak’evim, bêhna min p’ir’ fireh e, wek ku divînî, her deqeyeke min p’ir’ dagirtî ye...” – Lê ya sereke, ya ku me li bal wî dît – ev e: ewî heya dawîyê xwe daye îdêya Azadîya Welatê xwe. Û stûna navendî ya kesayetîya wî hûmanîzm e. Armanca sereke ji bo wî mirov û azadîya wî ne, lê di mirov da jî ji bo wî ya sereke kesayetî ye: bi dîtina wî her t’enê kesayetî dikarin azad bin û ji yên dinê r’a azadîyê bînin. R’izgarkirina K’urdistanê ji bo Apo armanceke bi serê xwe nîne: di wê da ew r’izgarkirina gelên herêmê dibîne, r’izgarkirina mirovahîyê dibîne. “Û ji bo wê, – ew dubare dike, – hêja ye, ku mirov jîyana xwe bide!”

Dema Ocalanê ciwan ji bo di jîyanê da pêkanîna îdêya xwe dest bi têk’oşînê dike, malî û lêzimên wî r’amaneke wisa sewdaserî dihejmêrin: “Tu çawa dikarî tiştekî wisa bikî? Di dîrokê binihêr’e: Şêx Seyêd, Seyîd R’iza, Şêx Obêydulla û yên dinê... tuyê çi bi destxbixî?” – Apo di derbarê wê da dibêje, vedibeşire û didomîne: “Erê, bi r’astî jî... Bi r’astî jî p’ir’ dijar bû. Mirovan bêhtir ji vejîyana mirîyê hezarsale bawer dikirin, ne ku vejîyana gelê k’urd! Îdêologên k’emalîzmê bi zorê kirbûn serê mirovan, ku têgehên “k’urd” û “K’urdistan” li binp’êya ç’îyayê Agrî binax kirine û li ser r’a jî bêton kirine. Me bi k’arê xwe ew k’urdê mirî da vejîyandin. Û naha êdî k’urdan nikarin r’awestînin! Ne ew bêton, ne têr’ora dewletê nikarin vîna gelê serhildêr bişkênin, nikarin meşa wî ya berbi azadîyê va r’awestînin. Dema me dest bi têk’oşîna xwe kir, hebûn mirov, ên ku em bi ciddî nedip’ejirandin, hineke dinê jî ditirsîn: mirov çawa dikare di derbarê k’urdan da biaxive, ew jî di derbarê K’urdistanê da?! Ji bo wê qanûnên T’irkîya “dêmokrat” mirov ceza dikirin, û bi giranî ceza dikirin. Lê me bi şev û r’oj ji gel r’a şirovekir. Bi şev û r’oj me di derbarê cêr’ibandina têk’oşînên r’izgarîya net’ewî yên di cîhanê da xwend (wisa jî ya gelê k’urd). Di pêvajoya lêger’înên xwe da me armanc û r’êbazên têk’oşîna xwe ji wat’edar kir, me jinûva gelê xwe û xwe nas kirin. Û em r’oj bi r’oj dihatin guhar’tin, em bi wan werguhar’tinan r’a dihat guhar’tin, ên ku di nav gel da pêk dihatin. Me xwe û gelê xwe ji paxsa gemara hezarê salan paqij kir, a ku encana r’ewşa gelê me ya k’oletîyê bû, ya helwesta suckar a mirovahîyê li hember wî bû. Jîyan diher’ike, her tişt tê guhar’tin, bi awayekî dinê nikarî xwe di jîyanê da li ser pêyan xweybikî.

Dema me di nav gel da k’ar dikir, me berhemên k’eda xwe didîtin; me êdî bi ç’avekî dinê li gelê xwe dinihêr’î, û di eyna wî da me xwe û kêmasîyên xwe didîtin, Di nav gel da artêşeke t’am a welatp’arêzan t’erbyet bibû. Û encam êdî li ber ç’avan e, gel r’abûye ser p’êyan û êdî kesek nikare wî r’awestîne. Erê, bi r’astî, nikarin gel r’awestînin, r’êberîya net’ewî gel derxistye ser wê r’êgehê, û ew îro êdî bi wî r’a bi r’êya serxwebûnê va dimeşe”.

Ew hemû, çi ku me dît, di gotarekê da bi cîh nabe: t’enê ji bo vegotina dersên Ocalan, dibe ku p’irtûkeke stûr pêwîst bike.

Akadêmîya... Akadêmîya k’urdî! Em, k’urdên Sovêtê (û ne t’enê em), ên ku t’enê akadêmîyên bîyanîyan zanibûn, naha ya xwe, ya net’ewî dîtin; Akadêmîya Leşkerî-Siyasî ya bi navê Mehsûm Korkmaz. Û em, kurdên Yekîtîya Sovêtê ya berê, hemû serbazên Artêşa Sovêtê yên di zexîrê da (yedek subay), serbilind in, ku gelê me jî Artêşa xwe ya weha heye, Akadêmîya xwe ya weha heye. Ew çi ku me dît, ne hema wisa akadêmîya ye, ew komplêk’seke t’am e ji bo perwerde û t’erbyetkirina k’urdê nû, mirovê nû. Li vira exlaqekî nû diafire, nirxên mirovî yên nû, p’êwendîyên di navbera mirovan û gelan da jinûva tên wat’edarkrin. Û pîvana ewî k’urdê nû jî Abdullah Ocalan di hevp’eyvîneke xwe da şêwaz dayê: “Em hewl didin, ku k’arê ku em dikin encamên bi kêr bide. Em hewl didin tîpeke mirov a dêrîn û hêja derxin holê, yê ku t’erefdarê wekhevîyê û dadwerîyê be, yê ku azayhez û kedhez be, bi xwezayê r’a di nav ahengîyê da be”. Û ev bernameyeke r’êal e, ya ku îro di her gundekî K’urdistanê da pêk tê, di ç’îyayên wê da, di Akadêmîyayê û baregehên gîrîllayan da pêk tê. Û me ew hemû bi ç’avên xwe dîtin û bi bawer bûn: di nava xwe da me Akadêmîya ew qulçikê vejîyandina mirovahîyê, exlaqê nû û nirxên mirovan ên nû nav dikir, li k’u bingeha şaristanîya nû ya vejîyanbûyî tê danîn. Û afrandarê wê diyardeyê jî Abdullah Ocalan e. Erê, ya sereke di vê t’evgerê da vejinandina nirxên civakî ye. Û ji ber wê jî nûnerên gelek gelan bi aktîvî beşdarî wê dibin: yên t’irk, asorî, alman, ereb, yewnan, înglîz...

