1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. PEŞBAZIYA ÇÎROKÊN NEQEDIYAYÎ:
PEŞBAZIYA ÇÎROKÊN NEQEDIYAYÎ:,PEŞBAZIYA,ÇÎROKÊN,NEQEDIYAYÎ:,

PEŞBAZIYA ÇÎROKÊN NEQEDIYAYÎ:

A+ A-

Şener Özmen, piştî ku bi romana xwe ya yekem Rojnivîska Spinoza(1) em di heyirînekê de hiştin û kir ku em li wateyan bihesilin; û bi taybetî bi şêweyê vegotin û honaka romana xwe ya yekem hişt ku em bi çav û awirên dîtir berê xwe bidin asoya geş û ronî ya romana Kurdî; û li wir, tam di wê qad û qonaxê de, li war û biwarên ku dê karibin ji bo wêje û nivîskariya Kurdî bibin stare, bigerin.Şener Özmen, vê carê jî romana xwe ya duyem PÊŞBAZIYA ÇÎROKÊN NEQEDIYAYÎ (2), tev li refên pirtûkxaneya Kurdî dike û di vê romanê de jî hewldana xwe ya ji bo avakirina şêwe û şêwazeke dîtir a vegotina Kurdî didomîne.Di romana PÊŞBAZIYA ÇÎROKÊN NEQEDIYAYÎ de, ziman car caran dibe pardarê hişûbîra nivîskêr; deriyê derfetên xwe li nivîskêr vedike; û nivîskar bi awayê vegotina xwe xumamiya ku di navbera zimanê gotinkî û zimanê nivîskî de heye parîkî din jî zelaltir û xuyanîtir dike; û ligel hogiriya dîrokî ya zimên, me hê bêtir nêzikî bersiva pirsa “zimanek çawan dikare dirûvekî nivîskî bigire û nivîs di kîjan kêliyê de dikare vê yekê zeft bike?” dike; bi awayekî fîtekî ji esmanê balûpal ê zimên çav li me dişikîne; û bi vegotina çîroka Merasîm û Sertac Karan, beşek ji jiyana Kurdan a ku ‘hênebûyeçîrok’ û leheng û serlehengên wê tim li dor çîrokê digerin û navend jî hey wan ber bi xwe ve dikişîne, tîne zimên; û bala me dibe ser cihêwaziya navendên sehekî, ramanî û dîrokî.

Romana PÊŞBAZIYA ÇÎROKÊN NEQEDIYAYÎ bi hişûhêleke zimanî dest pê dike. Nivîskar hema ji serî de, bi avakirina nîqaşa ku li ser bilêvkirina tîpekê diqewime, bala me dibe ser jevcudatiya şîrîn a gel û neteweyan, ku ev yek wan ji pevşibînên çîtog ku piştî demekê ruhgiraniyeke tehmesarkî bi mirov re çêdike, xelas dike.

Û bi gotinên; “Piştî wê pêrgîhevbûna me ya yekem bi çardeh rojan, xwediyê wî dengî, yanê Sertac (Nîqaşa me ya yekem jî bi bilêvkirina navê wî derketibû; diviya ku min jê re bigota Sertac, ne Sertaç, bi angaşta wî, di navbera “c” û “ç”yê de ferqeke mezin hebû, tavilê pênasa xwe şanî min dabû bo ku ez qaneh bibim…)” ku sedem û bingeha nîqaşê bi me didin famkirin, em careke dî jî lê hay dibin ku; tiştê esasî ne endamtiya neteweyekê ye, sedem û nîşaneya ku endamtiya mirov a neteweyekê temam û teqez û tekûz dike, bi giştî çand û ziman e; her wisan nivîskar, di warê denganî û bilêvkirinê de balê dibe ser tîpên ‘c’ û ‘ç’ yê ku bi giştî di Kurdî, Farisî û Hîndî de ev deng wek ‘c’ tê bilêvkirin û tê gotin; ‘tac-sertac’ lê di zimanê Tirkî de (bi deynkirina peyvê ya ji Kurdî, Farisî û Hîndî) ev deng wekî ‘ç’ tê bilêvkirin û tê gotin; ‘taç-sertaç’.

Û nivîskar bi vî awayî helwest û awayên desttêwerdana xwe ya li ser romanê diyar dike; dasa xwe li stûxwariya ku ji ber qebûlkirina sîstema asîmîlasyonê û pê re jî xwebişavtinê pêk tê, tûjtir dike û bi rexneyeke hundirîn, -ne xwerexnekirin, lê belê rexneya ji awirê ji hundir ve- di tevahiya romanê de koordînatên ku konê xwe lê daniye û lê radiweste dide me.

