8 Numare
Li herêma Mêrdînê, doktorek rojek reklam dide rojnameyan û dibêje: “Dermanê her tiştekî li ba min heye. Werin ba min ku we derman ji derdê xwe re nedît, ez ê perê ku we dane min deh carî li we vegerînim”.
Li ser vê reklamê rojek yekî omerî û çavvekirî çav lê ye ku here ba vî doktorî, nexweşîneke wisa bêje ku doktor nikaribe derman jê re bibîne û deh car li pareyên heqê muayenê lê vegerîne. Mêrê çavvekirî diçe ba doktor û dibêjê:
-Doxtor beg, wele derdek li min peyda bûye, lê ez ne bawer im tu bikaribî çareyek, dermanek jê re bibînî.
Doktor:
- Ka tu perekên xwe bide û hema derdê xwe bêje, tiştek ku dermanê wê li ba min tunebe nîne.
Mêrik radibe heqê muayenê dide doktor û dibêjê:
- Doxtor beg wele min tama (çêja) devê xwe wenda kiriye, tama tu tiştekî nagirim.
Doktor:
- Ê ma ji vê rehettir.
Mêrik:
- Ma dermanê vê heye bi rastî jî?
- Wa, çewa nîne.
Dibêje û bang li hemşîreya ku li balê dixebite dike:
- Ka keça min şûşeya nimreya heştemîn bîne ji min re.
Hemşîre şûşe tîne dide doktor, doktor devê şûşê vedike û dide ber yê qaşo nexweş û dibêjê:
- Tiliya xwe lê bixe û hema zûzûka bike devê xwe bixwe.
Mêrikê qaşo nexweş û çavvekirî bi ya doktor dike û bi lez tiliya xwe li nav şûşê dixe û dike devê xwe, lê pê re jî ji devê xwe davêje û bi hêrs:
- Doxtor beg ma ev gû ye, te gû bi min da xwarin?
Doktor:
- Belê, lê va binêre bi kêrî nexweşîna te hat, êdî tu tama tiştan digirî.
Mêrik çema stuyê xwe dixurîne û bi paşve diçe, perekên xwe jî wenda dike. Lê dike serê xwe ku wê vê heyfê ji doktor hilîne û difikire ka vê carê çi bêje. Piştî çendekê tiştek tê hişê wî û dîsa berê xwe dide doktorê xwe:
- Doxtor beg, wele vê carê derdek wisa li min peyda bûye ku ne pêkan e tu jî bikaribî çareyek jê re bibînî.
Doktor:
- Heyran ka tu perekên xwe bide, derdê xwe jî bêje û qarişî tiştekî din nebe.
Mêrik, ji xwe bi bawer, derdixe pere dide doktor û dibêjê:
- Doxtor beg wele ez tiştan pir zû ji bîr dikim, navê min jî nayê bîra min. A niha ku ji vê derê derkevim, wê ji bîra min jî biçe ku ez îroj çûme ku derê.
Doktor:
- Wa, ji vê rehettir.
Yê qaşo nexweş:
- Wa, ma dermanê vê jî heye?
Doktor:
- Belê çawan nîne. Ka keça min qutîka nimreya 8an bîne ji min re.
Mêrik di cî de hildipetike û bi hêrs dibêje:
- Ma Doxtor ew gû ye, te bi min dabû xwarin.
Doxtor:
- Hah, binêre dîsa jî bi kêr hat û hat bîra te ka çi bûye. Va me ji vê re jî çare dît.
Mêrikê qaşo çavvekirî, ji hêrsa dike ji eyarê xwe derkeve û dibe kufe kufa wî û ji muayenexaneya doxtor derdikeve, lê carek kiriye serê xwe ku divê vê heyfê ji doxtor re nehêle. Çendek di nav re derbas dibe û mêrik car din berê xwe dide doktorê xwe:
- Doxtor beg, wele vê carê bi rastî jî ne pêkan e ku tu derman ji bo vî derdê min ne li ba te û ne jî li tu deverên din peyda bibin.
Doktor:
- Heyran dev ji van gotinan berde, tu perekên xwe bide, derdê xwe bêje û qarişî tiştekî din nebe. Ku min derdê te çare nekir, jixwe ez ê perekên te deh carî zêdetir li te vegerînim.
Mêrik car din dest davêje berîkê, perê xwe dide û dibêje doktor:
- Doxtor beg, tu zanî di nav eşîra me de çêr û xeber pir meşûr in, lê min ew qabiliyeta xwe wenda kiriye, êdî nema bi tu awayî dikarim devê xwe xerab bikim, çêr û xeberan bikim.
Doktor: Hey mala te min jî got ka çi ye, ma ji wê rehetir.
Reng li mêrikê qaşo nexweş namîne û dibêje:
- Ji bo Xwedê ma doxtor beg bi rastî, dermanê vî tiştî jî heye li ba te?
Doktor:
- Belê, çewa tune. Ka keça min qutîka nimreya heştan ji min re bîne.
Hîn gotina doktor di dev de ye, yê qaşo nexweş ji ciyê xwe radibe, xwe bi ser doktor ve çeng dike û dide çêr û xeberan:
- Wey min di telaqê bavê te..., bênamûs kurê wî bênamûsî ne ew gû ye gû kurê .....
Doktor:
- Hah binêre ev jî çareser bû, qabiliyeta te ya çêr û xeberan bi paş ve hat bavê min, ma tu êdî çi dixwazî? Bi dilekî rehet here nav eşîra xwe û bide xeberan.
Ji berhevka Mahabad Arda