Dema navbera dersan keç’eke guhdara Akadêmîyayê berbi me hat û bi r’êzdarî xwe da nasîn: “Candar” – Paşê ew destê xwe ji hevala xwe r’a hejand û tiştek bi t’irkî got. Hevalê wergerand: “Hevala Candar dibêje, ku ew dilşad e, ku bi k’urdên Yekîtîya Sovêtê ya berê r’a nas dibe. Baş e, ku t’evgera me bala we jî dik’işîne, ku ç’arenûsa K’urdistanê net’avetîyê dide we jî. Hevala me t’urkmen e”. – Û Jîyanê (navê wergêra me wisa bû) destpêkir axavtina Candarê ya jînber û geş ji bo me wergerîne: – Lê hûn dizanin, berî ku bi hevalên PKK-î r’a nas bibim, min xwe wek t’irk dizanibû. Lê – wek t’irkeke ne t’am, ya sorta doyem. Dê û bavê min bi zanebûn di derbarê wê da tiştek nedigotin. Û dema ez ji hevalan hînbûn, ku di T’irkîyayê da ji bilî t’irkan wisa jî gelên dinê jî hene, yên ku zimanên wan jî ji koma zimanan a t’irkî ne, yên ku xwedî jîyana xwe ya r’ojane ne, xwedî çand û dîrok in, min destpêkir anî bîra xwe: dema dê û bavê min di erbarê t’irkbûna me da diaxivîn t’imê gotina “em jî” lê zêde dikirin, lê di dawîyê da jî “lê” digotin û bi p’ir’wat’e li ç’avên me dinihêr’în – bi xwe jî – tirsek di ç’avên wan da dîyar dibû. Carekê min çend r’ojan ser hev ji dêya xwe pirsî... û ew destda bû. Dema ez bi hevalên PKK-ê va çûm-hatim, min destpêkir, jîyanê jinûva wat’edar bikim. Ez têgihîştim, ku em hemû, û di nav wanda wisa jî t’irk, nuxsankirî ne. Wek ku em dijîn – ew ne jîyan e. Û wisa ez gav bi gav beşdarî k’arê nav gel bûm. Di destpêkê da min t’irê, qey ji nûnerên gelê dinê ez t’enê me di nav vê t’evgerê da. Paşê min dest ji xwendina kûrsa çaran a zanîngeha Ankarê berda (ewê ji bilî k’oletîyê çi bida min?) û ez çûme ç’iyê, ji wir jî derbazî Akadêmîyayê bûm.

Min li wê keç’ê dinihêr’î – ewa xilfikî, tenik – û zendegirtî mam: gelo ew ewqas hêza vînê ji k’u tîne, ewqas bi prênsîpbûn û bibir’yarbûn – dest ji jîyana azad û xwendinê berdaye? Ew çi ye, gelo, ku ew anîye vir? Heqî Qerar û K’emal P’îr ên bi net’ewa xwe va t’irk çi anîne vira, ên ku jîyana xwe ji bo azadîya K’urdistanê dane? Ew çi ye, ku îro bi sedan keç’ û xortên t’irk tîne nava vê t’evgerê? Nirxên hemmirovahîyê û bêt’avetîya ji bo ç’arenûsa gelan (di nav wan da – ji bo gelê xwe jî) di vê cîhana hana ne aram – di mala me hemûyan da. Û ew di cîhanê da ji bo wan li ser hemû tiştî r’a bûye, û îro jî wisa ye.

Akadêmîya – giraveke serbixwe, mirov dikare bibêje, cîhaneke t’aybet di xwexzya R’ojhilata Navîn a hişk û şengîn da, di nava pêwendîyên lihevalyayî yên di navbera mirovan û gelan da, yên ku di vê cîhana me ya gunehbar da jîyana xwe îdare dikin. Li vir hem gêrîllayên sade, hem jî fermandarên k’omên gêrîlla (weke alayên me), yên birîndar û t’endurust, lê hemû jî bi r’uhê xwe va t’endurust, hemû weke hev in, hemû guhdarên Akadêmîyakê ne, hemû cengewarên art’êşeke r’izgarîyê ne, hemû heval in. Û em jî di nava wan da, li r’ex wan, k’etine nava jîyana wane r’ojane (tuyê bibêjî em ji r’oja yekem va bi wan r’a bûne). Ya Xwedê, em çiqas ji wan cuda ne, em çawa berovajî bûne, em çiqasî ji r’ehên xwe dûrk’etine, ji gelê xwe! T’enê li vir me destpêkir mirovbûna kal û pîrên xweye sade û dilp’ak têbigihîjin, ên ku p’ir’ê caran ji ber wê çawanîya xwe bûne armanca tinaz û heqaretên derdorên wan ên ji r’êya mirovahîyê k’etî.

Ev cîhana bi nirxên mirovî va jinûva vejîyan bûyî di cîhana me da bi serê xwe jîyana xwe didomîne – di vê cîhana tuje ceng û k’irêtî da. Û ev hemû çawa dikare di serê mirov da cîh bibe? Mirovekî t’enê, k’omeke xwendk’aran, partîyekê çawa dikaribû di nava demeke ewqas kurt da ev hemû nirxên mirovî vejîyan bike?!

Û r’êzdarîyeke çawa li hember mirov, berbihêrîyeke çawa! Ev mirovana çawa dikarin li ser nêr’îna xwe bisekinin û bi wê r’a t’evahî r’astîyê bibînin, ew çiqas jî giran û biha li ser wan r’ûnî jî, bi hr awahî bidin bawerkirin, û bi xwe jî bawerbikin! Çawa dikarin bûyerên ku di cîhanê da pêk hatine binirxînin û ji wan bûyeran ewê hilç’inin, çi ku wê ji bo r’izgarkirina Welatê şêrîn pêwîst be û kêrî wê bê, dest ji wê bik’işînin, ya ku êdî xilmet bûye û ji bo meşa berbi pêşva dibe asteng! Erê ew wisa pêşva diçin, bi dijwarî, lê diçin (di dîrokê da timê wisa bûye: her tiştê nû, her tiştê pêşver’û bi dijwrî bi pêşvaçûye).

“Hêza me di vîna me da ye, di gîyana me da ye... û van hemûyan jî gel dide me, paşer’oja wî, r’oja wî ya îro û pêşer’oja wî, bawerîya wî ya hember r’amana azadîyê, amadebûna wî ji bo pêkanîna wê îdêayê bawerîyê dide me”.– Serok Apo ji me r’a şirovedike. Ewî di derbarê wî gelî da digot, ê ku di navbera gelek sedsalan da dagerkerên bîyanî ew bindest û k’ole kirine, gelek caran ç’ek di dêst da r’abûye dijî wan zordaran, lê her carê jî şkestye û daye der, ji ber ku yekîtîya wî nînbûye, kesekî ku hêzên wî bigihîne hev nînbûye. Lê naha – naha êdî gel bi xwe xwedîyê têk’oşîna xwe ye, ew li dora r’êvebirîya net’ewî berev bûye û berbi azadîyê û serxwebûnê va diçe. “Merc û bawerîya serk’evtinên me di gelê me da ye, di me bi xwe da ye, naha em bi t’u kesî va girêdayî nînin û naxwazin jî girêdayî bin”. – Rêberê k’urdan bi bawer dibêje.

Û gel, û r’êberê wî têdigihîjin, xêrxwaz û p’arazvanê wan ê t’ek t’enê ew bi xwe ne, t’enê divê bi hêza xwe bi bawer bin, û hêza wan jî yekîtî û bit’evgerbûna wan da ye. Belê, dîrokê û ç’arenûsa tal ew fêrî gelek tiştan kirine, û têgihîştina cêr’ibanndina dîrokî ya weha di her k’ar û pêwendîyên wan da dîyar dibe. Serok Apo t’aybetîyên r’ewşa naha û demajoya dîrokê p’ir’ baş têdigihîje: gelê k’urd r’êyeke xwe ya dîrokî ya t’ayebet derbaz bûye, di dîroka wî da gelek demên trajîk hebûnê, û ji bilî wê:

– Çiqasî jî mirov cêr’ibandinên cîhanê li ber ç’av bigire, dîsa jî her gelek li ser ya xwe hîn dibe, –Serok Apo dibêje, – li ser şaşîyên xwe... Û em li vir ji van cuda nînin, ne awart’e ne. Ew cêr’ibandina me ye, û em bi k’esekî va girêdayî nînin – ne bi madî, û ne bi sîyasî, ne jî bi praktîkî. Cêr’ibandina k’urdan a dîrokî ya tal heye. Em gelek kesên berî xwe bi bîr bînin, lo hema yê dema xwe jî. Ew, ên ku xwe piştgirîya dervava girê didan, dema here bir’yardar da ew hatin firotin, xiyanet bi wan hate kirin. A me cuda ye: hêza me di gel da ye, û gelê t’ucar xiyanetê ji me r’a neke, ji ber ku gel em bi xwe ne.

