Nûjenîya Civakan bi wekhevîtî û dadperwerî ye.
Bi gotina pêşîyên Kurdan; kê çi biçîne wî hiltine.Mirov di mafên taybetî û mirovatî da wekhevin.Her beşên civakan di destxistina mafê mirovatî da wekhevin. divê tu cudatî dinavbera wan da neyê kiriinê û bi serbestî û azad mafên xweyên mirovatî bi xebitînin û bi dest bixin.Bi gor fermanên Xuda û pirensîbên gotinên wîyên Qur’anî!tu kes nikare xwe serdes bibîne û li pêşîya mafê yekê dinê bibe asten û nehêle ew kesa mafê xwe yê bi her awayî bikarbîne.Çawa me di Ayeta pîroz da! da nîşandan;tu kes bi hebûna xwe ya mirovtî nikare bêje:ez mezintir an ji kesek dinê birûmettirim.Mirovên li rû zemîn ji çi nijadî dibin bira bibin; rewşa wana aborî, rengê wanê bedenî û zimanê wanê maderzadî çi dibe bira bibe,ew di xebitandina mafên taybetî da wekhevin.Kesek ji wan nikare bêje:ez ji hevalê xwe pirtir xudanê bi destxistina mafanim.Lewra heyîna mezin:Xuda mirovan wekhev afirandîye û tu kes nikare bêje:ez di berînda birûmet û mezin hatime afirandinê û ji mafê mine ku ji hevalên xwe pirtir xudanê mafanbim.Dema em ji mafan di axivin:armanca me mafên taybetî yên gelanin.Wek mafên serbest jîyana birûmet, xwendin, zanin,û bi hezaran mafên ku xwe bi taybeta mirovan va digrin, divê bi dadmendî bêne paraztinî.Bivê ramanê û zanîna ji dadmendî ya fermanên Xuda;wekhevîtî ya di parastina mafan da,ne mafê musulmanan bi tenê ye.Ji mafê herkesî ji her bawerî yê ye ku xwe di nav dadmendî ya parastina mafan da bibîne û bigihîje mafê xwe yê taybetî yê mirovahî.Lewra zagona Xuda ya bi navê îslam!bê cudatî wekhevîtî ya herkesê di her bawerî yê da! hildaye binê parastinê û dadwerî ya di derbarê yek yekê wan beşan da bê kêmasî belav dike.Hege dadwerî ya dinav beşên ji curbe curên nijad û bawerî yan da;bête parastinê û herkes bi serbestî û bê astengî bigehîje wekhevîtî ya di mafên taybetî da;wê cîhana me! bigehîje radeya herî bilind û bala.Lê pir mixabin;gava em çavê xwe li dîmenê rewşa Cîhana îro digerînin;em dibînin:ku dinav da serdestî,bindestî,dagirkerî,mêtingerî û binpêkirina mafan û perçiqandina hejaran dibînin.Ev dîmenê xirabê dervayê fermanên Xuda; yên ku bi Ayetên xwe yên Qur’ana pîroz jibo bawermendan ra daye dîyarkirinê,bi pirahî dinav civakên musulman da tê dîtinê û ew ji herkesê di cînanê da pirtir mafê mirovan û wekhevîtî ya wan binpê dikin.Ramana nijadî ya neyînî, çawa ku dinava dewletên musulman da bûye bela serê miletan û sedema şoreşên lihemberê bêdadî ya wan,wisajî cudatî ya dinav beşên civakên nemusulman da jî bûye sedema pevçûnên bi xûn û nahêle ku aramî û aştî ya dinavbera gelan da bête damezrandinê.Wek çawa ku dewleta yekîtî yên “Emrîkî”di demek dîrokê da nekarî pêşîya cudatî ya ( Reşik û Sipî) yan da bide rawestandinê û bi sedan Reşik bûne qurbana rengên xweyên reş û hatine kuştinê û perçiqandinê.Ev pirsgirêk di Dewletên Yekîtî yên Emrîkî û curbe cur komelên Cîhanê da bû rûreşî ya nijadperestî yê û hate domandinê.Di 21 bajarên Emrîka da derfeta xwendin û perwerde ya Reşikan ji reng Sipî yan kêmtir bû.Perwerde ya di dibistanên pênc Salî da;ji %92 Reng sipî dihatine perwerdekirinê.Disa di Salekî da ji bo perwerde ya Reng Reşikan 57 dolar, ji bo Reng Sipîyan di eynî Salê da 1046 dolar di hate parvekirinê.Bi vê ramana nijadperestî dinav beşên Reşik û Sipî da pevçûn kujtin û talan derkete holê û Reşik jî necarê serhildanên xwe parastinê bûn.Di dawîya van gemarî yên nijadperestî da; reşikan xwe dane qebûlkirinê û îro dikarin bihevra bijîn.
