OR-KENE-KON
Ev çete ji qijnikê jî xirabtir e. Qet nebe hinek qijnikên bêzirar hene. Bi mirov ve vedidin tiştek nabe. Lê ev Qijnikên Komarê (Ergenekon) heta niha bikêve vedan, kuştin. Cara dawî xwestin bi Serokwezir Erdogan vedin, lê bi ser neketin. Erdogan jî bi jehra wan dizane. Û taya ku girtiye jî ji ber wê ye.
Dîroka van Qijnikên Komarê dûr û dirêj e: Hemû li ser sergoyê vê komarê mezin bûne. Ji Teşkilata Mahsûsa bigire heta Îtîhat Terakî, Ji Îtihat terakî bigire heta kontrgerila, heta Çeteyê Qijnika Komarê bênavber bi mirovan vedane. Îtihat Terakî mînakek balkêş e. Heta 1918’an bi xwe ne desthilatdar in lê desthilatdarî di destê wan de ye. Kîjan padîşahî dixwazin wî tînin ser kar.
Dema ku wek Wezîrê tenduristiyê dibêje “Ku hûn çûn cihê bi qijnik, delingê xwe hilkin” padişah delingê xwe hildike, yên weke Prens Sabahattin dikujin û Osmanî dixin nav aloziyê. Vê çeteyê wisa kir. Qatilê Alpaslan ku avête ser Daniştayê û endamê destaya wê kuşt, piştre hate dîtin ku bi Velî Kuçuk re wêne kişandine. Niha jî heman tiştî dikin.
Þêmzînan û bombeya ku avêtin pirtûkxaneya Umutê, cînayeta Pirtukxaneya Meletiyê, Kuştina Hrant Dink û Keşeyê Trabzonê Antonyo cinayetên van Qijnêkên Komarê yê herî navdar in. Niha xuya dike ku karê xwe mezin kirine. Dê dest biavêtana hikûmetê. Hikûmetê ji tirsa xwe ev operasyon da destpêkirin.Weke marê terî jêkirî hinek kirin hepsê, lê yên ku ji derve man ne terî mar bixwe bûn.
Di vê mijarê de kurd li ku ne. Ne li tu derekê ne jî. Ne kes wan bi tiştekî dihesibînin, ne jî kirinên li hemberî wan dibînin. Tuxgeneral General Levent Ersoz ku endamekî herî girîng ê vî Çeteyî ye, berbirsiyarê kuştin û revandina rêvebirên HADEP’ê yê Þirnexê, Serdar Taniş û Ebubekir Deniz e. Lê kesek behsa vê yekê nake. Û dîsa 4 hezar kesên hatin winda kirin di nav van hesaban de tune ye. Þerê desthilatdariyê ye. An Çeteyê Qijnika Neteweyî bi serkeve an jî wê Þagirtên Mele Nêcmedîn serkevin. Hêviya me ew e ku hiqûq û demokrasî bi serkeve.