Pêsîrtengî
Kî dizane dibe ku ev xembariya mina ku nayê rayê belkî jî kêfxweşiyê dide te.
Ku ne wiha bûya tu yê bihatayî, te yê ewqas ez bendewar nehiştama.
Te yê ez nekirama dara qiyametê û teyê ez navêtama tarîtiya pêsîrtengiyê.
Ku te zanîbuna ezê dev ji te berdim, tu yê tavilê bihatayî.
Lê tu weke navê xwe dizanî te bernadim.
Daxwaza te “ heta heta weke lehiya barana biharê ji te hezkirine; Ne wisa?.
Lê hezkirina te ne hezkirine, zilma girane û bi bêhêvîtiya min re buye rêheval.
Ji nêz de dengê stranekê tê.
Dengê stranê tevlî pêsîrtengiya min dibe.
Ez dibêm belkî tu wekî wê stranê werî û li oda min bigerî.
Ezê berê bawer nekim ku tu hatiyî.
Demekê dirêj ezê li derî binêrim.
Piştre wê taya hezkirina te min bipêçe.
Ezê biricifim.
Wê zimanê min li paşhev bikeve û êzê nizanibim ji te re çi bêjim.
Nêrînê min wê li ser çavê te yê reş bicemidin.
Tu yê bisemtka li ba min rûnî û tû yê bi çavê serê xwe bîbînî ez çiqas şabû me.
Tu yê destê xwe yê delaliyê dirê jî min bikî.
Tam ezê bi destê te bigirim, tu yê wek stranekê winda bibî.
Ji te re dibêjim weke stranekê neyê û wek stranekê neçe.
Bila qe roj be qe şeva reş tarî, weke kilameke mêraniyê dirêj, weke Derwêş û Edûlê were.
Kes derdê kesî nizane .
Ez hatime ji bîrkirin.
Yek caran gotinek, slavek, nuçeyek ji te tê, tenêtiya qirika min sist dibe.
Ey pêsîrtengiya min, hevala min a kor!
Tu ji hemû hevalên minên kevin û nû nêzîktir î.
Hevala weke werisê êşê dirêj, hevala rojên qop û diran ketî ez çiqas ji te hezdikim ewqas jî ji te nefret dikim.
Tim çavê min li derîne.
Dengê stranekê tê.
Hêvî nanê feqîra ne. Lê belê dengek jî di guhê min de dipistîne û dibêje wê neyê.
Ku tu ji bo jibîrkirina min neyê, wê ji ber guhê xwe bavêje.
Ez tu carî te ji bîr nakim.
Lê divê ez bêjim dereng nemîne.
Ku tu dereng bimînî, tu yê min di şûna min de nebînî .
Guhê minê wê dengê te nebihîzin, çavê minên te nebînin, ezê nikaribim behna te ya çiyayî bera hundirê xwe bidim.
Destê te yê, weke rahêje kevirekî bi destê min bigire.
Ew çax mista mina sar û xêzên di ruyê min de çûne xwar wê ji te re bêjin mirinê konê xwe li ser dilê wê/î daniye.
Tu yê bi tirs li çavê min ên belorî binêrî.
Çiqas ji dilbe jî daxwaza te, lêvê minên wê ji te re evîna me venebêjin.
Ji nişkave wê taya tirsê te dorpêç bike.
Lingê tenê ku hînî revê bûne wê te ji min bi dûr bixin.
Tirsa mirinê wê te berbe berojê jiyanê bajo.
Heçiyê min carê qelişiye.
Ji bîr neke ev pêsîrtengî min neafirand û ji min peyda nebû.
Tu yî afrîdeyê tenêtiya xwe.
Bila kaniyên jiyanê nemiçiqîn .
Weke klamekê were.
Ez li benda te me.
Mem MÎRXAN