Objektîf û bêlayanî
Birêvebirina weşaneke wêjeyî û ragihandinê ne hêsan e, xwerû jî dema mirov bixwaze, di nava vê geremola hest û rastî tevlihev bûye, torbenda sîxwiriya dijmin ku bi formên cûda her der di nava gumanan de xeriqandiye, xetên rastî û ajaniya bandorî tevlihevbûye de hê dijwartir e. Berê her tiştî objektîf bûyin divê. Bêlayanbûyîna hatiye serobinkirin divê. Ked û şiyarbûneke bê westan divê, xebatkarên dilsoz divê, bêguman warê diravî jî bi serê xwe pirsgirêkeke giran e.
Objektîfî:
Objektîf bûn; rastiyê, li gor kriteran, pêkhatinê di objektîfa rast de dîtin, rewşa heyî baş nirxandin, bi pîvanbûn, rûdanan bê karlêk, xwedanê hişmendiya kirdeyê xwendinê bûyîn, di hemû çivan de dîtin, li gor rastiya berçavî, ji bandora hest û pêşdarazî dûr, ne sêwirandî, ne bi alîgirî, bi eger, dîtnêr û xwezaya rastiya rûdanê nirxandinê dixwaze. Ev jî bingehê weşangeriyê ye. Di vê roja me de objektîfî kêm tê dîtin.
Mijara layanê:
Li welatê me dijmin ne tenê di warê dagirkirin, talan, çewisandin û têkbirina nirxên mirovî de, di warê rawişt, nêrîn û hişmendiyê de jî tevlihevîyeke sergêjiyê afirandiye. Lema li ba me têgihîştina her tiştî belovacî ye. Mirov di kijan mijarê de rûpelên rastiyekê werdigerîne, dibîne ku tev de li nav guhê hev ketine, gêjkirineke hişî derdikeve pêş mirovan.
Ev tevlihevîya mejî di warê rewşenbîriyê de ji ber ku her tişt, yan jî her alternatîf bi destên ajanên bandorî tên reşkirin, alternatîfa koloniyal bi awayekî ne rasterast jî be, tê şîrînkirin, hê bi aloztir e. Li ser vê bingeha aloz qaşo nîqaşa bêlayanbûna niviskar û nûseran derxistine pêş. Ev mijara bêlayanî kirine rewşeke wisa kronîk ku kesên li ber vê pêlê ketî pêşiya xwe jî nabîne. Lema bi kurtî jî be, divê em vê xalê piçek vekin.
1 – Hin derûdoran „bêlayanî,“ wek têgîhîştineke di navbera kolonyalîst û gelê me de bêalîbûnê derxistine mazatê. Heta li gel kolonyalîstan bûyîn wek bêlayanî, lê li gel hêzên netewî bûyînê jî; wek layangirî dane rûniştin, hene. Lema hin niviskar, qaşo rewşenbîr bi navê bêlayanî derdikevin TRT6, Oryent TV, El Cezîre, lê dernakevin TV yên kurdî bi giştî. Heta derketina televizyonên kurdan bi awayekî sosret wek layangirî lanse dikin. Têbinî: Divê ew kesên ku bi navê bêlayanî vê dikin, baş bizanin ku aligiriya dagirkeren, bi formekê li gel dagirkeran bi naveke din kolonyalîstan rawestan, di lîteratûra polîtîkayê de tenê û tenê di nava çarçoveya xiyanetê de tê nirxandin. Ango ne bêlayani ye, rasterast xiyanet e.
2 – Dema em wek kurdistanî li bêlayaniyê binêrin, di çarçoveya vê de bêlayanî ev e: Di rûdan, pêkhatin û têkiliyan de li ser bingehê rastiyan mayîn û bi heman dûriyê nêzîkê partiyên kurdistanî bûyîn e. Bêlaynî tenê û tenê ev e. Ango dij PKKeyî bûyîn, yan jî xwe ji wê xetê bi tirsa dijmin afirandî dîstanze kirin, ne bêlayaniye, heta layangiriyeke bi armancên dijmin porkiriye. Dagirkerên tirk bi vê armancê vê mijarê bi ajanên bandorî didin belavkirin. Bêguman xwedan dîtinekê din bûyîn, yan jî endamê partiyeke, komeke kurdistaniyên din bûyîn tişteke din e. Lê ji bêlayanî dijberiya PKKê têgihîştin ne bêlayanî ye.
3 – Bêlayaniya niviskar û nûser ne ew e ku mirov ji her tiştî dûr raweste, nebe xwedan têgihîştinekê û nêrînekê, nebe endamê partî û hêzekê, wekî gêjekî li pehnavê bimîne. Ev ne bêlayaniya niviskar û nûser e. Bêlayaniya niviskar tenê û tenê di nivîsandinê de ye. Divê niviskar li hemberê karekteren xwe, di şirovekirina diyardeya kiriye mijara nirxandinê de bêlayan be. Divê mirov ji bêlayaniya niviskar û nûser tenê vê têbigihîje. Birêvebirê malperekê divê van rastiyan jî li ber çavan bigire, hem li hember nivis û gotarên ji bo weşanê tê, bêlayan be û hem jî bikane vê bi kolomnîst û xwediyê gotaran jî bide pejirandin ku bêlayaniye metnê çendî girîng e. Buguman divê sinc/rawişta civakê jî li ber çav bigire. Serada herî giran jî ev aliyê weşangeriyê ye.
Ked û şiyarbûyîn
Malperekê bi rêvebirin ked û xebateke bê westan û domdar dixwaze. Divê rêvebirên wê hemû nûçeyan saet bi saet bişopîne. Bingehê rastiya rûdanan bibîne, bê di bin hest û pêşdaraziyê de bimîne, wan lêbikole û bi awayekî objektîf ragîhîne xwinêr û şopînêrên xwe. Li gel wê redekte û obejektivbûna nivis û gotarên tên berdest di serada bêlayanî û rastiya civakî re derbaskirin divê. Ev jî barekî pir giran e û di rewşa me de tenê fedekariyeke bê diravî dixwaze. Min bi xwe jî xwestibû malpereke wêjeyî vekim, lê ji ber vê giraniya kedê min ew wêrekî di xwe de nedît. Deh salan bê rawestan malpereke wiha bi rêvebirin bi serê xwe serkeftinekê ye û hêjayî pîrozkirinê ye.
Ji roja vebûye ta vê roja me ez malpera Amîda kurd dişopînim. Ji malperên herî objektîv, neketiye bin bandora rikberên tenê bi hestên xwe tevdigerin, pişta xwe nedaye çavkaniyên rantê, li gor rastiya welatê me û normên weşangeriyê weşana xwe didomîne, bê guman yek jî malpera AMIDA KURD e. Ez bi vê wesîleyê dehsaliya Amîda kurd pîroz dikim û serkeftin dibêjim.