Romana PÊŞBAZIYA ÇÎROKÊN NEQEDIYAYÎ parçeyekî ji jiyana Kurdan ji aliyekî ve ji hev dike û darî çavan dike; (ew parçeyê ku hê Kurd bi xwe jî tênegihîştine û nizanin ka bi çi ben û kindirê bi wan ‘xwedêjiwanrenehiştî’ yan ve hatine vebestin û hey bêyî wan nayên bilêvkirin û nasîn; û wê vebestîna ku nehiştiye Kurd wekî hemû neteweyan di dema xwe ya asayî û normal de qonaxên sosyo-polîtîk, sosyo-ekonomîk, sosyo-kulturî û her çi be, bijîn û bikaribin bêjin “heyra me ne xem e ka kî kê wesle dike, kî tê weslekirin, em kî ne, kî ne em….û” û piştî jiyîna hin serborî û karesat û demên dîrokî, di kêfxweşiya dema jiyana xwe bigihîjin û piştî vexwarina şerabeke sor a Bordeaux’ê, çêj û tehmeke qemitî bibe para devê Kurdan.

Nivîskar ji vî aliyî de hewlê dide ku em berê xwe bidin navendekê; navenda ku ciyawazbûna Kurdan a ji xelk û neteweyên dî diyar dike; navenda ku mixabin Kurdan bi tevayî û pir jidil berê xwe nedanê; tim mane li ser xêz û xeta çemberê û di ‘demirbaşiya’ gelên dî de wekî camidekî bêruh û can hatine cemidandin. Û hêjayî gotinê ye ku sireseqema vê cemidîna cemserî, bi gotinên, “Qey tu jî demirbaşê Onder î?” ku bi devê eta Merasîm (ku zanîna wê ya peyva ‘demirbaş’ mirovî metel dihêle) tê gotin, me di cî de sar dike û em dikin nakin di serenaviya ‘Onder’ ku xweserî zimanê Tirkî ye de riyekê ji xwe re peyde bikin, da ku bi ‘hohkirina’ hilma xwe piçek be jî karibin qeşayê biderizînin û pê hilma me vebe…

Helbet helwest û sekna nivîskêr a di romanê de ne tenê neteweyî ye; tevî ku li ba nivîskêr sedema sereke ya şûndehiştin û cemidandinê ciyawazbûna navendan be jî, ew navenda heyî dike sedemên hin encamên dîtir jî (ên wekî şûndehiştina Kurdan a di warê aborî û sinaî û teknolojîk de).
 
Û refleks û reaksiyonên Kurdan ku di wan waran de çêbûyî, -bi taybetî di warê çîna civakî de-, bi trênê sembolîze dike. Belê em ji bîr nekin, trên belkî yekem amraza barkirin û veguhêztinê ya modern bû ku ‘mêroyan’ xeta trênê li ser axa Kurdan rast kir û Kurdan ew dît; lê belê ne ji ber ku tîra eşqa Kurdan li wan xistibû û wan ev qencî li Kurdan kir. Belê em baş pê dizanin ka ev yek ji ber çi bû.

Îcar, Şener Özmen, di ber tava vê zanînê de, trênê wekî semboleke yek ji sedema çêbûna nakokiyên çînî nîşan dide; hêrs û bertekiya civakê dîsan bi çîna rajêrîn a civakê, bi mirovên ‘rojhilatî’ (yanê Kurd, yanê kesên hov, yanê kesên xizan û şûndemayî) çalak dike û bi gotina, “Gava trên di ber taxên rojhilatiyan re derbas bûbû, zarokên taxê yek caran kuç û kevir li trênê barandibûn.” -ku ev cure çalakiya zarokan ku mînakeke baş a ‘tevgera underground’ e-, bala me dibe ser têkiliya du civak û neteweyên ku xwedî navendên cihê ne û bi gotina, “Rêwiyekî hew xwe ragirtibû û bi qîrîn gotibû, “Dijminên maldariyê ne! Neyarên dewletê ne!” û çend kesên di kompartmanê de jî piştgirî dabûnê.” ciyê ku mirovên jevcuda lê disekinin qewîtir dike.
 