Hem dema hevdîtinên di Akadêmîyayê da, hem dema hevdîtinên bi gel r’a heman tişt dinate gotin: hem partîzanan, hem jî mirovên sade. Weha, di Akadêmîyayê da fermandarê ciwan ê t’abûrekê ji me r’a çi got:

– Hûn dizanin, hevalên me yên mezin ji me r’a digotin, ku di destpêka têk’oşînê da heya dê û bavên wan berê xwe ji wan guhar’tine, nexwastine wan nas bikin, naha t’evahîya gel di wan da azadarên xwe dibîne. Û bi r’astî jî, bi xwezayî ye, gel divê bigihîşta wê astê: k’î ne em, ji bo k’ê ditêkoşin? Em jî hema gel in, û gel jî ji bo azadîya xwe têk’oşînê dimeşîne...

Dema hevdîtina dawîyê ya bi Abdullah Ocalan r’a, di derbarê k’urdên Sovêta berê da axavtin vebû, di derbarê ç’arenûsa wan da, di derbarê veger’a wane Welêt da... Û gelo em ji bo wê amade ne? Û Apo destxweda jî şiroveya wê da:

– Lê hûn hê bi derûnî (psîkolojî) ne amade ne. Di wan dewletan da, li k’u k’urd ji dêya xwe bûne û mezin bûne, wana ew bi standartên xwe t’erbyet k’irine, ji bo pêdivîyên xwe, ji bo xwe. Û li vir dijwarîyên berbiç’av hene. Lê her dijwarî têne derbazkirin. Ji min û yên temenê min r’a dijwartir bû, dema me dest bi têk’oşîna xwe kir. Lê me bi k’arê xwe yê ji bo gihîştina armanca xwe ew dijwarî derbazkirin. Jîyan bêyî dijarîyan nabe, pirsgirêkê hert’im hebin, lê ya sereke ew e, ku tu gavan paşva neavêjî. Ji bo ku bi r’astî veger’in ser r’ehên xwe, k’arekî demdirêj û dijwar pêwîst e. Di sêrî da divê mirov bi derûnî amade bibe. Sibê hûnê di welatê xwe yê serbixwe da bijîn. Lê ji bo wê divê mirov amadek’arîyên xwe bike. Di vê têk’oşîna xwe da em hemû ji bo wê amadek’arîyên xwe dibînin. K’urd amade dibin, ku azad bijîn, ev e armanca meye yekem. Ez bi xwe jî her r’ojê ji bo wê amadek’arîyên xwe dibkim. Bila ev we netirsîne. Mînak, em kesayetîya min hildin. Kî bûm ez? Dibe ku derfetên min kêmtir hebûn, ne ku yên we. Ez ji we lewaztir bûm, Ji bo we di Yekîtîya Sovêtê da qe na tiştek hatibû kirin: di demên cuda da, di hinek deveran da heya hinek mercên bi kêr hatibûn sêwirandin. Lê ya min, di dema xwe da tiştekî min jî nînbû, û ez bi xwe jî ji bo wê ne amade bûm. Êdî ez di derbarê mercên T’irkîyayê da nabêjim, li k’u t’enê ji bo peyva “kurd” qanûna wî welatî mirov ceza dikirn. Lê min hema di destpêkê da ji bo xwe bir’yar da – û ji xwe destpêkir. Û encam jî, hûn bi xwe dibînin, li ber ç’avan e.

Sibetirê me komeke ji guhdarên Akadêmîyayê xatirê xwe dixwast. Hinek ji wan r’azî bûn, ku diçine Welêt, hinekan bi dijwarî xatirê xwe ji hevalan dixwast û avijîya xwe bi wan danîn, ên ku diçin ji bo r’izgarîya welêt şer bikin, ji bo r’ûmet û serxwebûna gelê xwe. Keç’ û xort r’êz bûne – ew di r’astîya têk’oşîna xwe da bi bir’yar in...û cilên gêrîlla jî çawa li wan dihatin, bawerîya wan hêjabûna wan çawa dîyar dikir, ku ew diçin bi dagerkerên bîyanî r’a bik’evin nava qal û cengê – bi k’oledarên gelê xwe yên sedê salan r’a! Ew hemû k’etin r’êzê, û em jî bi wan r’a r’êz bûn – ji bo xatirxwastinê. Erê, em jî, k’urdên Sovêta berê jî k’etin r’êzê, û hestên wisaye nêzîk, lê wisa nenas wê demê li bal me dîyar bûn. Çi bextewrî bû, ku yekem car di jîyana xwe da (bila em paşê bi laqirdî ji hev r’a bibêjin: seran-pîran!) me xwe di r’êza şervanên art’êşa xwe da dîtin, wê art’êşê, ya ku sedê salan gelê me di derbarê wê da xiyal dikir. T’enê hebûna art’êşeke wehaye bi t’evger û ji bo têk’oşînê amade, hêvîyê dide mirov, ku welatê meyê azadîya xwe bi dest bîne.

Hemûyan, bi dorê, xatirê ji hevan xwastin... Em berxwedik’evin, lê ji bo wan ew k’arekî di r’êzê da yê r’ojane ye. Bi dorê yek bi yek nêzîkî hevalên di r’êzê da bûn, xatirê xwe xwastin û k’etin r’ê. Gêrîllayeke keç’ weha xatirê xwe xwast: “Heya ku em li ser xaka azad hev dibînin!” – Ez li ç’avên wê dinihêr’im – çiqas şad e, çiqas xwebawer e, bi bir’yar e – destê wê diguvêşim û hîs dikim, ku herçar t’ilîyên wê di nîvî da t’unene, ewê ew di nava şêr da windakiribûne (wek ku ez paşê pê hesyam), ger wisan e, ewê pevçûnên germ dîtine... Lê t’u tiştê wê r’anewestîne, ew bi dilekî şad diçe, dibe ku diçe diyarê mirinê jî... Belê ewê here diyarê mirinê – ji bo welatê xwe. Bi r’astî, me nizanibû çawa ji xwe bkira: heya keç’ diçe welêt bip’arêze, lê em çi dikin?! Û li vir bajarên cuda hatin bîra min – yên nas û nenas: keç’ên t’emenê wê jixwe r’a şad û bextewar dijîn, dixwînin (ji min r’a paşê gotin, ku ewê xwendin li Înglistanê hiştye), bengî dibin, mêrdikin, zar’okan mezin dikin... Lê ev keç’a han neç’ar e ç’ekê hilde destê xwe, ji ber ku herr’oj li ber ç’avên t’evahîya mirovahîyê r’êjîmên faşîst, ên ku K’urdistan dagerkirine, t’evkujîya t’evahîya gelekî pêk tînin.

Carekê min bi laqirdî ji gêrîllayekê pirsî:

– Gelo çima di nav gêrîllayan da ewqas keç’ hene – çi ye, ji ber wê, ji ber ku xort kêm in?