Gava wekhevîtî û dadwerî dinav beşên civakan da nehate bikar-anînê,bi serbestî dilxweşî nikarin bi hevra bijîn û aramî ya di navbera wanda namîne û bêdadî,talangerî xûnxarî derdikeve meydanê. Yekcaran nijadperestî û bê dadî ya dinavbera beşên civakan da gehîştîye radeya herî bilinda nemurûvahî yê û bûye sedema êrîşên rengsipîyan liser kesne ku dinav civak û netewa xwe da xudanê cîgehên(Meqamên)bilindbûne.Wekî çawa bi gor Nûçeyên rojname yên Cîhanê! di Çirî ya pêşîn Sala 1975 da;Wezîrê Aborî yê dewleta (Gana)yê li bajarê (Dofer)a Komara yekîtî ya Emrîkî;jiber rengreşikî ya wî, ji Xaringehê hatî ye qewirandin û nehîştine ku li Xaringehê Xarin buxwe. Lewra libal kesne rengsipî, xarina li Xaringehên reng Sipîyan jibo Reşikan qedexe bûye.
Gava em van mînakên zordestî, bêdadî,newekhevî ya di Cîhana xwe da; bi belgeyan dertînin mijara xwe û ji demên berya xwe diaxivin;em dikarin bêjin:dema meya îroyîn ji wê demê pir pêşvetir nîne û hêj jî liser nexşeya cîhana me;bihezaran bêdadîyên wek bûyera Wezîrê Aborî yê (Gana)yê û newekhevî ya demên borî yên dinavbera Zarokên rengreş û rengsipî yên li Emrîka û Efrîqa yê didome.Di dewlet û desthilatdarî yên musulman da;bi rengekî sistematîk cudatîya di navbera nijadan da tê kirinê û nahêlin gelên neji nijadê wan; bi zimanê dayîka xwe bixûnin û perwerdebin.
Kesên ku dinav civakên musulman da dijîn û bawerkerên bi heyîna mezin(Xuda)ne;divê jibo mafê wekhevîtî ya mirovan ra birêz û rûmetbin û xwe di xebitandina mafên taybetên ku hevalên wanên mirov jî di wan mafan da xudan parin wekwan;serdest nebînin.Kesne ku xwe bawermendê bi heyîna mezin(Xuda)dibînin û dibêjin: em musulmanin;divê guhbidene gotina Pêximber a ku bi zimanekî“wesyetî”ji “Meazê Kurê Cebel” ra; daye dîyarkirinê û gotîye:(Ezlitewesyetdikim;bi“fedîkirinajiXuda”;birastgotinê,bipêk-anînapeymanan.bicih-anînaemanetê,bidûrketinajixîyanetê,biparastinaCînaran,bidilovanîyaliserYetîman,binermahîyadiaxivtinanda,bibexşandinaselamê,biparastinaherdûmilan.) Di naveroka vê Hedîsa pêximber da silava Xuda liserbe; wateya jîyana bi hevra û bê kêmahî hatîye dîyarkirinê û rê ya wê jîyanê bi gotinên xweyên ku heryek jiwan gotinan wekî qanîneke jibo jîyana herkesê bawermen ra ji Sehabîyê xwe yê kiram:Me-azê kurê Cebel ra gotîye û jibo bawermendan ra wek zagonek jîyanê daye dîyarkirinê.Hege dinav civakên bawermen da; bigor van gotinên Muhemmed (S.X.L)be tevgera mirovan bête birêxistinê û bigor naverokên van Hedîsan tevbigerin wekhehîtî û dadîya bi yeksanî û bê kêmahî wê bê parastinê.Lê pir mixabin kesne ku desthilatdarin liser civakên gelan û neteweyan;xwe bawermend didene nîşanû dikevine nav tevger û ramanên nijadperestî,mêtingerî û nahêlin ku gel bihevra bi serbestî û azadî bijîn.
Zana yên: Mezhebê Henîfî;di derbarê desthilatdarên ku cudatî yê dixine navbera beşên civakan û wekhevîtî ya wana di destxistina mafên wanên taybet da naparêzin,ramanên xweyên fiqhî zanistî dîyarkirine û gotine:desthilatdarên ku bi mebest û ramanên xweyên nijadperestî cudatîyê dixene navbera musulmanan;ew ne (Îmamê rastîne).Kesne ku lihember desthilatdarîya wan derkevin,ew(Hadîne ne taxîne).Yanî ew kesana bi helwestû ramanên rastin û ne çewtin.