A niha, heye ku bê bîra me ku em bêjin, “heyra, êdî her kesî hay ji vê cure vegotinê heye û dem lê bihuriye”. Belê, ger nivîskêr ev hemû di vegotineke ‘civakparêz’ de bianiya zimên, wê hingê min ê jî bigota, ‘gotina we xweş!’ Lê belê, ji ber ku nivîskar ev hemû di pêvajoya ferdîbûna Sertac Karan de û têkiliyên wî yên bi Merasîmê û kesên dî yên cure cure re tîne zimên û di çûnûhatên şîzofrenîk ê Sertac Karan (ango Doktor Sertac) de, ku sedema sereke ya vê şîzofreniyê dîsan ‘efendî(!)’ ne, ku li pêş çavên wan Kurd hê jî ‘qaşo’ ne û ev yek di gotinên Sertac Karan (ango Sertac Xoce) de, “Wekî min got, ez yekî qaşo me û qûna xwe jî biçirînim –min bibexşînin– ez ê ji vê qaşotiyê xelas nebim, heta hetayê…” tê zimên û wekî şûjinekê di mirov re diçe, mexderê ji tu tiştî re nahêle. Her wiha, guherîn û veguherînên nelihev û şîzofrenîk ên pêvajoya ferdbûna Sertac Karan jî bi nav û pênaseyên wî yên wekî, “Sertacê Entîke (bixwebawerî û xweecibandin: destpêka ferdbûnê)… Sertacê Evîndar (pêvajoya jênager)… Sertacê Mazoşîst (pêvajoya lixwevegerînê)… Sertacê Erêûerê (hewla xwedanqebûlkirinê)… Sertacê Neçutişt (destpêka têkçûnê)… Sertacê Obsesîf (encama pêvajoya daxwazên pêknehatî)… Sertacê Qiriktehl (pêvajoya weymalaminê!)… Sertacê Dogmatîk (encama nehatinaqebûlkirinê)… Sertacê Jidostênxwebûyî (tikûtenêmayîna di hewla ferdbûnê de)… Sertacê Dahatûreş (pêvajoya bêhêvîtiya di destpêka ferdnebûnê de)… Sertacê Dixewreçûyî (yek ji riyên xwejibîrkirinê)… Sertacê Noqavbûyî (Famkirina ferdnebûnê)… Sertacê Topavêtî û Şoreşê Xaztênemayî (piştî ferdnebûnê hîsa qedînê)… Sertacê Hevtawanbarêxwe (destpêka lixwevegerînê)… Sertacê Darşikestî (encam: têkçûn)… Sertacê Şoreşê Dercivat û Şoreşê Xweyîode (xwedanqunca piştî têkçûnê)… Sertacê Şoreşê Şoreştêkçûyî… û Sertacê Çîrokawîneqediyayî…”
Û hîsa neqedîn û bêkutayîbûnê!

Şener Özmen, ku di heman demê de hunermendekî şêwekarî û hunera aktuel e jî, bi awayekî Monet’yî û bi şêweyekî empresyonist (têçespankar); ji bo ku karibe hêzên har û xurt ên jiyanê bihêçîne; di ezmûna wê ya rengorengo re derbas bibe û bi vê ezmûndariyê romana xwe binivîse, wekî lehengekî ‘jidervede’ dikeve nav jiyanê û wekî aktor û çalakgerekî rol û ristê dide ser milê xwe -her çi qas jiyan vê rolê nede ser milê wî jî, ev yek jê re ne xem e; ew ji hêlekê ve, ji dergehekî ve, rêya ketinê û jiyîna vê jiyanê ji xwe re peyde dike.-

Her wiha; her wekî Gilles Deleuze gotî, “Nivîsandin, ne ew tişt e ku mirov dirûvekî derbiranê li tiştên hatî jiyandin ferz bike. Nivîsandin demajoyek e; bi gotineke dî, neqeb û bihureke jiyanê ye ku tiştên ku hatine jiyandin û tiştên ku heye ku bên jiyandin tê de hiltên. Nabe ku nivîsandin ji bûyînê were veqetandin”; (3) nivîskar ji bo ku karibe tiştên ku bi jiyanê re û di xwe de çespandiye bîne zimên, hewcetî bi zimanekî dîtir dibîne; û ji bo nivîsandin û wênesazkirinê; ji bo vegotina vê hal û rewşa bûyînê, zimanekî nû û biyan ku dê karibe ‘neqedîn û bêkutayiyê’ biteyisîne û pê bihisîne divê. Belê, ew zimanê biyan, ne zimanekî hişk û hola ye ku ji qayde û rêzikan pêk tê; zimanekî çalaktir; zimanekî geştir; zimanekî ruhdartir; zimanekî hê ciwantir û zimanekî ku rê li ber vegotinên rengîn û cihêreng vedike ye…; û ev ziman rê û derfetên nûtir û dîtir li ber ‘romana nû’ û ji bo vegotina wê ya rasteqînî û heqîqetê vedike, ku her wekî Michel Butor gotî, “heqîqetbîniya romana nû ne bi riya pijakdan û teyisandinê, lê bi rê û awayê jinûvasazkirina bi namoyîkirinê ava dibe; û rêya vê yekê jî di şêweparêziya ezmûndariyê re derbas dibe”, (4) Şener Özmen di bin ronayiya ‘bûyînên di jiyanê’ de saz û ava dike romana xwe; û PÊŞBAZIYA ÇÎROKÊN NEQEDIYAYÎ romaneke ezmûnî ye; ku ziman û ezmûndarî di demajoya nivîsandinê de heman demê parve dikin.


Perawêz û çavkanî:

1- Rojnivîska Spinoza, Şener Özmen, Weşanên Lîs, 2007, Diyarbekir
2- Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, Şener Özmen, Weşanên Lîs, 2010, Diyarbekir
3- Proust ve Göstergeler (Proust û Şanîderî) Gilles Deleuze, Weşanên Kabalcı, 2004, Stenbol
4- Michel Butor, ‘Ceribandinên li ser romanê’, weşanên Düzlem; (ya ku vediguhêzîne, Yıldız Ecevit, Pêdeçûnên Postmodern a di romana Tirkî de, Weşanên İletişim, 2004, çapa 3. Stenbol)

Dilawer Zeraq