– Çi ye, çima K’urdistan t’enê welatê we ye?! – Ewê bersîva min da.

Çi bibêjî, ya me mêran, tiştê ku em li ser hinekî bidin heşê xwe, heye!..

Û t’enê naha me destpêkir, wan k’urdan têbigihîjin, yên ku di almanîyayê da çalakîya xweşewitandinê pêk anîbûn – wek nîşana şermezarîyê li dijî siyaseta wê dewletê. Erê, Apo r’ast dibêje, ku ev cîhana “nepak e, kirêt e, ewê ser ya xwe vebe”. Û ev cîhanê çawa li ser ya xwe venebe, dema hovîtîyên faşîstên t’irk di K’urdistanê da dibînin, bêdeng dimînin ne bes e, hela ser da jî ç’ekan didin wan cinewirîyan, ji bo ku ew heqê k’urdên medenî bêne der...

Dema me xatirê xwe ji Akadêmîyayê xwest, li me p’ir’ giran hat, em hemû dilkovan bûn. Îro di Welatê me da şer’ekî giran di navbera leşkerên t’irk ên dagerker û gêrîllayên ARGK da diçe. Gêrîllayên k’urd hewl didin wan zevtk’arên bîyanî ji Welatê xwe r’aqetînin, ên ku li hember binecîyên k’urd hovîtîyan pêk tînin, li dijî wan ç’eka k’îmyewî bik’artînin, gund û bajaran wêran dikin. Li dijî van hemû hovîtîyan gel jî têk’oşîneke bi t’evger dimeşîne. Û di wê têk’oşînê da hêvîya gel, mercê serk’evtinên wî hêza wî ya r’êvebir – PKK, hêza wî ya leşkerî – ARGK û t’evgera wî ya net’ewî – ERNK gav bi gav azadî û serxwebûna wî nêzîk dikin, a ku gel ewqas daxwez kirye.

Û ev têgehana çiqas girnbuha ne ji bo k’urdan, ji bo Apo! Û çiqasî ewan ji bo r’êberê k’urdan giranbuha ne, ewqas jî gêrîllayên ciwan ên ARGK ji bo wî giranbuha ne, yên ku wê ewan armancên gel bînin sêrî.

Weha, di Akadêmîyayê da gêrîllayê bi navê Amed çi ji mer’a’ got:

– Piştî bidawîkirina p’erwerdeyê ya di baregehê da (Akadêmîya wê paşê sazbe) em amade dibûn, derbazî Welêt bin. Dema xatirxwastinê Serok got:

– Bê wat’e û armanc jîyana xwe nekin r’îskê. Xwe bê wat’e gorî nekin, me ji bo wê hûn amade nekirine, lez nek’evin, t’enê li wir r’îsk bikin, li k’u pêwîstîya wê hebe. Eger yek di r’ûyê we da vala-vala xwe bike r’îskê, emê dada we bikin, hûn li ku jî hebin, hizkî mirî bin jî. Qîmetê xwe bizanibin, vala-vala xwe dêris nekin, hûn li Welatê xwe pêwîst in.

Û van gotinan hemû jî dizanin û bibîrtînin – û gêrîllayên kevn jî, û yên nûhatî jî. – Gêrîllayê xwedî cêr’ibandin gotina xwe bidawî kir...

Di r’ê da, dema em ji Akadêmîyayê diçûne mal, gotinên Apo hatin bîra min: “K’urdistan welatê hemû k’urdan e, ew li k’u dibin, bila bibin. Ji bo dayîkê hemû zar’o jî yek in. Ew çi ku we îro dît, ji bo k’urdistanîyan û k’urdên t’evahîya cîhanê tê kirin. Û çi ku îro di Welêt da pêk tê, ew dijî me hemûyan e”.

Di derbarê vî mirovê behredar (talanted) da gelek hatye nivîsar, û wê hê gelekî jî binivîsin. Û wê gelekên di derbarê fênomêna Abdullah Ocalan da binivîsin – mirov, ê ku hêvî û daxwazên t’avahîya gelekî di nav xwe da navendkirye, yê ku bûye sembola aqilbendî, lehengî û bibir’yarbûna k’urdan.

Lê di Kurdistanê da hevdîtinên me yên bi gel r’a ştrîxên (dêtayî) nû kirin portrêyê wî mirovê mezin.

K’URDISTAN

Xewna me, ku emê r’ojekî K’urdistanê bibînin, bû r’astî, lê ne t’am: ji çar parç’eyên K’urdistanê me dikaribû t’enê her’in parçeyekî – Başûrê Biç’ûk (beşê Sûrîyayê), yê ku li ser r’êya me bû, û em dikaribûn hêsa her’in û bi gel r’a biaxivin. Erê, em çûne parçeyekî welatê xweyî kal û bavan, ê ku me nedîtye. Ji 150 salî zêdetir berê pêşîyên me, ji bo ku xwe ji t’evkujîya R’oma R’eş r’izgar bikin, ji wîr r’vîbûne R’ûsîyayê.

Wek ku hemû xaka K’urdistana îro, ev beşê wê jî bi peykerên dîrokî yên şaristanîyên cuda dewlemend e – yên dema asorîyan, medan, r’omîyan, vîzansîyan. Û welatîyên me yên wira em bi dilekî germ pêşbazî kirin. Ewan bi dil û baldarîyeke mezin ew dewlemendîyên dîrokî nîşanî me dan, şiroveyên xwe di derbarê dîroka mirovahîyê da ji me r’a anîn zimên – anegorî têgihîştina xwe, ya ku pir’ê caran dijberî wê ye, ya ku ji hêla hemûyan va hatye p’ejirandin û p’ir’ê caran, di helwesta xwe da ew şiroveyên wan bêhtir obyêktîv bûn – sade bûn û diketin heşê mirov.

Li ser girê Eyn-Dara, li ku kelahên kevnare nîv-wêranbûyî sekinî bûn, xortên binecîh germ-germ ji me r’a dîroka K’urdistanê vedigotin, di derbarê şer’ên r’izgarîyê û di derbarê hêztirîn t’evgera azadîxwaz a li Bakûrê K’urdistanê da.

– Û k’î dizane, – yekî ji wan ê bi navê Ciwan got, – dibe ku di tamarên me r’a xwîna wan dik’işe, yên ku ev kela hanê avakirine, û ya wan, ên ku ew p’arastine, û ya wan, ên ku ew bi şer hildane û wêrankirine. Û em zur’eta evan hemû şaristanîyan e, îro li ser van kilafeyan sekinîne – li ser dur’êyana dîrokê, û bi me va têk’ilîdar e, k’a emê ji vir û pêva k’uda her’in. – Dema ewî xortê ciwan digot “bi me va têk’ilîdar e”, gotina wî ne t’enê ji bo k’urdan bû, lê ji bo me hemûyan, ji bo hemû mirovan bû, ji bo mirovahîyê bû. Û ev jî dihate wê wat’eyê, ku hemû mirov divê hewl bidin ku li r’û erdê êdî k’ilafeyên (xerabe) nû yên afrandinên mirov çê nebin, hemû mirov divê di aştî û aramîyê da bijîn, bi dostanî û di wekhevîyê da... Û ev daxweza hemû k’urdan bû, di nav wan da wisa jî ya Abdullah Ocalan, ê ku dema r’êwîtîya xwe em pêr’a axivîn.

Daxwaz li hêlekê, lê em carna r’astî dîtinên weha dihatin: “Ev hemû baş e, eger mirov bi r’astî mirov in. Lê eger dora te hemû hovên dirinde ne?”