Di fetwaya zanayên Mezhebebê Henîfî da; rastîya civakî derdikeve meydanê û rewşa desthilatdaran û gelên dibin desthilatdarî ya wanda; bi gor zagonên civaknasîya hemdem û îslamî,desthilatdar!xizmetkarê gele.Gava desthilaetdar wekhevîtî ya civaka xwe neparêze, ji katagorî ya xizmetkarîya civakê dûrdikeve û dibe desthilatdarê yek-alî û dîktator. Gava rewşa rêvebirîya gelan bikeve vê radeyê;ji mafê gele ku rûmetê nedine wê desthilatdarîyê û li hember derkevin.Peyva “Îmam”di lîteratora Fiqha îslamê da; jibo kesne ku rêvebirê gelanin tê xebitandinê.Çawa me da zanînê: peva îmam bi taybetî jibo mirovên ku rehberî ya gelan dikin ra tê gotinê.Disa jibo zanayên ku di warê olîda li pêşîya Civakan rehberî yê dikin ra jî tê gotinê.
Xîmê her civakên li rûzemîn; hege liser wekhevîtî, dadî, û mafperwî yê neyê avêtin û avakirinê,rojek nadome û hildiweşe. Mirov bi giştî di destpêka afirandina xwe ya berîn da wekhev hatine afirandinê.Wekhevîtî ya mirovan bê cudatîye.Yanî mirov çi reşik çi sipî,çi musulman çi ne musulman,di warê wekhevîtîyê da yeksanin. Bi gor zagonên mirovatî yê tu cudatî dinavbera wan da tuneye.Çawa em di berhemên nivîskî da dibînin:kesne ku baş bala xwe berdin ser watedarî ya Ayet û Hedîsên ku di derbarê vê mijarê da hatine gotinê;ew jibo serbest jîyana mirovan; wekhevîtî, dadî, mafperwerî ya herkesî derketine pêşîyê û mirovan hişyarkirine.
Musulmanên ku bi rastî ; divê ew ji rastî ya wekhevîtî,dadî,û mafperwerîya ji bo hevalên xwe yên mirov ra alîkarbin û li pêşîya van hersê xalên sereke nebine asten û çeper.Lewra di bingeha olên Semawî da; şoreş û tekoşînên jibo parastina rûmeta mirovan bênebêye û girêdayê bivan hersê xalanva ye. Mirov dikare bêhempatî ya ola îslamê; di derbarê giringî ya wîya jibo parastina maf û rîmeta mirovan; di pesindayîna “Felsefe zanek Sosyalist da” jî bibîne. Çawa ku Felsefe zanî bi ramana Marksîsmê :Rocîh Garodê yê Firansewî;di her Qonferansek xwe da giringî û mezinahî ya ola îslamê anîye zîman û pesnê wî daye û gotîye:di bingeha wê olê da parastina mafê mirovan,wekhevîtî ya di navbera wanda ,di radeya herî bilind da diparêze û cudatî yê naxe navbera curbe cur beşên ji bawrîyên cuda cuda û di mafanda wekhev dibîne.Ola îslamê rê nade dagirkerî û mêtinkerî ya bi tu awayî û tekoşîna lihemberê wan erê dike.”Rocîh Garodî” jibo ramana “Makîs”a lihember olan û dîtina wîya ku dibêje:Ol jibo tekoşîna lihemberê dagirkeran û mêtingeran astenge û nahêle gelên dibindestan da bi serfirazî;xwe jibinê bandora mêtingeran bidene rizgarkirinê; dinirxîne û dibêje:Markîs gava vê raman û teorîya xwe ya di derbarê olan da dîyardikir:haya wî bi tenê ji ola “Kenîse”yê hebû mêtingerî ya wê olê didît. Lê haya Markîs ji rastîya Ola îslamê tunebû. Hege Markîs hûrnêrîna wî liser ola îslamê hebûya wê vê Olê nexista kategorî ya Olên dervayê Ola îslamê. Em dibînin ku felsefe zanê bi ramana Sosyalîstî;ji Ola îslamê agahdarbûye û pesinandî ye.Dîtina vî zanayê bi navê “Rocîh Garodî”yê di derbarê îslamê da;di Sala 1968 û 1969 da di “Kovara Etelîet” da hatîye weşandinê.
