1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Parazîtên pêvajoyê
Parazîtên pêvajoyê,Parazîtên,pêvajoyê

Parazîtên pêvajoyê

A+ A-

Her çendî artêşa tirk operasyonên xwe bi hemû şideta xwe dimeşîne jî, li Tirkiyeyê pêvajoyeke ku gavên nû têne avêtin û gotinên ku xewnereşkên wan bûn, ji aliyê dewletê ve têne bilêvkirin, dest pê kiriye.Bê guman di heman demê de divê ev pêvajo bi hesasiyet û baldariyeke mezin bê meşandin. Êdî dewlet bi xewnereşka xwe re rû bi rû ye û neçarî çareseriyekê ye. Divê ev jî bê gotin ku yê dewletê neçarî çarseriyekê kiriye dîsa rawestana xurt a gelê kurd û Tevgera Azadiyê ye. Lewra êdî ne DTP partiyeke bêyî siyaseteke rast e û ne jî gelê kurd êdî xwedî tirsa “divê li hemberî dewletê dewlet hebe” ye. DTP jî û gelê kurd jî êdî mafên xwe bi awayekî pir vekirî tînin ziman û xwedî wê wêrekiyê ne ku muhatabê esasî yê pirsgirêkê mîna adres nîşan didin. Wisa ku bi rojan e di serî de dewleta tirk, hemû çav li ser nexşerêya ku dê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bê aşkerekirin in. Ev rewş, di mezinbûna gavên ku dê bêne avêtin de, hêviyek dide û eger dewlet çareseriyek dixwaze, divê muhatabê pirsgirêkê jî nas bike.

Ez ji helwesta dewletê bêtir, dixwazim balê bikşînim ser bivira li destê kesên ji xwe re dibêjin “Rewşenbîr û nivîskarên kurd” lê di rastiya xwe de “Kesên tarî û uzrdarên nivîsê yên kurdan” in û ji bo derbe li vê pêvajoyê bixin milên xwe hil kirine. Her yek ji wan li ser maseyên gilover kom bûne û kîna xwe ya li dijî PKKê vedireşin.

Pirên van kesan di bin navê penaberiyê de li welatên Ewropayê jiyaneke hêsan û xweş jiyane, yên mayîn jî, ji bilî parazîtiyê pê ve bi kêrî tiştekî nehatine. Lê di demeke weha de bi derketina holê ya kesên weha ez şaş namînim. Lewra li her deverên cîhanê kesên weha derdikevin û dema ku gel li ber xwe dide, ew bi hewlerihan dikevin nav hewldanên xwerizgarkirinê. Piştî ku rewş hinek ber bi başbûnê ve diçe, mîna ku hemû bar li ser pişta wan bûye û têkoşiyane, xwe davêjin pêş û li rêyên ku dê çewa û ji kuderê ve xwe bikine nav pêvajoya nû digerin.

Eger hinek berjewendiyên xwe tê de bibînin û deriyek jî bibînin, dikarin bibin parastvanên herî tûj ên îdeolojiyên ku heya doh çêrên wan dikirin.
 
Tabloya ku ez îroj dibînim, ne pir dûrî vê yekê ye. Ji niha ve dengên parazît ên ku pênûsek di nav tiliyên xwe de bi cî kirine û dijayetiya vê pêvajoyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, bilind dibin. Ji xwe çi hîkmet be, mîna “pisîk ne li mal e navê mişk Evdirehmanê Kal e”, mîna “rewşenbîrên gelê kurd” derdikevine holê. Hin ji wan dibêjin “ji xwe PKKê bi dewletê re li hev kiriye, lê nikarin vê yekê ji gel re aşkere bikin, dewlet jî raya giştî hînê rewşa nû dike”, hin ji wan jî  li ser çokên xwediyên xwe û bi pişopişokirina wan dibêjin “DTP ji siyasetê tiştek fam nake” û bi tenê ew dikarin nûneriya gelê kurd bikin. Li gor wan, dê dewlet ji xwe çareseriyekê bi pêş bixistana lê PKK li ber vê yekê bû asteng û niha jî dewlet çareseriyek bi pêş dixe lê ji ber ku DTP ji siyasetê fam nake, vî karî xerab dike. Ji xwe ji ber ku dewlet evîndarê çavên reş û belek ên kurdan e dibêje “Ê de êdî em mafên kurdan bidine wan.” Lê tiştek ji bîr dikin ku ev gel êdî xwedî wê hêza polîtîk e ku dikare nirx û rûmetên xwe biparêze, nûnerên xwe hilbijêre û paxavê bi van gotinên erzan nake.
 
Wisa euroyan bike berîka xwe, pirtûkeke bi kurdî ku ne diyar e çi dibêje bike bin çengên xwe biçe Kurdistanê û pênûsa ku ji nav tiliyên xwe kêm nake bike nav çavên mirovan û quretiya “rewşenbîr”iyê bike, êdî pere nake. Ev helwest bi tenê dikare bibe bivir û pêşî li çoka xwediyê xwe û dûre jî li ya gelê kurd bikeve. Di pêvajoyeke weha de ku pêdivî bi yekîtî, hezkirina gel û çanda xwe û bi bîr û baweriya ku ji bo gelê kurd rêbaz çi dibe bila bibe encam têkoşîn e û kevirek piçûk be jî deynin ser kevirek din heye, mîna pirsgirêkek derketina holê, xiyaneta herî mezin a li dijî gelê kurd e. Ev bêtehemuliya li dijî PKKê ji ber çi ye? Mirov dikare ewqasî ji gelê xwe û nirxên ku gel afirandiye nefret bike? Xwezî çend PKKyên me yên din jî hebûna ku em hinek bihêztir bibûna. Dijminê li hemberî me tehamula me bike jî, mixabin bendavên ji aliyê hin kesên ji xwe re dibêjin kurd ve bi kîn û nefret hatine afirandin, tehemmula kurdan a li hemberî hev, her ku diçe zahmettir dike. Dema bi çavê kurdek dilsoz û welatparêz li mijarê bê nihêrîn; kî ji bo kurd û Kurdistanê xizmet bike, divê mirov mil bide wê xebatê. Lê tiştê ku li vê derê tê dîtin, mixabin derdê wan kesan ne kurd û Kurdistan lê berjewendiyên ferdî ne.

Mixabin ku dema hestên dilsozî bi mirovan re nebin, wê demê dê berjewendiyên ferdî li ser mirovan hukum bikin û xwebûna mirovan dîl bigirin. Xwebûna ku dîl hatiye girtin jî, çi ziyanê bide berjewendiyên ferdî dê ji xwe re bike hedef. Û ji bo van berjewendiyan êdî dê ne gel bê nasîn û ne jî welat.

Bîrgul Ozbariş ARDA
2009-08-18
[email protected]


Gotinên miftehî :