“Na, her gelek bi xwe ji bo ç’arenûsa xwe bersîvê dide!” –Hineke dinê jê ew nêr’în r’ed dikirin.

Em r’astî nêr’îna weha jî hatin:

– Em net’eweke nebînayî ne, – kalkê Ferat bi dilekî kul digot. – Ay, tu dikarî ji min r’a şirove bikî, ji bo çi em wisa bûne: carna em wewa bûne: carna yekî bîyanî, yê ku di nav her tiştî da ê herî dawîyê bûye, qîmetê wî li bal me hê mezin e, û ew li bal me xwedî r’êz e, ne ku r’ayedarê me bi xwe, yê ku aqilbend e, mêrxas e, xwedî cêr’ibandineke mezin e; hert’im ji me her yekî berbi alîyekî va k’işandye... Û r’êvebirên me, şûna ku bigihîjin hev û bin yek, bi hemû hêzên xwe va li dijî dijminê me hemûyan bitêk’oşin, demên here dijwar da xiyanet ji hev r’a kirine, an jî, ya here baş, vek’işyane, xwe dane hêlekê. Û k’î serket?! Na, kur’ê min, – kalê 80 salî carekê bêhnek li cixara xwe xist, – di gelek cîhan da em bi xwe gunehk’ar bûne... Erê, em bi xwe gunehk’ar bûne, ku em ewqas dem ji azadîyê û dewleta xwe merûm mane. Em ne hêja bûne ku dewleta me hebe. Naha tiştekî dinê ye, gelê me hêjayî wê ye. Lê naha jî mirovên wisa yên xwefiroş û k’etî hene... yên weke Tahar Adîaman. Tfû! Heya nav dilê mirov hev dik’evin, dema wî navîû didî! Di nav me da p’îsên wisa jî hene. De bêjin, mirov ji pezê wisa yê bêmejû çi dikare hilde! Mala Xwedê ava be, naha gelê me êdî hatye guhar’tin, naha hemû bi r’êberê me r’a ne, bi r’aper’îna gelê me r’a ne. Lê gazinên min ji r’êbrîya me jî hene. Eger ez heya wê demê bijîm (dibe ku Xwedêyê sebir bike, heya wî çaxî wê banî min li dinya wîalin neke!), ezê herim bal Serok Apo û bêjim wî: “Ew çawa wisa dibe, he?! Ew faşîstên t’ikan, ew merivxurana gund û bajarên me li r’û erdê r’ast dikin, ç’eka k’îmyewî bik’ar tînin, gelekî t’am t’unedikin, lê yên me t’enê bi çalakîyên li dijî sazîyên wan ên leşkerî û baregehên wan ên di K’urdistanê da t’êr dibin?” – Ew, çi ku di Şamê da kalkê Ferat, ê ku bi mêvanî ji Amedê hatibû, ji me r’a got, p’enaberke ji Şir’naxê jî hinekî bi awayekî dinê anî zimên:

– Divê mirov bi çeka wan nemirovan bersîva wan bide, – ew bi hemû bedena xwe va dilerizî, zimanê wê giran dibû, lê domand, – hela we r’ewşa bajarê me bidîta, ez çi dibêjim, bajarekî wisa, t’enê k’ilafe (xerabe) jê mane... Lê çiqas zar’ok, kal û pîr û jin hatine kuştin? Mirov jê sawê dik’işîne, dojeha r’astîn li ser serê me da hilşya, û k’îyê ji bo wê bersîvê bide, û k’îyê ji bo wê bipirse? Jixwe emê bipirsin! – Ewê hêsirên xwe paqij kirin û domand, – li dijî van dirindeyan divê hema bi ç’eka wan şer’ bikî... Hîvîke min ji we heye, birayên min, eger hûn Apo bibînin, jêr’a bibêjin, eger dijmin gelê medenî nahêvşîne, egr dijmin ... – ewê êdî nikaribû axavtina bidomîne, ew bînç’ikyayî dibû, û dota wê banzda, dermanan bigihînê...

Gelê me heya çi astê siyasî bûye! Kalkê Ferat r’ast digot, gelê me êdî bûye xwedîyê hemû t’aybetmendîên net’ewê û amade ye bi destê xwe dewleta xwe ava bike. Di vê da em hem di Akadêmîyayê da, hem jî di Kurdistanê da bi bawer bûn.

Ew li her cîhan dîyar dibû, li her cîhan, em k’uda jî diçûn, hem li Efrînê, he, li Dêrikê, hem li Qamuûloyê, hem li Cizîrê... Gel t’enê bi pirsgirêkên xwe yên r’ojane nedijya, gel t’evger bibû. Bi dewletî r’amankirina wan li hember desthilatdarîya Sûrîyayê jî dîyar dibû. Di nav k’urdan da r’êzgirtineke bi çap û pîvan li hember qanûnên Sûrîyayê dihate xuyan, bi t’aybetî jî li hember Hafiz Esed...

Di jîyana mirovan a r’ojane da tenê xem û xerêqek hebû: çawa alîk’arîyê bidin Welêt, çawa alîk’arîyê bidin têk’oşîna xwe. Û t’evahîya gel, wek organîzmeke yekgirtî bi r’amanekê dijî – ku ew hemû û her yekî ji wan cuda, k’eda xwe dikin nava t’evgera net’ewî ya giştî. Ji van deran bi hezaran keç’ û xort çûne ç’îyê (di nav wan da hem ereb, hem asorî), û kesek nikare wana r’awestîne.

Weha, dayka gêrîllayê p’akr’ewanbûyî – dayka Necîfe, bi xwe jî ereb, çi ji me r’a got:

– Mirovbûn bi navnîşanên net’ewî nayê pîvan... Bayron k’î bû? – (Min bi zorekê mat’mabûna veşart: ew ji k’u di derbarê Bayron da dizane?) – Înglîz bû, ne wilo e? Û tu çi dibêjî, ew ç’ir’a çû, ji bo Yewnanistanê bimire? Helbet mirovtîyê di nav wî da axivye, û bi xwe ewî xwe deyndar dît...

– R’ast e, – min gotina wê piştr’ast kir– lê ji k’u?...

– A, dixwazî bibêjî, ji k’u ez di derbarê Bayron da dizanim? Ez bibêjim, birangê minî hêja, – bi k’urdîyeke paqij ewê got, – weha, dema lawê min bi cînarê me – xwendkarê k’urd r’a hate mal, di derbarê k’urdan, pirsgirêkên wan, têkoşîna wan da gotin... Çi gunehê xwe veşêrim, piştî wê, dema Sîp’an (navê wî xortî ye) çû, min ji lawê xwe pirsî:

– Çi k’arê te bi wan şer’ û p’evçûnan heye? R’ast e, dilê mirov dêşe, lê ew bi xwe ditêk’oşin, û heya baş jî şer’ dikin! Hûn dizanin, ewî çi ji min r’a got?

– ?

– Ew ber xwe k’et, heya ç’avên wê tuje hêsir bûn, û ewî got:

– Ay, ay, ay, îja tu çi dayîk î?! Tu çawa dikarî hêsa bijîyî? Ay ezê naha di derbarê mirovekî da ji te r’a bibêjim...

