Pêxember
Li tîmarxaneyekê rojekê dînek derdikeve ser cihekî bilind û dibêje ez pêxember im. Hemû dînên din jê bawer dikin û jê re diçine secdê. Di nav wan de bi tenê dînek heye ku guh nade wan û bi serê xwe li cihekî rûdinê û bi “pêxember” û “ummeta wî” dikene.
Doktorê tîmarxanê diçe ji bo kontrola nexweşên xwe û vê rewşê dibîne. Ji yekî ku çûye secdê pirs dike: “Hûn çima çûne secdê li hember vî kesî”
Yê nexweş: “Zû xwe xwar bike tê gunehkar bibî, ev pêxember e”.
Doktor çavê xwe digerîne û nexweşekî dibîne ku bi serê xwe rûniştiye û bi van ên çûne secdê dikene. Hêviyek bi doktor re çê dibe û ber bi nexweş ve diçe, jê pirs dike: “Tu çima naçî secdê û bi hevalên xwe ku çûne secdê dikenî? Hevalên te dibêjin ev pêxember e”.
Nexweş: “Ew ne pêxember e ku. Van ên jê re diçine secdê jî hemû dîn in, hişê xwe xwarine, bi wan dikenim.
Doktor: “Tu çawan dizanî ku ne pêxember e?”
Nexweş: “Min pêxemberekî wisa neşandiye dinyayê ku.”