Ocalan û Pêvajoya Nû
Yê Tevgera Azadiyê ji nêz ve û bi nêrîneke objektîf şopandibe, dê bizane ku, Tevgera Azadiyê ev ji 35 salan zêdetir e ku di gelek pêvajoyên grîng û astengiyên mezin re derbas bûye. Her wiha dê bizane ku di encama her pêvajoyeke nû û astengiyekê de jî, tevgerê bi pêş xistiye û kiriye sedem û bingeha gav û pengaveke nû.
Dîsa yê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve û objektîf şopandibe, berhemên wî xwendibe, li ser xeta serokayetiya wî lê kola be û kûr bûbe, dê bizane ku birêz Ocalan her, ji bo armanc û ramanên xwe yên bingehîn, ango ji bo jiyan, giyan û ramanên azad têkoşiya ye û beriya şer û têkoşîna li hemberî dijmin, ji bo, pêşî vê yekê di nav gelê kurd de bi pêş bixe û bide rûniştandin, têkoşiyaye. Lewra ji roja roj ve zaniye ku dagirkerî û kedxwariyê bi polîtîkayên asîmîlasyon, dejenerasyon, tepisandin, çewisandin, çavtirsîkirin, girtin, kuştin, pêliserkirin, piçûkxistin û komkujiyan, civaka kurd çiqasî kûr û heya bi şanikên civakê ve çelexwarî kiriye û ji rastiya wê bi dûr xistiye. Dê ev têkoşîn, bi hêza vî gelî re bihata dayîn û ji lewre jî diviya têkoşîna herî mezin bi van çelexwariyên gel û civakê re bihata dayîn. Di vî warî de jî, têkoşîna pêşxistina kesayetiya jinê û rola jinê di nav civakê û têkoşînê de, kir bingeh. Lewra ya herî zêde hatibû xistin, jin bû. Ocalan ev got û li gor vê gotinê têkoşiya: ”Gelê kurd, gelê herî kevnare ye û bingeh û avakarê şaristaniya cîhanê ye. Lê ev gel hatiye xistin û kirine kole. Giyana koletiyê li nav şanikên vî gelî rûniştiye û bûye bingeha jiyana gel. Gelê kurd bi her awayî bûye kole û kole nayêne hezkirin, lewra tu bedewiya koleyan nîne. Ji lewre jî ez ji vî kurdî hez nakim. Şerê me, şerê bedewkirina vî gelî ye.”
Ocalan, ji bo rola serokayetiyê jî, wiha dibêje: ”Serok, an saziya serokayetiyê ew kes an saziye ku, di rewşa herî bê hêvî û bê derfet de, di tariya zilûmat a mirinê de, li ronahiyeke bi qasî serê derziyê digere, dibîne, li dû wê ronahiyê diçe û têkoşîna berfirehkirin û belavkirina wê ronahiyê dide.” Her wiha dibêje; ”Ji bo berjewendiyên vî gelî eger pêwîst bike, ez ê bi şeytan re jî rûnêm, lê ez ê tu carî xwe pê nedime bikar anîn. Dijberî wê, ez ê wî bikar bînim.”
Dema ev raman û nêrînên birêz Ocalan bêne zanîn û tevgerên wî bêne şopandin, dê çêtir bê dîtin ku her tişta dike, her gava ku davêje, her çendî pirê caran di destpêkê de neyêne famkirin û mîna nakokiyek bi nêrîn û armancên wî re bêne xuyakirin jî, di rastiyê de, ew gav û tevger, di xizmeta armanc û nêrînên wî yên esasî de ne. Ji xwe dema mirov li pêvajoya pêşkeftina Tevgera Azadiyê ya di bin Serokayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dinihêre, mirov dibîne ku ev tevger, di demên herî teng û bêhêvî de jî, her bi pêş ketiye. Ev bi xwe jî, rastiya raman û tevgerên birêz Ocalan piştrast dike. Ji lewre ye ku Tevgera Azadiyê, li gel hemû kadroyên xwe ve û li gel, gelê kurd ku îroj, di encama vê têkoşînê û xeta serokayetiyê de gelê herî polîtîze, dînamîk û têkoşer e, ewqasî bi rêberê xwe ve girêdayî ne.