–Û ewî di derbarê ewî mirovê nebînayî ji min r’a got, paşê ewan herduyan ji min r’a gelek tiştên balk’êş gotin... Ne t’enê ewê dayka hêja em mat’ma hiştin. Di helebê da em mêvanê nasekî bûn, t’evahîya malbata wî bi xiyalekê dijya: kêrî têk’oşîna net’ewî bên, di nava r’êzên têk’oşer’ên r’izgarîya K’urdistanê da bin. Û, va ye, em r’ûniştine, sowbet dikin, û, ji nişkêva Mazlûmê biçûk (bi hezkirin navê Mazlûm Doxan ew nav lê kirine) dir’eve hindur’ û dike qîr’în: “Kalko û pîrkê hatin!” Jin û mêrekî sere, derdorê 65 salî hatin hindur’. Ewana ji herêma Cizîrê hatibûn, hatibûn bal birazîyên xwe. Em r’ûniştin, axivîn, û, jinişkêva xatya T’awê destpê dike, ji me r’a propagandayê dike. Li vir xwedîyê malê, Seîd dikaeve nava axavtinê: “Propaganda xwe bihêle, te t’irê mêvanên me ji Yekîtîya Sovêtê ne, û tiştekî nizanin? Ew haj ji her tiştî hene!..” Paşê me bi wê dapîra delal r’a li ser têgihîştina cîhanê, têk’ilîyên di navbera mirovan da, di derbarê heqî û neheqîyê da sowbet kir. Lê ya here balk’êş ew bû, ku ewê bi xwe li ser mêtafîzîkê û dîlêktîkaê dest bi sowbetê kir... Ewê bi baldarîyeke mezin di derbarê dîroka k’urdî da sowbet dikir, di derbarê t’evgerên r’izgarîxwaz da dizanibû, di derbarê hunera k’urdî ya gelêrî da ewê bi mêrê xwe va bi dil sowbet meşandin... Hevdîtinê wehaye balk’êş di t’evahîya r’êwîtîya me da çê bûn.

Malbetên ku ji wan kesek di nav t’evgera r’izgarîxwaz da p’akr’ewan nebûbe, an kesekî wan di nav wê têk’oşînê da nînbe, zêde r’ûyê wan nagre, derên nava civakê. Jixwe dê û bav û pismamên p’akr’ewanan di nav gel da xwedî r’ûmeteke mezin û r’êzgirtinê ne. Bawer bikî, malbeteke wisa nîne, ku têk’oşerek jê dernek’etibe. Hene malbat, ên ku 3-4 p’akr’ewanên wan hene. Dema agahîya p’akr’ewanbûna yekî an yekê distînin, şînê nakin, berovajî wê, bi wê serbilind dibin. Dema destpêkê bêdeng ji bîranîna ya/yê p’akr’ewan r’a r’êz digirn, paşê di derbarê wî/wê da diaxivin, û hemû bi hev r’a dibêjin: “P’akr’ewanên têk’oşîna ji bo r’izgarîya Welêt nemir in!..” Dema em çûne seredana dayîkekê, a ku lawê wê vê dawîyê p’akr’ewan bibû, ewê em p’ir’ sade pêşbazî kirin û bi serbilindî got: “T’enê bi vê r’ê, – ewê dayîkê got, – emê bikaribin bigihîjin armanca xwe – azadî û serxwebûna Welatê xwe. Heya têk’oşîna me zêndî ye, heya gelê me zêndî ye, p’akr’ewanên me zêndî ne. T’enê wê demê mirinê wan biqeside, dema kesek nemîne, ku k’arê wan bidomîne, dema kesek nemîne, yê ku ç’eka wan bilind bike...” – Û ewê ji bo r’uhê hemû lehengên azadîyê drozgeyek xwend.

Û serhatîke weha jî li Welêt ji me r’a gotin: “Pîrejinek çar lawên wê hebûne, di têk’oşîna ji bo r’izgarîya Welêt da sê lawên wê p’akr’ewan dibin, ew bi serbilindî yê çaran jî dişîne... Lê dema ew jî p’akr’ewan dibe, ew r’eşê girê dide û şînê dike. Û dema cînara wan dipirse, gelo çima ew ji bo p’akr’ewanbûna hersêkên pêşin negirya, lê ji bo yê çaran digirî, şînê dike, gelo ew zêde şîrin bûye di ber dilê wê da? – Ew dibêje: “Na, ew hemû lawên min ên delalî û ber dilê min da şîrin bûne, min ji hemûyan jî weke hev hez dikir... Lê ez ji bo wê digirîm, ku êdî kes nema, ez bişînim dijî dagerkerê Welêt.”

...Carekê dema di Akadêmîyayê da bi gotinên “Serokê min!” berbirî Abdullah Ocalan dibin, ew dibêje:

– Serokê min jî, serokê we jî ew p’akr’ewan in, ên ku ji bo azadîya Welêt jîyana xwe dane, û divê em hewl bidin, ku hêjayê navê wan bibin!

Bi r’astî, tuyê bibêjî em k’etine cîhaneke dinê, nava pîvanne dinê...

Îro şer’ li jîyana K’urdistanê hatye ferzkirin. Û t’evahîya gel, ji biç’ûk heya mezin, beşdarî wî şer’î dibe – şer’ê nîştîmanî, yê r’izgarîyê...

Xortekî 17-18 salî, yê dixwest her’e ç’îyê, bibe gêrîlla, digot:

– Binihêr’in, bêdadîyeke çawa di vê cîhanê da desthilatdar e. Cîhan wan dewletan nas dike, yên ku K’urdistan di nava xwe da çarparç’ekirine. Lê ew ne anegorî vîna me ye, ne jî anegorî berjewendîyên gelê me ya. Welatê me hatye dagerkirin, û ji bo me yek e, dijimin duh k’etye axa me, yan jî, em bibêjin, dused sal berê. Em hesab dikin, ku dijmin Welatê me duh dagerkirya, û em divê wî ji wir r’aqetînin! – Û min jinûva heman r’uh hîs kir û bêyî hemdî xwe pirsî:

– Çi ye, tu êdî çûyî Akadîmîyayê?...

Heya naha me hîs nekiribû, ku Akadêmîya t’enê bi dîwarên Akadêmîyayê bi sînor nabe: naha t’evahîya Welêt bûye Akadêmîya, gel hemû îro hem hîn dibe, hem jî hîn dike...

Bi zarê wî r’astî diaxivî: em k’uda jî neçûna, hemû agahdar bûn, hemû jî ji biçûk heya mezin, ji kur’ikên biçûk heya kalên zemande bi siaysî qal bibûn:

– Ê-ê-ê, – kalkê Welî axînek r’ahişt, – naha dora me hatye. Demeke dirêj me – k’urdan xizmeta xelkê kirye, dewllet avakirine – dîsa jî ji bo bîyanîyan, ji bo bîyanîyan nivîsye, avakirye, straye...heya ji bona bîyanîyan giryane...