Hêcaye ku mirov teorîya Markîs a di derbarê olan da; di berçavanra derbaske û bi hûrnêrîn binirxîne.Dîtina Markîs a jibo ku ol Afyona gelane û gel bi gîrêdana xwe ya bi olan va wek serxweşê bi vexarina madeyên şerxweşkirinê ne,ji hêlek va neraste, lê ji hêlekî dinê va pir raste.Gava em alîyê ramana Markîs a ku gotîye: dîn Afyona miletane hildine ber çavê xwe û bi balkêşî Dînên Semawî binirxînin;emê bibînin ku ramana Markîsa bivî rengî;neraste û ji binî ketîye nav çewtîya lêkolîna nerast.Lewra her zanayek ji lêkolînvanên di derbarê dînanda ger bi realîteya lêkolînvanî yê; li dînan binhêre::wê bibîne ku Pêximberên wek (Mûsa,Îsa,û Muhemmed)lihember mêtingeran û sitemkaran tekoşînên bê hempa dane û rastîya olên ku ji bo wan hatine daxistinê ji bo Cîhana xwe, dane dîyarkirinê.Lewra olên ku bi navgîna Cibrîl û bi kitabên pîroz:Tewra, Încîl,û Qur’anê ne ,dagirtîyên bi nûjenî û şoreşên lihember zalimanin.Gava em bi însaf li naverokên van kitabên Semawî û li şoreşên van Pêximberên ku kitab ji bo wan hatine daxistinê binhêrin:emê bibînin ku ol ji bo serbestî serfirazî ya miletan hatine şandinê û ne madeyên serxweşkirinê ne.
Gava em heqekî bi niheqî bidene Markîs û bêjin:çawa Markîs gotîye:Ol Afyona miletane raste;emê ji berîn va bêjin: em heqê niheq didene Markîs.Lewra bi gor realîteya lîkolînvanîyê; ol di berçavê xwera derbas nekirî ye û bi tenê di Cîhana xiristîyanî yê da;rewşa mêtingerî ya dînê “Keşîşan”nirxandîye û dîtîye:ku tevgera zanayên Kilîse yan jibil mejû avdana kesên xiristîyan tu karekî pêşveçûyî nade wan.Hege Markîs biwê dîtina xwe ya ji bo ola xiristîyanan li ola musulmanan jî nêrîbe?û di kesayeta mêtingerên musulman da ola îslamê jî, wek ya di kesayeta xiristîyanan da dîtibe û nirxandibe; raste! Lewra ola ku di kesayeta mêtingerên olan da, bê nirxandinê ne ole û gemarîya mêtingerane.
Bi rastî çawa me ramana Markîsa di derbarê olanda û bi dîtina wîya serrakî,da dîyarkirinê Ol bi xwe ji bo civakên bawermend pêşveçîyînên herî bilind û balane.Tu car û zemana rastîya olan merivan ji hiş dernaxe û tim rê ya rasta jibo berjewendî yê wan dide nîşandayînê.Lê gava em û yên di ramana Markîs da ji rewşa gemarî ya mêtingerên olan û bê zanîna di derbarê rastî ya wî da rexneyên bê nirxandina bi eqlû hiş bînin ser fermanên Yezdanî û bi bêjin: ol Afyona miletane neraste û şaşîya herî mezîne.Em dikarin bi tenê rastîya pîrozîya olan jibo; jîyana bi rîmeta mirovan bi mînaka wesyeta Muhemmed (S.X.L.) a ku jibo Me-azê Kurê Cebel ra kirîye nîşan bidin û bibêjin: van peyvên Hedîsî, xal bi xal jibo mirovan zagonên jîyana birûmetin.Lê pir mixabin ol di destê dagirkeran, mêtingeran, û mebest xiraban da; ji rastîya wî hatîye dûrxistinê û bûye aletê berjewendperestîya wana bi gemar.Gava em wek mirovên zanayên bi rastîya olan û nemaze ola îslamê; bi tevgera van xirabên ku olan di rê ya berjewendî ya xwe da dixebitînin! ola îslamê rexnekin û wek Markîs bibêjin:(Ol Afyona miletane) emê bikevine nav şaşîyên pir mezin û ji rêbaza nirxandina zanistî dûdkevin.
Di destpêka nivîsê da; me mijara “Gelperwerî ya erênî ya gelan; anîye ziman û di gelek beşên nivîsa xwe da jî, bi zimanê rastî ya ola îslamê nirxandî ye. Lê gava em vê mijarê dinirxînin;em baş dizanin ku hemî tevgerên mirovên bawermend di warê lêpirsîn û dilovanî ya liser lêzim û nêzîkan da, gîrêdayê bi xwenaskirin û Xuda naskirinê vaye.Bi vê ramanê mijara meyê bi beşek taybet; liser xwenaskirin û Xuda naskirinê be.Lewra kesne ku ji taybetên xwe yên maderzadî û gelperwerî dûrkevin û bibêjin:em musulman û bawermendîn derewan dikin û dinav şaşîyek mezindane.
Celeletin Yöyler