Di jiyanê de her tişt heye û her tişt pêkan e. Tişt, li gor bikaranînê û li gor armanca bikaranînê teşe, wate û rûmet digirin, ango bêrûmet dibin. Polîtîka jî, yek ji van tiştan e ku navê wê li ser e, ango durûtî ye. Polîtîka êdî bûye tiştekî wisa ku, bêyî wê di jiyanê de pel naheje. Ji lewre ye ku dema mirov bixwaze rê li ber pêşkeftinekê vebike, divê mirov dest bavêje polîtîkayê û divê mirov wê baş bizane û baş bikar bîne. Lewra ew, çeka herî mezin a dijminê te ye û pir jîr û bi qirêj bikar tîne. Mirov her çendî vê çekê paqij û jîr bikar bîne jî, pirê caran mirov ji bo pêşxistina yek gaveka piçûk a di rêya armanca bingehîn de, neçarî hin gav an tevger an gotinên din dibe. Ev jî dikarin, mîna nakokiyek li hemberî armanc û nêrînên bingehîn, xuya bikin. Lê rastî tiştek din e. Baş e dê ev rastî çewa bê dîtin? Bê guman ku ne li gor nêrîn û daxwazên me. Belê, di destpêkê de dîtina wê zahmet e. Lê ji bo têkoşîneke 35 salî, ev pir hêsan dibe, lewra pêvajoya pêşkeftin an paşkeftina wê têkoşînê an wê tevgerê, li holê ye. Rewşa gelek tevgerên kurd ên bakur, li ber çav e û rewşa Tevgera Azadiyê ya di bin rêberiya xeta serokayetiyê ya birêz Abdullah Ocalan de jî, diyar e.
Di vê pêvajoya nû de, gelek şik, guman û tirs hene, çewa ku di hema hemî pêvajoyên nû yên beriya vê de jî dibûn. Dikare vê carê hinek zêdetir be, lê ew jî bi pêşkeftina Tevgera Azadiyê ve girêdayî ye. Ji ber, pêşkeftin ango destkeftî çiqasî zêde dibin, tirsa wendakirina wan jî li gor wê zêde û bilind dibe. Îcar, girêdayî ye ku mirov ji kîjan alî ve û li ser bingeha çi armancê li mijarê dinihêre. Lê eger sedemeka vê tirsê ev be, sedemeka din a herî mezin a vê tirsê jî, ziman û kiryarên dijmin bi xwe ye. Rast e ku ji her demê pir qirêjtir diaxivin û kiryarên xwe jî li gor van axaftinan dihonin. Ango bi gotina herî nerm, wiha dibêjin: ”Em dê bi destûra Xuda, bêyî ku tu tawîzî bidin, vê pêvajoyê bidawî bikin û ji belaya terorê, gelê xwe û welatê xwe rizgar bikin.” Ev gotina wan a herî sivik lê ya herî bingehîn e ku armanca wan a esasî ya vê pêvajoyê aşkere dike. Hemû kiryarên xwe jî li gor vê gotinê dikin, gavên xwe li gor vê armancê davêjin. Bi gotina kurt û kurmancî, tu şik û guman nîne ku armanca dijmin xapandin û têkbirina Têkoşîna Azadiyê ye. Ev rastiyek e zelal e. Lê ev ji aliyê dijmin ve wisan e. Baş e, ev Serokayetiya ku vê tevgerê aniye vê astê û aktorê herî sereke yê vê pêvajoyê ye, her wiha ev tevgera mezin a ku di vê govendê de ye û ji her kesî çêtir rastiya vê govendê, fîgur û aktorên vê govendê dizane, ma vê rastiya dijmin a hewldanên xapandin û têkbirinê bi qasî me ku li ser zikê têr, serê rihet û xwedî lihêfa germ û nerm in jî, nabîne û nanirxîne gelo?!
Dema mirov her liv û tevgerên vê pêvajoyê li gor rastiya li jor a Tevgera Azadiyê û Serokayetiya wê binirxîne, bi ya min dê mirov pir baştir û rasttir vê pêvajoyê bibîne û binirxîne. Wê demê dê tu tirs jî nemîne.
Li gel ku em xwediyê welatek mîna bihişt û dîrokeke kevnare ne jî, em ne xwediyê xwe û tu tiştekî bûn. Tu tiştekî ku edî me bikariya wenda bikin, tunebû, lewra ji xwe hemî hatibûn wendakirin. Lê îroj rewş ne ev e. Her gavek di rêya azadiya vî gelî de, pir bi êş û jan hatine avêtin. Divê ev rastî, bi hemû aliyên xwe ve bê dîtin û hestkirin.
Rastiya me ya kambax ku dijminan di me de afirandibûn û hovîtiya sîstema cîhanê kana êşên me ne û ev Serokayetî û Tevger xewnereşka vê hovîtiyê û dermanê van êşan e.
Mahabad Felat Arda 2013-03-10 [email protected]