Naha dem pêr’a gihîştye, ku em xizmetê ji gelê xwe r’a bikin. Ezê ji te r’a, kur’ê min, – ewî k’ur û dûr li k’ûrahîya ç’avên min nihêr’î, – serhatîyeke balk’êş vebêjim. Min ev serhatîya ji hineke dinê bihîstye.Nizanim, gelo ew bi r’astî pêk hatye, yanê ji hêla k’urdekî bi aqil va hatye afrandin, lê dîsa jî, ew gelekî p’ir’wat’e ye. Dibêjin, ku gelek salan berê k’urdek ji Cizîrê tê Şamê, k’arê xwe dibe sêrî, lê ji otobûsê derengî dimîne û dixwaze di hotêlê da bi cîh bibe – li ser şevekê. Lê li wira wî hilnadin, ji ber ku li şûna paseportê belgeyê bêwetenêîyê li bal wî hebûye (ew ji wan k’urdan bûye, yên ku, her çiqas bi dehê saln di Sûrîyayê da niştecîh bûne, dewletê daxweza wan a mafê hemwelatîyê r’ed kirye û li şûna wê k’axazek da ye wan) ... Ew hîvî-lava dike, lê tiştek jê dernayê. Wê demê ew dipirse:

– Baş e, ger wisan e, hûn dikarin gor’a Saleheddîn nîşanî min bidin? – K’armendên hotêlê wa bi guman li wî dinihêr’in: “Evê çi ji gor’a Saleheddîn bik?” – Lê ew ji ya xwe nayê xarê, û yek ji wan wî dibe ber gor’a Saleheddîn... Û, bi vî awahî, ew k’urda diçe ber gor’a sazûmank’arê xelîfeta ereban û diqîre: “K’a r’abe, hela r’abe, lo, binihêr’e, te çi kirye, de r’abe! Te ji bo wana r’a împêratorîyek avakir, ew ji t’unebûnê xilazkirin, nîvê cîhanê ji bo wan hilda, lê ew îro naxwazin min-hemqewmîyê te şevekê jî di hot’êlê da bihewînin!”

K’urdistan – welatê lêgêndan (esfaneyan)... Lê îro k’ordistanî bi saya r’uhê xwe, bi saya exlaqê xw, mêrxasîya xwe bi xwe bûne lêgên. Kê dikaribû bawer bikira, ku mirovên R’ojhilatê, yên ku nedihîştin, keç’ên wan heya bi kur’mam û kur’xalên xwe r’a ji mal dek’evin, îro bê astengî dihêlin, ku ew her’in ç’îyê – bibin gêrîlla! Û îro ew ji şeş hezaran zêdetir in, jinên ku bi mêran r’a weke hev li dijî dagerkerên bîyanî şer’ dikin.

Di vê da em di Akadêmîyayê da bi bawer bûn: nîvê guhadarên Akadêmîyayê keç’ bûn.

– Hûn van keç’an dibîninin, – fermadarekî bi navê hevalê Rênas got. – Ew hemû bi destûra dê û bavên xwe hatine, ji ber ku r’êjîma tirk har bûye: gund û bajarên me bombebaran dike, çaralî wêranî û p’enaberî ye. Lê gel êdî qîmetê serxwebûn û azadîyê dizane! Ne bi têr’orê, ne bi ç’ekên k’îmyewî, ne bi tiştekî dinê nikarin gel r’awestînin. A, hema evê daxweza bicîanîna armanca gel a giştî, evê têk’oşînê gelek nirxên net’ewî dan vejîyankirin, di nav wan da wisa jî, exlaqê net’ewî û azadîya jinê... Hemû jî dizanin, ku di R’ojhilatê da jina k’urd bi azadîya xwe ji yên gelê dinê cuda dibe. Û ev azadî jî têk’ojîna me vejîyand, – hevalê R’ênas bi serbilindî gotina xwe domand. – Yên ku diçin, dizanin, ku wek mirovne weke hev diçin, wek heval diçin, berbi armancekê va diçin – berbi azadîya Welatê xwe va... Çaralî dibêjin: “K’urdistan welatê hemû k’urdistanîyan e!”

– K’î di K’rdistanê da dijîn? K’rdistanî, ne wilo!? – Di Efrînê da pîrka Gulnaz ji me r’a dibêje. – Va, Serokê me dibêje, ku nîvê k’urdistanîyan jin in, û ewana ji xwedîyên vî welatî ne – weken hemûyan. Ê, ger wisane, divê ew xwedî li mala xwe derk’evin, wê bip’arêzin! Lê êdî k’î? Û, wek ku tê xuyanê, ew hema wisa nîne, ku jimêjva k’urd wek gelê R’ojhilatê yê herî mêrane û şervan hatine naskirin. Lê pêşîyên k’urdan gotine: “Şêr şêr e, çi jin, çi mêre!”

A, li vira axavtina mine di akadêmîyaê da ya bi keç’ên partîzan Jîyan û Ç’îç’ekê r’a hate bîra min. Ew herdu jî p’ir’ ciwan bûne û mîna hemû keç’ên cîhanê bûne. Ne zêde demek dûr bû, ku herduyan jî dixwend – yekê di zanîngehê da ji bo bijişkîyê, ya dinê di xwendegehê (k’olêc) da ji bo êkonomîstîyê.

– Çi hûn anîn nava têk’oşînê? – Min pirsî.

– Çi em anîne? – Jîyan pirsa min dubare dike. – Çi dikarbû em banyana?... Weha binihêr’in, gelê 35 mîllîonê dewleta xwe nîne, welatê me çarparçekirî ye, mafên me yên mirovî û net’ewî hatine binpêkirin, û ev jî ne bese, hebûna net’ewa k’urd bi xwe di welatê wî bi xwe da înk’ar dikin. Mînak, li bal me di malê da (bajarê Wanê) ji bilî k’urdî em t’ucar bi zimanekî dinê neaxivîne, min dizanibû, ku ez k’urd im, min stranên k’urdî distran, min govenda k’urdî ger’andye, dawîya dawîyê, ez bi k’urdî giryame..., lê di Tirkîyayê da hewl didan, bidin peytandin, ku k’urd nînin!

– Û em bi çi ji t’irkan, ereban, farisan û ji gelên dinê kêmtir in? – Çîçek kete nava axavtinê, – naha êdî di nav t’irkan da mirovne wisa hene, ku ç’arenûsa k’urdan û K’urdistanê net’avetîyê dide wan. Û naha di nav r’êzên me da keç’ û xortên t’irk jî hene... Çi ku em dixwazin, hem bi qanûnî, hem bi dadwerî digihîje me. Ne em tiştekî xelkê jî naxwazin.

– Ma ne, hemû gelên cîhanê jizûva mafên xwe yên net’ewî dest anîne? – Jîyan serda zêde dike. – Û gelê me êdî naxwaze û nikare r’ewşeke weha ya bê maf û bindest da bijî, ev jî ne bes e, di bin êrîşên têr’ora dewletê û t’evkujîyê da!..

Erê, wisan e, Kurdistan ji her alîyan va li ser T’irkîyayê p’ir’ baha r’ûdinî, her çiqas dewlet hê naxwaze wê bibîne.

Kurdistan ne t’enê welatê lêgêndan (efsane) e, lê wisa jî welatê vejîyandina mirovahîyê û têk’ilîyên mirovî ye, li k’u her endamekî civakê bêhnvedana jîyana siyasî hîs dike, û beşdarî şêwazdayîna dîplomatîya gelêrî dibe... Ew welatek e, yê ku çêtirîn mirovên cîhanê yên xwedî zên neç’ar dike, ku ew bi pirsgirêka wê va mijûl bibin, ç’areserîyê bibînin... ji ber ku K’urdistan êşa mirovahîyê ye: di r’izgarîya K’urdistanê da mirovahîyê r’izgarîya xwe bibîne.

Di Kurdistanê da gel bi awayê xwe lêdana dilê demê hîs dike, bi r’êalî li r’ewşa tiştan dinihêr’e û, her çiqas di pişt her nêr’înekê da cêr’ibandina xwe, felsefa xwe ya jîyanê heye, lê dîsa jî bi giştî ew weke hev dertên.

