Pakrewan
Ji devê tivingekê teqiya
Guleyek kor bû
Bi ser dev ketim ser
Bêhnek li min geriya
Ew gulek sor bû
Demsal guherî. Bihareke nû dibişkive ji xaka welatê min. Gêj dibim ji coşa xwezayê. Ax, giya û çîçekan vedijîne, dar hemû li dû hev dorê ji hev didizin ji bo bêhna kulîlkên xwe beriya yê din berî hewayê bidin û ez sermest im ji wan bêhnan.
Îsal axa welatê min ji salên din zêdetir hêşîn wergirtiye. Îsal ji salên din zêdetir bi hêvî ne zarokên xaka birîndar.
Baran e, rojên dawî yên meha nîsanê, ez li hundir ewrên dagirtî jî li derve, weke xatirxwestiniyekê em li hev dikin bi hêsran. ”Bi xatirê te, min dema xwe temam kir, rojên germ li dû min tên. Hêviyên xwe xurt bigire.”
Çavên min li ewrên vejîner, dilê min li koçeke bê dawî. Di ramana min de dahatuyeke çîksayî...
Demsal guherî. Bihar e. Weke her biharî ewrên reş wergirtine xaka welatê min. Dilê min dêşê ji vê tofanê. Xwîna ciwanan diherike dîsa ser kulîlkan, dar digirîn, giya ji axa xwe şerm dikin, ez nifir dibarînim li ewrên tewanbar.
Baran e, rojên dawî yên meha nîsanê. Ez li hundir, kujerên min li derve nêçîra xwe didomînin. Bêçar im, bi hestên gunehkar rapêçayî me.
Li nav çar dîwarên mala xwe ya ewlekar ji bo min mirin nîn e. Peyvên derewkar hemû yên min in. Tûrika min tijî ye ji wan peyvan, lê hevokên bi wate rêz nagirin li kêleka hev.
Ji ber êdî ez jî biyan im ji xaka xwe re. Biyanîkirin herçiqas çekek modernîzmê be jî di destê dijmin de, zêdetir şereke hundirîn e û hêza xwe ji tirsên mirov bixwe werdigire. Ez jî bûme hêsîrê tirsên derûnî yên xwe, mixabin,
Lingên min, min derdixin derveyî malê, dilopên baranê, hûrik ez şil dikim. Naşibe ku mirov ji nav mala xwe ya germ li baranê temaşe bike. Diefsirim. Lê êdî veger nîn e. Baranê jî hêza xwe zêde kir. Meşa min êdî têkel e di nav rastî û xeyalan de, di şeveke tarî zilomat de.
Dimeşim. Nizanim çendî zeman e. Li newalekî ku serbejêra çiyayeke asê ye, li keraxa avekê ku hûrik diherike radiwestim. Mîna xewnekê ye, lê hezir dikim ku çiqas ji mala xwe dûr ketibim, ew çend jî ji tirsên xwe dûr ketime. Jixwe êdî baran jî nabare, ewrên reş bi ronahiya heyvê ber bi sipîbûnê ve reng diguherin.
Dengekî qels mîna ku bangî min bike, li dû xwe vedigerim, reşahiyek heye li bin dara hinek dûrî min, jê tênagihim. Berê xwe vedigerim ber xwe. Car din dengek tê. Ber bi darê ve vedikişim. Deng; ”hêdî were” dibêje. “Bi çek im, tu kî yî?”. Hedî ber pê ve diçim. Xwe bixwe dibêjim, “ez kî me?” hezir dikim ku bersiva vê pirsê niha tune ye. “Biyan im” dibêjim, “wisa bawer im ku winda bûme”. Min li nêzî xwe radiwestîne. Ciwanek e, çekek di dest de ye û berê wê li min e, dirêjkirî ye, kevirek daye pala xwe ku ji xwîna wî sor bûye. Hinek jê dûr rûdinêm. “Te ez naskirim?” dibêje. Serê xwe dihejînim, mîna ku bêjim na. “Min tu nas kir”. “Dê tu jî xwe bi min nas bikî”. “Şervan im, ji ew şervanên ku ji bîra we dûr, ji mijarên pênûsa we dûr im. Ji ew şervanan im ku ji dûxanên jehra dijmin zêdetir di bêdengiya we de difetisim. Tu ji gunehên xwe direvî, rastî min hatî. Biyan nemîne. Hevnasiya çeka min û pênûsa te pêk neyê, êdî wê axa me ji me re bibe biyan”.
Dengê wî her diçe qels dibe, dixwazim çend gotinan bibêjim, lê her carê dengê min di singa min de dicemide. Min nêzî xwe dike. “Xwe ji xwe azad bike” dibêje. “Niha ez diçim, naxwazim vê carê xatiran bixwazim, lewre naxwazim bême jibîrkirin. Ez doh hebûm, mayîna min a sibê di destê we de ye”.
Dizanim xewnek bû ev, em ê hev binasin, xewnên hev bibînin, aliyek me azad aliyê din bindest be dê bala me zêdetir li bindestên me be, em ê hêviyên xwe bi saya serê pakrewanan xurt bigirin. Bîranînên me dê bi çîrokên qehremaniyên wan dagirtî be.
Bihar dê êdî bibe bihare me jî.
Bi xatirê we.