Parîs, 5, 6, 7.,parîs,5,6,7

Parîs, 5, 6, 7.

A+ A-

Di beşa yekem a vê nivîsê de, kîjan pêvajoyê bûyera Parîsê derxist holê hatibû vegotin.

Ew nivîs 2 rojan piştî bûyerê hatibû weşandin, lê kesên îro dixwînin dibêjin qey piştî hemû nîqaş û şîroveyan hatiye nivîsandin. Ev gotar ne wekî dûmahîka wê, lê wekî dûmahîka pêvajoyê divê were nirxandin.

Piştî bûyera Parîsê nirxandinên "pisporên" "tirk" ên di kanalên televizyonan de hatin dîtin û nivîsên "nivîskarên" "tirk" ên di rojnameyan de hatin weşandin çav berdabûn heman tiştî:

1- Bi zelalî nikaribûn bigotina "filan hêzê wisa kiriye", lê îhtîmal didan gelek aliyan. Îran, Sûrî, Fransa, PKK û hin wekî din. Tirkiye qet wekî aliyekî nedihat nirxandin. Bi israr jî ji bo di stuyê PKK'ê de bimîne nirxandin dihatin kirin. Lê dema xuya dikir ku îhtîmala PKK'ê hindiktir e, îcar jî bal dikişandin ser hemû aliyên din û mijar li erdê dihiştin.

2- Hevdîtinên li Îmralî pêk tên wekî parçeyekî van kuştinan derket holê. Kesî her du tişt dûrî hev nedinirxand. Bi piranî jî fikra "hinek dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin" derdixistin pêş. Pirsa "gelo kî pirtir naxwaze ev pêvajo bi ser bikeve?" vê tirsa nirxandêrên dewleta tirk jî derewîn derdixe. Her kes baş dizane ku tirsek dewletê û wan nirxandêran der barê tenduristiya hevdîtina Îmralî de tune.

Kesên fikrên di xala 1 û 2'ê de bi hev re anîn zimên, ew kes in ku mijarê ji me hemûyan zelaltir dizanin û qatilan jî wekî navê xwe nas dikin e. Ji ber ku kesên ev her du xal bi hev re anîn zimên, di rastiya xwe de hewl didin avê şolî bikin.

3- Nirxandêrên "tirk" pir anîn ziman, ku goya dibe KCK li dijî hevdîtinan derkeve, an jî dibe projeyê qebûl neke. Bi dengekî bilind dema ev tişt hate gotin, her kesî got "xwedê bike KCK helwesta herî nerm nîşan bide." Ev xet, xeta ku dewletê civak ajotiyê ye. KCK'ê got "Serokatî li şûna me jî dikare her tiştî bêje." Bi vî rengî belkî daxwaza dewletê ya "parçekirina navbera Tevgerê û Serokatiya Tevgerê" vala derxist, lê gelo destê Serokatiya Tevgerê li hemberî dewletê xurtir kir, an lawaztir?! Hêvî heye ku temenê me têra em vê yekê hîn bibin, dirêj be.

4- Nirxandêrên "tirk" di televizyon û rojnameyan de gotin "heta hêzên HPG'ê dest bi vekişînê nekin em baweriya xwe bi pêvajoya aştiyê nînin." Lê dewlet ji bo baweriya kurdan bi pêvajoyê bê, operasyon ranewestandin, girtiyên siyasî jî bernedan. Gavên yasayî yên ku dê bên avêtin, ji xwe ji ber pêvajoya Yekîtiya Ewropa mecbûrî dê bên avêtin. Nexwe nirxandêrên wan çima mijarê bi wî rengî pêşkêş dikin? Ji bilî tunekirina Tevgerê dê qet di warê çareserkirinê de, an tew nebe di warê sivikirina pirsgirêkê de gav neyên avêtin?

Pêvajo dê bi kuştin û suîkastan, an jî bi riyên cur bi cur ên kuştinan berdewam bike, an dê hikûmet bi awa û rûyên cuda saleke bê şer û pevçûn armanc bike? Erdogan, ji bo bibe Serokdewlet gelo riyeke çawa berjewendîdar dibîne?

Wekî tê zanîn Rojhilata Navîn hildiweşe. Misir, Lîbya, Sûrî û belkî sibe Îran, belkî Iraq, belkî Tirkiye. Erdogan heke heta ev pêvajo derbas bibe gemiya xwe bi saxlemî derbas bike, ew ê serkeftî be. Lê heke bi kurdan re têkiliyên şaş bimeşîne dê tu gemî di vê tofanê de sax nefilitin. Parîs qulika yekem e, ku di keştiya Erdogan de vebû.

Ji qewlê Shakespeare ve, "aha hemû mesele ev e".



Gotinên miftehî :