Hinek dibêjin, ji bo wê zulm û zordarîyê, ya ku faşîst di K’urdistanê da pêk tînin, gelê t’irk gunehk’ar e. Hineke dinê r’êjîmê gunehk’ar dibînin.

“Di temamîya dîroka xwe da, –hinek li dijî vê nêr’înê derdik’evin –, t’irkan nikaribûye hîç r’êjîmeke saz bike, ya ku bi dêmê xw va mirovî be.

Helbet, r’ast e, ji r’oja damezirandina PKK va gelek nûnerên gelê t’irk di nav têk’oşînê da ne, û îro jî kesayetîyên wisa piştgirîya t’evgera me dikin, wek Yalçin K’ûçûk û Îsmaîl Bêşîkçî ne, lê heya vê demê t’irkan di nav xwe da wêrekî nedîtine, ku gunehê xwe xwemukur’ bên... Û heya ew wisa ye, heya gelê t’irk gunehê xwe, yê ku wî dijî mirovahîyê pêk anye, xwemikur’ nehatye, di welêt da bi xwepaqişkirinê negihîştye dêmokrasîya r’astîn, ewê li ser ya xwe vebe”...

Bi kê r’a em neaxivîn – bi k’arkreran r’a, rewşenbîran r’a, gundîyan r’a, bi k’arsazan r’a, wan hemûyan jî bi bawer û bir’yar digotin, ku di vê têk’oşînê da divê hemû li dora r’êvebirîya net’ewî bibin yek. R’êberî, ya ku ji her demê bêhtir bi gel r’a bûye yek, û gel jî di wê da r’izgarîya xwe dibîne û li dû wî dimeşe...

K’urdistan çiqas dewlemend e! Ew bi neftê û zeyt’ûnê dewlemend e, bi tsîtrûsan û nanê xwe, ew wisa jî bi k’anên xwe yên mirovî va dewlemend e... Ew wisa jî bi dilovanîya mirovî va dewlemend e, bi bedewîya xwezayê û mirovan, bi çanda r’ewanî va. Gelê wî bi r’engawazên “gulistana” xwe va dewlemend e: sunnî û elewî, êzdî û xrîstîan. Û di nav van k’urdên “cuda” da – asorî, ereb, t’irk, t’urkman, ermenî, kildanî, adirbêcanî...

K’ê gotye, ku K’urdistan t’enê welatê k’urdan e?! Ew welatê wan e, yên ku ji dewr û zemanan va li r’ex hev jîyane û îro jî dijîn, û ji bo azadîya welatê xwe ditêk’oşe. Ewana hemû K’urdistanê bi r’astî welatê xwe dibînin, û, wek xwedîyên wê dewlemendîyê, bi hev r’a dijîn û bi hev r’a jî wê dip’arêzin.

Û K’urdistanê bi hevgirtina hemû dot û lawên xwe her û her serbik’eve. Hemû k’urdistanîyan jî em bi dil pêşbazî kirin. Û, her çiqas şer’ê gemar hebû, yê ku di K’urdistanê da r’êjîmên faşîst t’evdaxistine, ji bo k’urdên Sovêta berê xemxurîya xw diyar dikirin.

Û şerm ji r’êvebirîyên wan dewletan r’a, yên ku sîyaseta têr’ora derûnî (psîkolojî) û bişavtina bnecîyên k’urd dimeşînin, yên ku bê veşartin fortê xwe didin, ku k’omara xwe ji hêmanên bîyanê “paqijkirine” (û ewê “k’eda” partîya xwe dibînin) – şerm ji wan r’a, yên ku bi sazîya “monoêtnîk” ya k’omara xwe serbilind dibin! Lê di K’urdistanê da, her çiqas ewê hê serxwebûn dest neanye jî, bi saya siyaseta PKK-ê, nûnerên hemû gelan bi hev r’a wek dost û bira dijîn û bi hev r’a bi dostanî jî têk’oşîna xwe dimeşînin.

K’urdistan... Wê hela hê r’ojnameger û nivîsk’arê bêne wir, ewê hê hewl bidin, ji bo xwe sur’ên wî welatê dercîhanî (êkzotîk) da vekin, ewê hê di derbarê bilindbûna r’uhê net’ewî yê gelê wêyî nebînayî da binivîsin, û, helbet, di derbarê r’êberê wî yê nebînayî da... Ewê hewl bidin bersîvên wan pirsan bibînin, ên ku dertên pêşîya wan, û dawîya dawîyê, wek ku tê xuyanê, ewê têbigihîjin, k’a ew çi bûye, ku k’urd neç’ar kirine, ku ew ç’ekê hildin destê xwe, ew çi bûye, ku keç’ û xortên k’urd neç’ar kirine, ku ew wek nîşana şermazarîyê li dijî bêdadîyê, çalakîya xweşewitandinê pêk anîne. Wek ku tê xuyanê, ewê tê bigihîjin, k’a mabesta komîsarê polîsa Almanyayê çi bûye, dema piştî axavtinaên nûnerên parlamêntên welatên cuda ên di mîrîcana çanda k’urdî ya Frankfûrtê da, gotibû: “Ez tênagihîjim, PKK naha r’êxistina k’urdî ye, yan a navnet’ewî ye?” Û dibe ku ewana tê bigihîjin, k’a gelê k’urd çima hem di Welêt da, hem jî li derveyî welêt bi xwepêşandanên sedhezarî piştgirîya xwe ji bo PKK dîyar dikin û bi yekdengî bang dikin: “Bi can, bi xwîn em bi te r’a ne, ey Serok!”...

Lê vê demê em hê di hewşa Sîabend da (di bajarê Qamuşloyê da) r’ûniştine, li dora fîncana qawê di drbarê tiştên cuda da sowbet dikin... Ji me dûr – di esmîn da “sênîya” hîvê ya zîvîn p’ir’ lewaz r’onî dike, werzebayekî sivik, nizanî ji k’u, bîna gulistana “r’ojhilatî” digihîne me...

...Tuyê bibêjî, divê berê meyî li çûyînê bûya. Lê hîç dile me t’unebû, ku em her’in, ma ne em lap nêzîk bûn, lap li r’ex Welêt bûn... Bi van r’êyan r’a pêşîyên me çûne û hatine, bi van r’êyan r’a kerwan berbi hêztirîn împêratorîya Medyayê va k’işyane, bi van r’êyan r’a dagerkerên bîyanî êrîş anîne ser K’urdistanê... Bi van r’êyan r’a k’urdistanî neç’r bûne li cîhanê belav bibin, bi van r’êyan r’a şoreşgerên k’urd neç’ar bûne welatê xwe bit’erikînin. Lê hema bi van r’êyan r’a jî ew careke dinê veger’yane Welêt. Û em, bêyî hemdî xwe, li şopên wan diger’in, yên ku berbi azadî û serxwebûna K’urdistanê va dibin...

Sibetirê dema xatirxwastinê me ji dostên xwe r’a got:

– Emê hesab bikin, ku em bi demeke kurt ji bo k’ar ji welatê xwe diçin û emê zûtirekê veger’in... Dema xatirê we, heya hevdîtinê!

Havîna Şamê p’ir’ germ e. Otobûs li r’ex daristan û r’ezên tiryan r’a berbi ayrportê va dipeke. Li wir xortê ciwan, dema paseportên me yên sovêtî dibîne, bi r’ûsîke şkestî me slav dike û, piştî ku bilêtêm me yên tranzît dinihêr’e, r’êya berbi balafir’ê va nîşanî me dide...

Korda Mad

Moskova-R’ojhilata Navîn-Moskova 1994